Penaberê Welatê xwe

Penaberê Welatê xwe

Serhat DEMİRTAŞ

 

Gulê kesk û sor û zer e,

Nîşana alê li ser e.

Êdî reng spî û gewher e,

Şêrîn û peymana minê…

 

Kesên ku wî nasdikirin; ji navê wî zêdetir bi navê “Bavê Felek” bang li wî dikirin. Ew bi dengê xwe yî zîz û delal, di dilê me da bû xwedî cihekî taybet. Dengê wî yê delal ji Qamişlo rabû, sînoran derbas kir; serî de li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû Rojhilata Navîn belav bû. Bi qasî xwedî jiyaneke zehmet; xwedî nasnameyeke hunermendê dildarê nirxên xwe bû. Ji ber vê yeke kû; gava dengê Mihemed Şêxo tê guhên me, hestên me wek avê diherikin û xwe didin der…

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Girbavê yê kû giredayî Qamişlo ya Rojava Kurdistanê ye, ji dayîk dibe. Bi armanca bibe xwedî kesayetekî salih, navê wî datînin Salih. Jiyana bi zehmet, hê di temenek biçûk de rûyê xwe nîşanî Mihemed Şêxo dide. Ji ber xizantiya malbatê, ji xwendin û perwerdeya di dibistanê bêpar dimîne. Di axaftineke xwe de derbarê wan salên xizantiyê de van gotinan tîne ziman; “Pere qirêja desta ye, xizanî û feqîrî ne kêmasiyek e bi şerm e, kêmasiya mezin ew e ku mirov xwedî pere be, lê bêdost, behogir û bêrûmet be. Xweşiya jiyanê ew e ku mirov di civakê de xwedî kesayetiyek hezkirî ya bi dost, heval û bi hogir be. Feqîriya min ji bindestiya welatê min ê parçekirî û bindest tê.”

Belê… Wekî ku ew bi xwe jî tîne ziman, bindestiya welatê xwe wek feqîrî didît. Ji ber vê jî hê di sala ciwantiyê de, jiyana xwe jî li gorî berjewendiyên welat û gelê xwe saz dike. Ji ber vê yekê jî her tim dikevê nav lêgerînekê, ev lêgerîna wî di heman demê de lêgerîna bersiva hestên di dil û mêjiyên wî de bû. Ev lêgerîna wî di warê hunerî de jî pêk dihat. Ji ber ferqa xweşikbûna denge xwe de bû; xwest vê yekê bi awayekî hunerî bikarbîne. Lê belê ji ber ku di nav malbateke oldar de bû, li pêşiya wî astengî çêdibûn. Lewra fikra bikaranîna amûrên mûzîkê gûnehe astengî ji xeyalên Mihemed Şêxo re dianîn. Lê Bavê Felekê terka lêgerîna xwe nake. Piştî ku di sala 1969’an de xwe di warê tembûrê de pêş dixe, gund bi gund digere, tevlî şêvbihêrkan û şahiyan dibe. Bi vê yeke ve piçek din xwe nêzî xeyalên xwe dike.

Lêgerîna Mihemed Şêxo ya huner û jiyanê, piştî demekê berê wî dide Libnanê. Li vir bi hinek hunermendan re komeke mûzîkê bi navê “Serkeftin” ava dikin. Bi deng û hunera xwe di demek kurt de li Libnanê gelek tê nasîn. Piştî bi hunermendê navdar ê bi navê Feyrûz’ê ve têkiliya wî çêdibe, ji bo wî jî serdemek nû destpê dike. Ji Feyrûz gelek siûd digire, huner a Feyrûz li ser wî bandor dike û ev yek jî wek hilbêrînên erênî di hunera Mihemed Şêxo de xwe dide der.

Hêjayî gotinê ye ku ez vê yekê jî ji we re parve bikim; nasnavê “Şêxo” hinek cihê nîqaşê ye. Hin kes li ser wê baweriyê ne ku ew kesekî dilnizim, dilovan û oldar bû, lewra jê re gotine “Şêxo”. Û hin kes jî dibêjin kû ji ber navê bavê wî “Şêxmûs” bû, jê re tê gotin “Şêxo”. Lewra ji birayê wî re jî gotine “Kenan Şêxo”, ew jî hunermendekî navdar e. Ji ber vê yekê nasnavê Şêxo bi awayekî zelal ne diyar e kû çawa lê hatiye kirin.

Bavê Felekê di sala 1972’an de piştî ku ji şerê Libnanê vedigere Qamişlo, bi alîkariya çend hevalên xwe komek mûzîkê ava dike. Lê bele desthilatdariya Sûrî nahêlê ev kar bidome. Li pey vê Bavê Felekê tevlî şahiya Newroz’ê dibe, deng û awaza wî derbasî dilê her kesî dibe. Stranên ku di qadê Newroz’ê de tênê ziman, bi agirê Newroz’ê ve hestên gel coş dike.

Her stranên kû tîne ziman, di naveroka xwe de rastiyeke jiyana gelê wî vedigot. Lê belê piştî demekê zextên li dijî nasname û gele wî pêk dihatin, li dijî huner a Mihemed Şêxo jî destpêkir. Stranên wî rastî astengî û qedexeyên rejîma Surî tê. Li ser vê yekê Mihemed Şêxo di sala 1973’an de berê xwe dide Başûr û ji wir diçe Bexdayê. Strana yekemîn “Baxçê gula” li vir çêdike. Li Bexdayê di “Radyoya Dengê Kurdistanê” distirê. Tevlî mihrîcan û hunera Kurdî dibe. Di van xebatên hunerî de tekiliyên Mihemed Şêxo bi Mihemed Arifê Cizîrî, İsa Berwarî, Tehsîn Taha û gelek hunermendên din re çêdibe. Her têkiliyên ku çêdibin, bandoreke erênî li ser hûnera wî dike. Ji hûnera hevalên xwe siûd digire.

Ji bo Mihemed Şêxo serdana wî ya herî girîng ya Mele Mistefa’ye. Mele Mistefa wî bi dilekî germ pêşwazî dike. Piştî vê hevdîtinê strana “Kê dinya hejand” ji bo Mela Mistefa dinivîsîne. Piştî Başûr, Bavê Felekê berê xwe dide parçeyekî din û diçe Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Mahabadê û di qampa penaberan de cîh digire. Li vir bi zimanê Farisî fêr dibe û dîplome distîne. Bavê Felekê li Rojhilat Pêşengên serhildanên Kurd; Qazî Mihemed û Simko Şikakî bi bîr tîne. Piştî vê sekna wî rêveberiya İran’ê, Rojhilat jî lê teng dikin. Her tim wî û malbatên welatparêz aciz dikin. Di encama zextên kû pêk tên de, wî sirgûnî cihekî dûr dikin. Cihê ku wî sirgûn dikin, Bavê Felekê di dibistanekê de dibe mamosteyê Ol a Îslamê. Di vê dibistanê de şagirtê bi navê “Nesrîn Melek” nas dike û di sala 1977’an de bi hev re dizewicin.

Di derbarê wan deman de hevjina wî rojekê van gotinan tîne ziman; “Rewşa me pir xirab bû, desthilatdariya İran’ê gelek zirar dida me.” Ji Bavê Felekê re digotin “Tê di stranên xwe de peyva ‘Kurdistan’ bi kar newînî”, lê Bavê Felekê wiha digot; “Ji bo Kurdistan’ê ez gihiştim vir, ji ber vê tiştekî wiha ji min nexwazin!”. Hevjina wî berdewam dike û wiha dibêje; “Dibû eyd û erefat, em ji malê dernediketin. Bavê Felekê digirt tembûra xwe û me bi hev re stran digot, û em bi hev re digiriyan… Her tim me mala xwe diguherand, ji ber vê Xwedê me bêkes hişt, û ew jî bêkes çû ser dilovaniya xwe.” Ev gotinên hevjina wî rastiyekê dide der, ew yek ji dildarê Mihemed Şêxo ya nirxên welatê xwe bû. Ji bo peyva “Kurd” û “Kurdistan”ê di stranên xwe de bîne ziman, ji bo nirxên Kurd di mêjiya gelê xwe de bide jiyîn, bi berdêla jiyana penaberiyê hunera xwe bi kar dianî.

Lê belê ji aliyek din hesreta xaka ku ji dayik bûbu jî di dilê wî de mezin dibû. Piştî salên bi zehmet ên Rojhilat, di sala 1983’an de vedigere welatê xwe bajarê Qamişlo. Piştî ku vedigere xaka Rojava, wekî ku bizanibe wê zû biçe ser dilovaniya xwe; di 41 saliya xwe de bi hemû hêza xwe bi hilberîna hunerî re eleqedar dibe. Di encama van xebatan de 14 berhemên nemir diyarî gel û netewa xwe dike. Her wiha divê ez vê yekê jî bînim ziman; ew di hilbijartina helbestên xwe de jî gelek hosta bû. Bê guman hemû helbest û gotinên wî ne yê wî ne, ji gelek helbestvan û stranbêjan siûd girtîye. Yek ji wan çavkaniyên huner a Kurdî, Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj e. Helbestên van helbestvanên nemir bi dengê xwe yî delal, bi qirika xwe yî bi hêz tîne ziman û dilê gelê xwe de dibe xwedî cihekî taybet. Lê bele hemberî xebatên ku dimeşîne, laş û rihê wî bêtaqet dikeve û ew rastiya kû wê werê serê me hemiyan di 41 saliya wî de xwe nîşanî Mihemed Şêxo jî dide. Di 9’ê Adar’a 1989’an de li bajarê Qamişlo diçe ser dilovaniya xwe…

Belê… Mihemed Şêxo wek hunermendek e ku dilê wî ji bo welatê wî diavêt, kêliyên jiyana xwe derbas kir. Di nav jiyaneke xizan û zehmet de lêgerîna wî ya bi hunere, watekirina jiyanê heya bêhna wî ya dawî berdewam kir. Her stranên ku wek mîrate ji me re hişt, îro jî ji gelek hûnermendan re dibe çavkanîyên giranbuha…

 

Li ser gor a wî ev helbesta wî hatiye danîn, em nivîsa xwe bi helbesta Bavê Felek xilas bikin.

 

Gava ez mirim gelî zindiya,

Min ne veşêrin weke hemûya.

Gorê min çêkin bin sih a çiya,

Kêlê min çêkin ji dû keziya.

Hemû adara hûn min şiyarkin,

Da bikime şahî ji bo me hemûya…

 

P. S. Berê ev gotar di “Gazete Duvar” de hatiye weşandin”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev