Kurdekî sembola zîrekî, wêrekî û têkoşînê: Xalis Öztürk

Kurdekî sembola zîrekî, wêrekî û têkoşînê: Xalis Öztürk

Xudanê vê nivîsa delal nivîskar û lêkolînerekî kurdan yê eyan e.

Pêşeyê wî pêşin parêzgerî ye, lê di warê lêkolînên dîroka kurdan da kesekî ronahîdar e.

Aydin bi zanîneke fireh derbazî serpêhatîyên kurdan da,

çand û dîroka wan da bi pirtûk, miqale û sohbetên vîdêoyan da xizmeteke mezin dike.

Ev nivîsa wî ya derbarî Xalis Begê kurê Elmecîd Begê da nivîseke balkêş e.

Em li vêderê kurdîya wê pêşkêşî xwendevanên Riataza dikin.

 

Osman AYDIN

Wergera ji tirkî: Seregola İntabê

 

Xalis Öztürk, kurê Evdilmecîd Begê ku yek ji serokê Eşîra Sîpkî yên ku berê Êzdî bûne, di serê salên 1800an de bûne misilman e.

Xalis Öztürk, yek ji fermandarê berxwedana Kurda yê Agirî’yê ye û li ser têkçûyîna tevgerê derbasî Îranê dibe, bi derketina zagona efûyê ve dîsa vedigere Agirîyê. Di waxtê tevgerê de, li ser xwesteka hevdîtinê ya dewletê, di nav şandeya nimînêrîya tevgera Kurd ya Agirîyê ku bi rayedarên dewletê re rûniştine de ye.

Piştî Derbeya Leşkerî ya 27ê Gulanê tê girtin, li Yassiada’yê tê darizandin û 10 sal cezayê hepsê ya giran, cezaya bêparmayînîyê ya ji mafên gişkî ku heta emir hebe, hildide. Bi darazxwerên Yassiadayê ve di Girtîgeha Qeyserîyê de dimîne. Tirkî kêm dizane lê yekî bêtir zîrek û wêrek, gotina xwe texsîrnekirî, ji taybetîya xwe ya nuktedan ve gelek tê hezkirin e.

Çend anekdotên wî yê ku kesayetî û ramanên wî nîşan dide, were dayîn bes e.

Bi tawanbarkirina ku peyama pîrozbahîyê ji Serokê Komara Kurd Qazî Mihemmed re şandîye, di sala 1946an de binçav dibe. Bi rojan di jêpirsînê de dimîne, her carê ku dipirsin ew biisrar bersîva, “Na, min neşandîye, hûn îftira diavêjin min! Lê xwezil min şandibûya. Wê ji bo min bibûya babeta şerefê.” dide.

Rojek Xalis Beg, di Girtîgeha Qeyserîyê de, gava bi palamenterên Tirk re sohbet dike ji wan re wiha dibêje:

“Me di şerê rizgarîyê de bi mal û canê xwe ve şer kir, em ketin halê ku di tersên hespan de li hebên genim û ceh bigerin. Ji ber ku me çend topên Ûris bidestxist, bi belgeyan ve em rûmetyar kirin. Piştî ku welat rizgar bû em çûn gundê xwe. Ji ber ku em Kurd bûn we ji me re got paşverû û zorbaz, we xwest hûn bikujin, ji bo canê xwe xilaskin em bi mecbûrî derketin çîyê. Vê carê we got asê û rêbir, we parartêş li pey me xistin, we gundên me şewitand, we însanên me kuşt. Di sala 1950 de we lîstikek demokrasîyê ya bi derewkî îcad kir. Xelqê me şandin meclîsê, em qaşo bûn mebûs. Di sala 1960î de ji ber ku zagona pîroz pêpes bûye eskeran derbe kirin. Vê carê em bûn mehpûs. Ez çar kitêbên pîroz dizanim, Tewrat, Zebûr, Încîl û Qur’an. We Zagona xwe ya 1924a qet bicîh neanî ku ez pêpes bikim yan jî we negot pîroz e ku ez pêpes nekim. Wisa têgihîn ku cîhê Xalis mebûstî nîne, mehpûsî ye. Serbarî ser ligel we paşnavê me xist Öztürk, we em wek Özkürt tim çewisand.”

Du anekdotên ji Girtîgeha Qeysêrîyê bi Celal Bayar re rewşedar e. Rojek ji Bayar re dibêje: “Çar sal ez bi te re di hepsê de razam, çar sala jî bi İsmet İnönü re razama çavê min pê de nedima. Qet nebe hinekên ku me çewisandine bi me re vê zulmê bidîtana belkî hişê wan bihata serê wan, têbigîhandana ku zulmkirin çiqas xirab e.”

Di sohbetek din de Bayar jê dipirse: “Xalis Beg, her daîm bala min dikişand, gava ez dihatim herkes tim li ber min radibûne pîya, tenê tu ranedibûyî. Çima? Tu neditirsîyayî?” Ew jî vê bersîvê dide: “Tu ew kesî ku waxta serokwezîr bûyî te Seyîd Riza idam kir. Li ber te rabûn zora min diçû, ji wî. Na, ez nedirtirsîyam. Te meriv bişanda ser min, heta wan dest li min dana, minê serê te di avê de bikira. Tu jî hay ji vî hebûyî, te ne kir problem.”

Parlamenterê Trabzonê yê wê demê Fikri Karaniş bîranînek wiha dibêje: “Li Yassiadayê dema hewadarkirinê de, bîstek çavê min di nava meydanê li ber zinarek bi qasî du sê mêtre bilind de li neh deh kesên ku rûniştibûn ket. Gava ez nêzê wan bûm, min dît ku tev parlamenterên Kurd in. Parlamemterê Agirîyê Xalis Öztürk ê navdar bi qelafeta xwe ya gir ve hema hema her derê zinar wergirtibû. Ez têkilî Xalis Öztürk bûm: “Kurdoxlî qey ji te wetrê vira girên Agirîyê ne.“ Gava min go “ku bihêlin tê ber bi welatê xwe bifirî“ bersîva wî bi ramandin û bi henek bû: “tu bikene Lazoxlî, hikumeta İsmet Paşa bi artêşa xwe ve bi mehan min ji çîyan danexist. Meger ez ji hikumata Menderes bihêztir bûme wî demê. Me Bayar, Menderes wek hikumatek nas kir em pey wan ketin. Du seeta de ala radestîyê kişandin. Ez ber wê dikevim.”

Gava parlamenterek Kurd li ser kursîya meclîsê dibêje, “li Şerqê hedîseyên şekawet (li rojhilatê rûdanên rêbirîyê) dibe, ma hikumet radizê? ” Xalis Öztürk ji cîhê xwe gazî dike: “Kuro kurê min here cîhê xwe rûnê. Fesadîyê neke. Yaw wê kê li şerqê şekawetîyê bike, tu jî li vir î, ez jî li vir im!”

Ev însanê Kurd ê birûmet ku gelek kilamên Kurdî li ser çêbûne, gelek serpêhatî û bîranînên ku nehatine gotin li pey xwe hîşt, di roja 24ê Îlona 1977an de ji nav me çû. Rêzên xwe yê bêdawî pêşkeş dikim.

Di wêne da: Ewê serî yê li milê çepê ku li kêleka Îhsan Nurî Paşa ye Xalis Öztürk e.



 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *