Karmendê “Rya teze” yê berê Hesenê Qeşeng: Dilê min bo rewşa miletê min diêşe

Karmendê “Rya teze” yê berê Hesenê Qeşeng: Dilê min bo rewşa miletê min diêşe

Kerem bikin, yek ji xebatkarên berê yê rojnameya kurdî ”Rya teze” a here jîyandirêj,

rojnamevan û zaneyê zimanê farisî Hesenê Qeşeng, ku salên dirêj herwiha

li Afxanistanê jî wek dîplomat kar kirîye, derd û kulê xwe ji me ra ro dike

derheqa rewşa êzdîyan a îro, ku çawa ketine di bin hukumê dijminên me û

xayînên di nav miletê me da û xwe ji miletê xwe,

ji welatê xwe bêrî dikin û bi ruhî, bi fîzîkî, bi moralî jar û belengaz dibin.

 

 

Hesenê Qeşeng, rojnamevan/dîplomat

Van axirîya şervanîya gelê kurd bona stendina extîyarî û mafê xweye pêpeskirî gurr bûye. Herçar parçê Kurdistanê û ji Kurdistanê der Kurd rabûne ser pîya û dewa mafê xwe dikin.

Wê ra tevayî usa jî qewatên paşverû û şovînîst yêd cînarê Kurda bi hêzeke hê mezin dijî miletê me şer dikin. Mesela axirîyê êrîşa eşîrên erebaye radîkal û paşverû-Daîşê li ser Kurdistanê bû, cînosayda êzdîyên Şengalê, ku wan kir, bi hezara şehîd pey xwe hîşt, nava kîjana da gele jin, zar, kal û pîr, merivên bêguneh hebûn.

Pey hilweşîna Yekîtîya Sovêtîyê ra serekvanên Ermenîstana wî çaxî jî plana qetandina êzdîya ji miletê kurd û asîmîlasîona wana nava ermenîya da pêşda kişand. Vê pirsê da ewana hine êzdîyên xwefiroş û bêhiş bi aktîv didine xebatê.

Merivên usa fem nakin, wekî kurdên êzdî tenê Kurdistanê da dikarin bijîn, ol û zimanê xwe biparêzin. Ne Ermenîstanê da, ne Gurcistanê da, ne jî Ûrisêtê û Avropayê da ewana nikarin wedekî dirêj teyax bikin, alîyê êtnîkîyê û olî da jîyana xwe berdewam bikin.

Halê hazir miletê kurd ne yê berê ye, femdarîya miletîyê û xweparastinê nava wî da blind bûye. Çaxê Daîşê ew zulm anî serê êzdîyên Şengalê, wî çaxî dewatekê da li bajarê Senê (Kurdistana Rohilatê) bûk û zevê xişirê ser xwe rakiribûn û êzdîyên Şengalê ra şandibûn. Temamîya miletê kurd bi hêrs û berxweketin qewmandinê Şengalê qebûl kir.

Merî gerekê rast-rast bêje, ew êzdîyên ku dibêjin ,,em êzdî ne, em ne kurd in,, ewana mala xwe dişewitînin, ewî çiqlî dibirin ku ser rûniştine. Ewana bin defa dijmin da direqisin, xwe ji miletê xweyî 40 mîlîonê diqetînin, xwe bêxweyî dikin.

Ewana nokerîyê û xulamtîyê ji xelqê ra dikin.

 

¤¤¤

Ji xebatkarên rojnameya ”Rya teze” îro 5 kes mane: Hesenê Qeşeng, Rizganê Cango, Prîskê Mihoyî, Porsora Sebrî û Têmûrê Xelîl. Ev her pênc ronakbîrên gelê me, mînanî hemû ronakbîrên kurd (çi êzdî, çi musulman) yên Ermenîstanê û tevaya Sovyeta berê zêdeyî 30 salan e hewil didin miletê me yê bi dînê xwe va êzdî ji wan kesên nezan û xwefiroş dûr bixin, ku hewil didin bidine bawerkirinê, ku ew bi miletê xwe va êzdî ne û ne kurd in, ku navê Êzdî ne ji navê Yezdanî hatîye, lê ji Êzîdê kurê Muawîyê ereb hatîye, ku kok-esasê me ne kurd in, lê erebê sipî ne. Ronakbîrên xwendî û rasteqîn hewil didin rê nîşanî wan êzdîyên dilsax û dilpaqij bikin, ku eger dîndar in, bira bidine dû wesyetên Şêxên wisa binavûdeng û zane wek Erebê Şemo û Ûsivê Beko, ku xwe kurd didîtin, lê nedine dû şêxên xapînok, nezan û nîvxwendî, bira bidine dû wesyetên pîrên wisa binavûdeng wek akademîsyan Keremê Reş û nivîskar Babayê Keleş, lê nedine dû wan pîran, ku berî hilweşîna Sovyetê kurd bûn, ji şeva hilweşîna Sovyetê vir da bûne êzdî, ku eger zarokên me li mektebê dersên zimanê me dixwînin, bira efrandinên Hecîyê Cindî, Ahmedê Xanî, Fêrîkê Ûsiv, Melayê Cizîrî, Şikoyê Hesen bixwînin, ne yên Mircêya Kurmexwarî û Qurmoyê Kelax.

 

Di wêne da: karmendên redaksyona rojnameya ”Rya teze” ji çepê, yên sekinî: Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Rizganê Cango Recevî, Têmûrê Xelîl, Elîyê Evdilrehman, Grîşayê Memê, Babayê Keleş.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev