Mirovê beleçek

Mirovê beleçek

Sidqî Hirorî

Kitêb roman e û behsê serhatiya keçekê dike ku xwendinkara zanîngehê ye li bajarê Dihokê.

Ew ji rewşa jiyan û dunyaya ew tê da, mirovên wê, neheqî û gendeliyê bêzar e û dixwaze jê bireve û li jiyaneka din bijî.

Ew di lêgerînên xwe da pê dizane ku giyanewerekê biçûk bi navê Tardigrade heye ku dikare bo heta sed salan jî û bê ku bimire xwe hişik bike û wextê dihê avdan yan şil dibe ew dîsan dijî.

Êdî xewn û xebata wê jî dibe ew, li şûna ku xwe bikuje, ew jî wekî wî giyanewerî xwe hişik bike û di serdemekê dî da hişyar bibe. Ji bo wê ne giring bû ew serdemê dê paşî tê da hişyar bibe çawa ye, lê ji wê ra gring bû ku ew li vî serdemê ku bi dîtina wê keşefir bû, nejî.

Wê zanayekê di wî warî da şehreza û xudan serbor dît û wî jê ra dermanê hişikikirnê peyda kir û ew di nawiskekê di zinarekî da nivand.

Piştî pazde salan ew ji layê şûnwarnasan ve tê dîtin û bi eynî tolaziya xwe vedigere jiyanê, lê hemcara ji jiyana wî serdemî û xelkê û reftarên wan yên hêj bi dîtina wê wekî xwe nebaş mayî nerazî bû û ew bi xwe careka dî xwe di şkeftekê da hişik dike, bi înyeta belkî di serdemekê dî di nav xelkekê çêtir da ji xew rabibe.

Cîhan ji ber şerekê mezin rastî malwêranieyka sertaserî dibe û li bin çekên giran her der û her tişt tarûmar dibin û mirov ji nav diçin û leşê wê yê hişik kirî jî li gel herifîna cihê ew tê da hişikkirî dikeve derve û baran lê tê û ew di dinyayeka bê mirov da hişyar dibe.

Êdî niyaz û hewla wê dibe dîtina mirovekî û li her derê li dû mirovan digere ji bo ku hebûna xwe pê his bike, lê ew ji bilî daristan û heywanan çi nabîne û di dawiyê da bê taqet û bi tena serê xwe dimire.

 

Navê kitêbê: Mirovê beleçek
Nivîskar: Fazil Omer (Fadilomer Salih )
Weşanxane: Dezgehê Nalbendî li Dihokê
Sala weşanê: 2017
Hejmara rûpelan: 94

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev