Ji bo şehîdên 24ê Gulanê

Ji bo şehîdên 24ê Gulanê

 

Şîwenî Şehîdanî Kurdî Serû(1)

 

Tîpguhêzî û Kurmancîya Wê: Zîya Avci

 

(Şiireke Pîremêrd ji kitêba Umêd Aşna ya bi navê: ”Pîremêr û Lênêrîneke Nû Li Jiyan û Berhemên Wî”)

 

 

Em asmane şîne kewa bergî matem e

Tehlîlî wa kirawe, ke qubbley xem e, tem e

 

Çerxêke kon e, makênekey jengî girtuwe

Çewrî neka be xwên, pekî sûrranî kewtuwe

 

Pîrêjinêk e, her şewey şûyek eka be xellq

Sûraw be xwênî mêrdî eka, pêy ellên şefeq

 

Gullgûn be xwênî aşiq e dêwcamey felek

Çingî pillingî nawete jêr qaqimî bellek

 

Gahê be xwênî alî nebî sûr ebê Furat

Xwênawî kurdî têkelle Dîcle ke ziyad dekat

 

Serdarî ême bû ke le serdar be pêkenîn

Bangî ekird: be kuştinî min mîlletim ejîn

 

Eweyan Yezîdî zallim û em xaînî le‘în

Ta key be dest emanewe ya Reb esîr bîn

 

Daway heyat ekeyn, be memat têy degen, be şer

Ferqî nîye, çi jîn û çi mirdin û çi xeyr û şerr

 

Le ‘esrî bîstemewey medenîyet, le axira

Her layêkî qenare bû, bo kurde hellxira

 

Êsteş le kelle, qulle deken, dujminanman

Zikyan dirra be sunîyewe, tîflî bê ziman

Herçî reîsî kurd bû, be sêdareda kira

Baqî ebe malî xwaşewe, sûtan le agira(2)

 

Kê dî be xeyrî mîlletekem, lem qebareda

Înşadî şî‘rî mîllî, le payey qenareda

 

“Kîmdir bizî men‘ eyleyecek baxî canandan

Mîrati pederdir gîrerse xane bizimdir”(3)

 

Şad în fexrî pêwe dekeyn, em hemîyete

Mirdin, ke bo jiyanî weten bê, mezîyet e

 

Serdefterî şehîdî weten, nawî Xalîd e(4)

Wek nawî Xalîd e le dilla xoyşî xalîd e

 

Şêx Qadirî(5) reîsî hemû xanedanî kurd

Mîratî ceddî “kurr bû bella bû”, be îrsî bird

 

Daykî zemane carêkî tir nayhenête dî

Lem kurde da xezenferî(6) wek Seyid Mihemmedî(7)

 

Xo Şêx Seîdî(8) gewre ke maddî û me‘newî

Nebuwe be ‘ezm û rezmewe, pîrêkî wa qewî

 

Yusif Ziya(9) ziyaye bû, ax! zu kujayewe

Gewrey Kemalî, rêwîye bû, ew be layewe

 

Duktor Fuad ke rojî ezel, eşqî kurdî bû

Ta mird le hesretî wetene, ahî ser dîbû

 

Dû aşiq in, Fuad û Kemal(10), herdû bêmîsal

Em eşqeyan geyandbuwe mertebey kemal

 

Qoçzade(11), wa buwe qurbanî(12) mîlletî

Sed aferîn le ‘ezm û sebat û metanetî

 

Zaten şehîd, şerîfî Şerîfîş(13) şehîd kira

Rojî qirran bû, qirr le wezîh û şerîf xira

 

Lem qafley mubareke da şaî‘rîş hebû

Bo weznî şî‘riyan bû, egîne xetay nebû

 

Nawî emane, lazim e bîkeyne ber, hemû

Tehîcî hîsî mîllet, bi întiqamî zû

 

Em xwênî kurde, ke weku xwênî Siyewehş e

Heqî nesênrê, helldequllê, daîma geş e

 

Bo ême lazim e hemû sallêk, heta dejîn

Em rojî 24î ayare bikeyn be şîn

 

Rojêke, ke rojî mirdin û jîn e biraderan

Ferz e xeza, meqlube neqdî dill û zuban

 

[Kurdîya Kurmancî 

Şîna Şehîdên Kurdên Jorê/Bakur(1)

 

Ev asmanê hêşîn, wekî bergê matem e

Îcadek wisan kirîye, qubbeya xem e û tem e

 

Ev çerxa kevin, makîneya wê jeng girtîye

Comerdî neke bi xwîn zêde bi livê ketîye

 

Pîrejinek her şev mêr dike bi xelq

Livê bi xwînê sor dike, jê ra dibê şefeq

 

Gulgûn ji xwîna aşiq e perê rengîn yê felek

Çengê pilingê danîye jêr taxima belek

 

Caran bi xwîna al nebe sor dibe Firat

Xwîna kurd yê tevlî Dîcleyê ku boş diket

 

Serdarê me bû ku li ser dar bi pêkenîn

Bang dikir “bi kuştina min milletê min dijîn”

 

Ew Yezîdê zalim in û ev xayînê le‘în

Heta kengî di destê van da ya Reb esîr bîn

 

Daxwaza jînê dikin, bi mirin têdigehin, bi şer

Ferq tune, çi jin û çi mêr û xêr û çi şer

 

Di vê sedsala bîstan, medenîyet, li axirîn

Her milekî sêdare bû, ji bo kurdan raxistin

 

Niha jî dijminê me bi serî, çêdikin qulleyan

Dirandin zikê zarokên sava bi singûyan

 

Herçî serokên kurd bûn, li sêdare dan

Yên mayî bi malên wan ve, sûtan bi agiran(2)

 

Kê dîye ji xeyrê milletê me, di vê hecmê da

Avakirina şiira millî, di payeya sêdare da

 

“Dê kê me ji vê baxê beheştê mani‘ bike,

Mîrata bav û kalên me ye, her ya me ye”(3)

 

Em şad in û fexrê pê dikin, ev niştimanhezî ye

Mirin, ku ji bo jiyana niştiman be, mezîyetî ye

 

Serdeftera şehîdê niştiman, navê wî Xalid e(4)

Wek navê Xalid e, ebedî bi xwe jî Xalid e

 

Şêx Qadir(5) e serokê hemî xanedanên kurd

Mîrata ceddê (kurr bû belav bû) biirsî bird

 

Dayîka zeman careke din nayne meydanî

Di van kurdan da şêrî(6) wekî Seyîd Mihemedî(7)

 

Jixwe Şêx Seîdê(8) mezin, ku maddî û manewî

Nebûye bi ‘ezm û rezmê ve, pîrekî wiha qewî

 

Yusif Ziya(9) ronahî bû, ax zû tefî

Mezinê Kemalî, rovî bû, ew li gor wî

 

Doktor Fuad, ku roja ezel, evînê kurd bû

Heta mir, ji hesreta niştiman, ahî ser bû

 

Du evîndar, Fuad û Kemal(10), herdu bêemsal

Wê evîna xwe, gihandibûn, mertebeya kemal

 

Qoçzade(11), wisan bûye qurbana(12) millet

Sed aferîn, ji ‘ezm û sebat û metanet,

 

Jixwe şehîd, şerîfê Şerîf(13) jî şehîd kirin

Roja qirrê bû, qirr li wezîh û şerîf kirin

 

Di vê qefleya mibarek da şairek jî hebû

Ji bo wezna şiiran bû, heke ne xetayê wî tunebû

 

Navê van, lazim e bikin pêşîya, hemû

Tehîca hisa millî ye, ji bo toleya zû

 

Ev xwîna kurd e, her wekî xwîna Siyaweş e

Mafê wê neyê wergirtin, diherike, daîma geş e

 

Ji bo me lazim e, hemî salek, heta em dijîn

Vê roja 24ê gulanê, bikin bi şîn

 

Rojek e, ku roja mirin jîn e biraderan

Ferza xeza, meqlub e neqdî dill û ziman]

_________________________________

1) Pîremêrd, vê şiirê ji bo şehîdên Kurdistana Tirkîyê nivîsandîye, ku di roja 24ê gulana sala 1925an da, hatin îdam kirin. Yekem car di sala 1927an da, beşa duyem û sêyem a vê şiirê di namilkekê da ku Elî Irfan di sala 1927an da bi navê “Kurd le Keyewe Xerîke” di Çapxaneya Firatê ya li Bexdayê da daye çapkirin. Cara duyem Pîremêrd di hejmara 706an a rojnameya xwe ya Jînê ya sala 1943an da, di eynî mehê da weşandîye.

2) Di 24ê gulana 1925an da, 15 mizgeftên Diyarbekrê tijî zarokên kurdan kirin û şewitandin.

3) Yanî, kê me ji vê baxê beheştê mani‘ bike, mîrata bav û kalên me ye, her ya me ye û dê her ya me bimîne. Ev şiir bi tirkî ji alîyê Dr. Fuad ve hatîye gotin.

4) Xalid Begê Cibrî, mîrlîwa bûye.

5) Şêx Ebdulqadirê Şêx Ubeydullayê Şemzînî ku li Kurdistana Îranê ji ber evîna jê ra bi navê “Xawsê Sanî” hatîye nasîn.

6) Xezenfer: şêr.

7) Seyîd Mihemedê kurê Şêx Qadir [Ebdulqadir], parêzer bûye, di bin pêyan da serê wî hatîye jêkirin.

8) Şêx Seîdê Pîran.

9) Yusif Zîya, wî wextî parlamenterê bajarê Bedlîsê bûye.

10) Kemal: efserekî hêja yê ji hoza Cibranê bûye.

11) Qoçzade: Mihemed Elî Beg, yawerê alaya heştan a tirkan bûye.

12) Qoç bû: bû qurbanî.

13) Şerîf: Şêx Şerîf.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev