Nameyên evînî – 121

Nameyên evînî – 121

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Xelk hêvî dike evîndarek wî hebe û bêriya wî bike, em jî nizanin çi xezîne ketîye destê me. Hezkirina welatekî, zarekê, gulekê, heykelekî, horîyekê, sitiranekê, filmekê hemû di canê te da heye, ez qurbana wî canî.

 

¤¤¤

Dilê min niha wek pêlên behrê ser hev ra diçe, lê bi awayekî harmonik. Weke ku xelkên ber behrê lezeteke mezin ji wan pêlan dibînin û li bendê ne heta ew pêl aram bin, ku ji behrê berê xwe bidine xwezayê. Lê nizanin, ku ewê demeke dirêj ji behrê dûr nekevin…

 

¤¤¤

Eger min evîna xwe a mezin, ango Nura xwe nedîta, ezê wek dînekî xwebawer bûma û bifikirîyame, ku min di jîyana xwe da evîn û evîndarî dîtîye. Ezê çiqas mirovekî guneh bûma… Ango, ezê hemû jîyana xwe bi vê şaşîyê va bijîtama, weke ku haya min ji min tune. Û vê şaşîya xwe ne min, lê evîna Nura min ez dame hesandin û ez bûm xwedî evîn û evîndarê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev