Mîrê ziman û zemanê xwe

Mîrê ziman û zemanê xwe

Ferzan Şêr

Ger hemû gotin, nivîs û gotegotên li ser kurdî û bo kurdî bihatana dîjîtalîzekirin, di ewra peyvan (word cloud) de dê teqez peyva herî ber biçav û mezin peyva klasîk bibûya, Xanî, Cizîrî û Celadet jî dê li pey wê bihata. Divê li xwe mikur werim ku tu carî nava min klasîkan baş nebûye û wekî ku Calvino dibêje kesên klasîkan dixwînin nabêjin “ez dixwînim”, dibêjin “ez cardin dixwînim”; ez jî ji wan kesan im, dema behsa klasîkekê bû û min xwendibe, rûyê min sor dibe. Di vir de qesta Calvino helbet ji xwendin û nexwendinê pêve taybetmendiya klasîkan dide nîşandan ku xwendinên wan ên dubareyî, sêbareyî û çend carên din gengaz e. Li gor hinek rexnegirên mîna Jale Parla jî ji xwe “her xwendin ji nû ve xwendin e”. Ev yek herî bêtir jî li klasîkan tê. Mirov dikare bi vî çavî li gelekên metnên kurdî binêrin ku klasîkên kurdî bi temenê xwe ciwantirîn klasîkên neteweyî ya dinyayê ne.

Gelo ji nûve xwendina nav û berhemên Celadet Alî Bedirxan gengaz e?

Qesta min ji ji-nû-ve-xwendinê ev e ku berhem di dem û mekaneke (erdnîgarî) sabît de ne bes wateyeke xwe hebe; an jî di demên dîtir de yanî gelek wext li ser çapkirina berhemê bikeve jî, pêncî sal şûn de bo mînak, li erdnigariyên din ên gerdûnî jî bikaribe bê fahmkirin, her carê ku hat xwendin jî wateyan li xwe zêde bike. Bo mînak, çîroka “Gazinda Xencera Min” alegoriya qedera Kurdistanê ye di navbera qelem û xencerê de, yanî di navbera erka siyasî/zanîn û şerê çekdarî/parastina bi hukmê leşkerî ye û gelo bes di şertên wan deman de dikare bê fahmkirin ango di salên îroyîn jî dikare bê fahmkirin; wateya xwe heman e, ango têgihiştina wê bi demê re guherî ye; çend xwendinên din jê dertên gelo; gelo çîrokên îroyîn ku xwe dispêrinê hene an na… Mirov dikare nimûneyên ji-nûve-xwendinê zêdetir bike.

Di serî ji ber ku C.A.B. (ji ber timakariya Kundê wiha bi kurtî dinivîsim) bi karê zimên (linguistik, ferheng, kovargerî, folklorî hwd.) mijûl bûye, bersiva me “na” ye. Ne tev be jî, gelek ji van qadan rê nadin ji-nû-ve-xwendinê, piranî xebatên bingehîn in ku mirov divê ji wan dest pê bike. Kes û xebatên afrîner ji wan jî tiştên afrîner derdixin helbet… Lê dema min çîrokên C.A.B xwendin min dît ku çîrokên wî rê li ber xwendinên cuda vedike, lê belê ji naverokên xwe bêtir “nav” û “kirinên” wî, wî dike kesekî “klasîk”.

C.A.B him bi navê xwe Celadet Alî Bedirxan him jî bi navê mustear ên mîna Cemşîd û bêtir jî bi Bişarê Segman nivîsandine. Gelek mijar û biwarên cur be cur dane ber xwe: wergêrî, çîroknûsî, kovargerî, zimannasî, folklorîstî, siyasetmedarî hwd.; kurteçîrok, çîrokên tarixî, çîrokên kevn (mîtolojîkî), ceribandin û nivîsên siyasî, xebataên ferhengî û gramerî; bi zimanên osmanî, kurdî û frensî nivîsandine; di her çîrokên wî nivîsî de, ango bijartî de jin rolên sereke dilîzin (Nahîde, Rindê û Zîzê, Fehîme, Viyoletê, Jinikê ku mêrê xwe dikuje, Dayîn; di çîrokên tarixî de, Klêopatre, Vêna, Mariya, Dimitriya, Lûna, Honorya,); li Stenbolê (kalamiş), li Dihokê, Bêrûtê çîrok nivîsandine, ji welatê ûrîsan heya Asya Navîn, ji Kurdistanê heya Ewropayê serê qelema xwe dirêj kiriye. Ez dibêm mirov grafîkeke ji cihên ku wî nivîsandine ber bi cihên ku çîrok tê re derbas dibin xêzan çêbikin wê wekî reklama şîrketên balafiran qelema wî xwîneran bibe gelek deverên cîhanê. Tevna C.A.B. wekî atlasa kişweran e.

Di nav çîrokên wî de du çîrokên wî hene ku bergeha çîrokên wî yên hunerî û sîyasî nîşan dide. “Li Ber Tevna Mehfûrê” çîroka malbatekî ye ku prototîpa Kurdistanê ne. Li gor tevna çîrokê bav “wesandiye” ku kur (Gefo li gor wetana erotikî ya Afsaneh Najmabadi, netewe ye) divê bixwîne, bibe zana da ku welat rizgar bike. Jin dixebitin, dayik dixebite, her du xwişk-Zîzê û Rindê, dixebitin ji bo ku Gefo bidin xwendin. Di vê çîrokê de du tişt bala min kişand ku yek jê hunera tevna mehfûrê ye. Edîbên baş ên gerdunî gelek caran di pêşkêşkirina hunerên xwe bi metoforeke din a hunerî, bi awakî metafiksiyonel pêk tînin. Nivîskara navdar a ermen Zabel Yesayan -ku hevçerxa C.A.B- di novellaya xwe ya Surgun Ruhum (Ruhê Min ê Sirgun) de pêşangeh û nîgarkêşiyê dike mijarokek mesela, fikrên xwe yên hunerî di ser wan re dide. Di çîroka “Li Ber Tevna Mehfûrê” de jî bi ya min tevna mehfûrê bi xwe hêla C.A.B a hunerî ye şanî me dide. Hêla din ya çîrokê jî alegoriyeke bindestiya Kurdistanê ye, ne alegorî ye, raste rast ew bi xwe ye. Zanebûna heyî (di ser Zinar re), yanî fikriyata întelektuwelî ya wê serdemê têrê nake ku barê bindestiyê ragire û qedera neteweyekê diyar bike, lazim e Gefo ji qelemên haziran hîn tûjtir be, belkî lazim e bi şûreke zengnegirtî, bê tûjkirin. Di vê çîrokê de felata mutleq di qelemê de veşartiye.

Di çîroka “Gazinda Xencera Min” de jî dubendiya qelem û şûrê heye.  Xencer û qelem du hêmayên sereke ne di edebiyat û fikriyata kurdî de ku secereya wan heya Xanî dirêj dibe. C.A.B tevlî nîqaşa salane dibe bi vê çîroka xwe re, “gazinda xencerê” digihîne nifşên li pey xwe. Li gor wî xencer ji ber tercîha qelemê ji bîr çûye loma jî zeng girtiye. Lê gelo serencama qelemê çi ye? Ez dibêm C.A.B wekî kevirekî anakronîk vê pirsê davêje nav bîra nifşên nû. Di rêzefîlma navdar a bi navê Narcos (ya resen) de Escobar tevî gerîlayên M-19 hevkarî dike, ji mûzexaneyê şûra Bolîvar didizin, li wir dîmenek heye, di nav camên şikestî de ku şûr tê de nîşan didin, dibêje “şûrê Bolîvar vegeriya nav şer”. Şûrê Bolîvar sîmbola serxwebûn û yekpareyî ya Amrîkayê Latînî ye. Bûye mîteke avakar di gelek karên wan ên hunerî de. Hin sembol hene şopa wan him kevnar e, him jî di bîra nifşên dahatûyê de tovên wan hene. Xemên ku C.A.B xwarine jî bi vî rengî ye, him rabirdû tê de ye, him jî dahatû. Ev jî berê me dide têgeha kairosa yewnanî. Kairos yek ji têgeha demê (zeman) ya yewnanî ye. Şîrovekarên van têgehan kesên mîna Agamben û Walter Benjamin hêlên wê yên şoreşî/polîtîkî/dîrokî dinirxînin. Şîroveyên hêsankirî jî diyar dikin ku kronos (kronoloji) jimareya demê, kairos “çawaniya” demê ye; hinekan jî kronosê dişibinîn çemê, kairosê dişibînin golê. Li gor Bulent Diken jî kairos hem zevtkirina ruhê zemên e, him jî di heman demê ji aliyê zemên ve zevtkirina kirdeyê bi xwe ye. Li gor vê pênaseyê C.A.B yek ji kurê wê secereya xencer û qelemê ye. Mîna ye surfjenên behran; ne wekî kesên ji rêzê di çemê kronolojiyê de çem û çem diçe, ne jî di goleke bê pêl de avjenî dike, wî bi xwe wekî surfjenan li alavên xwe amade dike, dema pêlên demê jî zevt dike pê re hunera xwe dide nîşandan. Bi her du lingên xwe li ser textê surfê ye, xwe radestî pêlê nake, hukmê pêlê dike; her pêl jê re hunereke din e ku li jor me behsa wan kirî. Loma wekî wergir û mudaxilê zemên ji tevî berhem û bêtir jî bi navê xwe ne “qanon” e “klasîkek” e CELADET ALÎ BEDiRXAN. Bi her xwendinê re xwendinên nû wehd dike.

Têbinî: Ev nivîs di hejmara 4. a kovara Kundê de derçûye.

 

Ferzan Şêr kî ye?

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986’an de li gundê Hezyatê (Barincê) yê Bişêriyê çêbû. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê û dibistana navendî û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendin. Sala 2010 de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zaningeha Istanbul Bilgi’yê di beşa Wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar” (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifirrînin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê ve hatibû organîzekirin de xelata yekemîniyê wergirt. 2009 de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê, di 2015an de wergera wî ya bi navê Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexne de weşiyan. Neha jî li Zaningeha Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de Phd’yê (diktora) dixebite.

Çavkanî https://ferzaname.wordpress.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev