Qoçêgê

Qoçêgê

Welat Agirî

Saet deh yan jî deh û nîvê şevê bû. Bo pîrozkirina rojbûna Andreayê em li kafeyeke Sao Paûloyê rûniştibûn. Di nav wan canik û camêrên brezîlî de du xerîb hebûn, yek ez bûm, yê din jî Emînê Wanî bû, haa yeke nîv kurd jî hebû, ew jî kebaniya Emîn, Sussan bû. Emîn çend sal berê, li Antalyayê, nasiya xwe dabû Sussan a brezîlî. Bi demekê piştî hevnasînê zewicîbûn û li Brezîlyayê bi cîh û war bûbûn.

Hûnê bêjin tu û Emîn çawa hev nas dikin. Erê ez û wî, em ji zû ve hev nas dikin. Ger ne xelet bim, bîst sal berê bû. Me teze dibistana seretayî xilas kiribû, em ketibûne ezmûna YIBOya. Yibo dibistanên tirka yên leylî ne, li her herêmê çend heb hene. Min Emîn li Yîboya Erzirûmê nas kir. Emîn ji nas û hevalan re wek birayekî ye, kesekî dilpak û qedirşînas e.

Herçiqas ji aliyê xwendinê ve, ji min jêhatîtir û zîrektir be jî, nexwend, xwendina xwe nedomand. Me tiştek ji hev venedişart, lê wî sebeba berdana xwendinê ji min re negot. Nizanim ka çi bûbû bayîs, lê baş dizanim sedem dilketina keçekê yan jî tiştekî bi wî awayî nebû.

Min xwendina lîsê dewam kir, wî jî berê xwe da Antalyayê. Piştî lîsê, bo zanînhegê ez derbasî Enqerê bûm. Hevdîtina me ya rû bi rû çênedibû, lê bi mesajên telefûnê me kêfxweşî dida hev, hal û hewalê hev dipirsî. Emîn di çêkirina pîzzayan talyanî de gelekî xwe pêş xistibû, di kar û emelê xwe de hostekî bi dilê te bû.

Şeş heft sal bû, nediçû Wanê. Min çend cara pirsî ka çima naçe dê, bav û malbata xwe nabîne. Wî jî, bê dilê xwe cawa min dida, digot, “ka ez ê herim çi bikim? Ji xwe ciya min miriye-çûye, bavê min jî li mala kekê min, xwe avêtiye li ber per û baskên ruhustîn û ew jî ha îro, ha sibê…”

Li Enqerê çend hevalên dilsoz hebûn, me biryara derxistina kovarekê dabû. Biryar hatibû dayîn, lê perê me têrê nedikir, ku em ji bin mesrefa wê derkevin. Bo deynkirina pera, min ji Emîn re têlefûn kir. Texsîr nekir, sibetirê du hezar çarsed û pêncî lira şande ser hesabê min. Me hesab kir, bi wî pereyî nêzîkê sed kovar dihat çapkirin.

Bo spasiyekê min jê re telefûn kir. Hinekî aciz bû, ku aciziya wî ji deng û axaftina wî kifş dibû. Got “Mecîdo lawo, xwazî di destê min de hebûya û ez biketama bin bare wî karî. Ka ji wî barî pîroztir bar heye, na, nexêr tuneye. De hûn bona zimanê min dixebitin, diwestin. Mala Xwedê ava, êdî qîz û xortên wek te gelek in”.

Me navek ji kovarê re nedîtibû, Emîn navek li kovara me kir, Qoçêgê. Min maneya Qoçêgê, pirsî, got de “nav nav e, îca bi mane nebe nabe qey…”

Di wan rojan de, wî û Sussanê, xanima wî, hev nas nedikirin. Lê ew çend car bû digot, ez ê herim ji van deran. Du sê meh pey ra, mesajek şandibû. Digot “lo lawo heta kîderê xwendin, te çavên xwe kor kir perritiyo, va ez dizewicim haa”.

Sussan hevdeh sala jê mezintir bû. Min got “kuro Emîn, ka kê digot Emînê Wanî ê jî rojekî bibe aşiq û maşûk”. Bi kenekî sar î bêtahm digot, “eşqa çi lawo, min ji te re gotibû ez ê herim ji van deran”.

Belê min jî baş dizanibû dilê Emîno zû bi zû nediket kesî, lê çawa bêjim, wî jî merivtayî, başî û dilpakiya Sussanê hez kiribû.

Mala wan li Morûmbî yê bû, ku Morûmbî wek Etîlera Stenbolê ye. Emîn bi alîkariya hevaleke jina xwe, di restoraneke luks de mudurtî dikir. Ji tengasiyê derketibû, aliyê aboriyê ve hal û wextê wan di cîh de bû.

Qoçêgê kovareke emirqut bû. Çend meha derket, lê ne perê me hebû em bidomînin, ne jî kesî ji me re nivîsên bi kurmancî dişandin. Bi du nivîskaran karê weşanê nedibû. Welhasil me bi zirzeke qehîm deriyê nû ê kovarê kilît kir.

Zanîngeh qediyabû, ji bo masterê min transkirîpta xwe ji çend zanîngehên Amerîkayê re şandibû. Zanîngeheke Alaskayê daxwaza min qebûl kiribû. Ew roj ji min re wek eydê bû, min malbat, heval û hogirên xwe jî ji vê xebera xweş bêpar nehîştin.

Bavê min çend cara axaftia anîbû ser pera, “kurê min erê baş e, gelekî baş e, lê pere, em ê çawa bikin”. Karê min jî hazir bû, min ê di febrîqeka mesiyan de hundirê mesiyan paqij bikira, yanê hundurê wan derxista. Lê helbet min nikaribû bigota ez ê herim Amerîkayê mesiyan paqij kim. Min ji wan re gotibû, “ez ê di pirtûkxana zanîngehê de, karê qeyda pirtûka bikim”. Belê malbatê wisa bizanibûya…

Min xwest vê xebera xweş bidim Emîn jî. Lê nimara wî ya Tirkiyê nedixebitî, hesabê feysbûkê jî jê biribû. Min jê re meîlek şand. Heftek piştî meîlê, nimara xwe şand, ku ev nimare bi jimara +55 dest pê dikir, ya Brezîlyayê bû.

Me gelekî bîrya hev kiribû. Min li ser têlê gotê, “Emîno lawo, ez boçka te bernadim, tu çûyî Amerîkaya başûr, aha ez jî diçim bakur”. Got “sê sondê qesemê heke tu bêyî ku bibî mêvanê min, werî di ser min re derbas bî… nabe da, tu jî nabe…”

Min haziriya xwe kir, ji Stenbolê derbasî Kazabilankayê bûm. Firoka me heyşt saeta li Kazabilankayê egle bû. Ji Kazabilankayê heta Sao Paûloyê deh saet kişandibû.

Ez ê danzde roja li cem wan bimama, bibûma mêvanê Emînê Wanî. Roja pênca bû, Sussanê got, “îşev rojbûna hevaleke min e, tu jî bi me ra were”. Heftê êvarê em ji mal derketin. Di destê Emîn de makîneyeke kartên banqeya hebû. Got “ez ê bi texsîyê vê makînê daynim restorantê û werim. Tu û Sussan bi erêbê derbasî kafeyê bibin”.

Di rê de Sussanê got “ez ê tiştekî ji te bipirsim”. Min go “keremke bipirse”. Got “di zimanê we de wateya Qoçêgê çiye?” Min go “wek ez dizanim qoçê qa û gamêşa ye. Lê wateyeke din heye tuneye, ez nizanim. Xêr e, çima dipirsî?”

Got “ev çendeke Emîn di xewê de vê peyvê dubare dike, xwîdan di ser re davêje, bi xof û tirs ji nav ciyan quloz dibe”.

Nîv saet piştî me, wî jî xwe gîhande kafeyê. Herçiqas min portekîzî nizanibû jî, şeveke xweş bû. Me rojbûna Andreayê pîroz û bimbarek kir. Saet êdî ji deha derbas dibû dema em ji kafeyê derketin.

Min got, “de hê zû ye, ka werin em herine Kolana Paûlîstayê”. Li Stenbolê Îstiqlal çibe, li Sao Paûloyê jî Paûlîsta ew e. Emîn got “Mecîdo lawo, ji xwe tê heftek şûnda herî, dev ji Paulîstayê berde. Ez ê îşev di fîncanên ferfûrî de, qehweke brezîlî pêşkeşê te bikim”. Pey re bi ken, “de were em îşev Dewrêşê Evdî bikin mêvanê Sao Paûloya xopan, bihêle bila îşev bi dengê nalên Hedban binive, bila bikeve xeweke dûr û dirêj, ji xewê raneke birako, raneke…”

Ereba me xwe gîhande ber derê apartmanê. Ez beriya wan ji erebê peya bûm zilamekî navsere li ber derî sekinî bû, yekî bi çakêt û simbêlboq. Li Brezîlyayê mêrên bi simêl gelek kêm in, lê ji simêla wî zêdetir, di wê germa Sao Paûloyê de çakêtê wî bala min kişandibû.

Çend lib çixara min mabû, ji derdê ziqûma cixarê min berê xwe vegerand, ber bi dikanê meşiyam. Lêbûm derê dikanê vekim, dengê du gulla hat, du gulle serhev hatin berdan. Bi dû gullan, axînek hat bihîstin, lê ew axîn bi kurdî bû. “Weyy dayê”. Bi bihîstina dengê Emîn ve, ez di ciyê xwe de sar bûm, qidûm di çokên min de, rih di canê min de nemabû.

Dema min xwe gîhand ba wan, serê wî li ser çokên kebaniya wî, çav vekirî û bêyî ku xatir ji hevalê xwe ê Yîboyê bixwaze koç kiribû, çûbû.

Min ne dikaribû tiştekî bikim, ne jî bipirsim. Sussanê serê xwe bilind kir, got “ew jî ji we bû Mecîd”. Min go “kî, kî ji me bû?” Got “yê gulle berda ji we bû”.

“Kî bû, tu wî nas dikî?” “Na nas nakim, le dema Emîn ew li vê derê dît, çend tişt bi kurdî, di ber xwe de got. Ji wî nerevî, bixwesta dikaribû bireviya… Ew jî ji we bû Mecîd, ew jî“.

Du roj pey re, min bilêteke nû ya ji bo Stenbolê kirî. Nedibû êdî xwendin jî nedibû, wek gotek nanê necûtî di qirka min de nediçû. Li ser zimanê min Qoçêgê, li ber çavê min zilamê simbêlboq…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev