Ji berhemên kurdzanên me – 212

Ji berhemên kurdzanên me – 212

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.

Îro me bona we beşa pêşin a bi sernavê ”Rêyên sazbûna otonomîya kurda li Îraqê” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. Beşa duduyan piştî du heftêyan bixwînin. 

Ev berhema me ya 184an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl 

 

Rêyên sazbûna otonomîya kurda li Îraqê -1 

17ê tîrmehê sala 1968a zabitên ji tevgera ereba ya şoreşgerîyê bi eskeran ra tevayî, ku ji partîya Bees bûn, li Îraqê dewlet welgerandin (derbe kirin). Arif xwe teslîmî wan kir û wî sirgûnî Îngilîs kirin. Şêwra Qumandarîya Şoreşê (ŞQŞ), ku piştî welgerandina dewletê saz bûbû, gênêral Ahmed Hesen el-Bekir kivş kir wek prêzîdêntê komarê, lê Seddam Huseyn bû cîgirê wî. Piştî du heftîyan beesîya berî hevalbendên xwe dan, ku bi hev ra derbe kiribûn, û kontrola xwe li ser hukumetê testîq kirin.

Di bernama hukumeta Bekir da, ku çap bû, derheqa problêma kurda da tiştên berê dihatine gotinê. Kurda bi nav dikirin wek “hevalên ereba di dewleta Îraqê da”. Gorî dilê xwe sozên helkirina prolêma didane kurda. “Problêm gerekê usa bê safîkirinê?- di bernamê da dihate gotinê,- ku ji hemû alîyan va bê qebûlkirinê û bikaranîna quwetê jî nayê qebûlkirinê”.

Rast e, bi rû va usa xuya bû, ku rewş nermtir bûye, lê di rastîyê da di navbera desthilatdarîya ser hukum û dêmokrata da, di nav wan da PDK jî, dilsarî û lihevnekirin hebû. Hukumetê tu gaveke ciddî ne avît di hêla çareserkirina pirsa kurda da, ku bikaribûya nebawerîya serokên tevgera kurda ji holê rakira. Konstîtûsîya komara Îraqê ya nû, ku di îlona sala 1968a ji bo demekê hatibû qebûlkirinê, karkirina hemû partîyên sîyasî qedexe dikir, xênji partîya Bees, ku temamîya hukum di dest wê da bû.

Desthilatdarîya beesîya sîyaseta bi destî çeka safîkirina pirsa kurda dimeşand. Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê û gelê, ku li ser bîr û bawerîyên wê bûn, xwesma li perça axa Kurdistanê ya rizgarkirî da, ji kontrola desthilatdarîya serkarîkir der bûn, teslîmî wê nedibûn. Lê hêzên opozîsyon yên mayîn xwe li wê rê negirtibûn û ne usa bûn. Hela zêdeyî wê, di dest kurda da gelek çek hebûn. Ji ber wê jî otonomîstên kurd bûbûne faktoreke usa, ku roleke mezin dilîstin di nav qedera desthilatdarîya serkarîkir da. Nesafîkirina pirsa kurda wek berê ji wan sebebên sereke bû, ku nedihîşt rewş di welêt da biseqire (stabîle bibe). Tiştekî balkêş e, ku ew hêz ji vê yekê karê ketin, yên ku du cara – di dawîya îlona sala 1968a û di çileya paşin sala 1970î – hewl dan dewletê welgerînin, lê ji wan ra li hev nehat (ne çû sêrî). Di wan dema da hêzên Îraqê yên cuda-cuda, di nav wan da PDK jî, hev civyan û li ser pirsa sazkirina pêşenîya miletîyê, ku ew hemû partî gerekê tê da hebûna, ku daxaza wan ew bû, ku welat bi riya dêmokratîyê pêşda here, minaqeşe kirin. PDKê du daxazên sereke pêşnîyar kirin: naskirina mafê kurda ji bo otonomîyê û sazkirina şerta bona bi awakî aza karkirina hemû partî û rêxistinên dêmokratîk. Di vê pirsê da PDK û Partîya Îraqê ya Komûsnîtîyê hemfikir bûn. Lê beesîya qe ne dixwestin derheqa hevrakarkirina bi partîyên dêmokrat ra bibihên, lê di pirsa kurda da ewana xwe li plana usa girtibûn, ku kurd gerekê teslîm bin, ya ku hela di sala 1963a ji alîyê kurda da nehatibû qebûlkirinê.

3ê çirîya pêşin sala 1969a qanûna derheqa bi cûrê nû serkarîkirina Îraqê kete dewrê û gorî wê temamîya axa Îraqê li ser 16 wilayeta dihate parevekirinê (dewsa 14 mentîqên berê). Ser bingehê wê qanûnê du wilayetên nû hatine sazkirinê: wilayeta kurda ya Dihokê (li Kurdistanê) û ya ereba Es-Semaw (li başûr). Serekên wan wilayeta (welî) ser wê bawerîyê bûn, ku li ser axa ku ewê serokatîyê lê bikin, wê hinek hukum di dest wan da hebe. Di dema amadekirina qanûnê,- rojnama “El-Cimhûrîye” 5ê çileya pêşin sala 1968a nivîsîye,- hukumetê daxazên kurda yên heq, ku derheqa wê yekê da bûn, ku bin ala yekîtîya miletîyê, serkarîkirina li ser axa xwe di dest wan da be, hildane ser hesêb (dane ber çeva).

Desthilatdarîya beesîya hate bawerkirinê, ku nikare di şertên tevlihev û ne bêlî da pirsa kurda bi destî çeka safî bike, mecbûr bû bi serokên tevgera kurda ra hevraxeberdanên aşîtîyê derbaz bike.

Ji nîveka sala 1969a hukumet bi serokên PDKê ra pêwendî danî. Di dawîya sala 1969a Bekir çend karmendên nû kirine di nav hukumeta nû sazkirî da, yên ku xwe li riya bi aşîtî safîkirina pirsa kurda girtibûn. Du kurd bûne wezîr: Îshan Şêrzad û Muhsîn Dizayî, yên ku fûnksyonên xwe yên karê di navbera hukumetê û kurda da bi serfirazî bi cî dianîn. Heta hinek karmendên bi bîr û bawerîyên êkstrêmîstîyê jî gotin, ku baştir e pirsa kurda bi rêyên aştîyane bê safîkirinê. Wek mînak, di çileya paşin sala 1970î Seddam Huseyn got: “Niha welat gihîştîye dereceke usa, ku qedera şoreşa li Îraqê bi çareserkirina pirsa kurda va girêdayî ye”(18). Mustefa Barzanî jî got, ku kurd hazir in bona hevraxeberdanên aşîtî.

11ê adarê sala 1970î prêzîdêntê Îraqê Ahmed Hesen el-Bekir elam kir, ku peyman hatîye girêdanê derheqa bi awakî aşîtî û dêmokratî safîkirina pirsa kurda da û naveroka vê dêklarasyonê eşkere kir:

  1. Zimanê kurdî gerekê di wan mentîqa da bi zimanê erebî ra tevayî bibe zimanê resmî, li ku piranîya binecîyan kurd in. Di wan mentîqa da xwendin gerekê bi zimanê kurdî be. Di mentîqên mayîn da zimanê kurdî gerekê bibe zimanê duwemîn di goveka qanûna heyî da.
  2. Kurdên birayên me weke ereba dikarin karên bilind bistînin, wek di aparata dewletê da, di dayîrên hukumetê da, ordîyê da û h.w.d.
  3. a) Ji ber ku kurd di hêla çandî û xwendinê da paş ketine, lazim e plana hilanîna nexwendîtîyê di nav wan da amade bikin û ji bo wê yekê gerekê ew biryar bi awakî zû bêne pêkanînê, ku Şêwra Qumandarîya Şoreşê derheqa ziman û çanda kurda da qebûl kirîye; b) ew hemû xwendkar, ku ji dayîrên xwendinê hatibûne derxistinê û girêdayî tevlihevîyên li navçeyên xwe da mecbûr bûn dest ji dersa bikişînin, gerekê carek din xwendina xwe berdewam bikin, û ew problêm gerekê bi lez bê safîkirin; c) gerekê jimara dibistana li Kurdistanê bidne zêdekirinê û dereca xwendinê li wir bidne bilindkirinê, xwendkarên kurd di ûnîvêrsîtêt, dibistanên eskerîyê, kollêca û dayîrên xwendinê yên mayîn da qebûl bikin û di wî alî da mafê wan gerekê weke mafê ereba be.
  4. Di wan navçeyên admînîstratîv da, ku piranîya binecîyan kurd in, xebatkarên wê gerekê kurd bin, an jî kesên usa bin, ku kurdî xweş zanin. Kurd gerekê bibine welî, alîkarê welî, serokê polîsa û h.w.d.
  5. Hukumet destûrê dide gelê kurd, ku rêxistinên xwe yên xwendkara, genca, jina, mamosteya û h.w.d. saz bike. Mafên wan rêxistina wê wek mafê hemû rêxistinên Îraqê bin.
  6. a) Ji roja ku ev manîfêst ronahî bibîne, ji wê rojê da wê bona wan hemû kesa amnîstîya hemtomerî (baxşandina girtîyan) derkeve, yên ku tevî bûyerên li wê herêmê bûne; b) hemû karmend û qulixdarên bajarvanîyê û eskerîyê wê derbazî ser karên xwe yên berê bin.
  7. a) Lazim e di demeke nêzîk da her tiştî bikin bona pêşdaçûyîna Kurdistanê di hemû wara da, û ji bo wê yekê byûcêya taybetî gerekê bê cihêkirinê. b) dema amadekirina plana aborî ya pêşdaçûyîna welêt, gerekê wekehevtîya rewşa hemû navçeyên Îraqê hildine ser hesêb û şûndamayîntîya Kurdistanê bidne ber çeva; c) pera bidne wan mala, ku lawên wan di şerê di navbera ereba û kurda da şehîd ketine; e) bernama bona hilanîna bêkarîyê amade bikin.
  8. Kurd û ereb vegerînine cîyên jîyana wan yên berê.
  9. Qanûna derheqa rêforma agrarîyê li Kurdistanê di nav jîyanê da pêk bînin, serdazêdekirinên lazim li ser wê qanûnê bikin, alî gundîya bikin bona ew xwelîyê bistînin û wana ji bacên bêhesab giran azakin, ku berê li situyê wan va alandibûn.
  10. Li hev kirine, ku van serdezêdekirina bikine di nav konstîtûsîya Îraqê ya ser demekê: a) Gelê Îraqê ji du miletên sereke pêk tê – ereba û kurda. Konstîtûsîya mafê kurda û miletên kêmjimar yên mayîn di goveka civaka Îraqê da nas dike; b) zimanê kurdî bi zimanê erebî ra tevayî tê hesibandinê zimanê resmî; c) ev herdu xalên jorê kivşkirî gerekê di konstîtûsîya herdemî da bêne zêdekirinê.
  11. Hemû aletên belavkirinên radyoyê û cebirxana eskerî gerekê li hukumetê bêne vegerandin.
  12. Yek ji cîgirên serekwezîr gerekê kurd be.
  13. Di têksta manîfêsta nû da gerekê serdazêdekirin bêne kirinê derheqa qanûnên li mentîqa da.
  14. Piştî çapkirina evê manîfêstê Komîtêya here bilind gerekê destbi pêkanîna wê bike, ji ber ku cabdarê wê pirsê yê sereke ew e. Gerekê van tişta bike: wan mentîqa û navça bigihîne hev, ku bi hesabkirina binecîya ya resmî piranîya wan kurd in. Hukumetê her tiştî bike bona pêşdaçûyîna wan navça, kurd gerekê bi aktîvî tevî ewê pêvajoyê bibin û hukumetê mafê kurda, ku bi xwe serokatîyê li navçeyên xwe bikin, kefîl bike. Heta ew mentîqe û navçe bigihînine hev, çareserkirina problêmên kurda wê bi hevrakarkirina Komîtêya here bilind û welîyên mentîqên bakûr bêne pêkanînê. Çimkî otonomîya kurda wê di nav çarçova komara Îraqê da be, bikaranîna sererd û binerdên di wan navça da wê bin kontrola organên komarê yên navbendî da bin.
  1. Kurd wê di parlamênta dewleta Îraqê da gorî jimara binecîyên xwe bêne hilbijartinê.

Lihevhatin hatîye destanînê derheqa desteyên pêşmergên kurd da, ku şerkarîyê dikin bona otonomîyayê. Kurd gihîştine wê yekê, ku 13 hezar pêşmergên wan hebin bona parastina herêma xwe û herweha ji bo parastina sînoran jî.

Di elametîya hukumeta Îraqê da, ku dû îlankirina dêklarasyona 11ê adarê hatîye çapkirinê, dihate gotinê: “Îro herdu gel gihîştine serketineke mezin û ew serketin kefîltîya aşîtîyê û biratîyê ye, pêwendîyên dostîyê ye di navbera du gelan da”. Hukumet dide bawerkirinê, ku “çareserkirina problêma kurda lihevhatina ser demekê nîne, wek ku ew heta niha bû”. Safîkirina problêma kurda ya niha – ew safîkirina bi cûrê sîyasî ye, ku wê di konstîtûsîya nû da bê testîqkirinê.

Peymana 11ê adarê sala 1970î bi dilê gelek hêzên pêşverû bû, him di hundurê welêt da, him jî di nav gelek dewletên cihanê da, Rohilata Erebîyê jî di nav da.

Dêklarasyona adarê ji hemû peymanên berê yên derheqa pirsa kurda da pir dihate cudakirinê. Di wê da hema bêje hemû daxazên sereke yên tevgera kurda ya ji bo otonomîyê cî girtibûn. Ew serketina kurda ya mezin bû, ku bi saya serê serokatîkirina PDKê bi ser ket. Sazkirina sîstêma eskerîyê-sîyasî û admînîstratîvîyê-malhebûnîyê di navçeyên Kurdistanê yên rizgarkirî da, ku bi saya serê karkirina PDKê bi ser ket, bû faktoreke sereke di serketina şerê kurda da. Bi wê ra tevayî ew peyman, ku Bexdadê mecbûr dike pirsa kurda bi şertên usa va çareser bike, ku bi dilê kurda be, di nav serokatîya Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê da sergêjîyek çê kir û di hêlekê da jî tirs kete dilê wan, ji ber ku wan welata pirsa kurda li bal xwe înkar dikirin. Bi vî awayî, ji der xetera karkirina dijî peymana adarê peyda bûbû. Lê di hundur da jî di hêla pêkanîna xalên ewê peymanê da dijwarîyên mezin hebûn. Ji wana ya sereke – ew kivşkirina sînorên herêma Kurdistana otonom bû. Pirsa giring derheqa Kîrkûkê da bû, ku navbenda Kurdistana Başûr ya neftê bû, ku di wan dema da ji sê para du parên nefta Îraqê dida. Gorî peymanê, pirsa derheqa wê yekê da, ku Kîrkûkê bikine nava axa ereba an kurda, gerekê bi destî hesabkirina jimara binecîyan bihata kirinê, ku bizanibûna li mentîqa Kîrkûkê ji kîjan miletî çiqas kes heye. Dijwarîyeke wê yekê ew bû, ku ji dema serkarîkirina Qasim da hukumetê destpê kiribû kurdan ji wê mentîqa bi neftê va dewlemend mihacirî cîyên mayîn dikir û dewsa wana erebên bêdûîn dianî wira. Bi vê yekê ra girêdayî di pirsa vegerandina binecîyên kurd li cî û warên xwe yên berê da problêmeke mezin pêşda hat. Li ser pirsên derheqa herêmên Şengalê û Xaneqînê da jî nezelalî hebûn.

 

(dûmayîk piştî du heftêyan bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev