EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ – 4

EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ – 4

Me sê beşên pêşin yên vê nivîsa delal ya ji 4 perçeyan berî çendekê çap kiribû.

Em îro beşa 4an a dawî çap dikin.

 

Faysal DAĞLI

 

5-) BÊDENGİYA SAR Lİ DİJÎ KURDAN
ÇARMÎXA MOSKOW-LONDON-WASHİNGTON Û TAHRANÊ

 

Şerê Cîhanê bidawî bûbû, divêyabû hezên dagirker ji Îranê vekişiyana. Beriya dagira Îranê di navbera dewletên hevpeyman de li ser mesele ya vekişîna ji Îranê îtîfaqekî jî hatibû lidarxistin. Li gor vê peymana navbera Sovyet, Amerîka û Brîtanya piştî teslîmbûna Almanya û mutefîkên wan, şeş meh şûnde yanê heta serê meha gulana sala 1946’an lazim bû hemû leşkerên biyanî ji Îranê vekişin.

 

Lê piştî bidawîbûna şerê cîhanê jî Artêşa Sor ji bo venekişînê hîç hewlekî nîşan nedabûn. Moskowayê ji bo destberdana xaka dewlemend ya Îranê xwe giran dikir. Sovyetê ji mêjve çav berdabû dewlemendiyên Azarbaycanê û dixwest ji rejima Îranê mafê derxistina petrol û gaza Derya Xezerê bistîne û li Îranê nifûza siyasî bidestbixe. Heta ev daxwazên xwe bicîh neaniyana niyeta wan ya vekişîna Îranê nîn bû.

 

Di destê Sovyetê de sê qertên sereke hebûn. Ya yekem Partiya Tûdeh bû. Tûdeh li hemû deverên Îranê gelek xurt bû. Çav li rê bû ku di hilbijartinên meclîsê de tevî endamên Azerî bibûya partiya yekem û di meclîsa Îranê de pirraniyê bidest bixistana. Tûdeh a çepgir nêzî Moskowayê bû. Bi vî awayî wê berjewendiyên Sovyetê li Îranê bi rêya Tûdehê bihata garantîkirin.

 

Qertê dûyem yê Sovyetê Azarbaycan bû. Rêwebiriya Azarbaycanê hemû komunîst bûn û wek perçeyek ji Sovyetê tevdigeriyan. Di hilbijartinan de wê hemû rayên Azeriyan jî li gel Tûdehê bûya.

Qertê seyêm Kurdistan bû. Kurd herçend bi Sovyetê re biqasî Azeriyan ne germbûn jî, li hember rejima Îranê ji bo hebûna xwe bidomînin muhtacê Sovyetê bûn.

 

Sovyetê li ser Îranê şertê hilbijartinên azad jî danîbû. Armanca wan ew bû ku di bin siya Artêşa Sor de hilbijartinekî çêkin û Partiya Tudehê bi awayekî xurt derbasî meclîsa Îranê bibe. Bi vî awayî wê bikaribûna, li ser siyaseta Îranê bandora xe bidomîn.

 

Sovyetê van qertan bi hebûna xwe ya leşkerî ku li ser rejima Şah zextê dikir, xemilandi bû. Artêşa Sor li Îranê nobedarê berjewendiyên Sovyetê bû. Heta ew bidest nexistana, wê venekişiya. Rayedarên Moskowayê bi van qert û hêviyan li ser Rejima Tahranê zextê dikirin.

 

Rejima Tahranê zahîren amade bû ku îmtiyaza petrolderxistinê bide Sovyetê. Lê bi şertê ku ew artêşa xwe ji Azarbaycan û Kurdistanê vekişînin. Rejima Şah li dijî daxwaz û niyetên Sovyetê xwe avêtibû bextê Brîtanya û Amerîka.

 

Piştî Şerê Cîhanê Rojhilatê Awrûpa bi giştî ketibû destê rejimên komunîst û Sovyet a ku di dema şer de heta Moskowayê hatibû dagirkirin, di encama şer de wek hêza herî xurt ya cîhanê derketibû meydanê û bûbû hêviya gelên bindest. Li aliyê din Çîn jî ketibû destê komunîstan. Li ser asîmanên cîhanê xeyaleta komunîzmê digeriya.

 

Ev belavbûn û mezinbûna rejimên komunîst li cîhanê ji bo Brîtanya û Amerika metirsiyeke mezin bû. Ger çavkaniyên petrolê yên Rojhilata Navîn jî biketa destê komunîstan, İmparatoriya Brîtanî û Amerika ya Yekbûyî diket xeterê. Ji ber vê yekê ew bibiryar bûn ku Sovyetê ji Îranê û ji Rojhilata navîn dûrxin.

 

U di nav aliyan de şerê dîplomasîyê destpêkir. Pirsgirêka Îranê di navbera herdû sîsteman de bûbû îşareta şerê sar ku wê bi salan li cîhanê tesîra xwe bikra.

 

Rayedarên Sovyetê li rejima Şah zextê dikirin ku, ew bi Azeriyan re lihev werin û ji bo statuya Azarbaycanê formulekê bibînin. Di meha Nîsanê de di navbera Tebrîz û Tahranê de hevdîtin destpêkiribûn.

Di 22 Nîsanê de Serokê Komara Azarbaycanê Cafer Pîşewerî çû Tahranê û bi serokwezîrê Îranê Qawam Sûltan û nûnerê Tahranê Mûzafer Fîrûz re rûnişt. Di hevdîtinan de Tahranê ji Azeriyan duxwest ku bi giştî teslîm bibin û li hember vê yekê jî wê Azarbaycanê wek heremeke otonom nasbikin. Di 13’ê Haziranê de peyman hat morkirin. Li gor peymanê Azarbaycan careke din tevlî Îranê dibû, hikûmeta Tahranê meclîsa Tebrizê wek meclîseke heremî nasdikir û hêzên Azerî wek perçeyek Artêşa Îranê dihat qebûlkirin.

Serokê Azeriyan Pîşewerî peymanê wiha rawe dikir: “Amerîkî û Brîtanî duxwazin pirsgirêka Azarbaycanê li dijî dostê me yê mezin Sovyetê wek alawekî lîstikê bikarbînin.”

Ev gotin tesîra Sovyetê ya li ser peymanê eşkere dikir.

 

Li gor peymana navbera Sovyet û Amerîka/Brîtanya de divêbûya hêzên dagirker ji Îranê vekişiyana. Amerîka û Brîtanya tevî Îranê li ser Sovyetê zexta vekişînê dikirin. Sovyetê jî dixwest ku berjewendiyên xwe yê Îranê bigre bin garantiyê û paşê vekişe. Bi vî awayî di navbera Sovyet û Îranê de hevdîtin destpêkirin. Di van hevdîtinên de xwuşka Şah, Prenses Eşref li Moskowayê rasterast bi Stalin re bazarê dikir.

 

Di pêvajoya hevdîtin û nîqaşên vekişînê de Meclîsa Îranê yasayekî derxist, li gor vê yasayê heta hêzên biyanî ji Îranê venekişiyana û li hemû Îranê serdestiya rejima nawendî nehatana damezrandin, wê li welat hilbijartin jî nehatana kirin. Rejima Şah bi vî awayî dixwest ji ser hilbijartinan siya Sovyetê rabike. Sovyetê li hember vê biryarê neçar mabû.

 

Piştî gelek hevdîtin û nîqaşan de, Serokê Sovyetê Stalîn, bi Rejima Şah re lihevkir. Li gor peymana navbera wan Îranê îmtiyaza petrolderxistinê dida Sovyetê. Li hember vê yekê jî Artêşa Sor ji Îranê vedikişiya û ji bo çareserkirina pirsgirikên Azarbaycan û Kurdistanê navbençîtî dikir.

 

Lêbelê demekî piştî vekişîna Artêşa Sor, Meclîsa Îranê, peymana bi Sovyetê re betal kir. Serokwezîr Qawam Sûltan jî ku vê peymanê morkiribû, ji kar hat dûrxistin. Bi vî awayî Stalîn ji alî Şah ve hatibû xapandin.

 

KURD Bİ TENÊ DİMÎNİN

 

Li gor daxwûyaniyên fermî yên Sovyetê leşkerên dawîn yê Artêşa Sor di 9’ê Gulanê de ji Îranê vekişiyabû. Lê hîn jî statuya Kurdistanê li holê mabû. Li gor peymana Sovyet û Îranê, wê komarên Azarbaycan û Kurdistanê, pirsgirêkên xwe di nav sînorên dewleta navendî ya Îranê de çareser bikrana.
Sovyetê di hevdîtinên navbera Rejima Îranê û Azerî û Kurdan de çavdêrî dikir. Li gor peymana navbera Rejima Şah û Komara Azerbaycana Îranê, Azerbaycan wek eyaleteke otonom dihat birêvebirin, lê behsa mafên Kurda nedihat kirin. Kurd jî di nav sînorê eyaleta Azarbaycana otonom de wek kêmnetewekî Îranî dihatin binavkirin.

 

Di peymanê de di xala 13em de ji bo Kurdên ku li Azarbaycanê dijîn mafê xwendina zimanê zikmakî heta sinifa 5’an dihat pejirandin. Ji bilî vê yekê di peymanê de hîç mafekî netewî yê Kurdan nehatibû destnîşankirin.

 

Li aliyê din li gor peymana navbera Azarbaycan û Kurdistanê, herdû alî jî bê erêkirina aliyê din divê bi rejima Tahranê re rûnenenişta. Lê Azeriyan vê yekê jibîrkiribûn.

 

Herçend Seyfî Qazî jî di hevdîtinan de hazir bû jî wî nikaribû encamê buguhrîne. Hukûmeta Tahranê Selamulah Cawîd jî wek waliyê giştî yê Azarbaycanê wî jî Seyfî Qazî wek waliyê Mahabadê tayînkiribû.

Li gor vê peymanê Asûrî û Ermeniyên Îranê jî mafê xwendina bi zimanê zikmakî bidest xistibûn.

Qazî Mihemed û rayedarên din yên Kurd vê peymanê qebûlnekirin û ji Dewleta Îranê xwestin ku Kurdistan jî wek eyaletekî otonom bê naskirin. Azeriya xwestibû Kurdan wek perçeyekî Azarbaycanê nîşanbidin.

Ev yek di navbera Kurd û Azeriyan de bû sedemê pevçûnan jî. Di 19’ê Tîrmehê de li herema Bakûr siwarê eşîrên Herkî û Şikak êrişî bajarên Mako û Xoyê kirin. Bi nabençîtiya Sovyetê ew hatin aştkirin. Herçend qismek mezin ji rûniştvanên wan bajaran Kurd bûn jî, revebiriya bajaran di destê Azeriyan de bû û Kurdan duxwest tevlî rêvebiriyê bibin û vê daxwaza xwe bidest xistibûn.

 

Bi vî awayî serekên Kurd jî ji bo danûstandinan berê xwe dan Tahranê. Qazî Mihemed bi nabençîtiya Sovyetê di serê meha Tebaxê de li Tehranê bi Serokwezîr Qawam Sûltan û Serfemandar General Razmara re rûnişt.

 

Qawam pêşniyazeke ecêb dikir. Wî digot; ‘Sinê jî tê de hemu xaka Kurdistanê bi navê Eyaleta İstan wek statûya Azarbaycanê bi waliyekî giştî ve girêbidin.’

 

Qazî vê pêşniyazê qebûl dikir.

 

Lê rayedarên Sovyetê, digotin ‘qebûlkirina vê yekê wê xiyaneta li Azarbaycanê.’ Herwiha wan gefan jî li Kurdan dikir ku bi wan re hemû têkiliyên xwe qut bikin û li hember Îranê wan tenê bihêlin. Sovyetê dixwest li Îranê hemû tiştan bi rêvebiriya Azarbaycanê ve girêbide û Qazî jî mahkûmê Sovyetê bû, lewra şansekî din nîn bû.

 

Qazî Mihemed ji neçarî destvala zivirî Mahabadê. Piştî ev hevdîtinên bêencam jî, rejima Tahranê Yarbay Ali Esker Fûyûzî şand Kurdistanê, lê ji danûstandinên wî jî tiştekî nû derneket.

Di vê navberê de koalîsyona eşîrên Kurd jî hêdî hêdî belav dibû.

 

Piştî helwesta Sovyetê di serî de Omer Xan Şikak û hin eşîrên din bê şêwra rêvebiriya Mahabadê bi Serokwezîr Qawam Sûltan re têkilî danîbûn. Omer Xan piştî peymana Azeriyan bi Îranê re ji erkên xwe yên Komara Kurdistanê îstîfa kiribû û çûbû gundê xwe. Li gor wî Azerî û Sovyet dijmintiya Kurdan dikirin. Qawam jî li hember peyama serekeşîrên Kurd digot ‘wê helwesta rejimê li hember Kurdan li gor helwesta Kurdan be.’

 

Bi vî awayî Kurd bûbûn dû perçe. Rêvebiriya Mahabadê û hin serekeşîrên Kurd di derbarê paşêrojê de lihev nedikirin.

 

TÊKÇÛNA KOMARA AZARBAYCANÊ

 

Di serê meha Tebaxê de di carekî de li Îranê tevlîhevî destpêkir. 3 wezîrên Tudehê ji hikûmetê hatin avêtin. Li dijî endamên Tudehê û komunîstên din kampanya girtinê destpêkir. Tudehê bi grew û serhildanan bersîwa vê yekê da. Li başûrê Îranê eşîrên Kaşkayî û Bextiyarî (herdû eşîr jî Kurd in) li dijî Tudehê û hikûmetê ketin tevgerê.

 

Şah îstifakirina Serokwezî Qawam jî xwestibû. Lê paşê karê damezrandina hikûmeta nû dîsa sipart wî. Lê bi şertê li dijî Tudehê têkeve tevgerê û li Azarbaycanê dîsa desthilatiya rejimê sazbike wî anîbû ser kar.

Hêzên Sovyetê ji heremê veqetiyabûn. Artêşa Îranê ji bo êrîşeke berfireh li dij Azerbeycanê ket tevgerê. Artêş beriya êrişa ser Azarbaycanê li eniya Seqizê hêzên Kurd ceribandin û piştî çend pevçûnên biçûk, berê xwe dan Azarbaycanê. Ketina Azerbeycanê wê moralê Kurdan jî bişkanda.

 

Di serê meha mijdarê de Serokwezîr Qawam daxûyaniyeki da û got; Ji bo ewlekariya welat û sihêtiya hilbijartinan wê leşker bişînin Azarbaycan û Kurdistanê. Piştî vê daxwuyaniyê Balyozê Sovyetê yê Tahranê çend cara, rejima Îranê hişyar kir û got, ‘wê li dijî tevlîheviya Azarbaycanê bêdeng nemînin.’ Lê êdî kesî guh nedida wî.

 

Nûnerê Amerîka yê Tahranê George Allen jî digot; ‘Rejima Tahranê dikare hêzên ewlekariyê bişîne her deverê welat.’

 

Di 16’ê mijdarê de Artêşa Şah derbasî bajarê Zencanê bû ku ewder li ser rêya Tebrîzê bû. Edî rêya Azarbaycanê vebûbû. 20 hezar leşkerên Îranê êrişê Komara Azerbeycanê kir. Serokên Azeriyan ji gel xwestin ku li dijî Artêşa Îranê berxwebidin. Lê Walî Selamullah Cawîd di binî de telgrafa teslîmbûnê şandibû Tahranê.

 

Rayedarên Azerî berê xwe dabûn Sovyetê. Azeriyan li hember êrişa Îranê liberxwenedan. Di 13’ê Kanûna 1946’an de Artêşa Şah derbasî Tebrîza paytexta Azarbaycanê bû. Li kolanên Tebrîzê nêçîra komunîstan destpêkiribû. Di nava çend rojan de bi sedan komunîst û rayedarên Komara Azarbaycanê ji alî hêzên rejimê ve bi awayên hovanê hatin kuştin. Serok û wezîrên Azarbaycanê yên ku ji komkujiyê filitîn reviyabûn Sovyetê. Hêzên Sovyetê jî li ser sînor, li bakûrê çemê Arasê qetilkirina komunîstan temaşe dikir.

 

DORA KURDİSTANÊ

 

Di bihara sala 1946’an de sê meh piştî piştî damezrandina Komara Kurdistanê li eniya Saqiz, Artêşa Îranê ketibû nav tevgerê. Ew der sînorê Komara Kurdistanê bû û ji alî şerwanên Başûrî ve dihat parastin. Generalên Îranî dixwestin hêza Kurdan bipîvin.

 

Di 20’ê Nîsanê de komekî leşkerên Îranê ji bo keşfê daketibûn herema sînor û leqayê êrişa hêzên Kurd hatibûn. Di şer de efserekî û dû serbazên Îranê hatibûn kuştin. Hêzên Kurd li sînor êdî rihetî nedidan Artêşa Îranê û xetên îqmalê tehdît dikirin û zexta psîkolojîk datanîn. Hêzên Îranê yên sînorê Kurdistanê bi tank, top û balafiran hatibûn taqwiyekirin û di bin Serfermandarê Artêşê General Razmara de bûn. Roja 24’ê Nîsana 1946’an di bin fermandariya Mîralay Kîsra de topavêjên Îranî tevî 600 leşkeran ajotin ser sengerên Kurdan. Piştî destpêka tevgera Artêşa Îranê şerwanên Başûrî li nêzî Gunde Qahrawa êrişî Îraniyan kirin. Di şer de 21 leşkerên Îranê hatin kuştin, 40 leşker û zabit dil dan û 17 kes jî ji wan brîndar bûn. Kurdan leşkerê Îranê heta Bajarê Saqizî qewirandin. Gelek çek jî xenîmet girtibûn. Esîrên Îranî tevî şandin Mahabadê. Hêzen Kurd rêyên lojîstika Îraniyan jî xistibûn bin sihêtiya xwe. Gel li kolanan şahiyan lidarxisibû. Ev serkeftin ji bo dijminên komarê bûbû çavtirsandineke baş. Piştî vê bûyerê Kurdan amadekariya êrişekê mezin, ku heta Senendacê bimeşin dan berxwe. Li ser vê yekê serfermandarê Artêşa Îranê General Razmara hat Saqizê û ji Komara Kurdistanê doza rawestandina şer kir. Di navbera aliyan de di 3’ê Gulanê de peymanekî hat lidarxistin. Li gor vê peymanê wê artêşa Kurd 3 kîlometre paşve bikşiyana û rêya lojîstika yekîneyên Îranê vekirina. Herwiha wê li Bajarê Seqizê nûnerên Kurd bicîhbûna û Artêşa Îranê hewlên erişê nekirana.

Piştî ku Artêşa Sor di 9’ê Gulanê de ji Îranê vekişiya, di 15’ê Gulanê de jî Artêşa Îranê li sînorê Kurdistanê ket tevgerê. Dû tabûrên peyadê tevî tank û topên giran, bi desteka balafiran ajotin ser hêzen Kurd. Li Çiyayê Memêşan di navbera aliyan de şerên giran qewimîn. Li vê heremê tenê 45 şerwanên Kurd hebûn. Yekîneyekî mezin ya Artêşa Îranê ketibû kemîna Kurdan. Di encama şer de 62 leşkerên Îranê hatibûn kuştin û brîndakirin. Ji hêzên Kurd jî fermandarê heremê Xelîl Xoşewî ku şerwanekî Barzanî bû, tenê jiyana xwe jidêstdabû.

Piştî vê serkeftinê rayedarên Komarê pîlana êrişa Bajarê Sinê amade kirin. Ger herema Sinê jî bidestketa, wê nêzî hemû xaka Kurdistanê tevlî desthilatiya Komarê bibûya. Lê rayedarên Sovyetê bilez li hember vê pîlana Kurdan derketin û ji bo dest bir nabençitiyê kirin.

 

Piştî pevçûna Çiyayê Mameşan di navbera Qazî Mihemed û General Razmara de li Gundê Serê careke din peymaneke şerrawestinê hat lidarxistin û li ser şertên peymana berê hat lihevkirin. Konsolosê Sovyetê Haşimov jî hatibû Gundê Serê û li Kurdan zextê dikir ku ew bi Îraniyan re lihev werin û êrişê wan nekin.

Sinê nêzî bîrên petrola Kermanşa bû ku ewder sektora İngîlîzan bû. Sovyetê guman dikir ku êrişa Kurdan wan û İngîlîzan bîne rûbirû. Bi vî awayî pîlana êrişa mezin ya Sinê hatibû betalkirin.

 

Di 5’ê kanûnê de Qazî Mihemed ‘Konseya Şer’ komkir. Li hember biryara leşkerşandina Kurdistanê ya rejimê biryara berxwedanê derket. Paşê roja din ji bo nîqaşên li ser biryarê li Mizgefta Ebas Axa bi endamên partiyê û serekeşîran re civînek mezin hat lidarxistin.

 

Bi taybetî Sedrî Qazî ku mebûs û waliyê Kurdistanê bû li gel berxwedanê bû. Lê ji civînê mizfetê dengên cuda derketin. Gelek endamên partî û serekeşîr li ser bêfeydebûna berxwedanê raya xwe diyar kirin. Ji civînê bêhêvîtî û lewazî derketibû û bi vî awayî belavbûbûn.

 

Di 15’ê Kanûnê de nûnerê dawîn yê Sovyetê jî Mahabadê bi cîh de hiştibû û zivirîbû welatê xwe. Hêzên Îranê ji bo dagirkirina xaka Komara Kurdistanê li ser xeta Meyanduawê kombûbûn.

Fermandarê hezên Îranê General Fazlûlah Humayûnî bû. Artêşa Îranê ji ber tirsa şerwanên Kurd, êriş nedikir.

Serekên Kurdan heta hingê biryarekî misoger nedabûn. Lê, aqûbeta Azarbaycanê, bêdengiya Sovyetê, hovîtiya Artêşa Şah û dûdiliya hin serekeşîrên Kurd, li ber Qazî Mihemed û rayedarên Komara Kurdistanê reyekî tenê hiştibû.

 

Di 16’ê kanûnê de Qazî Mihemed, tevî heyetekî çû serdana General Hûmayûnî. Qazî ji neçarî bi şertê ku zirar nedin Kurdan û Mahabadê, derbasbûna Artêşa Îranê ya nav bajêr erêkiribû.

 

General Hûmayûnî, ji bo derbasûna nav Mahabadê şertê vekişîna şerwanên Başûrî jî danîbû ber heyeta Kurd. Li ser vê yekê Qazî Mihemed zivirî Mahabadê û biryara teslîmkirina bajêr ragehand.

 

Qazî soz dabû ku heta dawiyê li Mahabadê bimine û nehelê ku bajêr ji alî rejimê me bê tahrîbkirin. Artêşa Îranê roja 17’ê Kanûnê ji bakûr ve, bêpevçûn, di nav aramiyê de derbasî Mahabadê bû. Bajêr di nav bêdengiyeke sar de bû. Serpêhatiya Komara Kurdistanê piştî 14 mehan bi vî awayî bidawî bûbû.

 

GİRTİN Û DAREZANDİYA QAZİYAN

 

Piştî dagirkirina Mahabadê 4 roj şûnde Qazî Mihemed û 45 serekên Komara Kurdistanê ji alî rayedarên Îranê ve hatin girtin. Di serê meha Çile ya 1947’an de li Mahabadê ji bo darezandina serekên Kurd dadgeheke leşkerî hatibû damezrandin. Serokê dadgehê Alyab Parsî Teber, dozger Serheng Fûyûzî bû.

Li dadgehê ji bilî Qazî Mihemed 28 serekên Kurd dihatin darezandin û ew di hicreyan de hatibûn hepiskirin. Dozger bi destpeka rûniştinan fermana girtina mebûsê Mahabadê Sedrî Qazî jî xwestibû. Ew jî di 30’ê Kanûnê de ji Tahranê şandibûn ber dadgehê.

 

Pismamê Qazî Mihemed, Wezîrê Parastina Komara Kurdistanê Seyfî Qazî jî di nav girtiyan de bû. Dozger 22 sûcdarî xistibû stûyê serokên Kurd. Sûcdariyên girîng evbûn: Binpêkirina destûra Îranê, damezrandina Komara Kurdistanê, belavkirina payeyên leşkerî, guhertina ala Îranê, peymanên bi Azarbaycanê, têkiliyên bi Sovyetê re û erişên ser Artêşa Îranê.

 

Roja 9’ê Çileyê Qazî Mihemed dest bi parastina xwe kir. Esasê parastina wî wiha bû: Piştî ku di sala 1941’an de Îran ji alî Sovyetê ve hatibû dagirkirin, dewleta navendî nikaribû li Kurdistanê erkên xwe pêk bîne û valahiyekî rêvebiriyê rûdabû. Ji ber vê yekê ji bilî damezrandina hûkûmetê rêyekî din nema bû. Herwiha Qazî Mihemed li hemû kiryarên Komarê Kurdistanê xwedî derdiket û berpirsiyariyê digirt stûyê xwe.

Di pêvajoya rûniştinên dadgehê de dadger û dozgerên Îranî çend cara xwestin bêhurmet bi Qazî Mihemed re tevgerin. Lê Qazî bi merxasî bersîwa wan dabû û carekî jî li hember heqaretên dadger, êrişê wî kir û got wê êdî bersîwa kesên wiha bêdeb nade û wî wek mûxatap qebûl neke. Li ser vê yekê heyeta dadgehê Serheng Receb Eta wek serokê mahkemê wezîfedar kir.

 

Berî ku dadgeh destpêbike biryara Şah diyar bû. Rûniştin û lêpirsîn wek şanoyê û ûsûlen dihatin kirin. Dadgeha Leşkerî di roja 26’ê Çileyê de biryara sêdarekirina her sê qaziyan diyar kir. Lê biryara xwe eşikere nekirin. Li gor encama dadgehê li 28 girtiyên Kurd jî di navbera 2 û 15 salan de cezayê zindanê hat birrîn. Tahranê fermana dardekirinê di 30’ê Adarê şand Mahabadê.

 

WESİYETA QAZÎ MİHEMED: 

“Remzê serkeftina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e”

 

Qazî Mihemed şeva sêdardekirinê wesiyeta xwe nivîsand:

‘’Bi navê xwedayê mezin û dilovan! Miletê Kurd û birayên min yên ezîz! Ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîrretan li we bikim; Ji bo xatirê xwedê êdî dijminatîya hevûdû nekin, pişta hev bigirin, li hemberî dijminê zordar û zulmê rawestin, xwe nefiroşin dijmin. Dijminên gelê Kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e.

 

Gelê Kurd, bi hîç tiştekî xwe ji gelên liser rûyê erdê kêmtir nîne, belkî di mêrxasî, xîret û jêhatî bûnê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir e.

Wesiyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bidin xwendin, ji ber ku milletê Kurd ji tu milletên din kêmtir nîne. Bixwînin, heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujere bo dijmin.

Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin. Pêwîste zor kesên din, yên wek me di vê rê de bikin qurban, heya digihîjin hêvî û merema xwe. Hêvîxwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret.

Ji bo dilsozên gelê Kurd, min wesiyeteke din heye; ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin, ku hûn çi ji bo serfirazîya Kurd dikin, alîkariyê bi we re bike. Ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkarîya we bike û we serbixe.

 

Reng e ji min bipirsin çima tû biserneketî? Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî, ez yê serkeftî me. Çi serkeftin ji vê mezintir e ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban? Bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xweda û pêxemberê xweda û gel û miletê Kurd de be û bi rûyek geş bimirim, ji bo min ev mirin, serkeftin e.

 

Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû di hesûd nebin, nemaze di xizmetê de.

Bawer ji dijminan nekin, nemaze dijminê Ecem. Ji ber ku bi çend rêyan Ecem dijminên we ne; dijminên gel û nîştîman û ola we ne. Ji bo çend rojên jiyana xwe ya bêqîmet ya vê dinyayê, xwe bi dijminî re nefiroşin, çunke dijmin, dijimin e û ciyê tu bawerpêkirinekê pê re nîne.

 

Xiyaneta hevûdû nekin; ne xiyaneta sîyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û sûcdar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkar de vegere.

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan! Miletê Kurd û birayên min yên ezîz! Ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîrretan li we bikim; Ji bo xatirê xwedê êdî dijminatîya hevûdû nekin, pişta hev bigirin, li hemberî dijminê zordar û zulmê rawestin, xwe nefiroşin dijmin. Dijminên gelê Kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serkeftina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e.”

 

SÊDAREKİRİNA QAZİYAN

 

Hukmê dardekirinê di şeva 31’ê Adara sala 1947’an de hat bicîhanîn. Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedrî Qazî bi dirûşmeyên qahramane çûn ber sêpeyê. Her sê qaziyên Kurdistanê şeva dawiya meha Adarê li meydana Çarçira, li meydana ku 14 meh berê mizginiya damezrandina komarê dabûn, hatin sêdarekirin.

Heman dadgehê di 7’ê Nîsanê de Elîxan Şîrzadî û Elî Şîrazî jî dardekir û Emîn Kesnezanî, Ahmed Xan Faruqî û dû brayên wî, Mihemed Şîrzadî, Ahmed Xan Keltikî, Mahmûd Xan Tirkmenkendî, Mihemed Xan, Baba Xan Begaxa, Sidiq Yazbilaxî, Eli Qxa Temûte û Resûl Axayê Merdî jî ji alî leşkerên Îranê ve hatin kuştin.

 

Bi wî avayî li Rojhilatê Kurdistanê serdestiya rejima Şah careke din hat damezirandin û Kurd di nav dengeyên berjewendiyan de hatin fetisandin.

 

Çavkanî: https://dirokurd.blogspot.com/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev