Muzexaneya Barzanî

Muzexaneya Barzanî

Birêz xwişk û birayên min ên neteweperwer,

Fermo, îro ez dixwazim çend wêneyên Muzexaneya Barzanî ku li devera Barzan, Başûrê Kurdistanê ye, pêşkeşê cenabê we bikim.

Berya destpêka nivîsa xwe bi rêzên bilind spasî yên taybet pêşkeşê cenabê birêz Xalat Barzani dikim ku ew dema taybet bi min û hevalên min yên Espanî / Katalanî li Muzexaneya Barzanî de parvekir.

Erê, ji xeynê rêzgirtina wêne û bîranînên şehîdên me ku min li muzexaneyê dîtiye, gotinek nîne ku mirov bîne ziman. Ez bêdeng mam, gotin di qirika min de cemidîn û rondik ji çavên min hatin!

Dijminê xwînmij, Seddam Huseyîn di şerê Îran û Îraqê de 8,000 kes ji eşîra Barzanî revand û wan wendakir!!! Kesêk carêk din wan nedît. Jin jinebî man û reş girêdan, zarok jî sêwî man, bes bi rûmetek bilind di riya bav û kalên xwe de bi ronahîya netewperwerî de ji bo parastina netewa xwe bûn pêşmergên qehreman.

Rast e ku dîrokek xemgîn û trajediyêk bi salên dirêj e ku kes ji eşîra Barzanî bi dilsozîya Kurdîstanî xwe cangorî ya Kurd û Kurdîstan kirine. Dîrok bi xwe şahidê êş û birîna ye.

Lewra bi rêzên bilind bejna xwe li ber 8,000 şehîdên cenabên Barzanî û hemû şehîdên netewa Kurd ditewînim. Bila aram razên, ciyê wan bihuşt be.

Her wisa, dijminên xwînmij bi kerhên rêş şermezar dikim.

Kurdish Diaspora

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev