Feleka har

Feleka har

Dilê helbestvana me bo her warekî welatê me û her ewledekî miletê me diêşe.

Çiqas ser Şengalê diêşe, ewqas jî ser Efrînê û Kobanyê diêşe.

Çiqas ser şehîdê êzdîyan yê di şerê Qerebaxê da diêşe, ewqas jî bo Bariş Çakan diêşe.

Û  ew êş dibe helbesteke hewar û gazîyê, hêvîyê û azadîyê.

 

Hinara Tajdîn

 

Bextê me reş qedere,
Felek dû me digere,
Destê ceş û neyara
Xwîn dikişe her dera.

 

Kobanîyê, Şengalê, Efrînê
Çêkirin golên xwînê,
Hewar gidî çi zulm in
Ew dijmin û zalim in.

 

Sêwî mane zarokê me,
Kerba mirin dayîkên me,
Deyamîş nekrin pîrê me,
Şehîd ketin bav, birê me.

 

Şiqitandin bejnêd wan,
Ewana rût û tezî man,
Ser meytê pekrewana
Xwendin helbestvana.

 

Her kes rengê dilê xwe,
Sêwirandin kilamê xwe,
Hêsir jorda hatin xwarê
Mîna çemên derbaharê.

 

Kirin girî, kirin şîna giran,
Bona kul û derdê wetan,
Îro li ber wan êş û birîna
Seqet bûne destê dijmina.

 

Lîland bayê wê zivistanê,
Qetandin gulê gulistanê,
Karxezalê Agirî û Şengalê
Ketine hevra ew gale, gale.

 

Toz, xubarê dor me pêça,
Koçber derketin li rêça,
Bûne benûştê hov û hirça
Ketin ber wan zinar û çîya.

 

Derneket me hîva binewr,
Me miçiqîn kanîyêd avsar,
Lerizîn destê hov, neyara
Jêdikirin wextê serê merîya.

 

Hewar li sed carî hewar,
Ez nexweşim û birîndar,
Çima te ha kir, feleka har
Em bûne hêsîr û derbidar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev