”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 17

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 17

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro tê binavkirinê ”Çek û hesp bo kurdan wek tiberkan e”.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Çek û hesp bo kurdan wek tiberkan e

Kurd him di hindava çeka xwe da, him jî hespê xwe da pir xemxur e û wextekî dirêj ser wan xerc dike. Edet bû, ku morîyên şîn bi situyên hespan va bikin, bo çav lê nekevin. Hespên kurdan piranî ev cisin bûn: kihêl (bi guh û simên biçûk, çîpên tenik, qorika bilind û pişta nazik); had, seglavî (bi simên gilover, meşa lez, bi xeysetê nerehet) û menegî (bedew, xurt û xemgîn). Kêm caran cisinê necdî peyda dibû (serdestîya van hespan ew e, ku pir zû bayê xwe digirin û lez dibezin, demeke dirêj dikarin ber xwe bidin û dereng diwestin). Lêkolîner J. S. Mûsaêlyan di nivîseke xwe a êtnografîyê da ya derheqa eşîreta kurdan Mukrî da behsa cisinekî hespên vira dike: ew hespê bi nîvê cisinê xwe va erebî ye, û ji hespên erebî yên esîl bi wê yekê va tê ferqkirinê, ku zêde hişk e û di bejina xwe da kurttir e, dikare him di çiyan da, him jî li arana wekehev xweş bibeze.

Derheqa taybetmendîyên hespên esîl da bûyerên ha yên balkêş hene: eger siyar ji hespê bikeve, hespê wisa wê tu caran ji cîyê xwe neleqe, neçe, heta xwedîyê wî carek din lê siyar nebe û lingên xwe neke qeydê. Kurdan herdem li hespên esîl gerîyane û kirîne, dû ra ew ji hev zêde kirine. Û hespên wan yên xurt ber sermayê û seqemê rind ber xwe dane.

M.M.Bayezîdî behsa kurdên koçer dike, ku berî sedsalûnîvekê li Tirkîyê jîyane: “Her şervanekî siyarî xwedî pênc çekên şervanîyê bûn; du damançe di ber qayîşa wî ra bûn, du heb li têra ser piştê bû; û xênji wê tîrek, şûrek û mertalek bi wî va girêdayî bûn”12. Li Farizistanê di destpêka sedsala XIX cem kurdan xênji çekên sereke, herwiha dû şûr jî hebûn “yek li ser pîyên wî dardakirî bûn, lê a din bi awayekî asoyî di ber terkuya hespê da dardakirî bû û tenê wê demê dihate bikaranînê, gava şûrê pêşin xirab bibûya an jî êdî kêr nehata, ji ber ku ew pir caran dişkestin, çimkî kurdan gelek caran bi awayekî zexm bi şûr li kum û kincên dijminan dixistin, ku ji hesin hatibûn çêkirin”13. Lê piştî sedsalekê rohilatzanê Rûsîyayê V. P. Nîkîtîn bûyereke balkêş raberî me kir: “Kurd hema bêje herdem çekdarkirî ne û bi siyarî digerin: cem wana herdem tiving, têrên bona fişekan, herwiha xencer hene”14.

Xwesma siyarîyên çeleng berbiçav diketin, yên ku dikaribûn dema bezînê tivinga xwe dagirin û rast li nîşanê xin. Lê lazim e destnîşan bikin, ku di dema şêr siyarîyan belasebeb hespên xwe nedidane westandinê û herdem miqatî lê dikirin. Hespên qoçax him siba, him jî êvaran barkirî bûn, lê hevsarê wan bi milên wan va girêdayî bûn. Kurd ser wê bawerîyê bûn, ku nabe hespên esîl li tewlên hespan da girêdin: ji tirsa hewar û gazîyan ew bi mifte ber derî girê didan. Çekên wan hertim dagirtî bûn û berdest bûn, çimkî wexta defa hewarê lê bikeve, ew bikaribin bi lez li hespên xwe siyar bin û berê xwe bidine şêr.

Di dema Şerê hemcihanê yê pêşin kurd birine leşkerîyê û ew tevî emelên şêr yên artêşa Osmanîyê bûn.

Nûçegihanê leşkerî yê Rûsîyayê P. Nesterov nivîsîye, ku kurd gelek ciddî miqatî tivingên xwe yên nûjen dibin û wana bi hostatîyeke bêhempaa bi kar tînin. Xudanê nivîsê destnîşan dike: ”Di karê gullekirina ji tivingan ser kurdan ra kes tune, ango tu kes nagihîje wan. Hunermendîya wan ya gulleberdanê û çapik û çelengîya wan a di hêla agirkirinê da digihîje asta here bilind, ya nebînayî. Tu pozîsyonek tune, ku kurd nikaribe ji wir li nîşanê xe. Eger li çiyê pezkûvîyek bayê bezê ser serê wî ra firqas bike, ew gulleya xwe berdidê û pezkûvî bend dibe, dikeve ber lingên wî. Kurd ji xwe ra bêhurmetî hesab dike, ku gulle berî tiştekî bêruh bide, û eger bike jî, an wê bi tivinga berê wê welgerandî, an jî li ser pişta hevalê xwe velezîyayî, rûyê wî li esmanan û bi alîyê tivingê yê vajî va bike”15.

Piştî dawîhatina Şerê hemcihanê yê pêşin Împêratorîya Osmanîya hilweşîya, Împêratorîya Rûsîyayê jî ne ma, û ev yek tesîreke mezin herwiha li ser kurdan jî kir. Li Kurdistanê jimara çekên nûjen bi carekê va zêde bû.

Rast e, gorî şertên lihevkirina bi welatên Antantayê ra artêşa Osmanîyê ji hev bela bû, lê generalê kurd yê artêşa Osmanîyê li pêşenîya Kavkazê Yaqûb Şewqî ferman da leşkerên xwe çekên xwe teslîmî Brîtanîyayê nekin, lê di nava niştecîyên kurd yên Kavkazê belav bikin. Ewî zef rind fem dikir, ku çeka wan wê herdem jî kêrî miletên kêmjimar bê, ji ber ku zanibû ku dewlet zêde xemxurîyê nabe bona neteweyên din ku li ser axa wê dijîn.

Li Kurdistanê têra xwe çekên ji bo wê demê nûjen hebûn. Gelek çek di dema opêrasyonên şêr hatibû zevtkirin, beşek ji wan çekan leşkerên rûs firotibûne wan an jî piştî derbeya bolşêvîkan ya sala 1917an hîştibûn, vekişîyabûn. Kurdan herwiha ji ermenîyan jî çek peyda kirin, ku wana di dema jihevbelabûna artêşa qiralîyetê sitendibûn. Ji sala 1923an destpêkirî desthilata tirkan ya teze bi awayekî aktîv çekên li Kurdistanê heyî, ku nehatibûn qeydkirinê, berev kir. Anegorî hinek malûmatîyan, li Anatolîya Rohilatê 160 hezar heb çek haatine berevkirin, ji wana 30 hezar tiving bûn. Daxweza dewletê hey bi ser diket, hey bin diket û zûtirekê ”çeka berxwedanê” hate bikaranîn: sala 1925an, dema karmendê sîyasî û ruhanî Şêx Sehîdê kurd dijî Komara Tirkîyê ya nû serhildan tevrakir, şervanên kurd çekên di dema Şerê Hemcihanê yê pêşin an jî yên berî wî şerî bi kar anîn, ku di destê serhildêran da hebûn. Bi gotina dîtindaran, kurdan di şerê bo rizgarkirina Diyarbekirê da heta bi şûr û qemeyan jî şer dikirin, lê ewqas bi mêrxasî şer dikirin, ku karibûn gelek tirkên çekdar dîl bigirin.

Di wêneyan kurdên şoreşger da, ku tevî şerê bo damezirandina Komara Sovyetî ya Sosîalîstî ya Gîlyanê li Îranê (ew komara demeke dirêj ne kişand, ji hezîrana sala 1920î heta îlona sala 1921ê dom kir) bûbûn, qirmeyên bi markaya ”Maûzer” (Mauser) xuya dibin, ku wana hilgirtine destên xwe. Ew çek dihate hesibandinê wek sîmvola bolşêvîkan, ji ber ku dewleta Sovyet ya nûsazkirî bi hejmareke pir ji wan tivingan sparîş kiribû. Xuyaye Maûzerên di destê kurdan da li Gîlyanê ji Rûsîya Sovêtîyê hatibûn şandin, lê him hukumeta Osmanîyê, him jî ya Farizistanê jî çend caran ji wê damançeya bi markaya almanî sparîş kiribûn. Herwiha bi riya komarên Pişkavkazê jî reşaş, tiving û fişek ji Komara Gîlyanê ra dihatine şandin. Qumandarê kurd Xalu Qurban ji serokê byûroya Kavkazê ya Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyê ya Rûsîyayê (KM PKR) û tevgelê aktîv yê testîqkirina desthilata Sovêtîyê li Pişkavkazê G. K. Orconîkîdzê hîvî kir, ku ”sed tivingan û fişekên bo wan bi awayekî bigihînine wan”16.

Di dawîya Şerê Hemcihanê yê duduyan serokên kurdan bi nûnerên Rûsîya Sovêtîyê ra di nava pêwendîyan da bûn. Wê demê şandina çekên Sovêtîyê, xwesma tivingan, êpêceyî zêde bûn.

Di rojên me da, dema di şertên globalîzmê da ferqa di navbera pêşketina kulturayan da her diçe kêmtir dibe, çeka kurdan her diçe dişibe çekên şervanên nûdemê yên din. Êdî şûr û mertal nemane, niha zêde di dema heyteholên fermî, li şahîyan li hespan siyar dibin. Lê dîsa jî hinek edetên kevinare heta îro jî mane: keç û xortên kurdan yên di desteyên şervanîyê da heta îro jî çekên xwe dixemilînin, ji bo nimûne, logo an wêneyên ji rojnameyan bi avtomata xwe a Kalaşnîkov dixin, an jî bi destika tivingê va dikin. Lê kesên dewlemend hinek caran aleteke zêrîn bi ornamenta miletîyê va sparîş dikin. Bi gotina zêrkerekî Hewlêrê, ”hinek camêr damançeya xwe, şûr an jî avtomata Kalaşnîkov  tînin, hîvî dikin ku ez wana zêrkildayî bikim”17.

Li Kurdistana Îraqê têra xwe sinetxane hene, ku di wan da sinetkarên destemel di nava demeke kurt da dikarin avtomata şikestî temîr bikin û bikin weke a nû. Di sinetxana zêrzemînê da ya Bextîyar Ezîz li Hewlêrê dîwar bi çekên rûsan û amêrîkîyan va hatine xemilandin, li wir ji çekên here nûjen bigire, hetanî nimûneyên çekan yên di dema Şerê Hemcihanê yê duduyan hene. Bextîyar şevan jî kar dike, bona çek careke din bikeve nava şêr û li wir di şerê dijî terorîstên Daîşê bê bikaranîn18. Pir caran ew belaş kar dike, ango heqiyata destê xwe nastîne. Wî ji bavê xwe fêrî wî sinetî bû, ku di wextê xwe da çekên pêşmergeyan temîr kirîye, ango desteyên wan şervanan ku “dijî desthilata Seddam Huseyn”19 şer kirine.

Kurd niha malên xwe bi çekên kevinare va dixemilînin, di heyteholan û şahîyan da bi kar tînin. Ji bo nimûne, dema bûyîna zarokê gulle berî esmanan didin, bona ”cinan bidine tirsandinê”, ku li dora zara tezebûyî berev bûne. Li hinek warên Kurdistanê dema hîva çerdehşevî li defa hewarê dixin û ji çekan gulle dikin. Li navçeyên dûrî-derez yên Îraqê û Îranê heta niha jî berî dawetê du komên xort û keçên ciwan (komek ji alîyê zavê da, yek jî ji alîyê bûkê da) bi hev ra dikevine pêşbazîyê, pir caran bi şûran êrîş dikin û bi mertalan xwe diparêzin.

Lê eger cûrên rêvebirina şêr têne guhastinê, lê mêrxasî û bêtirsîya kurdan wek xwe dimîne. Di hêla mêrxasîyê da kurd pêşeng in, heta helbestvanê farisan yê binavûdeng Fîrdoûsî gotina “kurd” wek hevmaneya mêrxas bi kar tîne. Eger di cengê da, dema şerkirinê ”di ruhê yekî da mêrxasî tunebe jî,- zanyar û ronahîdarê kurd yê sedsala XIX Mela Mehmûd Bayezîdî nivîsîye,- wê demê ewê ji şerma ber hevalan wê şerê xwe berdewam bike û amade ye şehîd be jî [di şêr da], ji ber ku reva ji meydana şêr bo kurdan ji mirinê xirabtir e”20.

 

(SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

Qewad Reş

Qehremanên şeran

 

Di belgeyên kevinare yên sedsala XIV da kesên ku erdeka hespan diajotin wa dihatine binavkirinê. Di sala 1296an Barî Zayînê da li ser çemê Orontê li Asorestanê di navbera leşkerên Hîttîtîyan yên qiral Muwetallu û leşkerên Misirê yên bi serokatîya firawin Ramsesê II şerekî mezin qewimî. Wî çaxî dengê şêr kete guhê firawin, ew ji konê xwe derket, hahanga bi lez ebayê xwe yê hesinî avîte ser milên xwe, xwe avîte firxûnê û berê xwe da şêr. Di şerê li rex Kadeşê di bin hukumê Muwetalluyê hîttîtî 2500 şervanên siyarî hebûn, lê jimara şervanên Ramsesê II ne kêmtir bû. Ew şerê siyarîyan yê herî mezin bû di dîrokê da.

Di dema Kadeşê da siyarî dihatine hesibandin wek leşkerên çîna torinî yên pêşin. Eşîreta Salhedînê efsaneyî, serketîyê himberî xaçgiran, dihate binavkirin wek ”Rewandî”, ango ”siyarkêşî”. Meriv nikare nimûneyeke din a torinîya şervanyê ya ewqas bêhempa bîne. Bidine ber çavan, ku di navbera Kadeş û şerên bi xaçgiran ra hezar û pêncsed sal hene.

Bi vê yekê ra girêdayî gerekê wê rola kurdan destnîşan bikin, ku wana kirîye nava karê ku hesp bûne heywanên malê. Rêzeçiyayên Zagrosê ji Behra Wanê destpê dibe heta digihîje Devtenga Farizistanê. Ew bûye sîmvola pêşîyên kurdan. Zagros warê xuliqîna nebatên çandinîyê yên pêşin e di dewrana Neolitikîyê da. Berpalên Zagrosê têne hesibandin wek war-colanga dîyarbûna gulan, xaşxaşkan, beybûnan û nefelan. Lê ya here sereke, deşt û bestên Zagrosê yên bêhejmar pir bi qîvarê va dagirtî ne, ku bo hespan gîhayê herî hezkirî ye, aşûrîyên qedîm ji wê nebatê ra “gîhayê Mîdîyayî” gotine.

Hela dîrokzanê Yûnanistana kevinare Herodot derheqa hespên di cihanê da herî baş da nivîsîye, ku ji herêmeke Mîdîyayê bûne. Lê ew nayê wê maneyê ku cisnê Mîdîyayî yê herî navdar li cihanê û Herodot di eynî wextî da xuliqîne. Besta Nîsayê hezar û pênsed sal berî dewrana Herodot êdî ekindar bûye, îzbata wê jî di berhema Kikkuli (sedsala XIV Berî Zayînê) da ye, ku li wir behsa hespên Mîtanîyan yên esîl dike. Pernsesa Mîtanîyan a sêzdeh salî, ku wek Nefertiti tê naskirin, û hevalbend û hemfikirên wê bi xwe ra ne tenê Yekxwedêtî anîne Misirê, lê ji Mîdîyayê herwiha hespên Nîsayê yên herî esîl li cihanê anîn. Miletê Parthi, ku miorvên xwînî yên Mîdîyayî ne, cîguhastî Xorasanê bûn û bo bîranîna besta Nîsayê nave paytetxê xwe danîn Nîsa. Hespên Ahaltekîyê (Ahal-teke aty) ji cisnê hespên Nîcayê yê Mîdîyayî ne.

Em dixwezin bi taybet destnîşan bikin, ku kurdên pêşîyên wan Mîdîya kevinare bûye, tu caran bi qamçîlêdanê hespên xwe biçûk nexistine û tu caran ew bo qazanca xwe bi kar neanîne. Ewana qumîs venaxwin, û eger ji birçîna bimirin jî, goştê hespan naxwin.

Peyhatîyên Aleksandrê Makedonê, bazîlêyên Selevkîdan, hespên ji Mîdîyayê birine Antiochîyê, Selevkîyê û Êpîfanîyê (Sûrîya) û li wir karxaneyên hespan yên mezin vekirin. Ereban, ku Sûrî zevt kirin, ew karxaneyên hespan yên bazîlîyan xistin destê xwe, û di paşdemê da awropîyan ew hesp bi nav kirin wek cisnê “erebî”. Em wê jî bêjin, ku li tu deman hespên erebî li ser rûyê erdê tunebûne. Erebistan bo ji hev zêdekirina hespan dest nade, lê li wê nîvgiravê şertên herî baş hene bo ji hev zêdekirina ”gemîyên qûmistanan” – deveyan.

Bi kurtî, hemû hespên cihanê yên esîl, heta yên Orlovê û Îngilîs jî esilê wan yek e. Û ew ji Mîdîyayê derketine, li besta Nîsayê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev