Nameyên evînî – 122

Nameyên evînî – 122

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane bi awayekî serketî berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ezîza min, rohnîya çavê min, bêhna ber dilê min.

Tiştê ji sedî sed tenê ew e, ezê bixwezim bo te her tişt bikim. Tiştê dixwezim tenê ew e, ku di vê hevoka min da gotina bixwezim tunebe. Ango, çi bixwezim, bikaribim bikim û tu tişt û tu kes ji me ra nebe asteng.

 

¤¤¤

Tu bêyî, eger pereyên min pir hebûna, minê pereyên xwe herdem kêm bikira û bextewarîya te zêde bikira. Ji ber ku dema bi dû pereyan dikevin, dereng têne mal, ji bo xatirê pere zêde bin, bi kesên bi bîznêsa te ra girêdayî vedixun, civînan dikin, diçine welatan, rojê 100 cîyan ra têlêfon dikin, 100 car jî ji wan ra têlêfon dikin, ev hemû mirovan ji malê, jinê, zaran dûr dixe, ji ber ku fikira jîyana wan pere ye, lê fikira jîyana min tu yî.

 

¤¤¤

Ez berê şaş dimam ku çawa mirov Xwedê ne dîtine û ewqas pir jê hez dikin. Piştî min Nura xwe nas kir, min fêm kir ew çawa dibe.

Carina bextewariya here mezin mirovan ditirsîne û xemgîn dike. Wek nimûne, dema difikirim eger ez û Nura xwe rastî hev nehatana, tirseke mezin dikeve dilê min û ez pir xemgîn dibim.

 

P.S. Nura Şane ev kulîkên bînxweş û pir bedew ji bo Têmûrê Xelîl berev kiribûn. Têmûrê Xelîl jî dibêje: -Nura delal, sipas! Tu û nivîsên te ji van kulîlkan bînxweştir û bedewtir in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev