Di folklora Kurdî da girîngîya hespan

Di folklora Kurdî da girîngîya hespan

Ercan Aras

Ez li gundekî Kurdistanê, û meriv dikare bibêjê li ser pişta hespan mezin bûm.

Min destê xwe davête gemê, lingê xwe dikire zengûyê, radibûm di nava zîn û pûsat da rûdiniştim.  Min berê hespên xwe dida çîyayên Kurdistanê û pişta xwe dida felekê. Di ser newalan ra gav dikir, di ser çîyan ra difirîyam.

Hespên min seklavî bûn, guhên wan kerguhîşkî bûn, tiftifandî û dêlhûnayî bûn, kumêt û kapreş bûn, hêşînbozê dêlhineyî bûn. Ji ber lingên wan agir dibarîû serê gulê li ber bayê wan diqetîya. Wek ezraîlê kulê, me zinge zing dikete erdê û erd dihejîya. Mişk û mar ji ber me direvîya.

Û bedewek digot: bira Xwedê delalê min biparêze ji ketina hespê û ji bayê gullê.

Belê, wek hemû gelên dinyayê, hesp ji bo Kurdan jî heywaneke gelek pîroz e. Ji ber vê yekê jî hespê, di nava kultur û folklora kurdan da cîhekî gelek grîng girtîye. Di dîrokê de gelek kesên naskirî bi hespên xwe hatine bilêvkirin.

Berî ku em behsa hespên dirokî yên di folklora kurdî da bikin, em çend nimûneyan ji hespên navdar yên di dinyayê de bidin. Bê guman hesp, di dîroka miletên  dinyayê din da jî cîhê xwe yê girîng girtîye û herwaha gelek hespên bi nav û deng derketine û heya naha jî navê wan hatîye bibîr.

Hespê herî navdar bê guman yê Îskenderê mezin (Alexander the Great), Bukefalos e. Li gor salixan, Bukefalos hespekî pir axzûn bû û ji xêncî Îskender nehiştîye kes lê sîyar be. Bukefalos di heman şerên Îskender da cîh digire û di sala 326`an (pb. Isa), di şerê li Hindîstanê yê bi fîlan ra da dimire. Bukefalos hespekî reş bû.

Iskender û hespê wî Bukefalos di şer da.

 

Hespê Qeyserê Rom Caligula, Insitatus jî gelek bi nav û deng e. Caligula pir ji hespê xwe hez kirîye û li gor salixan rutba senatorîyê jî dayê. Herwaha meriv dikare bibêje ku Insitatus di dinyayê de yek hespê sîyasetmedar e. Li gor hinek salixan Caligula xastîye qunîyên xwe bi senatoran bike û ji wan ra bibêje: ”karê sîyasetê ku hun dikin, hespê min jî dikare bike”.

Hespekî navdar yên din jî be guman hespê qehremanê Îspanyayê El Cid, Babieca ye. Babîeka El Cid ji gelek şeran sax derxistîye û herwaha bi cesareta xwe gelek nav daye.

Navê hespê Napolyon Bonaparte jî Marengo bû. Marengo hespekî ereb bû û ji Misirê hatibû anîn. Marengo di gelek şerên Napolyon da cîh digire û birîndar jî dibe. Di şerê Waterloo yê di sala 1815`an da dikeve destê îngilîzan û di dawîyê de wek 38 salî li Îngilîstanê dimere. Hestîyên Marengo di muzeya îngilîzan ya leşkerî da hatîye veşartin. Rengê Marengo sipî bû.

Napolyon û Marengo

 

Hespekî din yê gelek balkêş, yê paşayê Swêd Gustav Adolf yê duyemîn, Streiff e. Streiff di şerê Lützen da cîh digire û dema ku di sala 1632 da dimire, tê çije kirin û herwaha meriv dikare rastîya wî di mûzeya Livrustkammaren li Stockholmê bibîne. Herwaha Steiff di denyayê da hespê herî kewn e ku postê wî hatîye parastin. Steif kumêt û kapreş bû.

Steif li muzeya Livrustkammaren li Stockholm

 

Wek me got, girîngîya hespê di dîrokê da tesîreke mezin li ser folklora kurdan kirîye û herwaha di kilam û çîrokan da, bi awayekî qîmet û rengîn hatîye bilêv kirin. Di gelek kilam û çîrokan da, kesên qehreman her dem bi hespên xwe tên bilêvkirin û mêrxasîya wan jî bi hespên wan va tê neqişandin.

Bê guman gelek nimûne ji bo vê mijarê hene û em nikarin hemûyan bilêv bikin. Nimûneyên ku li jêr hatine nivîsandin yên ku min di kilam û çîrokan da bihîstine û di bîra min da mane.

 

Eznawur:

Eznawur hespê qehremanê serihildana Agirîyê yê Ferzende ye. Di heman kilamên ku ji bo Ferzende hatine gotin da Eznawur hatiye bilêvkirin û wek nîşâneke qehremanîya Ferzende hatîye raydan. Eznawur berê xwe ji gullan neguhertîye û di binê Ferzende`da bê tirs ajotîye ser nayaran û tirsa herî mezin kirîye dilê wan.

Besrayê bi sê denga gazî dikir digot, Ferzende mala te xirab bûyo, de te digot ez Ferzende me.

Ez bavê Elfesya, sîyarê Eznawur um, xwedanê çarpêlîya piçuk, li vi welatî, di nava ordîya çaran da mêr di ser min ra tûnene.

 

Eznawur, Hespê şêrê serê Araratê Ferzende (tablo ji Ercan Aras).

Gogerçîn:

Evdalê Zeynikê di gelek kilamên xwe da hespan bilêv dike û kilamên xwe pê dixemilîne.

Di kilama Rabe da awha dibêje:

 

Rabe Temo lawo rabe…

Em ji vî welatî herin, ji me ra nabe

Rabe li hespekî kumêtê kapreş sîyar be

Bira tivinga te di navbera te û zîn dabe

Tu caran kihêlan li dewsa bergîran girênede

Bi merivên ne çê ra nebe heval, bi yekî wek Surmelî Memed Paşa ra sîyar be

Heskî hemû dinya bi te ra neyar be.

 

Evdal di hemû kilamên xwe da navê hespên kesê qehreman anîye ziman, bi taybetî jî hespê Surmelî Memed Paşa. Herwaha bi rêya kilamên Evdal em dizanin ku navê hespê Surmelî Memed Paşa, Gogerçîn e.

 

Surmelî Memed Paşa gazi dikir digot;

Evla beg lawo, ezê bi diharê Erzuruma şewitî diketim bi hez e.

Kulê tu bikevî mala walîyê Erzurumê, mişîrê Ezirganê, yê teze.

Gogerçîn di êvar da dîn û har e, gemê dikoje, kefê davêje, rê ji min dixaze.

Ezê bi mîla şebekê ra ordîyên tirkan ji hev belav bikim, qonaxa bavê te Xaylaz e.

 

Wusa xuya ye ku navê hespê Evdal jî Gogerçîn e. Dibe ku Evdal ji ber hezkirina Surmelî Memed Paşa, navê hespê xwe jî Gogerçîn danîye. Di leca xwe ya bi Şêx Silê ra, Evdal xwe awha dide nasandin.

 

Şêx Silê, ez ku heme

Ez Evdalê Zeynikê me,

Dengbêjê Surmelî Memed paşa, sîyarê Gogerçîn ez bi xwe me.

Îro di odeya Tahirxanê Qelenyê da, qesasê serê te me.

 

Gêjo:

Wusa xuyaye ku Gêjo di nava kurdan da navekî gelek hezkirî ye, ku lema navên gelek hespên mêrxasan Gêjo ye, wek hespê Bavê Fexrîya.

 

Bavê Fexrîya sarê Gêjo, bahar e xweş bahar e

Min dit bavê Fexrîya di ser kanîya binya malan jorda hatî xar e

Gêjo di binê bavê Fexrîya da direqise dîn û har e.

 

Gêjo, berî bavê Fexrîya, bê guman navê hespê Seidê Nado ye jî.

 

Bira li me nahata sura sibê bîna bayê Bilanixê

Seidê Nado, bavê Dilşahê li Gêjo sar e, Gêjo gemê dikoje kefê davê ser suluxê

Gava berê bavê Dilşahê didane taşxana Erzeromê

Hemu mîlazimên romê diketin selamlixê. 

 

Hedban:

Destana Dewrêşê Evdî di folklora kurdî da cîhekî pir girîng digire û hem sembola mêrxasîyê ye û hem jî ya evînê ye. Lê meriv dikare bibêje, ku nîvê mêranîya Dewrêşê Evdi, girêdayî hespê wî Hedban e. Qehremanîya Dewrêş li ser pişta Hedban digîje asteke mezin. Ji xwe, di dawîyê da, kuştina Dewrêş jî bi kuştina Hedban ra mimkûn dibe. Ew herdû nikarin ji hevdû cûda bin, û herwaha evîna Dewrêş û Hedban, ji ya wî û Edûlê kêmtir nîne.

Bê guman gelek awayên kilama Dewrêşê Evdî di nava gel da heye û dengbêjên her heremê jî li gor xwe kilam gotine. Li hinek deveran navê hespê Dewrêş Letwan e. Lê wusa xuya ye ku Hedban ya rast e.

 

Edule li Dewrêş dinhêre:

Li serî şera keske Rewanî

Egala mûyîn xarkirîye avêtîye çatê biryane

Bi kurkê Hewran, bi eba turizîyan, bi şerwerê qeremdîlî, bi qapûtê Şamê adilî giran e

Bizoyê cîzman e

Şawirî zîvîn avêtine penyan e

Ji pêsîrê da bendik filitîyan e

Di bin da dixuyên çapê zirxan e

Di hustîyan da melûl bûne qeytanên nêz û dabanên gran e

Hedban di bin da zirav bûye wek têla qeytan e

Nal û bizmar di bin lingê Hedban da nemane.

 

Di cureyeke din da jî Hedban awha derbas dibe.

 

Edulê digot nav û nîşânê delalê min belî ne

Li pêsîra delal kerasekî melesî ne

Li milên delêl zirxên Davudî ne

Di ser zirxê Davudî da berdaye ebake asawî ne

Li singê delal bişkovê polatî ne

Li nava delal kembera mekawî ne

Şelwerê delêl qelemî ne

Sola delêl qispaxî ne

Li serê delêl çarik riwêsê bi surme, çalpeçîkî milareşîyê qapadayî ne

Di binî ra simêlên delêl sor û sinî ne

Li hinarên ruya badayî ne

Hedbanê delîl gemkî ne

Simkotî ne

Navxezalî ne

Sînegligê li singê Hedban bi gulik û bi rêşî ne

Bu çeliga deşta Sirucê hunayî ne.

 

Dijminên Dewrêşê Evdî, di dawîyê da fêm dikin ku ger Dewrêş ji Hedban were peyakirin, bo pê bikarin. Herwaha Dewrêş berbi kolên mişkan da dibin û di vir da lingên Hedban di kolanên mişkan da diçe xar û lingên wî dişkên. Dewrêş ji Hedban dikeve, dijminên wî dora wî digirin û dikujin. Dewrêş li Hedban bang dike û awha dibêje.

 

Hedbano Hedbano Hedbano…

Min tu xwedî kirî ji bo herbano

Li ser serê me bûye hute huta gêsan û tirkano

Xazil ji xêra Xwedê ra, tu car din rabûyayî ser lingano

Iroj sê roj û sê şev e li dora te digerim li ser çokano

Ez kesirîme, Eferê gêsî ji biratîya xwe poşman e, nade min hevek ava kanyano

Hedbano Hedbano Hedbano…

 

Hedban te per û baskên min kînaştin berdan ser erdano

Min tu xwedî  kirî bi kapek û bi şîrê manegîyano

Ez li te sîyar nebûm rojên dewetan, defan û şayano

Min tu hilanîbûyî ji bo cerd û mêranî û rojên girano

Ez mînanî te ne bêbext im, ne wîjdano

Heya eva serîya li ser vî cesedî be, ez terka te nakim, nahêlim di nava dijminano

Min bi serê riman li dora te kolaye, kirîye wek garisên çolan û dîwarê akincîyano

Hedbano Hedbano Hedbano…

 

Bozê Rehwan (Kurê Behran)

 

Çîroka Memê Alan di dîrok û folklora kurdan da cîhekî bêhempa digire û herwaha bûye  sedema nivîsandina Mem û Zin ya Ehmedê Xanê jî.

 

Bê guman di vir da jî hespê Memê Alan, Bozê Rehwan (Lawê Behran), dibe hevalbendê  Memo û bi birîndarî Memo digihîne cem Zînê. Dema ku Beko dibihîze Memo di rê da ye û ji bo Zînê tê Cizîra Botan, ew qîza xwe dişîne ber çemê Dîcleyê û dibêje: ”dema ku Memo hat, jê ra bibêje kû Zîn tu yî û bira bi te ra bizewice”. Memo tê ber çem û jinekê dibîne, û jê pirsa cîhê derbasbûna çemê Dîcleyê dike.

 

Memê Alan awha dibêje:

 

Xûşkê dilê min lîyan e

Memo kor bibe bi herdû çavan e

Seqet bibe bi herdû destan e

Topal bibe bi herdû lingan e

Ji bo Bozê Rehwan Kurê Behran e

Demekî di binê min da selam dida axa û paşan e

Îro qeydê lingê wî birîye, feqîr bûye, di binê min da ketîye serê rê û dirban e

 

Qîza Beko wek gotina bavê xwe dike, xwe wek Zînê dide nasandin. Lê belê ew dem Xizir

kerametê dide Bozê Rehwan û ew bi ziman dikeve. Bozê Rehwan Memo li hemberê vê

defika mezin hişyar dike û ewî digihîne Zîna rastîn.

 

Bi wî awayî hesp, wek her car, rola xwe ya mîstîk û esîlane di kilam û çîrokeka Kurdî da

dileyîze û dibe parêzvanê sîyarê xwe.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev