Berhemên kurdzanên me – 213

Berhemên kurdzanên me – 213

Me di 212 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan. Beşa pêşin, duduyan û sisîyan me berî çend heftêyan çap kir. Kerem bikin, îro beşa çaran, a dawî bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -4

 

Serdazêdekirina hejmara 24(a)

 

Nivîsên derheqa kurdên Botanê da, ku şêwirmend Îvanov amade kirîye, ku berê konsûlê li Erzurumê bû û van demên dawî jî konsûlê li Helebê bû

 

(Ji belgeya hejmara 1489a ya Barêgeha Eskerî ya desteya Êrîvanê di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-78a da. Arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Têkçûna ordîya tirka ya van dawîya û têkdana Qersê, careke din dane îzbatkirin, ku em li Asîya Biçûk bi hêz in, em ser gişka ra ne. Di vê yekê da ez qet şikber nînim û hela di ser da jî bawer im, ku Kurdistan bi serketina me va ruhdarbûyî niha haziraya serhildanê dike.

Hemû eşîrên kurda û ereba li temamîya Kurdistanê û qûmistanên (berrîyên) ereba xênji wê yekê, ku tirka wek dijmin dibînin û her dema hewil didin heyfa xwe ji wana hilînin, tu cara ber sultan temene ne bûne, serê xwe xwar ne kirine û hukumê wî li ser xwe qebûl nekirine. Bi van yeka ra tevayî jî, him kurdên Botanê û him eşîrên Erebistanê bi çevekî dijminayî li xelîfatê dinihêrin, ku nîşana yekgirtina malbeta Osman bi musulmanên sunnî ra ye, di hêleke mayîn da jî qet xema hinek kurdên din jî nîne (wek êzdî û kurdên Kozûcanê û Dêrsimê), ku xelîfat heye, an tune.

Êzdî tu cara musulman ne bûne, lê binecîyên Kozûcanê û Dêrsimê jî qizilbaş in, ji ber wê jî ewana pêxember Muhemmed ji xwe ra pêxember nahesibînin û xelîfata sultan nas nakin.

Kurdên Botanê îslamên sunnîne, lê serokê xelîfatê ne ku malbeta Osman, lê malbeta zureta Abbasîda dihesibînin. Bi vî awayî, ewana bi çevekî usa li sultanê tirka dinihêrin, ku ewî ew maf bi fen û fûta ji xwe ra qazanc kirîye û ewana nimêjên xwe yên rojên înîya ne boy navê sultan dikin, lê boy navê wî peyhatîyê ji malbeta Abbasîda dikin, yê ku ji zureta pêxember dihesibînin. Ewana di temamîya dinya musulmanîyê da xelîfata Abbasîya nas dikin, lê ne ku ya tirka, ku xwe dihesibînin wek xwedî û xudanên Mêsopotamîyayê. Ew kesê, ku ew ji xwe ra sultan dibînin (wek gelek kesên ji zureta Abbasîda yên mayîn), xwe li çiyayên wan da veşartîye û ala Abbasîda ya reş jî li wan dera tê parastinê.

Di nav kurdên Botanê da gelek qebîl hene. Ewana li ser axeke çiyayî ya pir mezin dimînin, ku bi navê Botan hatîye naskirin û ew ax ji rohilata Mêsopotamîyayê destpê dibe, diçe digihîje helyo Farizistanê. Li van dera gelek cara ala reş wek destpêka serîhildanê hatîye bilindkirinê, lê hema bêje her cara jî Îngilîs û van demên axirîyê jî êkspêdîsyonên ji alîyê tirka da teşkîlkirî derketine himberî wan serîhildana, ew di nav xwînê da mewicandine û gelek cara ew bi destî zorê kirine bin hukumê sultanê, ku şika wan li ser heqîya hukumê wî heye.

Ez naxwezim derheqa van yeka da gelek îzbatîya û nimûneya bînim, lê her tenê dixwezim li ser mînakekê tenê bisekinim, ku di şertên usa da qewimîne, ku em îro têdane.

Mîr Yezdanşîr (ew ji malbeta Abbasîda bû û hukumê wî li Botanê pir bû), ku bi serketinên me û ketina Qersê û Bayazîdê va ruhdar bûbû, bawerîya xwe bi hilweşîna hukumdarîya tirka anî, zivistana sala 1854a bi 50-70 hezar eskeran va ji çiyayên xwe yên Mêsopotamîyayê daket. Di nava sê meha da ewî axa der û dorê xwe ji tirka paqij kir, ji her dera serekên tirka raqetand, Mûsil, Merdîn û Sîîrt bi xezîna wê va zevt kir, zora eskerên Kengam paşa bir, ku ji Bexdadê şandibûn bona şerê wî bike, dew kir, ku Wan teslîm bibe û gef li Bexdadê xwar. Tirk ji her dera direvîyan, paşda vedikişîyan û milet li ser wan axa serî hildida. Êzdî jî tevî wan serhildana dibûn û hindik mabû, ku kurd bigihîjine qûmistanên bêdûyîna jî, lê di adara sala 1855a nemamîya (xayîntî) Îngilîs û hin sebebên mayîn li ser riya serketinên Mîrê mêrxas bûne asteng û dû ra jî ew ceza kirin.

Ew serhildan 3-4 meha kişand û hilbet, nikaribû bi temamîya hêza xwe va berdewam bûya. Lê dîsa jî ew ala reş, ku serhildan bin wê da destpê bû, Portoyê usa çevtirsandî kir, ku ewê eskerên xwe yên di nav kurda da hîşt û hewara xwe li eskerên xwe yên li Ermenîstanê daxist, ku bên Mêsopotamîyayê biparêzin û Porto li xwe mukur hat, ku serketina Yezdanşîr ji bo wê ji ketina Qersê û Erzurumê jî xetertir e.

Ew serhildan bi ser ne ket. Serketinên dinê yên biçûk jî, ku pey wê ra carna destpê dibûn, bi ser ne ketin, lê wek ku ez hatime bawerkirinê (ez sala 1872a li Mêsopotamîyayê bûm), ew kurd ji wan binketina bê hêvî ne dibûn û qet di fikra wan ra jî derbaz ne dibû, ku dest ji serhildana bikişînin.

Ez nizanim, Yezdanşîr niha sax e, an na, an jî li ku dijî. Berî du sala hogirekî wî Mîr Mehmûd vegerîyabû Botanê. Ew ji hebisa Ekrayê revîbû wira, û dema ku lingê xwe avîtibû Dîyarbekirê, destpê kiribû çend gundên dora wê şewitandibûn. Ew rewşa wî ya qeyd û zincîrkirî ya 16 salan, rik û eynata wî ya hindava Portoyê, ku ji erf-edet û qeyde-qanûnên di nav malbeta wî ya Abbasîda dihatin, di nav gîyana hemû merivên wî da bi awakî kûr rehên heyfhildanê ya hindava Portoyê da avîtibûn, û ew heyfhildan dikaribû wîya bikira serokê serhildana ku Yezdanşîr destpê kiribû. Ew serhildan dikaribû hukumdarîya Sultanetê li Mêsopotamîyayê ji cî bileqanda, hêza tirka li Asîya Biçûk sist bikira û ji ordîya tirka gerekê gelek hêz bihata cihêkirinê bona şerê himberî ewê serhildanê û ew yek dihate hesabê me jî, ji ber ku hêza ku wê derxistina himberî me, kêmtir dibû.

Û eger hetanî niha jî Botan neketîye bin hukumê Portoyê, ew piranî ne bi saya serê hêza zêrên Îngilîs e, ku derheqa wê da niha li her dera tê gotinê, lê bi saya serê hukumê du kesan bû – Şêx Ubeydulle û Îzmayîl paşayê kurd.

Hemû musulman Şêx Ubeydulle ji xwe ra wek merîkî buhurtî didîtin, ji ber ku ew ji zureta Xalid bû (pismamê pêxember Muhemmed). Ewana bawer dikirin, ku ew dikare ecêbên mezin bike, lê ne didîtin, ku ew çawa bi hovîtîyên xwe va Hekarî di nav tirs û sawê da hîştîye û di wê herêmê da gelek kurdên wek wî qaçax û şebeke hebûn.

Lê Şêx Ubeydulle di çevê tirka da çiqas buhurtî bûya jî, dîsa jî ne bi dilê wan bû, ku ew xelîfatîya Osman derew derdixe. Di temamîya Tirkîyê da qedirê wî ji bo wê yekê pir bû, ku ew ji malbeta Muhemmed pêxember e, lê ji ber wê yekê, ku ewî temamîya Botanê xistîye bin destê xwe, û bi destî apê xwe û bavê xwe – Şêx Huseyn û Şêx Tahir malbetên Mêsopotamîyayê derdixe himberî sultan û hukumetê, ne bi dilê milet bû, ku tenê di hêla dînî da wek fanatîka piştgirîya wî dikirin. Şêx Huseyn û Şêx Tahir, ku bi çevekî dijminayî li xaçparêza dinihêrîn û her tişt dikirin bona wana xeza bikin, di alîkî mayîn va jî ji pêwendîyên xwe yên bi rûsa xwe dûr dixistin û ne dihîştin, ku kurdên mayîn jî dostanî û piştgirîya me bikin.

Di şerê Portoyê bi Rûsîyayê ra xezevat hate elamkirinê, û di destpêkê da malbeta Xalid jî tevî wê cîhadê bû, lê gelo ew tevbûna wan ji bo piştgirîkirina Sultan bû?

Tevbûna şêxekî wek Ubeydulle milet dida bawerkirinê, ku şerê wan heq e û tirk digotin, ku wê her tenê bi ser kevin û bi wê yekê va teqleke nû dida îslamê. Bi wê yekê ra tevayî jî Porto ji bo Mêsopotamîyayê arxayîn bû û ji wê ra firsend çê dibû, ku berê temamîya hêza xwe bide Asîya Biçûk.

Eger hema di destpêka şêr da Şêx têk bida, wê derbeke mezin bighîşte bawerîya musulmana, ewê îdî wek berê fanatîk nîbûna û Portoyê îdî bi çevekî din li Kurdistanê binihêrîya.

Şêx şerê xwe bi 300 mirîda va destpê kir. Dema me rex Zîvînê da der (em bin ketin), jimara eskerên kurda gihîşte 30 hezarî (?). Têrxûkasov rex Bayazîdê zora wan bir û ew hêvîyên wan, ku wê talana bikin, dane bêrîyê. Lê ew binketin li ser mirîdên şêx tesîr ne kir, ji ber ku bi bawerîya wan ew derb ne gihîştîye Şêx Ubeydulle bi xwe, ji ber wê jî miletê, ku dabû dû wî, ser bawerîyên xwe ma. Lê usa xuya ye, ku ewî bi xwe texmîn kir, ku topên rûsa ji qedir û qîmetê wî bi hêztir in, lema jî ji meydana şêr derket. Derheqa wî da niha îdî zêde xeber nadin û ew niha li kîderê ye, ez nizanim.

Wek merîkî buhurtî, ewî şêxî borcê xwe ber îslamê qedand, lê Porto ser wê bawerîyê bû, ku ewê ne ku 3-30 hezar eskera bide wê, lê wê temamîya Kurdistana Rohilatê rake himberî Portoyê. Lê ewî usa ne kir.

Ez usa difikirim, ku eger ew hazir bû jî temamîya Kurdistana Rohilatê rake himberî Portoyê, dîsa jî turuş ne dikir wê yekê bike, ji ber ku nizanibû şer wê çawa xilaz bibe, emê kîderê û çiqasî bi ser kevin û dikaribû usa biqewimîya, ku temamîya Kurdistanê biketa bin destê Sultan, wî çaxî ewê îdî nikaribûya wek nûnerekî malbeta Xalid derketa himberî Ebdul-Hemîd û wê hukumê wî yê li ser temamîya Botanê û ji sînorên wê der jî ji dêst derketa.

Şêx û gelê kurd derketine himberî vê yekê, ji ber wê jî ev yek dikaribû Portoyê bixista nava tevlihevîyekê(•).

Ez ser wê bawerîyême, ku Portoyê rast kir, dema ji Kurdistanê gazî welîyê xwe – Îzmayîl axa kir, ji ber ku di wê tevlihevîyê da dikaribû ecêb bihatana serê Portoyê.

Navê wî paşayê nexwendî di temamîya Kurdistanê da belav bûye. Ew bi xwe çend cara li Kurdistanê êkspêdîsyonên serketî da derbazkirinê û bi wan va hurmeta wî di nav gel da diha zêde bû û li her dera ser wê bawerîyê bûn, ku ew neyarê Portoyê ye. Bûyerên li Zîvînê bawerîya kurda hîn xurt kir. Eger di nav civaka me da, wek her civakekê da, kemal û hukumê şexsekî bi serketin û binketina wî va girêdayî ye, ew yek gerekê hindava kurda da jî rast bûya, lê kurda ew yek nedane ber çeva, ku Îzmayîl paşa ji Îdirê revî û di şerê li Deve-boyînê jî zora wî birin û dîsa jî piranîya kurda qedirê wî digrin û wî mezin dibînin. Ew jî ji paşmayîntî û nezanîya wî miletî tê.

Lê milet bere-bere hindava wî da sar bû, zêde bawerî pê ne dianî, hukumê wî li ser milet her diçû kêmtir dibû. Lê di hêlekê da jî Îzmayîl paşa ji bo sultan û xelîfatê merivekî bi xeter bû, ji ber wê jî xelkên Botanê li benda bûyarekê bûn, ku dikaribû rewş bida guhêrandinê.

Bi bawerîya min, dema Portoyê gazî Îzmayîl paşa kir, bi wê yekê va xetera, ku ji Kurdistanê wê bihata, kêmtir kir, ji ber ku niha xeter dikare tenê ji Şêx Ubeydulle û ji zêrê Îngilîs bê.

Ew fikra, ku Botan ne dijî me ye, du tişta tîne ber çeva: ku ew fikir xapxapok e, ji ber ku bawerî bi Ubeydulle nayê, yek jî ew, ku zoraya zêrê Îngilîs ne pir bi hêz e. Ezê derheqa eva duda da çend gotina bêjim:

Zêr di çevê kurda da hêz e. Dema bi wan zêra van hovên têrnexwar têr dikî, ew yek carna di nav wan da hizkirina berbi azadîyê û hîsên heyfhildanê dixitimîne. Belê, dixitimîne, lê ji kokê va ranake, lê eksî wê – ew di nav wan da hîsekê peyda dike, ku nişkêva ji wan ra neyê gotin, ku ew bi zêra hatine kirîn. Ew zêr gelek cara dibe sebebê hevsûdîya hindava hev da û carna şerê navxweyî jî dibe, ku bi dilê Îngilîs û Tirkîyê ye, yên ku hema bêje bê sekinandin di nav kurda da pevçûna çê dikin, milet dixine nava rebenîyê, tengezarîyê û perîşanîyê.

Xênji wê, dema zêra didine kurda, bal wan bawerî çê dibe, ku yê dide ji tirsa xwe, an jî ji sistîya xwe dide. Bi vê bawerîyê tenê gavek dimîne, ku ewê zêr hildaye himberî yê zêr daye bibe dijmin.

Ji bo kar û barên me yên li Tirkîyê hewcedarîya ku em dest bavêjine ruşetkirina tune. Ji me ra ne ku piştgirîya ser demekê, an jî ya ku şik li ser heye lazime, lê piştgirîya usa lazime, ku Portoyê anaha bide sistkirinê û ew sistîya tirka, ku niha li Asîya Biçûk heye, bigihîne ser dereca hilweşînê.

Di fikra min ra derbaz bû, ku Botanê rakime li ser piya, ji ber ku ez bawer im, ku ew li benda îşareta me ye.

Û em gerekê wî karî ne bi destê zêra bikin, ji ber ku zêrên ku Brîtanîyayê bi wê armancê bi kar anîbû, bergê tiştekî ne girt û bi ser ne ket. Em wê jî zanin, ku bêy xerca kar namaşe, lê gerekê em wan xerca ne wek ruşet bi kar bînin, lê wek alîkarîya kesên bi hêz ji bo kesên bê hêz, wek dewlemendek alî kesekî kesîb dike û ne wek hedya ji bo xizmetkirinê, lê wek guhdarîya xwedî hindava berdestê xwe. Mîr û beg ji çirûsîya zêra serxweş bûne, lê gerekê ew zêr usa bêne bikaranînê, ku ji kar û barên me dewsa beg û mîra, reng û rewşa milet bi xwe biçûrise.

Daxazên Îngilîs hindava Mêsopotamîyayê da ber çevan e. Îngilîs zanibûn, ku bêy zevtkirina Botanê ewê nikaribin bibine xwedîyê wî welatî. Îngilîs, ku hetanî niha hewil dabû kurd di bin hukumê tirka da bin, haziraya xwe didît, ku wana bike bin hukumê xwe.

Ez bi van bîr û bawerîyên xwe va dixwezim nivîsa xwe serhevda bînim û dawîyê da dixwazim di ser da zêde bikim, ku eger desteyên me biçûne Hekarîyê û Dîyarbekirê, ewê kurd hişyar bikirana û belkî ew rabûna serhildan jî bikirana, lê ez wê yekê nakim, ji ber ku zanim, ku ewê dijî berjewendîyên Îngilîs yên li Mêsopotamîyayê be û ew jî wê neyê hesabê me. Lê ez difikirim, ku eger li Botanê serî hildana, ewê riya Sincarê jî ronahî bikira, ku welatê êzdîyan e û wê ji Şêxê eşîra Şemmarîya – Semird ra firsend çê bûya, ku heyfa xwe ber xwîna Şêx Ebdul Kerîm hilde, ku berî şeş sala bi xayîntîya tirka û bi destî ereba hatibû kuştinê.

(•) Serhildana Ubeydulle ya sala 1880î rastîya bîr û bawerîyên maqûl Îvanov îzbat dikin (Not ya xudan e). 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev