Ji nimûneyên zargotina me – 213

Ji nimûneyên zargotina me – 213

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûsêzdehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema duduyan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye. Beşa sisîyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA -2

 

Holikêd koçera û nîvkoçeraye hîmlîda (ne her cîya) tendûr hebûn, lê koçera nîvê pirê xarina xwe ser kuçika hazir dikirin, nan jî ser selê dipetin. Hema ew tendûr û kuçik ocaxa malê, holikê dihat hesabkirin. Kurdêd Laçînê, Dêrsimê, Ermenîstanê li zozana hîmlî kuçik didan xebatê. Gundada jî hene tendûr, bexîre. Gundêd Laçînêda tendûr hindikin. Ew tendûr û kuçik xênji ocaxê, sîmvola malhebûna wana têne hesabkirin. Wexta rêwîtîya min li Laçînê (sala 1955a), min tenê wargê Zêrtîya Jêrinda tendûrek dît, gelek wargêd dinda kuçik û bexîre didan xebatê.

Çawa me jorê got, li zozanêd kurda nîvê pirê kon vedigirtin. Du cûre kon hebûn: yêd biçûk û mezin, yêd mezin bo malêd pirnefer bûn, konêd usa pê çîta parî ser 3 dereca dikirin, ji wana yek bo mêvana, cîyê rûniştandinê bû, ya duda cîyê qîza-jina bû, wexta mêvan dihatin, ewana wêderê berev dibûn û şev li wê radizan, çevîya sisîya jî bo hasiletê bû. Derheqa konêd kurdêd Yêrêvanêye berê Yêxîyazarov ha nivîsîye:

“Kurd konêd rengê wane reşda dijîn, wekî ji mûyê bizina hûnandine. Mezinaya çadira başqe-başqeye, dirêjaya wana ji 5 heta 30, lê berayî 5 heta 15 gavîne. Banê wana penin, bê kulekin, ser sitûna hatine avakirin, parî ser çend dereca dibin”(6).

Hasilet ber derêd kona û holika hazir dikirin, konda xwey dikirin. Bona xweykirina tariş, xênji gomêd gunda rex holika hebûn gom yan jî axilêd servekirî, wekî pez-dewar dikirinê. Bi gotina Ûzoyê Evdî hebûn gom û axilêd qebîlêd kurdêd Îranê, çawa mesele, yêd Koçelan, Bîrman û yêd mayîn. Bo xweykirina malhebûna koçer û nîvkoçera usa jî hene kûçikêd hemis, wekî ber pêz, garanê, ber derêd holika xwey dikin, diz, qaçax çetin ser seyêd usada dihatin, eger ewana ji alîyê nasa bi xwerinê nehatana xapandin. Xweykirina malhebûna kurdêd koçer û nîvkoçer nîvê pirê diket situyê kûçika, lema jî ne ku tenê kurdêd Îranê, lê temamîya kurdêd koçer, nîvkoçer usa jî yêd hîmlî xwelîyêra girêdayî, qasî sîliha xwe kûçikêd hemise dir hiz dikirin.

Li Dêrsimê wexta koçkirinê pêz, dêwêr gelîyara û cîyê dinra dibin, bo zirar negihîje nanê çandî. Bi wî celebî heywanet ji sînorê gundekî dertê, derbazî gundê din dibe û tu zirarê nade zevîya û mêrga.

Bo zêdekirina heywana gelekî ferz bû çêre. Zozanvan ne ku tenê bo germa havînê diçin zozana, lê hîmlî bo xweykirina heywana, bo hasileta pir.

Ew cîyêd çiya, ku kurd havînê pez-dewarêd xweva diçinê, bi çend nava tên gotin: “eyle” yan jî “yayla”, “zozan”, “obe”. Eva xeberana çawa pêşda hatine, yêd kêne? Eva pirsa nakeve nava fûnksîya me, gerek zimanzan başqe pê mijûlbin. Serî ewe, wekî nav gelek kurdada wan xebera didin xebatê. Wan xeberara, fikra wanra bê gilî-gotin girêdaye miskenê çêre. Cîyê ku çêre lê tune, li wê zozan, obe û yêd din tunene.

Berê li Ermenîstanê hebûn zozanêd qebîl û berêd kurda başqe-başqe, mesele: “zozana Cefer axa”, “oba Ûsiv begê”, “Oba Elî oxlî”, “Şeref bey”, (Adirbêcan) û yêd mayîn. Hukumetê cîyê çêre dida wan seba heywanêd xwe lê biçêrandana.

Hilbet, hukumetê cîyê çêrê rind dida beglera, dewlemenda, vêderê cîyê ruşetê jî hebû, hinek dewlemenda hema bi ruşetê cîyê çêreyî rind dest dianîn. Hebûn obe jî, wekî ji merîyêd berêd başqe bûn; hevra diçûn obekê, cîyê çêrê, heywanêd wan cîkî bû, tomerî bû, hebûn dewlemend, wekî tarişê wan pir bû, wana ji xwelîya zozanê kerîk, eger bi xatir yan jî bi “hurmet” dikir bin bandûra xwe û tenê pez-dewarêd wan li wê diçêrîya. Lê ew yek hindik diqewimî, çimkî cîyê çêre bo pez-dewarêd temamîya berêbû. Qebîl û berêd usa gelek hebûn, û li welatê dereke niha jî hene, wekî wargêd wane başqe hebûn, mesele; bi gotina Emerê Ahmed “wargêd Grîdaxa Mezin dest qebîla Gêloyada bû, lê yê çûk destê bera Qizilbaşoxlîyada bû”.

Kurda hasileta xweye hîmlî li zozana top dikirin. Ewana bo hazirkirina hasiletê heta payîza dereng li çiya diman, lê yêd nîvkoçer hevekî zû diçûn gundêd xwe.

“Oba cmaeta kurd wedelîye,- dibêje S.A.Yêxîyazarov. Ew her sal, berî koçkirinê teşkîl dibe û heta payîza derengî li çiya dimîne”(7).

Nav jîyîna kurdada alîyê malhebûnêda cîkî ferz digre sînorêd oba, cîyê çêre. Sînorêd oba bi dest wekîlêd hukumetê û êlbaşîya dihat kivşkirin. Gelek cara sînor bi texmîna çeva, bê çapkirin kivş dikirin, mesele; orta du obada hebûn qeya, çem û kanî, gol, gelî, dar û yêd mayîn, ku sînor dihatin hesabkirin. Ji çiyayê dora oba yan jî gunda yek dighîşt obekê, yê din jî oba din. Bi wî teherî jî gelî, banî, bestêd çêre parevedikirin. Cîyê çêre parî ser dereca dikirin, mesele: Dêrsimêda cîyê çêre parî ser sê dereca dibû: ya pêşin bo cimetê bû, ku dihate hesabkirinê malhebûna temamîya gundîya yan jî obê, hilbet bi obebaşîyara pevxistî, ya duda, cîyê çêreyî azaye, wekî ne ku tenê ya gundekî yan jî obekêye, lê ya temamîya nehîkêye, ya sisîya hene obe, wekî cîyê wanî çêre pire, ewana nadin xebatê yan jî lap hindikî didin xebatê, xweyê wan cîyê çêre bi wedelî xwelîya xwe bi heq didan obêd cînar.

Firqîya cîyê çêrêd kurdêd Kavkazê, Îranê, Sûrîyê û Dêrsimê ew bû, wekî li Îranê û Sûrîyê nîvê cîyê çêreyî pirê dest begzadada bû, lê li Dêrsimê para zef destê kolêktîvêda, cmaetêda bû, çimkî jîyîna patrîyarxalîyê nav kurdêd Dêrsimê diha qewîn bû, girêdayîbû jîyîna arxayîkra(8).

Cîyê çêre, hebûna obê yan jî tekmeriva hebûna arizî dihat hesabkirin, îzina tu kesî tunebû sînorê oba kêleka xwe bê destûrdayîn biçêranda yanê na wê nav berada, qebîlada dijminayî pêşda bihata, ew yek girêdayîbû serkarêd bera û eşîretara. Derheqa wê yekê – şerê qebîla yan jî bera, emê paşê xeberdin, wexta em derheqa qebîla, xûnqinêtîyê, pizmamtîya wanda binivîsin.

Xênji çêrê zozana, nav kewşenê kurdada jî hebûn cîyê çêreyî başqekirî, wekî heta çûyîna zozana pez-dewar lê diçêrîya. Ew cîyê çêre bona temamîya malêd gund bû, tu kesî nikaribû bigota, wekî tenê tarişê minrane, çimkî pez-dewarêd gund tev hev diçêrîyan, lê wexta diçûn zozana, pez-dewarêd berekê, çend mala yan jî tekmala başqe-başqe li zozana didan çêrandin, mesele, bi gotina Emerê Ahmed, berî rêvolyûsîya Oktyabrê li çiyayê Axmixanê cîyê çêre ayrî-ayrî kiribûn. Ji wan cîya hinek dighîşt axelere, yê din didan colêd wan. Hema yek ji wan Cefer axa bû, wekî derheqa wîda S.Yêxîyazarov kitêba xweye “Kratkîy êtnografîçêskîy oçêrk kurdov Êrîvanskoy gubernîî” da gelek nivîsîye.

Qedexe bû wekî obekê cîyê çêra obeke din bê rezalixîya xweyê obê biçêranda. Her obek cîyê çêrê wê hebû. Hilbet, carna bi xatir obekê, dewlemendekî, fêodalekî pez-dewarêd xwe cîkî dida çêrandin, ew girêdayî bû serkarara, merivaya wanra. Wê şûnda hebûn obêd usa jî, wekî cîyê wanî çêre pir bû, nikaribûn gişk bidana xebatê, usa jî yêd tekmeriva, wî çaxî cîyê çêrê xwe bi heq, bi qewil-qirar didan obêd cînar. Eva yeka ne ku bi hurmetê, qedirra, lê bi perara, hebûnêra girêdayî bû.

Li Dêrsimê ermenîya ew heqê ku gund dewsa cîyê çêrê xwe distend, didan dêra, lê kurda ji wê parek didan şivana, kesîba. Raste, gunepêhatin nav hinek êlbaşî, dewlemendada hebû, lê ew nîşan nade, wekî extîyarîya wana ji alîyê malhebûnê, xwelîyê, zozana yek bû, weke hev bû, çawa derheqa kurdêd Yêrêvanêda Yêxîyazarov dibêje. Ewî nivîsîye: “Kurd komêd patrîyarxale dêmokratîne, extîyarîya neferêd wan koma, hizkî dewlemendbe yan jî kesîb, weke heve”(9).

Em zanin, wekî S.Yêxîyazarov êtnografekî mezine, lê wê derecêda rast nabêje, çimkî çawa nav cmaetêd mayînda, usa jî nav kurdada sinif, xebatçî û kedxur hebûne û hene. Extîyarîya wana ji terefê cîyê çêre û yêd mayîn ne weke hev bûye. Ew extîyarîya, ku hukumetê dida muftexura, ne dida kurdêd xebatçî û nikaribû jî bida, çimkî wana her tişt ser hîmê qeydê sinifîyê dikirin. Lema jî gava em derheqa cimaeta kurdada xeber didin, gerek bêjin, wekî nav kurdada tu cara extîyarîya muftexura û xebatçîya yek nîbûye û nikaribû jî yek bûya nava qeydemexlûqetîya sinifîyêda. Serê şivan timê li ser kevira bûye, kulav ser mila, çomax dêstda, bin şilî-şoyêda pez xweykirîye, lê xweyê wî keda wî xwerîye, rind derbaz kirîye, ji alîyê hebûnê xinê bûye.

Bona pêşdabirina malhebûna kurda û zêdekirina heywanêd wan mezin bû rola şivan û gavana. Şivanêd kurd kerî-sûrîyê xwe rind nas dikirin, çimkî cêribandina wane kal û bava hebû, pezê xwe rind xwey dikirin, pispor bûn. Nîşanêd heywana alî pispora dikirin, wekî wana diha zû ew heywan nas bikirana.

Nîşanêd pêz, dêwêr û hebûna cmaetêd din, usa jî nîşanêd ber û qebîla, yêd hewarîyê, dizîyê û yêd din hela zûda, berî qeydemexlûqetîya qûltîyê hebûne. Nîşanêd hebûna arizî nav mileta gişkada hebûne, diha zef nav wan cmaetada, yêd ku heywanetxweykir bûne. Derheqa wan nîşana Lîps dibêje, wekî “nav cmaetêd paşdamayîda nîşanêd hebûnê, ku hebûne, didane kivşê, wekî ev tiştêd hana yê vî merîyê hane yan jî yê koma merîyane, usa jî bo diza ew nîşan eşaretî tên hesabkirinê. Ew nîşanêd hebûna arizî nîşan didin kayakêd êskîmosa, sûrîyêd gakûvîyêd laplandsî û tûngûsa şeqayê, wekî hebûna komtî tê hesabkirin. Laplandsî û tûngûs guhêd heywanêd xwe dibirin çawa nîşanêd hebûna arizî, lê yêd şeqayê hêtêd gakûvîya dikizirînin. Her nîşaneke hebûna arizî dikare bide xebatê tenê xweyê wê nîşanê, mal yan jî temamîya berê, îzina tu kesî tune wê nîşanê dayne”(10).

Nav cimaetada alîyê nîşanêd hebûna arizîda cmaetêd kurd û ereb dewlemendin. Ereb heywanêd xwe nîvê pirê bi kizirandin û şewitandin nîşan dikin, lê kurda nîşanêd heywanêd xwe hîmlî ser guha dane kivşê.

Lîps dibêje: “nîşanêd hebûnê nav cmaeta Kanadayêda û hindêd Amêrîka şeqayêda jî hene, lê li Amêrîka penzerê ewana diha hindikin alîyê çapa xweva, mesele qebîlêd Mbayî, Aşmûsla û Çîrîngûano bi nîşanêd hebûnê heywana, qûla, haceta, hela jina jî nîşan dikin”(11).

Niha jî ne ku tenê nav cmaetêd paşdamayîda, lê usa jî nav yêd pêşdaçûyîda hene nîşanêd hebûnê, lê himberî zemanê bereka kirî guhastin ketîyê. Ewana ser hîmê wê tradîsîyayê jî nîşanêd kevin û teze didin xebatê. Ew nîşan nîvê pirê bal xweyê heywana hene, pê wan nîşana hêt, qorika hespa, qantira, guhdirêja û heywanêd mayîn dikizirînin. Gelek nîşanêd pêz hela yêd zemanê berekane, arxayîkin, nîşanêd niha jî evî zemanê pêşdaçûyîda ser gelek eşîya nîşan dikin, mesele ser portfêla, çemedana, qutîya, perça, dîwara, derîya, lê çawa nexş.

Nîşanêd bereka usa çawa me got, nav kurda gişkada hebûn û niha jî hene. Zemanê arxayîk ew nîşanêd koma bûne, bo hebûna berêye tomerî, lê dereng, wexta berêd arxayîk batmîş dibûn, wî çaxî pêşda hat hebûna arizîye tekmale û çiqas diçû kûr dibû. Wî çaxî nîşanêd heywana, temamîya hebûna merîya pir dibûn. Axirîyê nîşanêd bera derbazî tekmala û tekmeriva dibin. Ji zemanê arxayîk destpêkirî heta îro jî ew nîşan bi guhastinêd xweva hindikin jî, lê hene.

Nav kurdada her malek nîşanêd heywanêd wan hebûn. Nîşanêd usa hebûn li nehîya Aparanê, usa jî li nehîyêd Ermenîstanêye mayîn. Lê li Dêrsimê nav kurdada wekî eynî miskenê heywanetxweykirinêye, nîşanêd hebûna arizî diha pir bûn. Nîşanêd wan evêd hanin.

Li nehîya Talînê nîşanêd cûre-cûre li heywana dikirin, wekî niha jî kolxozvan didin xebatê. Mesele: I=kem, paşguh, pêşguh, qilç, III=dax.

Çawa nîşanêd han, usa jî yêd jorê him bo pêz, dêwêr, him jî bo heywanêd din û hebûna mayîn bûn. Wexta nîşana li dêwêr, pêz û heywanêd mayîn dikin, em jêra dibêjin durufkirin.

Berê hebûn malêd usa, wekî digotin: “Durufkirin mala me nayê, ne pake”, lema jî wana darikêd nexş çêdikirin û situyê pêz yan jî dêwêrva dikin. Darikêd usara dibêjin darikêd “Tuayê”. Darikêd tuayê bi vî celebîne.

Serê darik berayêva qulkirîye, benekî rîs têra dikirin û situyê heywanva girê didan. Darikê tuayê tenê bo nîşandana heywana nîne, lê miqabilî nexweşîyê û çevavîtinê jê situyê heywanva darda dikirin. Hilbet, eva yeka bi hebandina darara girêdaye, wekî hebûye zemanê totêmîzmêda. Eva nîşanêd berê, usa jî yêd niha destê xweyê heywanada şihednamene, çimkî xweyê heywana pê wê nîşanê dikare heywana xweye undabûyî zû nas bike. Usa jî şivan-gavana pir-hindikî heywanê sûrî, garana xwe nas dikir, çimkî ew haj ji nîşanêd pez-dewarêd gelek mala hebûn. Hebûn şivan, gavanêd serwext, wekî gelek-gelek nîşanêd pez, dewarêd bera xwe nas dikirin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev