Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -7

Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê -7

Yilmaz Güney: Mirov. Hunermend. Helwêst. 

(Ji 7 xelekên derheqa Yilmaz Güney da xeleka 7an) 

 

Dr. Îbrahîmê Mehmûd

 

Xerîbî

Yilmaz Güney di 9ê sermawezê (November) de sala 1981 an bi alîkariya çend hevalên xwe yên dilsoz, ji zindana “Siparta” û tirkiyê derket û ber bi dûriya ji welat ve çû! Wî destpêkê xwe li welatê yûnaniyan girt, yê ku bigermî ew himbêz kiribû; lewra wezîra çandê (kultur) a wê çaxê, hunermenda navdar Mêlîna Mêrkûrî, gelekî bigermî pêşwazî lêkiribû û weke hunermendekî mezin û şoreşgêr di welatê xwe de bixêrhatina wî kiribû.

Piştî derketina Güney û rizgariya wî ji nav destên faşîstan, dilê dost, hezkirî û temaşevanên filîmên wî xweş bû; bi hêviya jiyana bi azadî wê rê li pêşiya afrandinên nû û mezin veke. Lê li hemberî wan jî, gelek kesên nejadperest, dilbikîn û faşist hebûn, yên ku bi rizgariya wî dilxemgîn bûn û matmayî mabûn; gelo çawa û bi çi şêweyî ev „dujmin“ ji nav lepên wan rizgar bû ye?!!

Di destpêkê de, wise diyar bû, ku hemû tişt weke ku dil dixwaze hêsan û xweşe: ew azadiya ku Yilmaz bi dehê salan jê bêpar bû, li wî vegeriya ye û êdî ew metirsiya ku li tirkiyê li ser jiyana wî hebû, nemaye! Lê Güney di bersiva xwe de, li ser pirsa rojnamevanan: ka gelo piştî dûrketina ji cendirme û MIT yên tirkiyê, azadî ji bo te çiye? Diyar dike; azadiya ku ew lê digere, ne tenê azadiya karkirin û hatûçûna li europa ye, wî got: „ Ez nikarim li ser azadiya bi temamî bi axivim, ez tenê basa azadiya bi çarçove (nisbî) dikim; ew azadiya ku ez dikarim herim û bêm û kar bikim…Ez hîna jî di şert û mercên metirsiyê de dijîm û roj bi roj tehlûketir dibe, lê tevî wê jî ez li hêviya azadiya xwe ya bi temamî me û herwise jî azadiya miletê xwe yê bindest…“ (56).

Mixabin, li europa jî, Yilmaz hest bi jiyaneke hêmin û bêserêş nekiribû; jiyana wî timî û li her cihê ku diçûyê de, di metirsî û tehlûkê de bû; lewra ceneralên tirkiyê hemû mêtodên dîplomasî û pêwendiyên xwe bi welatên hevpeyman (endamên NATO) re bikartanîn, daku ne tenê Güney ji welatên xwe derbixin, belê herwise jî rê nedin ku berhemên wî werin nîşandan! Lê gelek ji wan welatan û li gor hebûna azadiya bîr û bawer, guh nedidane daxwazên ceneralan û filîmên Yilmaz bi dirêjahiya heftiyan di salonên sînemê europî de dihatine nîşandanê!

Bêgoman jiyana Yilmaz bûbû jiyaneke efsaneyî pir li tehlûke û metirsiyê; hatûçûna bidizî û xweveşartin bûbû beşek ji jiyana wî a rojane; ne jiber ku ew tirsonek bû, belko zêdetir ew mêtoda yekem di destê wî de mabû, daku li hember rêjîma tirkiyê rawestê û zilm û zordestiya wê ji europiyan re eşkere bike!

Ez dikarim bêjim, ku ew qonax ( koçberiya ji neçarî di navbera welatên europî de: Yonanistan, Siwêsra, Ferensa û ê.m.) di jiyan Güney ya siyasî û hunerî de bû qonaxeke gelekî giring; lewra wî xebata miletê xwe û armancên tevgera wî ya siyasî ji nêzîk ve naskir; jiblî wê jî û jiber hebûna azadiya tevgerê li welatên europî, wî danûstandin bi siyasetmedar û welatparêzên kurd re bêtirs kir! Bi dîtina min wan şert û mercên nû hest, bîr û ramanên neteweyî li ba Yilmaz Güney bihêztir kirin û ew êdî bi bawerî kete nav rêza xebata bi aştî jibo çareseriya doza gelê xwe û bi dengekî bilind got: „…Ez jibo kurdistaneka serbixwe, yekbûyî, dêmoqratî û sosyalîst xebatê dikim…“ (57).

Jibo pêkanîna van bîr û ramanên xwe di warê praktîkê de jî, wî tevî çend welatparêz û rewşenbîrên kurd Instîtûta kurdî jibo parastina çand û kultura neteweyî li Parîsê avakirin ( Instîtût bi fermî di 24î sibata 1983 an de hate vekirinê –I.M.).

Tevî nexweşiyê * ya ku li canê wî peyda bûbû jî, Yilmaz guh nedida êş û azarê û xebata xwe ya hunerî berdewam kir û di navbera 7 mehan de ( Cotmeh 1982 – Nîsan 1983 an ) filîmê xwe „Dîwar“* bi dawî anî!!

Weke hercar, armanca Yilmaz ji çêkirina vî filîmî ew bû, ku rêjîmên tirkiyê reswe bikê û zordariya wan, bi taybetî a li ser miletê kurd bi şêweyekî vekirî û eşkere nîşan bidê; nexasime ew vê carê li welatekî azad (ferensa) û dûrî çavdêriya faşistên tirkan, dijî…

„ Dîwar „ bi giştî li bakurê Ferensa û bi alîkariya hukumeta ferensî hate çêkirinê; naveroka filîm li ser jiyana girtiyên di zindanên tirkiyê de ye; jiber wê çêkirên filîm dêrek (kenîse, kilîse) ya filehan ( jiber şêweyê avakirina wê li ya zindanan diçû ) helbijartin û têde hemû bûyerên filîm kişandin…Di filîm de, jibilî qirêj, nexweşî û jiyana hovîtî ya girtiyan, Yilmaz herwise jî mêtodên îşkencê û lêxistina bi hovîtî a ku rojane li girtiyan dibe, nexasime yên piçûk (zarok) nîşan dide. Güney tekez dikir, ku wî li gor serpêhatiyên xwe di zindanan de, ew tablo û wêne bi çavên xwe dîtine…Yilmaz di filîm de tabloya îşkencekirina zarokekî di bîroya berpirsyarê zindanê de û li jêr wêneyekî mezin yê Atatürk „ Bavê tirkan“ ( Damezirvanê dewleta wan a serdema nû – I.M.) hetanî bi kuştinê (mirinê) nîşan dide…

Bêgoman nîşandana tabloyên wise ji temaşevanên europî re giran û çetin (zehmet) hatin, tanî pileya ku gelek rexnevanên sînema europî ev filîm bi şêweyekî neyênî (nêgatîv) û „ ne rêalîst “ helsengandin!!

Bi dîtina min, ew helwêsta europiyan beramberî Güney û filîmê wî ne durust bû; ma gelo jiyana di bin zordestiya rêjîmên faşîst de, nexasima di zindanên wan de wê bi çi şêweyî bê?!! Wise diyar bû ku europiyan dîroka xwe, bi taybetî a di bin siya faşîzmê de, zu jibîr kiribûn!!

Bi herhal, Güney di rojên xwe yên dawî de, jiber wê helwêsta europiyan li hember „Dîwar“, dilxemgîn bûbû, û bi kurtî di derheqa vê yekê de gotibû: „…Pir zehmete, ku europî bawerî bi tiştên ku li tirkiyê rû didin, bikin…Tiştê ku min nîşan daye, wêneyeke zindiyî ye ji jiyana îro ya rojane li tirkiyê; ez sedî sed bawerim wê rojek were, ku europî vê rastiyê qebûl bikin…“ (58).

Pêwiste bêgotinê, ku çalakî û berhemên Güney li xerîbiyê jî bûne çavkaniya tirs û serkêjekiya desthelatdarên dewleta tirkan; ew êdî li mêtodên tolhildanê geriyan bihêviya, ku bandora wî li ser civaka tirkiyê kêmtir bikin, jiber wê dadgehên ceneralan yên awarte (îstisnaa) fermana destdanîn û şewitandina hemû berhemên Yilmaz, hetanî bi filîmên ku tenê di wan de leyist bû jî, derxistin!! Û di rastiyê de jî, dezgeha asayişê (ewlekariyê, emniyetî) ya siyasî di roja 19.10. 1983 yan de ew ferman (biryar) mohir kir û hemû berhmên Güney yên ketin ber destê wan avêtine nav agir (weke ku çawa faşistên elemaniya hemû pirtûkên pêşverû avêtibûn nava agir – I.M.).

Bêgoman ev karê kirêt û nemirovane, li tirkiyê û ji aliyê gelek rewşenbîr, hunermend û hetanî bi siyasetmedaran ve jî, hate reswe kirinê; tenê jibo nemune, ezê çend gotinan di derheqa vê yekê de, bi bîr bênim:

 

„…Mirov nikare vî karê hovîtî, kirêt û nemirovane bawer bike…Ziman nikare vê tawanê şirove (wesif) bike…“ Alî Özgüntürk.

„ Tiştekî ecêbe…Di welatê me de pirtûk û filîm têne şewitandinê…Ev rewş naê tehmûlkirinê…Di rewşeke wise de, tucarî dêmoqratî li welatê me pêknayê…“

Tarik Ekan ( Akterê filîmên Güney yê „Kerî“ û „Rê“ –I.M.).

„…Ev mêjî û kiryarên wise, dihêlin ku mirov li dijî wan kesan, rahêje çek…Vêgavê filîmên Güney dişewitênin, lê wê rojek were, ku ew benzînê bi ser me hemiyan ve dakin û tevî filîman bişewitênin…“ Helîm Yafuz

„…Li vê ecêbê, ev hunermendê ku li cîhanê navdaye, dixwazin wî li ba me, li tirkiyê winda bikin…?“ Bîdad Günyol

„…Karekî wise derbeke mezin li huner dixê…Ev kar pîvana naskirina raman û armancên rêjîma me ye…“ Fikrî Saxlar (Sekretêrê giştî yê CHP, wê çaxê –I.M.). (59).

Piştî vê yekê, anîna navê Y.Güney û basa wî li tirkiyê qedexe bû; jibilî wê jî ceneralan nasnama tirkiyê bi fermî jê kişandin û ew ji mafê hemwelatiyê derxistin; dadgehên wan bi nehaziriya wî sizayê girtinê, zêdetir ji sed (100) salî ji wî re xwestin û herwise jî bi hemû awayî fişar birin ser dewletên „hevpemanên xwe“ daku li ser axa xwe, pêşwazî li Güney nekin!*

Kiryar, fişar û hêviyên ceneral û hêzên paşverû yên tirkiyê dilê wan hênik nekiribûn û negihabûn armancên xwe; jiber wê wan bi rê ya nûker û MIT ê xwe, dest bi mêtodên polîsî û mafiya (Li dûvçûn û kuştina bi bêbextî) kirin.

Di rastiyê de jî çend hewildanên wise hatine kirinê – Li gor gotina Yilmaz bi xwe – ya herî tehlûke, li welatê Tunis ( Yilmaz demeke kurt li wir bi cih bû bû – I.M.) rû dabû. Lê bi zîrekî û hişyarbûna xwe, wî dikarîbû di kêlîka pêwist de, berî opêrasyonê bi çend deqîqan, xwe rizgar bike û ji ber çavan winda bibe; bi vê yekê Yilmaz careke din, tekez kiribû ku ew ji rêjîmên tirkiyê û nûkerên wan zîrektir û mêrtire!!

Di wê dema ku rêjîmên tirkiyê bi hemû halet û mêtodên xwe, bi hemû organên ewlekariya xwe û bi fişar û pêwendiyên xwe yên navneteweyî ku di cenga xwe de dijî Güney bikar anîbûn daku ew ji bîr û baweriyên xwe vekişe û ji doza gelê xwe dûr bibe, bi serneketibûn, mixabin dijminekî din û ji hundur ve serî lê hildabû; ewjî ew nexweşiya bêçare a ku bi salan di henavên wî de şên hatibû…Tiştê herî dilxemgîn jibo wî ew bû, ku rojên jiyana wî li xerîbiyê ber bi dawî ve diçûn!! Di derheqa vê yekê de wî wise digot:

  • Xerîbî jibo min, yanî bîranîn û bêrîkirina kevir, daristan, balinde (teyir, tilûr) û axa welatê mine…
  • Xerîbî jibo min, yanî vegera welat û berdewamiya xebatê bi hemû hêz û vîna xwe…
  • Xerîbî jibo min, yanî xwe bi miletên cîhanê bidin nasîn û herwise jî wan nasbikin…

Bi van gotinên kurt û sade, lê di heman demê de pir bi wate, Yilmaz piştî salekê ji mana xwe ya ji neçarî li dûrî welat, helwêsta xwe li ser xerîbiyê diyarkiribû!

Bi vî hawî diyar dibû, ku Güneyê bi ruh û canê xwe girêdayê axa welat bû û xemxwirê doza miletê xwe bû; wî di gelek axavtinên xwe de dida xwiyan, ku ewê vegerê welat û xebatê jibo doza gelê xwe berdewam bike: Min – wî digot – gelekî bêriya welat kiriye…Ez ji wê xebata rojane a ku li wir dibe, dûrim…ez dixwazim tevî wê xebatê bibim û bibim parçek ji wê…!

Ma gelo dihate bîra kê ji qîz û xortên miletê wî, yên ku demeke dirêj li hêviya hunermendekî weha mezin bûn, daku êş û daxwazên wan bi zimanekî hunerî bighêne miletên cîhanê, di wê dema ku bêdengiyeke giştî li ser bindestiya wan hebû, ku wê di temenekî xortanî de (47 salî) ji nav wan bar bike û here ser heqiya xwe?!

Sedcar mixabin destê mirinê gihêşte laşê wî, di wê dema ku wî xwe amade dikir daku filîmekî li ser dîroka kurdan çêbike!! Serê sibeha 9ê Ilonê (sêptemberê) sala 1984 an piraniya rojname û kovarên ferensî û europî bi manşêtên mezin li ser rûpelên yekem, nûçeya mirina Güney di nexweşexaneke bajarê Parîs de bi sedema nexweşiya – pençeşêra me’îdê – ragihandin…

Wise dilê Yilmaz ê mezin rawestiya û pêre jî jiyana wî ya efsaneyî, a pir li serêşî, çetin û di heman demê de jî serkeftin û berhemdar! 

Xatirxwestina dawî

Nûçeya mirina Güney şopeke kur di dilê milyonan de û li sersanserî cîhanê hiştibû; ev yek eşkere di rê ya mêdiya navneteweyî de, a ku zêdetir ji mehekê li ser jiyan, huner û berhemên wî nivîsandibû, diyar dibû. Mixabin di nivîsareke wise de, pir çetine ku mirov hemû nivîsar yên ku bi gelek zimanan li ser wî hatibûn nivîsandinê, bênê ser kaxezê, jiber wê ez dikarim bi kurtî bêjim, ku filîmên Yilmaz bi heftiyan li ser êkranên TV û sînemê li gelek welatên europî hatine nîşandanê û bi milyonan miro ew dîtin; tenê jibo nemune, televziyona fermî ya Yunanistanê hemû filîmên Yilmaz: ji „Hêvî“ û hetanî bi „Dîwar„ nîşanî temaşevanên xwe dabû; ji bilî wê jî helbestvanê yunanî yê mezin Tiyodorakîs bi van gotinan şêna wî kişandibû: „…Ez bi nûçeya mirina vî mirovê mezin gelekî xembar bûm…Bêgoman mirina wî jibo mirovên pêşvereû û huner di serdema me de, ziyaneke (xesareteke) mezin bû…Wî bi rê ya hunera xwe, jiyana miletê xwe yê têkoşer jibo azadî, pêşdeçûn û mavê mirovan, nîşanî me da…Di vê kêlîka çetin (zehmet) de, ez jî tevî hemû miletê yunanî piştgiriya xebata hemû gelên tirkiyê li dijî rêjîma faşîst dikim…“ (60).

Tevî çavdêriya dijwar a rêjîma faşîst li tirkiyê li ser rojnamegeriyê û Yilmaz Güney û hewildanên wan daku nûçeya mirina wî belav nebe jî, dîsan çend rojnameyan ew nûçe belavkirin, bi kurtî li jiyana Yilmaz nivîsandin û çend berhemên wî jî bi bîranîn! Nivîskarê mezin Yeşar Kemal, yê ku ew jî bi eslê xwe kurde, li ser mirina wî xembariya xwe eşkere kiribû û ew weke mirovekî herî zîrek û berhemdar yê ku di jiyana xwe de rastî wan hatiye, pesend kir û herwise jî wêjeya ( nivîsarên edebî) wî jî bilind nirxandibû: „…Yilmaz ne tenê derhênerkî sînemê yê başbû, belê herwise jî nivîskarekî edebî mezin bû jî…“ (61).

Pêwiste bê gotinê, ku netenê mirovên hunermend û nivîskar şêna Yilmaz kişandin û gotinên layiq di derheqa wî de gotibûn; belê herwise jî siyasetmedar û birêvebirên dewletan jî jiyan, huner û xebata wî bilind nirxandibûn; weke nemune, endamê deftera (büro) siyasî ya partiya komunîst a ferenesî, Maksîm Grêmîts li ser gora wî wise gotibû: „ Güney hemû jiyana xwe xistibû xizmeta gelê xwe û azadiya wî; û di heman demê de jî hunera wî tê hejmartin weke hunereke şoreşgerî di xizmeta mirovahiyê de…“ û li ser hevdîtinên xwe yên şexsî bi Yilmaz re wî wise gotibû: „ Ew –Y.Güney – mirovekî dilmezin bû û xwedî vîneke pir bi hêz bû jibo serkeftina doza gelê xwe ya rewa…“ (62).

Bêgoman xwedîlêderketin û guhdana mêdiya cîhanî li Yilmaz Güney û nivîsandina gotinên layiq di derheqa wî de, dane zanîn bê tanî çi pileyê rola vî mirovî-hunermed di pêşvebirin û dewlemendkirina çanda navneteweyî de li ber çavan bû; lê ya ji hemûyî giringtir, rêkxistin û rêzlêgirtina ku li ser rêveçûna cenazeyê wî hatibû kirinê; bi hezaran mirov xatirên xwe yê dawî li salona instîtûya kurdî a parîs (li ser weseyt-nama wî) ji wî xwestibûn û laşê wî jî di goristana Piyêr Laşêz (goristana şoreşgerên ferensa) hate feşartinê!

Nunerê hukumeta ferensî, wezîrê rewşenbîrî, birêz Cak Lang di pêşiya xatirxwaz û rêveçûyên cenazê Güney de bû; wî bi navê hukumeta xwe ev gotin di derheqa Güney de gotin: „…Güney di rêzên sînema cîhanî yên pêşîn de bû; û ew têkoşerekî mêrxas û parêzvanekî bihêz bû jibo hemû bindest û hejaran…Wê berhemên wî, yên nemir hertim li bîra me bin…“ (63).

Cihê amajepêdanê ye, ku rêveçûna cenazeyê wî çend katjimêran (si’tan) dirêjkişandibû û bi hezaran mirov têde beşdar bûbûn; di nav wan de jî ronakbîr û hunermendên navdar di cîhanê de, nunerên rêxistinên ferensî û navneteweyî û herwise jî siyasetmedarên mezin li ferensa: ( M. Grêmîts û Joyî Hêrîz, endamên deftera siyasî yê partiya komunîst a ferensa. Birêz Liyonêl Jospan, sekretêrê yekem yê partiya sosyalîst a ferensa û nunerê Daniyêla Mêtêran – Xêzana serokê ferensa-. Li ser navê hukumeta xwe, birêz Andrêyas Papandrêyo, baylozê yunanistanê li ferensa. hunermendên navdar, Kosta Gafras, Patrîk Jêrao û gelekêd mayin…). Jibilî wan jî, hejmareke mezin ji rewenda kurd yên ku ji seranserî europa jibo xatirxwestinê hatibûn.

Roja 13.09.1984 an, katjmêr du û nîvê piştî nîvro rêveçuna cenaza wî di nav koma gulan de û li ser pişta makîneke fermî ya dewleta ferensî, ber bi meydana komarê ve, di nîvê bajarê parîsê de çûbû û li wir jî bi hezaran ferensî û xelkên biyanî tevê meşa cenaze bûbûn û ber bi goristana „mezinan“ ve çûbûn; li gor belgenameyan, cenaze bûbû rêvçûneke (dêmonstrasyon) nerazîbûnê (protêsto) li dijî rêjîma tirkiyê û siyaseta wê beramberî gelê kurd; jibilî wê jî beşdaran li ser gora wî azadî, aştî û biratiya gelan li tirkiyê xwestin û jibo canê pak yê hunermend û têkoşer Güney, yê ku jiyana xwe kiribû qorbana prensîpên mirovayetî, beşdaran bi gelek zimanên biyanî sirûda navneteweyî xwendin û piştgiriya xwe jibo doza miletê Güny nîşan dabûn.

Piştî veşartina laşê Yilmaz, yekser jî wêneyê wî li tenşta wêneyên navdarên cîhanê, yên nemir, li salona koşka (qesir) „Mezinan“ li Parîsê bi dîwar ve kirin!

Bêgoman Yilmaz Güney, bi taybetî li xerîbiyê bi dengekî bilind bang dikir û digot: „ jiyana min milkê gelê mine, yê bindest û têkoşer jibo rizgariya xwe“ û „Armanca min di jiyanê de, ne tenê pêşvebirina hunere, belê herwise jî azadiya gelê mine“. Loma jî, wî hewqas bayex û qedir û qîmet wergirtibû; jiber wê jî pêwiste tevgera kurdistanî wî weke şehîdekî xwe bidenasîn û li gor bilindiya berhemên wî lê xwedî derkeve!

Ez dikarim bêtirs bêjim, ku çawa Yilmaz Güney (li gor gotinên ku li jorê di derheqa wî de hatine gotinê) xezna çand û hunera cîhanî dewlemend kiriyê, wî herwise jî bi berhemên xwe çand û hunera me ya netewyî, a ku rehên wê dighêje hezarê salan, dewlemend û ferehtir kiriye û ew bi xebata xwe bûye cihê serbilindiya gelê kurd, yê ku hîn jî jibo serbestiya xwe têkoşanê dike, daku cihê xwe yê layiq di şaristaniya nûdemê de jî bigre! Jiber vê yekê bayexdan bi berhemên Güney, daneheva wan ji windabûnê, parastina wan bi şêweyê layiq û pênasîna wan li cîhanê, ergekî neteweyî giringe, ku dikeve ser şanê (milê) hemû kurdperweran!!

Di dawiyê de, pêwiste bi bîr bênim, ku beşdariya Güney di dewlemendbûna xezna çanda cîhanî de gelekî berbiçav bû; wî di temenê xwe yê kurt de (47 sal, ji wan 13 sal di zindanan de derbas kiribû) pênc roman û zêdetir ji sed kurteçîrok û sênaryo nivîsandine, 23 ê filîmên balkêş û serketî li ser babetên civakî-siyasî derhênane û herwise jî di zêdetir ji 120 filîmên sînemê de jî leyistiye?!!

Di derheqa vê yekê de, rexnevanekî sînemê gotibû: tiştê ku Y.Güney di temenê xwe yê kurt de afirandibû, mirovek nikare di sed salî de jî hewqas berhem bi afirêne!!

 

Jidêvla kotasiyê ve

Xwendevanê berêz:

Yilmaz Güney di cejna gelê kurd a netewyî “Newroz” de li instîtuya kurdî li parîs ê roja 18 ê avdarê sala 1984 an, gotinek pêşkêş beşdaran kiribû; jiber giringiya wê gotinê, a ku bi dîtina min weke wesyet-nameyekî jibo hemû welatparêzên kurd, nifşê nûhatî û hemû miletên Rojhelata Navîn tê hejmartin, ez wê bigiştî, weke ku di kovara instîtuya kurdî „Hêvî“ hejmara 3 / Sibat 1985 an de hatiye ( bê guhertin), jidêvla gotina dawî ve pêşkêşî we dikim:

 

Hevalên min ên hêja,

hogirên min,

û hemû mêvanên hêja,

Hun bi xêr hatine, silav li we…

Wekî hun dizanin, Newroz ji bo gelê kurd nîşana berxwedana dijî zaliman û zordestiyê, dijî dilsarî û teslîmiyetê, nîşana şerê azadî û serxwebûnê, nîşana yekîtî û hevgirtinê ye.

Ez dizanim ku dilên hevalên ku îro li vê derê civiyane bi tevayî bi van hisan (hest-I.M.) lê dixe. Ewê dilê zarokên me jî ji bo van hisan lê xe. Ji bo azadî û serxwebûnê, ji bo ku belavbûnê vegerînin yekîtiyê…

Heya îro di ber van amancan de gelek gorî hatin dayîn, wê hê jî bên dayîn, ji ber ku bê gorî serketin ne mimkin e. Divê ku em xwîn û hêsran bidin ber çavan. Em dipirsin: gelo kes dikare dengê dilekî tejî ezm û inyat (vîna berxwedanê-I.M.), tejî bawerî bibire? Em dîsan dipirsin: gelo mimkin e ku serê gelekî (milet-I.M.) ev qas biqerar, ev qas mêrxas û fedakar bê tewandin? Tucar…

Gelî hevalan, cefa, stem, belengazî, xwîn û hêsrên çavan qedera gelê kurd nîne. Em vê qederê red dikin, em vê qederê nas nakin. Em naxwazin ku zarokên welatekî ji çar alî de işxalkirî (dagîrkirî-I.M.), mistemleke (bindest-I.M.) bimînin, dixwazin bibin zarokên welatekî kurdî serbixwe, yekbûyî û azad, zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li welatê xwe, li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bistirên.

Em dixwazin dinya xwe bi destên xwe ava kin, axa xwe bi destên xwe bi kar bînin, teşeyên nû bidin wan û em dixwazin li ser axa xwe di bin ala xwe de serbest û serbixwe bijîn. Em dîsa ji bîr nakin ku menfeeta ( berjewendî-I.M.) karker, gundî û xebatkarên kurd, tirk, ereb û ecem di avakirina dewletên yekbûyî û xurt de ye. Lê yekîtiyek weha bi pêkanîna hoyên (şertên) yekîtiya bidil mimkine. Heke ev tunebe, ev yekîtî xewn e, ji vê bûnê li pêşiya me bi tenê rêyek heye: him li nav xwe û him jî li dervayî xwe têkoşînek piralî…

Gelî hevalan, amanca kesên ku îro li gelek hêlên Kurdistanê, li serê çiyan, li deştan, di zindanên faşîzmê de li dijî stem û zulmê şer dikin, tên kuştin jî her eve. Emê bîranîna wan ên ku di şer de hatin kuştin, ku di vê rêyê de şehîd ketin di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de xwedî bikin û bidin jiyandin.

Xwezî bi wan ên ku bi berxwedan mirin. Û bûn agirê meşala serxwebûn û azadiyê. Pir xwezî bi wan! ..

Hevalên hêja, tê bîra we, di cejna ku ji bo vebûna Enstîtuya kurdî hatibû çêkirin min awa gotibû: Enstîtuya kurdî ne di xizmeta filan an bêvan grûbê de ye. Enstîtu malbendeke zanistî ye ku di xizmeta temamiya neteweyê kurd de ye. Xebat û icraeta salekê, ez bawerim, van gotinên min rast derxistin. Bila herkes baş zanibe ku ewê Enstîtu karakterê xwe yê serbixwe û bêalî, avahiya xwe ya demokratîk di ser her tiştî de bigre û biparêze. Ewê tucar mekeve dafika polemîk û xirecirên siyasî yên stewr. Divê ku hun jî Enstîtuyê weke çavê xwe biparêzin û piştîvaniya têkoşîna wê bikin.

Hevalên min, Enstîtu şitlek tovê serxwebûnê ye û berhema têkoşîna ku neteweyê kurd heya îro daye ye, pêşveçûn û xurtbûna wê bi xebat û hevkariya we ve girêdayî ye. Emê li dora Enstîtuyê bicivin û li gora karîna xwe alîkariya wezîfên ku wê daniye pêşiya xwe bikin. Emê zanibin ku şerê serxwebûnê tevahiyek e. Carna nivîsandineke du rêz ku rastiyê îfade dike, ramanek, carna qîrîna stranek ku di dilê xelkê de deng dide, carna mizrabek ku li têla tenbûrê dide, pirîcar ji bombeyek atomî xurtir in. Ji ber vê yekê ye ku divê em di her warên jiyanê de şerkarên baş, şerkarên jêhatî bin û divê ku em şerkarên weha bighînin.

Divê ku em baş, pir baş li tenbûra xwe xin; divê ku em xweş, pir xweş stranan bistrên. Divê ku em wêneyên baş, pir baş çêkin. Divê ku em çîrokên baş, helbestên baş, romanên xurt binivîsînin. Divê ku em zana, dîplomat û teknîsyenên xurt bighînin. Divê ku destê me him baş qelemê, him makînê him jî çekê (sîlihê) bigre. Divê ku carna tenbûra me bibe çek, carna çekê me bibe tenbûr. Dîsa em baş dizanin ku ê ku stranên baştirîn, gotinên rastirîn dibêje gulleya ku di ciyê xwe de hatiye bi kar anîn e.

Hevalno! Çiyayên me, deşt û çemên me li hêviya me ne. Em naxwazin emrê xwe tev li xerîbiyê derbas kin û stranên xerîbiyê bêjin. Em xelkekî wisan in ku bi mêrxasiya xwe destanan nivîsandiye û ezm, biqerarî û hoyên me têr dikin ku bi ser dijwariyên pêşiya me kevin.

Şoreşgerên demokratên tirk, ecem û ereb wekî parastgerên mafê gelê kurd ê bi xwe tayînkirina qedera xwe, perçeyek vî şerî ne û şerê dijminê mişterek dikin. Biratiya çînî ya çînên bindest yek ji xurtirîn çekên me ye.

 

Bila dost û dijmin, herkes zanibe ku emê bi serkevin, miheqeq bi ser kevin. Wekî şerkarekî azadiyê mirin ji wekî kole jîndinê çêtir e! ( Mirina bi azadî baştire ji jiyana bi koletî-I.M.).

 

Bijî Kurdistana serbixwe, yekbûyî, demokratîk!

Bijî bratî û piştîvaniya gelên tirk, kurd, ecem û ereb!

Û bijî Enstîtuya kurdî.

 

Dawî!

——————————————– 

Jêder û têbînî: 

(56) – Rojnama “14 Oktober“, ya Yemen ê, roja 24/9/1984. (bi zimanê erebî).

(57) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya berê.

* Li gorî hin agehdariyan; di zindanê de û jiber cûreyên xwarinê, êşa penceşêra me’îdê li Yilmaz peyda bûbû!

* Ev filîm ê yekem bû ku li derveyî welat çêliribû û mixabin yê dawî bû jî di jiyana wî de!!

 (58) – Kovara heftane “Ber bi 2000 an ve“, 8 ê gulanê (mais) 1988 an (bi zimanê tirkî).

(59) – Ev gotin hemû ji çavkaniya jorê (bi zimanê tirkî) rûpel: 18,19 û 20 hatine wergirtinê.

* Jiber vê fişarê, dewletên Elemaniya û Berîtaniya, tevî nerazûbûna miletên xwe jî, pêşwazî li Y.Güney nelirin!!

(60) – Rojnama “ L’mund “, ya roja 12/09/1984 (bi zimanê ferensî).

(61) – Rojnama “ L’mund “, ya roja 11/09/1984 (bi zimanê ferensî).

(62) – Rojnama “L’Humanitê”, roja 10/09/1984. Organa Partiya Komûnîst a Ferensa.

(63) – Rojnama “L’mund“, Çavkaniya berê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev