Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946an

Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946an

Kerem Tekoglu

 

Her roj pirtûkeke kurdî. Di van rojên ku bêtir hemû kes di malên xwe de ne, li zimanê Kurdî, li pirûkên Kurdî, li weşanxane û nivîskarên Kurdî xwedî derkevin.
Dest xweş weşanxaneya Sîtav û Mamoste Kahir Bateyi
Dest xweş û mal ava Mamoste #KakşarOremar

Avabûna Komara Kurdistanê li sala 1946’an rûpeleke girîng û trajîk e li dîroka gelê kurd û Kurdistanê. Gelek kesan li ser vê yekê gelek pirtûk nivîsandine, lê dîsa ev pirtûk xwendevanan têr nakin, ji ber ku belgeyên bingehîn yên ji arşîvên dîplomatên dewletên ku berjewendîyên wan (pozîtîv yan jî negatîv) li van bûyeran hebûye, hîn ne hatine vekirin. Her wiha derbarê komarê de hîn jî ji devê kesên di komarê de cih girtine zêde tişt nehatiye bihîstin.

Kakşar Oremar salên dirêj e ji bo ronîkirina dîroka Komara Kurdistanê dixebite, gav bi gav dişopîne û bersivên gelek pirsên baldar radestî me dike.

Taybetîyeke kar û xebatên wî ya lêkolînarîyê yek jî ew e (tiştê ku berî wî ji alîyê gelek nivîskaran ve hatibû piştguhkirin), ew lêgerînên wî yên zindî ne ku li gel wan kesan kirine ku bi xwe di komarê de cih girtine. Bi rêya hevpeyvînên bi wan kesan re gelek tiştên nayên zanîn raberî ber me kirine. Van yekan mirov nikare di tu arşîvan de bibîne.

Çavkanî: Rûpela ”Zimanê me”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev