”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 18

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 18

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”CIL Û BERGÊN NETEWΔ.

Em îro para wê a pêşin çap dikin, du beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

 

CIL Û BERGÊN NETEWÎ -1

 

Derheqa cil û bergên kurdan yên netewî yên herî bi hûrgilî û bedew da di sedsala XIX hatine nivîsandin, dema Awropî bûne heyranê bedewîya Rohilatê, lê êtnografîya teze dibû zanyarîyeke bi serî xwe. Bi saya serê nivîsên rêwî û rohilatzanên wê demê lêkolînerên îro dikarin bizanibin ka cil û bergên kurdî yên gelêrî di wan deman da çawa bûne, kurdan çi li xwe kirine. 

Femdarî ye, ku bi demê ra cil û bergên kurdî hatine guhastinê, lê taybetmendîyên xwe, ku ji dem û dewranên kevinare tên, parastine. Yek ji xusûsîyetên kincên kurdî nîşana azadîxwezîyê ye, ku hinkûfî hemû kurdan e, ku li ser axa dewletên cuda dijîn. Di nava wergirtina kurdan da hinek cudatî hebin jî, ku bi wê yekê va girêdayî ye, ka ji kîjan dînî, eşîrî, herêmî ne û emirê wan çend salî ye, lê dîsa jî bingehê cil û bergên kurdî her yek e – şalwar, kurtik, kurk, dêre, kofî – heta niha jî li hemû herêmên ku kurd lê dijîn hema bêje neguhêrîne. Ji bo nimûne, heta cil û bergên kurdên cihû jî bi kêm tiştan va ji cil û bergên kurdên musulman têne cudakirinê.

Lêkolînên li ser cil û bergên kurdî rê ber me vedike bona derheqa çand, jîyana rojane, erf-edet û eyd-erefatên vî miletî da zêdetir bizanibin. Mesele, di berhema kurdî ya bi sernavê ”Jîyana Mala Erdelanê” da, ku helbestvan Mah Şeref-xanim Kurdistanîyê (bi naznavê Mestûre.- Not ya redaktor e) nivîsîye, behsa wê yekê tê kirinê, ku çawa desthilatdar Ahmed xan, ku ”di lixwekirina kincan da pir ciddî bû”, bi destî terzîyê xwe cûreyekî cil û bergan a taybet afirand: ”Wî navê ”kurdî” lê kir, ku bû yek ji beşên cil û bergên mêrên kurd”1.

Li Kurdistana Îranê di destpêka sedsala XX di dema reformên Şah Riza Pehlewî lixwekirina kincên bi cûrê Roavayî bû mecbûrî2, lê cil û bergên kurdî ji hemûyan pirtir ber xwe da û gun neda hemû qedexeyan. Rast e, niha dewsa qumaşên bi destan çêkirî li her deran qumaşên li fabrîkayan çêkirî têne bikaranînê, lê cil û bergên kurdî yên kevinare, ku emê paşê bi hûrgilî behsa wan bikin, heta roja îro jî li tevaya Kurdistanê xemla xwe neguhartine û li her deran li xwe dikin.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku hinek perçeyên cil û bergên kurdî him ji bo jinan, him jî ji bo mêran eynî ne û pir dişibine kincên Mîdîyayên qedîm, ku gelek zanyar wana dihesibînin wek pêşîyên kurdan.

 

Şalwar

Di nava taximên kurdî yên mêran û jinan li hemû herêman yê herî berbiçav ew şalwarên berfireh in ku li ber çokan tengtir dibin. Reng û cûreyên qumaş, dirûna wan dikarin ji hev cuda bin, benê şalwarê dikare li ser qorikê bê girêdan, an jî dikarin ben hev bipêçin û li piş va girêdin, lê di herdu halan da jî remza şalwar bedewîya xwe winda nake. Eger ji cil û bergên niştecîyê bajêr yên îroyîn forma bedenê berbiçav dikeve, lê cil û bergên koçeran bi dirûna xwe va sade ye, dişibe çewalan, di meşê da pir rehet e û ev yek di dema rêwîtîya bi siyarî pir hêsan e. Hema bi vê sebebê jî şalwar heta îro jî bo kurdan beşeke wergirtina leşkerî ye, xwesma bo leşkerên jin pir rehet e, lê şalwarên îroyîn bêy qeytanên rengoreng in û hinek dêtalên dekoratîv ku berê hebûn, niha di wan da tunene.

Li ser teht û zinar û pereyên hesinî yên Farizistana kevinare, piranî jî di serdema Parthiyan da, herwiha li ser guldankên Yûnanistana kevinare û qeyayên çiyayî dîdemên wêneyên niştecîyên Mîdîyayê yên bi şalwar hene, ku dişibine şalwarên kurdên îroyîn3. Di sedsala V ya Berî Zayînê nivîskarên dema qedîmî Aristophane û Euripides ew bi nav dikirin wek ”çewal”. Yûnanên kevinare şalwar li xwe ne dikirin, û şalwarên mîdîyan û farisan li wan pir ecêb dihat, bo wan weke ku tiştekî hovî ye. Çend navên şalwarên kurdan hene: derpî, derpê, heval-kiras, li Kurdistana Îraqê eyal-kiras. Ev şiroveyên ser şalwarên jinan, ku di nîveka sedsala XX li Îraqê hatine kirin, ji bo hema bêje wan hemû herêman derbaz dibin, ku kurd lê dijîn: ”Ewana bi qayîşan an benên piştê ser çokan têne şidandin… Her lingek… bi qeytanê heta gûzekê tê şidandin. Beşa jorîn a şalwarê ji pembuyê sipî ye, lê a jêrin rengorengî ye, dikare ji pembu be jî, dikare ji tiftê û qumaşê be jî”4. Kurdên herêmên bakur û merkezî yên Kurdistana Îranê şalwarên reş an sipî li xwe dikin, ew gelekî fire ne, her diçe jêr tengtir dibe, dadinilize heta gûzekan. Delingên şalwarên jinan carina bi pereyên hesinî va têne xemilandin.

 

Kiras

Dêreyê (fîstanê) jina kurd û qemîsê mêrê kurd yê gelêrî tê binavkirin wek kiras an jî keras. Çend cûreyên wan kirasan hene.

Jêr-kiras – kirasê jinan a bê mil e, di rastîyê da kirasê şevê ye. Ew digihîjine heta çokan û jora şalwar yê rengsipî digirin.

Kirasê jinan – ew dêreyek e ku heta gûzekê dirêj e. Piranîya wan tevaya şalwarê digirin, lê hinek caran bona rehetîyê, mesele, dema xebata malê, pêşa dêreyê dikine ber benê şalwar. Dêre bi saya firebûna xwe ji jinê ra nabe asteng, dema ew çarmêrkî rûdinê. Taybetmendîya kirsaê di wê yekê da ne, ku delingên wê pir fire ne. Ji delingan ra herwiha soranîs jî dibêjin. Soranîs bi çend awayan bi kar tînin. Bi gotina êtnografa Sovêtîyê T. F. Arîstovayê sermilên kirês ”ji eynî qumaşê dêreyê ye. Wî perçeyê qumaşê mil wek destmal bi kar tînin; wana di dema reqasê digirin destê xwe û di hewayê da ba dikin; di dema karên malê û xebatên li deştê bazinê destê xwe pê girê didin, bona milikê wan berjêr nebe”5. Bi niçikên wan milikên dirêj jinê dikaribû di dema şîrdayînê zarê, wê bipêçe. Eger ser dêreyê ra keftan li xwe dikin, wê demê milikên soranîsê ji bin destan ra dikine hundur dêreyê.

Kiras ji pembu an jî qumaşê biriqok yên bi nexşên rengorengî didirûn, lê hinek caran ji caw an jî ji hirîyê didirûn, eger ew bo lixwekirina dema hewa sar be. Ew kiras dikarin bi rengên cuda bin, ew girêdayî eşîretê ye. Li Kurdistana Îraqê kirasên ji qumaşê biriqok a rengorengî li xwe dikin. Pir caran pêşa kiras a di rengê vekirî li ser fona keftanê di rengê tarî da pir li hev dikin.

Kirasê mêran ji qumaşê pembu tê dirûnê. Ew kiraseke yekperçe ye, pêşîya wî kirasî vekirîye, bersituya wî tîk e. Milên kirês pan in, dawîya milên kirês bi cûrê kevanan hatîye dirûn, mînanî kirasên jinan, weke ku milên mirovan dirêj xuya dikin. Wek kirasên jinan, yên mêran jî milikên dirêj dikarin ji bin milan kaş bikin, derxin û bi enîşkê va girêdin, wek qeytaneke li hev badayî. Milikên dirêj detaleke taybet ya kincên mêrê kurd e.

 

Xiftan

Xiftan (eba, kurk) li ser kiras ra li xwe dikin, an jî davêjine ser milên xwe. Pişt û pêşîya wê ji perçeyekî didirûn, ew dişibe ebayan û kurkan, lê ji wan siviktir e. Di berê pêşî da pir caran bo bedewîyê wek zolan qumaş pê va didirûn. Eynî tişt bo bornozên kurdî jî têne bikaranîn.

Piranîya xiftanên kurdî ji qumaşê perçe têne dirûnê, ku qumaşekî nexşkirî ye bi têlên hesinî va. Astarê wê ji pembu ye, lê di navbera perçe û pembu da bi qumaşekî taybet dihate tijekirin.

 

Êlek

Êlekê kurdan – soxma dikare ji sê detalan bê dirûnê – du beşên pêşî û beşeke piştê – bi navmilên xwar û dirûna piştê a bi kêlên wekehev an jî ji perçeyekî tam, ku wekehev kirine du beşên rastê û çapê û sermilên wê bi dirûna xwar va ne. Qumaşê bo dirûna êlekê – pembu ye an jî qumaşê bi rengê geş e, astar pir caran di rengê sipî da ne û ji pembu ye.

Şivanên kurd pir caran apincî davêjine ser milên xwe. Ew ji perçeyên cuda nayê dirûn, lê ji kulavê rîs çê dikin. Li gelek cîyan jê ra Kulavê şivanan dibêjin. Dirêjaya wî kulavî weke 55 santîmetr e. Taybetmendîyeke wê a din ew e, ku sermilkên wê yên mînanî baskan sertûj û pir kin in, weke ku navmilên şivan dirêjtir dikin.

Di dema hewa sar şivan êlek an ebaya ji kulêv davêjin pîlên pişta xwe, ku di wan da mil tunene û sermilkên wê dişibine qoçan.

 

Bornoz

Li Rohilata Nêzîk cil û bergên kurdî têne hesibandin wek diyarîyên dîplomatî yên herî bi qîmet. Mesele, xudana berhema “Jîyana Binemala Erdelan” Mah Şeref xanim Kurdistanî nivîsîye: ”Merivên sere û zanyarên Mûsilê bi hejmareke pir hediyana va berê xwe didane mala Mîr – xwedî-xudanê cihanê… Her yek ji wana bornoz û xişirên wek Royê bedew û geş distendin”6.

Lêkolînerê taximên kevinare T. D. Ravdonikas destnîşan dike, ku li Tirkîyê, Îranê, Misirê, Pişkavkazê, Balkanan kincekî bi navê Enterî an jî Entarî hebû, ku dişibîya Bornozê. ”Di nava bornozên ku romîyan ji ”hevalên xwe yên barbar” ra dişandin, taximên ku wek kirasên şevê li xwe dikirin hebûn… Malûmatî hene, ku di sedsala XII da enterî hebûn, ku sêlcûkan li xwe dikir”7.

Di paşdemê da Enterî dibe beşeke kincên jinan.

Di sedsala XIX da enterî tenê bornozê dirêj bû, cûreyekî enterîyên kurt ra jî kurtik digotin. Ew herdu cûreyên kincan jî hebûn. Di paşdemê da ji kurtikê kurt ra digotin ”enterî”.

 

Kurtik

Çend navên kurtikê kurdan hebûn: çekman, çakmek, çux û cedfelî. Taybetmendîyeke wê ew e, ku milên wan kurtikan ji bo formê bûn, dihatine qatkirin û milên wî awahî yên kurtikan, herwiha detalên taximê kurdan yên din jî, di çanda Îrana qedîm, xwesma cem Mîdîyayan hebû. Ji bo nimûne, li Persepolisê (di sedsalên VI-IV B.Z.) dîdemên mêran yên bi milên kincan yên vala hene. Dîrokzanê Yûnanistana kevinare Xenophon nivîsîye, ku siyarîyên Mîdîyayê tenê wê demê milên xwe dikine milikan, ”dema çav li qiral dikevin”8.

Kurtikên wisa pêsîrên wan vekirî li xwe dikirin, wek êlekan, lê dema lazim bûya, dikaribûn bişkokên wê pev xistana.

Cûreyekî kurtikê yê din dihate binavkirin wek Salta. Ew ji êlekê hinekî dirêjtir e, milikên wê dirêj û kêmber in. Ew ji perçeyê rengîn tê dirûnê, astarê wê ji pembu ye, hundurê wê hinek qalimtir e.

 

Taximê leşkerî

Di dema rêwîtîyê an di cengê da kincên kurdan yên leşkerî taximê gelêrî bû, ango cil û bergên miletîyê, û xemleke wan taximan çekên cûre-cûre bûn: şûr, qeme, mertala gilover, xurcikê bo fişekan, tiving û qirme. Em wê jî bêjin, ku ne tenê mêr xwedî çek bûn, lê herwiha jin jî. Lê êtnografê kurd yê sedsala XIX Mela Mehmûdê Bayezîdî detaleke gelekî balkêş texmîn kirîye: bi gotina wî, kirasên (gumlekên) kurdan yên ji kitan hebûn, ku melle li ser wana nifir an dua dinivîsandin. Şervan bi van kirasan diçûne şêr û bawer dikirin, ku ”gulle û derbên dijmin… wê zirarê nedin wan”9.

Lê kurdên ku leşkerîya xwe di dawîya sedsala XIX li Împêratorîya Osmanîyê di nava alayên siyarî yên Hemîdîyê10 da kirine, kincên wek yên kazakên Rûsîyayê li xwe dikirin, ku wana jî di dema xwe da ji leşkerên Kavkazê wergirtine. Nîşana sereke di wan cil û bergan da kincê bi navê Çerkezî bû, ku xiftaneke bêy bersitu bû, dirêjaya wan digihîşte heta erdê û li ber sîngê wan tûrikên bo fişekan bikine navê hebûn. Hemîdî jî şalwarên teng, gumlekên bi bersituyên tîk li xwe dikirin û cîzmeyên dirêj pê dikirin. ”Ewana hema bêje herdem li hespan siyar in û tivinga wan, tûrikê bo fişekan û xencereke kurt bi wan ra ne… – rohilatzanê Rûsîyayê V. P. Nîkîtîn nivîsîye. – beşeke wergirtina wan pûşîyê ji cawê sipî ye, ku bi qeytana reş va dora wê hatîye pêçan”11.

Di taximê leşkerî yên kurdên di leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê da cil û bergên gelêrî bi taximên leşkerî yên Rûsîyayê û Awropayê va hatine hûnandin. Mesele, general Cefer axa (1806-1877), ku wek leşkerê Rûsîyayê tevî şerê Qrîmê yê di salên 1853-1856an bûye, di wêneyên wan salan da pûşîekî rengoreng li sere xwe badaye û cin û bergên kurdî lê ne, di ser wan da qapûtekî bi çîna generalîyê, orden û medalyayên Împêratorîya Rûsîyayê hene. Li ser fotoyeke dinê ya wan salan, ku di dawîya sedsala XIX li Pişkavkazê hatîye girtin, kurd bi şal û pûşî ye, taximekî gelêrî lê ye, rutbê leşkerî yê Împêratorîya Rûsîyayê li ser milan e.

Leşkerên kurd yên niha cil û bergên leşkerî yên rojên me li xwe dikin.

Çavkanî:

1) Мах Шараф-ханум Курдистани. Хроника дома Ардалан / пер. с перс. Е. И. Васильевой. М., 1990. С. 51.

2) Li Îranê reformên di hêla cil û bergan da ji berê va hatine pêkanîn. Sala 1923an qedexe kirin ku karmend kincên miletîyê li xwe bikin. Lê di sala 1928an fermanek derket derheqa wê yekê da, ku hemû niştecîyên welêt gerekê kincên Awropî li xwe bikin.

3) Di nava gelek nimûneyan da — nîgar û dîdemên li ser Sidon Sarcophagus (Mûzêya Arkêolojîyê ya Stembolê, sedsala IV berî zayînê), li ser rezberên Neqş-ê Rustem, Berd-ê Neşandê (sedsalên I-II) û Bîşapûrê  (sedsala III ) li Îranê.

4) Hansen, Henny Harald. The Kurdish Woman’s Life: Field Research in a Muslim Society, Iraq. Copenhagen, 1961. P. 65.

5) Аристова Т. Ф. Очерк культуры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 238.

6) Мах Шараф-ханум Курдистани. Хроника дома Ардалан / пер. с перс. Е. И. Васильевой. М., 1990. С. 41.

7) Равдоникас Т. Д. Курдский мужской костюм. Первая половина XIX в. // Из культурного наследия народов России. Л., 1972. С. 251.

8) Ксенофонт. Киропедия. М., 1977. С. 193.

9) Баязиди, Мела Махмуд. Нравы и обычаи курдов / пер. М. Б. Руденко. М., 1963. С. 59.

10) Hemidiye (bi tirkî: «kesên dane dû Hemîd») — alayên siyarî yên çekdar ku sultanê tirkan Ebdul-Hemîdê II sala 1890î saz kirîye, piranîya wan siyarîyên kurd in.

11) Никитин В. Курды: Пер. с фр. М., 1964. С. 155.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev