ŞAŞIYA GOTINA ”Cenabê We”yê

ŞAŞIYA GOTINA ”Cenabê We”yê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Peyvên rêzgirtinê di piraniya zimanan de hene. Herweha ew peyv di kurdiya kurmancî de jî hene. Ji bo kesên xuyanî weke ”Cenab, rêzdar, birêz, mîrze…” têne gotin.

Ji van peyvan zêdetir jî, di kurdî de ji bo zilamên nas û jixwemezintir weha tê gotin: ”Xal/xalo, ap-apo/mam/mamo, kek/keko” têne gotin.
Ji bo jinên mezin jî: ”Metê, xatî, heko” têne gotin.

Gotina ”WE”yê ji bo kesê yekemîn, di Çanda Kurdî de nayê gotin.
Ji ber ku peyvika ”WE”yê pronavê pirane ye, mînak: WE çi kir, çi nekir? Yani hûn pir kes in, we çi kiriye?
ME çi kiriye, yani ez, tu, ev û ew, em tev bi hev re, me çi kiriye?

Eger oldarek banga xwe bigehîne Xwedî jî, dibêje TU…
Ji bo Xwedê pronavê ”WE”yê nayê gotin.
Nexwe madem meriv nikare ji Xwedê re bêje WE, çewa çêdibe ku meriv ji bo kesekî tenê bêje WE?

Gotina ku ez dixwazim bibêjim ev e: Peyvika CENABê ji bo rêzgirtinê ye.

Çendî ku gotina peyvika ”WE”yê di çanda kurdî de tune jî, lê ji ber heşifandina Kemalîzmê ku niha di kurdî de ji bo kesê yekemîn tercumeya SIZa tirkî weke WE tê bikaranîn şaşiyeke mezin e.

Herweha ji bo kesekî bi tenê, du peyvên rêzgirtinê nayên gotin. Mesela, kesek heye hem mela ye û hem hecî ye, jê re MELE HECÎ nayê gotin. Nexwe gotina CENABÊ WE jî, nayê gotin. Yan tu dê tercumeya peyvika tirkî bêjî WE ku ev jî şaş e, yan jî tu dê li gor Çanda Kurdî bêjî CENAB.

Her zimanek ayeteke Xwedê ye.
Eger peyveke ku ne ji Zimanê Kurdî be û meriv rabe peyveke biyanî têxe navê, guneh e.

 

Hêvîdar im ku rewşenbîrên me di bikaranîna peyvikên wisan de, hişyar bin û gur û mihê nekin hevkar û pişkdar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev