Nameyên evînî – 123

Nameyên evînî – 123

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Min nizanibû çi bikira, çi bigota. Dû ra ez bi xwe jî pê nehesîyam, ku çawa ber evîna te şikestim, êdî min bi xwe nikaribû. Heta niha jî ez bi xwe nikarim. Hêza hezkirina te ez kirime wek zarokekî. Û xuya nabe, ku ezê mezin bim.

 

¤¤¤

Lê ez niha ji wê bûyerê pir kêfxweş im, ji ber ku eger ne ew bûyer bûya, meyê ji hev hez nekira. Hezkirina te hemû kêmanîyên min li cihanê bûne, digire û pûç dike.

 

¤¤¤

Xweşîya xwerinê, xweşîya ciwanîyê, xweşîya zewqê, xweşîya xwezayê, xweşîya keçanîyê, xweşîya hezkirîyên xwe, xweşîya xewê, xweşîya jîyanê hemû di nav te da ne. Tu ji nav min derkevî, ezê bibim skeleteke bê ruh û bê can.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev