REFLEKS (PERÇEKIRDAR)

REFLEKS (PERÇEKIRDAR)

Kurê Reşîd

Li dij kartêkiran, berteknîşandana masûlkeyan a ji nişke ve û bêhemdî, wekî refleks(perçekirdar) tê navkirin. Navenda kontrolkirina refleksan dirkepetik û qedê demax e. Dirkepetik demareragihadinan ji laş ber bi demaxê dişîne, an jî ji demaxê aresteyê laş dike, lê yek ji karê sereke yê dirkepetikê kontrolkirina çalakiya refleksan e.

Di endamên hestê de wergirên hestê hene. Ji hawirdor kartêkir bi navbeynkariya wergirên hestê tên girtin û ber bi demarexaneyên heste ve tên şandin. Hestedemarexane bêyî ko demareragihadinan bişînê demaxê, di dirkepetikê de, raste rast arasteyê demarexaneyên livînê dikin, loma bi navbeynkariya refleksan berteknîşandan hê leztir çê dibe. Ji ber ko bertekên refleksî ne di bin kontrola mejî de ne, refleks bêyî ko mirov bifikire, şîrove bike û biryar bide rû dide. Loma masûlke, li dij kartêkirek diyarkirî, her tim bi heman şêweyê bertek nîşan dide, ango li dij cureyek kartêkir bersîva laş neguherbar e. Wekî mînak; her cara ko destê mirov bêzaneyî li tiştek germ bikeve, mirov her tim destê xwe ji wî aliyê dikişîne an jî dilopek av bikeve coga henaseya mirov, mirov dest bi kuxikê dike.

Li gel dirkepetikê, demaxê naverast û lakêşemox jî hin refleksan kontrol dikin.
Di coga herisê de an jî di coga henasedanê de hebûna tiştek an jî madeyek ko nerehetî dide laşê mirov, navenda refleksan a lakêşemoxê çalak dike. Lakêşemox bi refleksên verişînê, kuxikê an jî bêhnijînê bertek nîşan dide û hewl dike ko ew tiştê nerehetî dide mirov ji laş dûr bixe.

Refleks ne tenê ji boy livîna masûlkeyan e, hin caran jî dibe ko refleks rijênan jî çalak bike ji boy derdanê. Wekî mînak, gava yek li cem mirovek keriyek lîmonê biguvişîne, rijênên lîkê yê mirov girj dibin û lîk (tûk) der didin.

Refleks, laşê mirov li hember rewşên xeterî diparêze. Wekî mînak refleksa çavniqandinê, yek ji refleksên zikmakî ye ko laşê mirov herî zêde bi kar tîne ji boy parastina çavan. Heke mêşek an jî tozek ber bi rûyê mirov ve were û nêzikê çavê mirov bibe, heta ko mirov ji tozê an jî ji mêşê agahdar bibe, palikên çavê mirov diniqin. Hê ko mejî ji xeteriya ser çavan agahdar nebûye, refleksa çavniqandinê rû dide, paşê mejî pê ji xeteriyê û çavniqandinê dihese. Ango çavniqandin bi eslê xwe refleks e, lê mirov hin caran dikare bihemdê xwe jî çavên xwe biniqîne.

 

Cureya refleksan li gor peydabûnê

refleksên zikmakî:

Refleksên bomaweyî (genetîk) in. Hewce bi fêrbûnê nîn e. Wekî mînak dergûş bi refleksa mijînê ji dayik dibe, kes dergûşê hînê mijîna şîr nake. Çêlikên werdekê piştê ji hêkê derdikeve, bihesanî dikare avjenî bike. Ango çêlikên werdekê avjeniyê paşê hin nabin, avjenî refleksa zikmakî ye ji boy çêlikan. Cureya refleksên zikmakî taybet e ji boy cureya zîndeweran. 

refleksên destkeftî(refleksên hatina fêrbûnê):

Refleksên destkeftî, piştê çendan cerîbandinan bi fêrbûnê peyda dibe. Wekî mînak dîlan girtin, ajotina erebeyê. Evan refleksan bi çalakiya mejî dest pê dikin, paşê dikevîn bin kontrola dirkepetikê. 

Cureya refleksan li gor hêjmara gehînkeyan

Hêjmara demarexaneyên ji boy refleksê ragihandin diguhezînin, kêm e, loma berteknîşankirin bi refleksên dirkepetikê gellek bi lez e. Hin ji refleksan, bi alikariya du demarexene, demarexaneya hestê û ya livînê peyda dibe. Wekî mînak refleksa ejnû (refleksa çokê). Di refleksa ejnû de, demarexaneyên hestê yên ji çokê tên di dirkepetikê de, raste rast bi demarexaneyên livînê yên diçin masûlkeyan ve gehînke ava dikin. Ji ber ko di kevanê refleksa ejnû de tenê yek gehînke heye, ev cure refleks, wekî “refleksên yekgehînkeyî “(monosynaptic reflexes) tên navkirin.

Lê di piraniya refleksên dirkepetikê de di navbera demarexaneya hestê û ya livînê de, demarexaneya navê (navberê) cih digire. Ji van refleksan re refleksên firegehînkeyî(Polysynaptic reflexes)tê gotin. Refleksa destkişandinê ji tiştek germ, an jî refleksa çavniqandinê mînak in ji boy refleksên firegehînkeyî. 

Kevanê refleksê

Bertek nîşandana bi rêya refleksan, gellek bi lez e, lê çalakiya piraniya refleksan gellek aloz e.

Ji hawirdorê wergirtina kartêkirê, di dirkepetikê de tekuzkarîkirina demareragihandinê û bertek nîşandana bêhemdî wekî “kevanê refleksê tê navkirin”.

Gavên kevanê refleksê

1.Kartêkir ji hawirdorê bi navbeynkariya hestewergirên li endamênên hestê de tê wergirtin.

2. Hestewergir, karikirê bi şêweyê demareragihandin diguhezîne demarexaneya hestê.
3. Demrexaneyên hestê demareragihandinê diguhezînin boy demarexaneya navê ya li dirkepetikê.
4. Tekûzkariya demareragihandinê li dirkepetikê de çê dibe.
5. Bi navbeynkariya demarexaneya livîne, demareragihandin tên şandin ji boy masûlke an jî rijênê guncav.
6. Wekî bersîv ji boy demarexaneya livînê, masûlkeya guncav girj dibe an jî rijênê guncav dest bi derdanê dike.

De em bibêjin destê mirovek bi şaşî li sobeya sor(germ)ket, kevanê refleksa destkişandinê ji sobeya sor, bi hevkariya sê cure demarexaneyan pêk tê.

Gava destê mirov bêhemdî li sobeya sor dikeve, hema di heman demê de bê ko mirov ji germahiya sobê agahdar bibe an jî êşa şewata destê xwe hest bike, refleksa destkişandinê rû dide. Piştê refleksê, haya mirov ji xeterê tê. 

Kevanê refleksa destkişandinê bi van gavên li jêr çê dibe.

Gava çermê dest li sobê dikeve, germîhewergir(wergira germahiyê) û êşanewergirên(wergira êşê) nav çermê, germahiya sobê û êşa şewata çermê werdigirin û diguhezînin demarexaneya hêstê.
Demarexaneya hestê demareragihandinên ji wergiran tê, arasteyê dirkepetikê dike.
Di nav dirkepetikê de demarexaneya hêstê demareragihandinê diguhezîne demarexaneya navê.
Demarexaneya navê tekûzkariya demareragihandinê dike, paşê bi şeweyê demareragihandinê sinyal dide demarexaneya livînê ya mil. Demarexaneya derkevtî(livînê) ragihandina girjbûnê dişîne masûlkeyên milê. Bi girjbûna masûlkeyên mil, mirov destê xwe ji sobeya sor dûr dixe. Paşê demarexaneya navê di gehînkeyên xwe yên bi demarexaneyên din ve demareragihandin dişine mejiyê û mejiyê ji rewşê agahdar dike, herwisa heke dest şewitî be, êşa şewatê jî tê şandin ji boy beşa êşê ya mejiyê.

 

* Ev xebat li ser wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin
https://ku.wikipedia.org/wiki/Refleks

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev