PALTOYÊ DIRÊJ

PALTOYÊ DIRÊJ

Alî K Yildirim

 

Ez li xênî ser qutikekî di kevîya xonçê runiştibûm. Ji tîrêjên tava, ku di qibla xênî da li rumalê dixist, xûya bû ku nêzika wexta derxistina pêz ji bêrîye bû.

Kalikê min, bi ecele gêrmîya nîskan kevçî kir û carê li kuderê bûyîna pismamê min ê mezin ji min pirsî. Wexta min bersîva nezanînê da, Kalê;

”Kî dizanî kanê ew bi ku derê va çûn û çi belav dikin, wan zarên ku ji qurbetê tên ji yên gund jî hartirin”.

Piştê vê gotinê Kalê derket der. Di binê sofrê da mewti mewta pisingê bû; min parîk nan, bi mast va, avît pêşîya pisingê, lê vê carê yekê dinê derket meydanê. Dîya min li berêr pendîr dikeland. Ji sujî ya nav stîlê xûya bû ku pendîr gêheştibû qerarê, loma dîya min stîl ra kir, bir kevîyêkî û paşê yêk bi yêk parzûnên nav stîlê helçinand û daynî nav teştê. Dûyê kerman, bi şeklên kovikî bi jurva bilind dibû û digihêşte rojingê. Ez rabûm ser ningan ku derkevim der; hîn ez negêhiştibûm şêmûga dêrî, qutîyê min Zulim rasti min hat. Wî bi kurê xar sêr li min dikir û dikuzîya. Min fam kir ku kutî birçîye û ji min xwarinê dixwazî. Min çû ji tekna nîn kerikîk nan girt û avite pêşîyê. Wexta kutî kiri şilpi şilp, li hêla dinê pising jî dimewtîya.

Dîya min;

”Tu dibê kutî (kuçik) bi parçeyik nan têr dibî? Tu çima kormikê naynî û bi vî sujîya pêndîr vê ra yalê çê nakê?Min zikê weqes kulfet têr kir kutî ma? tu dibê nan patin wer rehetê?” got.

Rastî kulfeta me hejmarikî mezin bû. Di mala me da bi zarên apên min va ji dehan zedetir zar hebûn û kalikê min bi tene qesi du kesan xwarin dixar û lê qesi du-sê kesan jî kar dikir. Kesên ku kal didîtin ji bavê min ra”Ji te ra motor lazim nine, Apê Hesenqazî weku motore” digotin.

Piştê emira dîyam min di dolabê da çavîyê ardan vekir û nîvîyê kormikê tijî ard kir; ez bi kormikê va çûm ber teştê, ji wir bi tetikikî mezin sujî helanî û rijandi ser ardan. Dûra, bi darikî kîp ard bi sujîyê va tevda û girt i bir li heyatê û da pêşîya kutî. Çelp i çelpa kutî bû. Di wî navbêyna da min qîjinaçend keçan bîst. Ez hindikî pêşva çum ku çi bibinîm? Zar i zêvçên çêşît çêşîtbi qîrînî û fîzînî weku çîka agir (êr), her yêk bi hêlika va, dipijiqîyan. Helki helka layê bê tirs yê apê min û bi qîrîn ”Paltoyê Dirêj, Paltoyê Dirêj!” digot. Wî mesela ”Paltoyê Dirêj” berê ji zarên ji xwe mezintir bîstîbû; Lê ew xeyaleta disan, piştê demikî bê deng, derketibû mêyadanê.

Li pêşîya dêrî zar i zevç û jin bi carikî gêhiştin hevûdû. Zaran bi hevra qala mahluqatikî ecêbdikirin. Gora tasvîra zaran mahluqat bi kurikê dirêj ya keskreş ji gîşt camêrên gund kêmtir du caran mezintir; weku dev, serî bi şara reş ya Surîyê girêdayî, poz qesi patêsikî mezin, guh qesi lepikî ü çav xwini bû… Wer xuya bü ku gişt pir tirsiyabûn. Qîzan deng kiribûn hevûdu û bi yêk dengî ”me xortlax, me xortlax dît” digotin. Di wî navbêyna da di hundirê malêkalê me derket û bi dengikî bilind; ”çi qijjî qîjja weye, nîvro jî ji me ra rehetî tune, win nalinin ku em teneki vêsenê!” got.

Wexta xanimên pêşîya dêrî kal dîtîn,çîta şara reş kişandin ser lêv û devê xwe û ji wirê bi yêk carî ziviriyan û çûn ser kanîyê civîyan.  Xaniman ji mezinan ra weku nîşana hurmetê bûktî dikirin. Piştê tarîfa zaran Kalê; ”raste merin axurê jurin! li wirê xortlax heye! We dixe!” got. Kalê çu hundir û zar çün ser kanîyê. Ez jî bi wan ketim, bi çend jinên mezin va yêk, me darêya axirê jurin.

Ji mala me ra ”Mala Mezin” dihati gotin. Ji ber ku wexta kalikê kalikê min li gund cîh bîye, cara pêşîn li cîyê mala me ji xwe ra xanî çêkirîye. Dewsê malên din ji mala me derdikevin.  Mala pêşîn bi alîyê Topal Osman hatibû şewitandin. Li Jêr axirê jêrin û li jurê malê, axirê jurin bi serê xwe bilind dibûn. Xanîyê birayê kalikê min, yê Apê Alîriza, ya pêşin mal ku bi hev va girêdayî bûn. Derîyê gîşt cîyan sêri tavê, hêla rojhilatê dikirin; ji ber ku cem me roj îlahî bû. Li ser destê çolax (çep), li bin çayîrên me, av di kanîyê da dişirrîya. Li jurê axurê jurin, qesi çil-pêncî mêtro dur tumik, bi mezelên xof bilind dibû.

Em gêhiştin axirê jurin; zaran (zarokan) hêla tarî, hêla ku gîya hatibû nijandin, îşaret dikirin. Bi çevirandina gîyê, axir bibû çar parçe; yêk ji wan goman cîyê berxan bû. ji kuna (qul) jurin midareyik([1]) ronahî digêştî hundir. Gîşt tavana êxur bi merxên çîyayê Dumanli hatibû hunandin; li jêr hustunên mezin giranîya xalîya, qesî nîv mêtro, ser êxir dikişand. Merx reş bibûn. Gora ku kalê me qal dikir di ”hadîsêda” tirkan ar bi axirê jurin jî xistibûn, lê agir (ar) piştê demikî fetisîyabû. Piştê vegera Kalikê min, ku wê demê qesî dewsê salî bîye, axir bibû mala wan a mayîn û runîştinê.

Çi bû çi nebû, yêkî nêzika cîyê herî tarî ku çav çav nedidît ”ahan xortlax!” got, bi vê gotinê zar i zêvç û xanimên mezin, weku pezên gur dibî, bi carikî va xwe avitin der cîyên ronahî. Carik din kes newêrîya disan biçe hundir. Ez hindik ma di binê nîngên kesê mezintiur da bimînîm. Du sebebên tirsê hebu; tarîbûyîna cîh û nêzikbûyîna mezelan. Yêkî ”Kî dizanî belkî xortlak yêk ji wan mirîyên mezelan e” yê din ” Kî dizanî belkî ji mezelan heta vira tunêl çêkirîye” got. Tirs helkî çû zêdetir bû. Disan gîşt bi hevra daketin jêr ber kanîyê.

Çend roj rabirtin, disan bi pêşengîya qehremanikî din, zar li pêşîya derê me kom bibûn. Dem davîya havîna pêşîn, dema nijandina gîyê bû. Axir, bi gîyê nîv tijî, bibû cîyê lîstaka zaran; wan xwe ji kuna êxir ber didan jêr, ser gîyayê nerm. Ji wirê, ji bo derketina der, wexta zar baz didan nav êxir ji xe ra yêk gîya jî bela dikirin. Gotin û hêrs ketin ji zaran ra pere nedikir; wan bi ya xwe dikirin.

Pir wext ranebirt ku disan bûyer dubare bû; disan ”Paltoyê Dirêj” zar dan ber xwe. Ji tirsan hindik ma kezeba qehramanê herî mezin parçe bî. Li jur mezel, li jêr tarî û xeyaletikî qesi dev, ma kî natirsî?

Mesela ”Paltoyê Dirêj” ne bi tenê li gundê me, lê li der i dora gundê me ji bela bibû. Vê carê xortên mezin yên bê tirs, qehremanên qehremanan kom bûn û bi hev ra pilan kirin. Wan nav xwe da planên destxistina ”Paltoyê Dirêj” dikirin. Gora pilanan çend kes bi çoyên kîp ewê bi pêşîyê biketena hundir û dor ji xortlaxê bigirtana.

Xebera pilanê gehişti kalikê min û wî;

”xortino ji xwe muxayît bin; win dixazin wî xeyaletê pêbigirin. Lê win ji dizanin ku ew sir dibî;sir xwe nîşan dide, lê nay destan”got.

Lê çi kir jî xortan guh nedan ser. Wext hatibû bi cîh anîna planê. Refikî qesi dehe kesan bibû dû beş û bi nîzama eskerî yêk bi yêkdiketin hundir. Bi ketina hundir dengê şîrqîna çoyan dihat. Wer xuya bû ku xortan ji tirsan bi çoyan li hûstunên êxir dixistin. Li hundur çi bû çi nebû, dengê gurmînîyêk hat. Yê ku ”wuy anê!” got û xwe bi carikî aviti der. Ew pêjengê qehremanan bû. Bi reva wî, yên mayî jî, du wî ra di ber jêr va direvîyan û zebanî bi tifangikî qesi boça bêrê dabû dû. Pir ranebirt ”Paltoyê Dirêj” şuva vegerîya kişîya nav êxir, di cîyê xwe yê tarî da bû sir.

Li pêşîya dêrî disan millet kom bibû. Hindikan ”Va çi bela ye sellati zari zêvçê me bîye?”digot, hindikan ji gund qala bar kirinê dikirin. Beşikî jî qala anîna sêyîd dikirin. Di wî navbêynê da, kalikê min ji hundir xilbû û di qeftenga dêrî da kurê xwe dirêji der û bangi xortan kir:

”Merin sellati wî xortlaxê nebin; qet feyde nake. Min ji we ra got ew sirre. Dermanê wê duayê; wexta we navê xwadê hel anî,nalet ji tirsan ji her derê dizivirî û dikişî qurna xwe”

Paşê kalê destê xwe ra jur kir:

”Ya Heq, Ya Hezretî Elî, ya Xizirê Kal bigihêş hewara me”.

Kalê di devê xwe da hindik tiştê dinê livand û got:

”ezê ji Kuranê sura Qulhuvela bixûnim, win ser kin kanê tiştik dimînî yan na? Lê yê rind ewe ku win ji axirê jurin dur bisekinin. Ez li wir nabim bekçîyê kesî. Ma karê Xwadê tune li ber xotlaxan bisekinî?”

Çend roj rabirtibû ku mêrê meta min a Zêbîde hatibû gundê me nîvantîyê. Çaxo kesekî sohbetxwaş, runerm bû. Herkesê ew hez dikir. Di wan rojan li gund ne televîzyon, ne jî elektrîk hebû. Xeberên mintiqê bi rêya Çaxo bela dibû. Ew, car caran ji mala xwe mehekî yêk dur diket û gund bi gund digerîya. Herkes bi nîvantîya wî kêfxwaş dibû. Yêk kesêkî ji vî tiştê razî nebû meta min bû, lê gotin feyde nedikir. Navê cîyê Çaxo Kerikan, ji gundê me du gund dur, li wî tayê Karabudak Çay, di nav erezîya bajarê Erzinganê bû. Li wî şûnê sê bira rudiniştin. Kalikê bavê wan ji Kevreş, ji mala Teqî Begê bari gundê Pêcî; bavê wan Raîf jî bari nahala Kerikan a bi daristan û çillokiribû.

Pişte xal i xatir û xwarin Çaxo qala Kerikan kir û got:

”Hirç bîye belayê serê me. Em êwaran nikaninê derkevinê der. Kutîyê minê gurêx bi destê hirçê bîrîndar bû. Ez dibim qeda û belayê we, werin wî mavzêrê bidin min. Ezê malbatê, bostan û pez i malê xwe qorî bikim”

Weku wî mavzêrêli wan doran çek tunebû. Mavzêr; ji alîyên Hesen Çavuş, lexema wî Şuto bû, li Enqere di dema eskerîyîtîyê hatibû dizin. Şuto di nav lihêfikî da bi serketî tifang anîbû Axderê, mala Apê minê Zîya. Şuto bi ser nekevî, lê ewê kî bi ser bikevî? xalanên wî ji hela çîyê dimam û di wî alîyê da namdar bûn. Kûrik dîyarîya fabriqa,ku apê min kar dikir, bû. Wî bi zanetî, ji bo bavê xwe yê kûrikê herî mezin girtibû. Paşê gîşt hacet bi rêyikî digihêşin gund.

Bavê min:

”na! Li van doran diz bişev tevdigerîn. Te nebîst par ji gundê ji axirê xalê min bişev qesi bîst kavirê derxistin?”

Çaxo:

”Ew çend salan berê bu, sebeti salikî bidin min, ezê sala bê şuva vegerinîm”

Bavê min çi kir ji ji Çaxo xillas nebû; carê Çaxo sellatê bibû. Cara paşîyê nebû kalikê min tevli qezîyê bû:

” Bide bila herre! Luzîmîya wî tûne! Çi xêra tifangê heye? xêra wî negihêşt eskerê tirk, ez hindik ma li zaran bexinim. Çek şeytane, yan tu lêdêxinî yan jî yêk li te dêxinî”

Piştê gotina Kalê tifang hat rumalê; Çaxo kontrol kir; bavê min tifang run kir û şuva rakir.Kalê sira xwe eşkere kiribû. Wî jî ; dikanîya bi rêya hacet kirina şêytanê pêyda kirî, bibûna kesekî xwadî keramet.  Wî ji bo hakîmîyetê tenezuli qontrola şêytîn nekir û sira xwe eşkere kir.

Çend royan şuvatir,Çaxo balîfîkî mezin li hespaxwe sîwar kir û da rê. Kêfa Çaxo bi çûyîna hespê va jî xuya dikir.

Bavê min li pê dilabîya;

”me tifanga nip i nû da, me qenderê pê kewik lê nexist”; Lê Kalê ” çû jê xillas bûnê” digot.

Sal ser salan ra rabirt. Ne dengê lêxistina hirçê, ne jî ya gur hat. Di davî ye da davî xebera kuştinê kesekî hat. Çaxoyê runerm û nazîk li birayê xwe xistibû. Gora gotinan Çaxo bê çare mabû; Lê tifang bibû hacetê kuştinê. Di netîcî da Çaxo bi tifangê teslîmi jenderme bibû û berê mala meta min, paşê yên dinan ji Kerikan, ji warên xwe, bar kirin. Wêran bûyîna Kerikan; ne bi tenê bû sebeba bê av mayînê bostan, lê ji serî xwar kirina dara guza sed salî jî xûya dikir.

Kalikê minvegerîya bavê min û bi dengikî tirnefes mayî ;

”Çek şêytane! rind ku ji me dur ket. Li vira bûna, kî dizanî ji me ra çi bela derxistana; kî dizanî kê li kê xistibûna?” got.

Bavê min lê vegerand;

”wexirê gotina te rast bîye Kalê”

Sebebê tirsa û xofa mezin, tarîya êxir û nêzik bûyîna mezelan bû. Li ku tarî û mirî bi hevra, li wirê tirs heye. Tirs dest hindik kesan da dibî hacet. Çek; weku kalikê min got, dikanî bibî dijminê xwadanê xwe. Berîya çek aqil divê…

Kalikê min mir; meyîtê wî li Anqarê hat helanîn. Lê sîya xortlaxê, ku wî pêyda kir, hîn jî li gund dijî û di şevên tarîyê da ji meran ra dibî sebeba tirsê. Civat jî wahaye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev