Bûkê min ji te re got, dîwaro heger guhê te hebûya…

Bûkê min ji te re got, dîwaro heger guhê te hebûya…

Devliken Kelogirî

 

Serek û rêberê Zîmbabweyê li dij nijadperestîya li reşan dibe, tespîteke feylesofî kir:

 

“Heta tekerên tirimbêlên spî, reş bin, nijadperestî yê her hebe.

Heta reş ji bo siûda xerab û spî jî ji bo aştîyê were sempolîzekirin, nijadperestî yê her hebe.”

Heta însan di dawetan de kincên spî, di şwînan de jî kincên reş li xwe bikin, nijadperestî yê her hebe.”

Heta hûn ji bo kesên sextekar qala lîsteya reş bikin û bi vî rengî lîsteyeke spî tune be, nijadperestî yê her hebe.”

Di lîstika bîlardoyê de jî heta tu topika reş nexî qulikê tu yê serketî neyê hesêb û zîhnîyeta divê topika spî her li ser maseyê bimîne, nemire, nijadperestî yê her hebe.

Lê ne xema min e! Ji bo ez qûna xwe ya reş paqij bikim, heta ez kaxiza spî bi kar bînim, ji min bextewartir kes ê tune be.”

 

Dema min ev çend hevokên zêrîn ên serek û rêberê Zîmbabweyê xwendin, dilê min bû çar perçe, bi nebûna serek û rêberekî jîr û zîrek û jêhatî şewitî û netebitî.

Min got heger hebûya serek û rêberekî me mîna serek û rêberê Zîmbabweyê, wê ji dagirkerî û zilma tirk û ereb û eceman re çi bigota gelo?

 

De îja ka ez mijarê biguherim.

 

Çendî em gilî û gazinan bikin jî, divê em ji wê sendroma dilbixweşewitînê rizgar bibin.

Heta sibê jî em stuyê xwe bi ber xwe ve xwar bikin û bikin qûreqûr bigirîn û bi ser hinarkên rûyê xwe de hêsiran bigindirînin jî, dilê kesî yê bi me neşewite, heger xwe bi xwe em bi êşa xwe neşewitin û brîna xwe derman nekin.

Êş çi ye?

Derman çi ye?

Çawa derman dibe?

Bi çi derman dibe?

Ho ho! Hûn jî pir pirsan dikin!

Xwe bispêrin Xanî…

Bipirsin ji Feqeyê Teyran û Melayê Cizîrî…

Yan jî pişta xwe bidin dîwarekî rût î tazî, çavên xwe bigirin û guh bidin dengbêjekî kezebşewitî. Bila ji we re qala serpêhatî û destanên bav û kalên we- ji bo feminîst dilê xwe negirin, serpêhatî û destanên dê û dapîrên we- bikin.

Na, heger hîn jî zingînî ji serê we nehat û hûn qanih nebûn, têkevin nav rûpelên dîrokê li derîyê xalê xwe Heredot xin. Bila we bibe ser sifreya şêr û şêrgeleyan…

 

Divê ez dîsa mijarê biguherim. Xwîna xortan dikele, anuha rabin rahêjin qelem û kaxiz û kitêban û derkevin serê çîyê, dê û bav ê ji min hesab bipirsin.

Na heyran, na.

Ez nikarim di bin barê gilî û gazinên kezebşewitîyan de rabim.

 

Di berhema Erebê Şemo ya “Kela Dimdim” de Xano heye, Xanoyê Çengzêrîn. Çi navekî seksî yaw! Bi şeref heger xwe bi xwe min karîbûya ji xwe re lawek çêbikira, min ê nav bikira Xanoyê Çengzêrîn. Ez zanim bi şirîkantîya jinekê meriv lawekî çêbike jî, ew jin ê nehêle meriv vî navê seksî yê xofê dixe dilan li lawê xwe bike,

lê…

Tip jî ew qasî bi pêş ve neçûye, mixabin.

Lê wê rojê li ser vê mijarê nûçeyek hebû. Çi qas rast çi qas derew nizanim, lê digot êdî jin bêyî ku bi mêrekî re şirîkantîyê bikin jî, xwe bi xwe wê karibin zarokan çêbikin.

Jin ber bi serê min de dihere, lê em anku mêr (!)

Zahmet e.

 

Ez zanim em ji nivîsên dirêj hez nakin, loma jî ez ê qut bibirim.

Çendî hîn jî dawîya bûyer û mijar û meseleyan nehatibe jî, tişt nabe. Bila bimîne ji nivîseke din re.

Lê divê ez fînalê anku pasaja dawîn xweş bihûnim û girê bidim…

Lê çi û çawa?

Ka ez çend deqeyekî li ser telefona xwe çavê xwe li medyaya sosyal bigerînim bê çi heye, çi tune ye, dû re ez ê vegerim ser nivîsa xwe û pasaja dawîn binivîsim.

 

De vê gavê bi xatirê we.

 

Deqeyek…

Sê deqe…

Pênc deqe…

 

Ez hatim.

Û tiştê ez lê digerîyam, min dît. Ez zanim bê ez ê fînalê bi çi xelas bikim.

Min hesab kir.

Çendî matematîka min ne xurt be jî, heger weha dewam bike, baş-xerab em bi zimanê xwe zanin. Piştî em kal û pîr bûn, zarokên me jî wê bi kurdîbûna me qala romantîzma netewekê bikin. Zarokên zarokên me anku nevîyên me jî, wê li kafe û restoran û baran rûnin û qedehan li qûna hev xin û noş bikin li ser mirina me!

NOŞ!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Zagros

    Destxweş kekê Devliken.. Her hebî!
    Heta Kurd qûna xwe bi zimanên din honik bikin, mayîna Kurdan di siberojê de mîna mayîna berfê li çolistanê ye…her neman e.

Şirovekirin hatine girtin.