Zîyo Bedirxan li Qazaxistanê û Kamil beg Bedirxan li Gurcistanê

Zîyo Bedirxan li Qazaxistanê û Kamil beg Bedirxan li Gurcistanê

Jîyana du mezinên ji binemala Bedirxanîyan li komarên Sovyet 

Emîn Narozî, lêkolîner 

Mixabin ku em bi nûçeya nexweş î xembar ya wefata dêya Ezîzê Ziyo Bedirxan Gulistana Silo ku kebaniya rûmetdar Ziyo Bedirxan bû, hisiyan. Bi rastî her mirin bi xwe re dilêşî û xemgînî tîne û di çi şert û mercan de be jî mirov pê diêşê,  lê jixwe tu kes jê nefilitiye û nafilite jî, ew rê zû yan jî dereng li pêşiya me hemiyan e.

Ji ber vê jî gava mirov bibîne ku mezinekî/e meriv xizmeteke baş ji bo vî alî û wî alî tev kiriye û li pey xwe jî zarone çê mîna profesor kekê Ezîz û yên din hiştiye ku ji malbata xwe û gelê xwe re xizmeteke baş kiriye û dike jî, êdî meriv dizane ku çavê wê/wî vekirî nemaye û neçûye û bi vê jî meriv di ber dilê xwe de dide. Ez hêvîdar im ku Xwedê dê li gorî başî û dilovaniya wê bi rehma xwe ya firewan pê re bike û gora wê jê re bike baxçeyekî bihuştê.

Serê pêşî bila serê kekê profesor Ezîz Zîyo Bedirxan û malbata wî hemî sax be û serê dost û heval û xwedî û nasên wî jî sax be û hêvîdar im ku Xwedê cihê xem û kederên wan digire û sebrê bide ber dilên wan hemiyan.

Bavê Ezîz, Ziyo Bedirxan jî bêguman şareza, bîrewer û têkoşerekî doza gelê xwe bû ku di dema Barzaniyê Mezin li Sovyetê li Ozbekistanê bûye, xwestiye ku bi awayekî xwe bigihîne cem Xruşçov da hinek agahdarî li ser rewşa kurdan û sedemê hatina xwe û hevalên xwe ya wê derê bidê û jê alîkarî bixwaze.

Ji bo vê jî mêrxas û egîdê cenga duyemîn ya cîhanê û xwedî madalyayên palewaniya xwe ya di cengê de gihaye hawara Barzaniyê nemir. Ew hem bi saya malê xwe, hem jî bi dîplomasî û siyaseta xwe ya destdirêj û bi navûdeng û payeyên xwe yên dema cengê û yên pey re jî bi hemî şiyana xwe ji dil û can xebitiye û têkoşaye heya ku karibûye hevdîtina Barzanî bi serokê Sovyetê yê hingê Xrûşçov re pêk bîne.

Jixwe çawa ji navê wî jî tê fahmê Ziyo Bedirxan jî ji malbateke arîstokrat ya Mîrê mezin ê Botan Mîr Bedirxan Begê e ku bi malbatî pirên wan ji bo desthilat û rizgariya Kurdistanê têkoşane û herdem li nefî û penaberiyê jiyane.

Ji ber vê jî min xwest ku ez nivîseke ku bi kurtî li ser jiyana Kamil Bedirxan ji hêla Ayhan Ekrem ve bi tirkî hatiye nivîsîn û di rojnameya Yenî Yaşamê de (Ayhan Ekrem, Yenî Yaşam, hej.: 6/7-2020) hatiye weşandin wergerînim kurdî. Ev nivîsar ji hêla Mirad Ciwan ve ji min re hatibû şandin.

 

Jiyana Kamil Bedirxan ya penaberiyê

Wergera Tirkî: Emîn Narozî

 

Gava ez li ser nivîskarê penaber ê kaxizmanî Ordîxanê Keşaxî dixebitîm, ez rastî serpêhatiya Yûsuf Kamil Bedirxan Beg ya xembar hatim. Yûsuf Kamil Beg ku rûsiyan jê re “Profesorê Sor” digot, kurê Mîrê Botan Bedirxan Beg e. Jiyana wî ya ku bi mîrata bavê wî ya welatekî azad û serbest ve terxankirî bû li penaberiyê dest pê kiriye û lê jî qediyaye.

Yûsuf Kamil Beg li Stenbol, Cenevre û Fransa perwerde bûye û demeke kin piştî ku erka qeymeqamiyê wergirtiye. Şaredarê Stenbolê Ridwan Paşa hatiye kuştin û ew jî mîna hemî mêrên malbata bedirxaniyan hatiye tawanbarkirin û sezakirin. Ew ji erka xwe ya qeymeqamî hatiye avêtin û bo girava Rodosê tê sergom/nefî kirin.

Îcar gava şerê yekemîn yê cîhanê hê nû dest pê kiriye, [yan jî li ber dest pêkirinê bûye] ew xwe digihîne Bedlîsê û bi Mele Selîm, Şêx Şehabedîn û Seyid Elî re beşdarî xebata wan ya serîhildanê dibe. Lê belê Dewlet zû pê dihise û Mele Selîm desteser dike ku ji ber vê rewşa nepayî serîhildan jî ji wextê xwe zûtir dest pê dike, lê zû jî têk diçe.

Hingê Yûsuf Kamil Beg jî hatiye girtin û bo Stenbolê hatiye şandin, lê dû re wî rêyekê dîtiye û xwe ji destê wan xelas kiriye û xwe avêtiye tor û bextê keştiya firansiyan. Digel zordan û fişara osmaniyan jî wan Yûsuf Kamil Beg teslîm nekiriye, lê bê ku here ber dadê ew bi idamê/xenaqê hatiye cezakirin.

Dû re Kamil Beg gava bi rûsan re pêwendiyên xwe xweş kiriye, rabûye çûye Tiflîsê û ji bo serîhildaneke nû ji berpirsiyarên rûsî alîkarî xwestiye. Gava bersîva erênî û sozê alîkariyê ji wan wergirtiye, hingê rabûye ji serek û şexsiyetên mezin ên kurd re name nivîsîye. Lê çi heyf ku hê di destpêka fikrê serîhildanê de pilanên wî bi dawî bûne, çunkî şoreşa bolşewîkan [ku hingê hatibû ser hikim] piştgiriya sozê ku [ji hêla desthilata çarî ve] pê re hatibû dayin, nekiriye.

Dema sînor ji nû ve diyar bûne, êdî Tiflîs bûye cih û warê wî yê herdemî, lê ew di wan mercan de jî vale ranewestiyaye û rabûye dibistanekê vekiriye û bi kurdî tê de ders daye. Wî hem li wê dibistanê û hem jî li zanîngeha Tiflîsê ders dane û pê re jî li ser tarîx, kultir û jiyana kurdan heya dawiya temenê xwe yê sala 1934an jî gotar nivîsîne.

Kamil Begê ku hertim ji bo jiyana li welatekî azad têkoşîn dida, mixabin dê piştî koça xwe ya dawî li penaberiyê li Tiflîsê bibûya hesretê kêlikeke ber serê gora xwe. Di nexweşîna wî ya ber koça dawî de, dostê wî yê nivîskar û dengbêj Ahmedê Mîrazî ku hingê li ber serê wî bûye, di bîranînên xwe de diyar dike ku heya hingê jî ne misoger bûye ka dema wefata xwe dê li kû bê veşartin.

Çunkî êzîdiyan destûr nedida ku kesên ne êzîdî di goristanên wan de bên veşartin û şagirdên wî û dostên wî yên ecem jî dixwestin ku wî li goristana eceman veşêrin. Her hingê gava jina wî Margarîta ji Kamil Beg pirsiye ka ew divê wî li kû veşaêrin, wî keserek kişandiye û gotiye: “Min li goristana kurdan veşêrin, çunkî ji bo azadî û serxwebûna wan cegera min heliya, lê mixabin ku min bi xwe ew azadî nedît.”

Li ser wesiyeta wî ew li Tiflîsê li cem goristana êzîdiyan hatiye veşartin ku Ahmedê Mirazî bi destê xwe li ser kêlika ber serê wî weha nivîsîye: “Te bi zanîn û xebat û têkoşîna xwe ramanên bi deh hezaran kurdên ku di tarîtiyê de mabûn rewşen û rohnî kir, bêguman keda te nayê jibîrkirin.”

Mixabin ku ya xembartir jî ew bû ku di salên 1970î de li nik wê goristana ku lê dima karxaneya keviran hatiye sazkirin û hingê kêlika gora Kamil Beg jî hatiye rakirin. Lê nivîskar Ordîxanê Kaşaxî wê kêlika ku nivîsa Ahmedê Mîrazî li ser bû bi tesadifî dûrî goristanê li cihekî dîtiye. Wî ew biriye baxçeyê ber mala xwe daniye bi mebesta ku jê re gorekê çê bike û kêlikê jî deyne ber serê gora nû. Lê çi heyf ku temenê wî têr nekiriye û ew jî li heman goristanê hatiye veşartin. Min ji dostên xwe yên li Gurcistanê pirsa gora wî kir, lê wan diyar kir ku gora Kamil Beg ketiye ber rê û kes nizane ka çi kêlika wê jî hatiye.

Piştî vê nivîsê ez lê geriyam û min ev agahên nota jêrîn di rojeva kurd de li ser gora Kamil Bedirxan dît ku ez wê jî weke not li jêr didim (1).

 

(1). Gor û mala Yusif Kamil Bedirxan ku yek ji endamê malbata Mîr Bedirxanê Ezîzî ye li paytexta Tiblîsa Gurcîstanê hate dîtin. Di derbarê dîtina mal û vê gorê de Hemîd Ebubekir Bedirxan Sernivîskarê Rojnameya Bedirxan dide zanîn ku piştî ku wî ji nivîskar û ronakbîr Dmîtrî Pîrbarî bihîstiye ku gora Kamil Yusif Bedirxan di nav goristana Êzîdiyan de ye û her wiha ew mala ku têda jiyaye jî her li nav Tîblîsê bûye wî serdana gora Yusif Kamil Bedirxan kiriye û paşê jî serdana mala wî kiriye ku heta dawiya jiyana xwe Yusif Kamil Bedirxan li wê malê jiyaye. Sînemxan Celadet Ali Bedirxan jî di derbarê dîtina gora Yusûf Kamil Bedirxan de da zanîn ku raste Kak Hamîd nû dîtiye lê me ji berê de jî dizanibû ku gora wî li wir e. Bedirxan got: Yusif Kamil Bedirxan yek ji endamê malbata Bedirxaniyane û piraniya jiyana xwe li Tiblîsa paytexta Gurcîstanê jiyaye. Di pêşketina çanda kurdên Gurcîstanê de roleke mezin leyistiye. Wî di sala 1929 an de li wir dibistaneke Kurdî vekiriye û bûye mamosteyê zimanê Kurdî û Tirkî. Gelek gotar û lêkolînên wî yên di derbarê jiyan, çand û hunera Kurd û Kurdistanê de hatiye belavkirin. Her wiha di derbarê kesayetiya Yusif Kamil Bedirxan de, Sînemxan Celadet Bedirxan got: Ew mirovekî zana û ronakbîrekî navdar bûye, çendîn zimanên Ewrupî û rojhilatî dizanibû. Di sala 1934 an de jiyana xwe ji dest daye. Margarîta Yakovlêvna xanima wî bû û ew jî Elman bû. Xanima wî sala 1953 an de koça dawî kir û wan tu zarok nebûn. Berî ku Yusif Kamil Bedirxan koça dawî bike wasiyeta wî ew bûye ku wî li Tiblîsê li goristana Êzdiyan de binax bikin. Her wiha dostekî wê yê dengbêj û ronakbîrê Kurd Ahmedê Şawêş Mîrazî bi destê xwe li ser kêla wî bi sê zimanan (Kurdî, Tirkî û Rusî) wiha nivîsandiye: Yusif Kamil Beg Bedirxan Ezîzî 1872-1934, Te bi xebat û îlmê xwe serê 10 hezar Kurdên tarî minewer kir. Xebata te nayê ji bîr kirin.

 

Not:

Ev çend rêz ji lêkolîneke Aso Zagrosî ya ser Edb ur-Rezak û Bedirxaniyan e ku ji Zagrosnameyê hatiye wergirtin û bo kurdî hatiye wergerandin.

Kurdîzade Ehmed Ramizê Liceyî di sala 1907an de bi nasnavê Lutfî, kitêba Mîr Bedirxan nivîsîye. Wî hem Tarîxa Bedirxaniyan bi kurtî û hem jî bûyera kuştina Şaredarê Stenbolê Ridwan Paşa nivîsiye. Wî ew bûyer weke komployeke/pilanekî ku li dijî malbata Bedirxaniyan hatiye bikaranîn, dîtiye û parastina wan jî girtiye ser xwe.

Ya balkêştir jî ev e ku ev kitêba dagirtiyê bi gelek pesnê malbata Bedirxaniyan, mêrxasî û lehengiya wan digel  ya miletê kurd, ne ji hêla Bedirxaniyekî ve lê ji hêla Ehmed Ramizê Licî ve hatiye nivîsîn.

                                                                                       Wergera kurdî: Emîn Narozî   

 

Di wêneyê sala 1880î da: yên rûniştî ji çepê ve: Emîn Elî Beg, Elî Şamil Paşa, Behrî Beg. Yên jipiya: Murat Remzî Beg, Hasan Fewzî Beg, Mikdat Beg, Mithat Beg, Kamil Beg.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev