Bûyerên balkêş ji jîyana Aramê Tîgran

Bûyerên balkêş ji jîyana Aramê Tîgran

Nura Şane

Têmûrê Xelîl berî çend salan hatibû Stembolê.
Di medyaya civakî da çawa bêhempa be, rû bi rû diha xweş gotin, maqûl û karîzmatîk e.
Ji hal û hereketên wî entelektuelî dibare.
Meriv ji sohbeta wî têr nabe, zeman çawa diherike fêmnake, ser da jî mîzaha wî ya şahane û bîranînên wî yên balkêş ra serê merivan da ronesansek çêdibe.

Me cîyê hevdîtinê li hev kir, ez hinekî berî wî gihiştim ji ber ku ew danasîna kîtêba Ihsan Birgul da bû. Halbûkî bernameya wî da tune bû, spontane çûbû.
Ez zanim ew yekî ciddî û daqîq e, ji ber ku me berî çend salan jî çend caran hev dîtibû, ew tim di wextê xwe da dihat hevdîtinan.

Neyse ew wek herdem bi hemû karîzmaya xwe va hat.
Dil û çav û mêjûyê min jî ronî bûn bi dîtîna wî.
Ne tenê ez lê kedkarên restoranê jî dora wî diçûn û dihatin ji ber ku ewana jî weke min yekî wisa zarşîrîn nedîtibûn, ser hev îkram didane ser masê.
Dixwestin tevî sohbeta me bibin. Mala Xwedê ava, mişterî hinek zêde bûn ku ji dora me çûn.
Mijar hat ser gotineke Aram Tigran ku digot: “Eger ez carek din bihatama…..”

Min pirsî rastî da wisa gotiye?

Got “Erê, di hevpeyvînekê da dibêje, heta dibêje ku bavê wî gotîye em îro bi xêra kurdan dijîn.”

Rastîya gotinê çawaye?

Got “Eger ez carek din bihatama dinyayê, min ê hemû tank, top û tiving bihelandana, ji wana qamîş, cumbuş û zurne çêkirana.”

Min pirsî qamîş?

Got “Li wira gotina qamîş qesta wî mey e, ango dûdûk. Ji ber ku dûdûk ji qamîş çê dikin. Piranîya kurdên me nizanim bo çi dibêjin bilûr.
Te dî, ji Egîtê Cimo ra dibêjin mîrê bilûrê, lê wî di jîyana xwe da li bilûrê nexistîye. Li meyê xistîye. Mesele, Mîroyê Qanat li meyê dixe, ne bilûrê.”

Min got lê tirkî ya gotinê da dewsa meyê gotine saz?
Got “Tirkî qey gotina mey tune, lema.”

Min got mey heye lê bo îçkî, şerabê bikartînin.
Wek aleta mûzîkê jî heye lê bo çi weke saz wergerandine, yanî orjînal weke gotina te ye.
Qamîş gotiye ne wisa?

Got “Na, orjînala gotina wê meya ye. Wî li meyê xist, wî li zirnê xist.”

Min got ser Aram çi difikrî?

Got:
“-Her sala teze berbangê dihat mala me.
-Dema Komkara Kolnê gazî wî kir bo cejina Newrozê, hemû kaxezên wî yên vîzayê min çê kir û du helbestên Cegerxwîn ji cilda 3an yên ser Newrozê min dan wî, ewî kilam çê kir û cara pêşin li Kolnê stira.

-Li Kolnê apoçî çûn gotin Komkar feqîr e, were cem me em pera bidin te. Û çû!

Paşê got: -Ez file me, ne kurd im, ku welatparêzîya we bikim, kê pera dide min, ez diçim cem wî.

-Di 50 salîya xwe da gazî min jî kiribû. Ew sala 1983an bû. Tê bîra min, ku berî wê çû Kolnê.
Ez çûm, min cildeyên 2, 3 û 4 yên Cegerxwîn wek hediya da wî.

– Rojekê bi xwe pê hesiyabû rojbûna Mîdîyayê ye (qîza wî), bêy ku em gazî wî bikin, bi xwe hat û stira. Ji bavê min pir hez dikir, digot bi saya wî dengê min li cihanê belav bû, heta digot: -Dengbêjên din tenê carekê bo stirana xwe pere distendin, bavê te sêqat pere dida min, ji ber ku di gelek kilamên min da him gotin yên min an bavê min in, him mûzîk a min e, him ez li cumbuşê dixim, him jî distirêm.

-Mêze, ermenîkî tund bû jî, lê him ermenî jê hez dikin, him kurd. Lê a Îbo ne tirk jê hez dikin, ne kurd.

– Erê, nasyonalîst bû jî û baş dikir, ku wisa bû.

Pişt ra Têmûrê Xelîl nimûneyeke din a gelekî xweş got:

-Rojekê di otobûsê da du keçên êzdî bi kurmancîyeke xweş bi hev ra ketine xeberdanê, Aram jî bi baldarî guh dide sohbeta wan. Keçek texmîn dike û ji hevala xwe ra dibêje: -Pîîîî, lêlê, evê kêleka me weke ku “teşîya me dirêse” (ev biwêja kurdî bi kurmancîya Ermenîstanê tê maneya “zimanê me fêm dike”). Aram ber xwe nade û bi kurmancî dibêje: -Ez dirêsim jî, ba didim jî, çê dikim jî.

– Nimûneya here xweş kilama ser Mistefa Barzanî ye. Wî got ez nastirêm, ez ermenî me, qey ezê rabim pesinê serokê kurdan bidim? Wê ermenî çi ji min ra bêjin?

Lê paşê derket ku hinek ditirsîya jî, ji ber ku dema ji Ermenîstanê çû, çend kilam ser Apo gotin. Pişt ra hîvî ji Têmûrê Xelîl kirin, wî ew kilam stira…

– Ji bo pera ser Apo digot.

– Tu zanî, Aramê Tîgran dema hinek vedixwar, gotineke helbesta Cegerxwîn diguhart, lê Cegerxwîn zanibû ku henek e, jê nexeyîdî bû. Him jî Aram ne di radyoyê da gotibû, di şahîyan da carina bi henekî digot.
Aram gerekê bigota “Min gulfiroşek dît”, digot “Min qulfiroşek dît.”

Tam wê demê da bi telefonê ra mijûl bû weke moralê wî hinek xira bû, paşê min bihîst ku Memê Miksî gazinên xwe jê dike di bin belavkirineke Ihsan da neheqî li Têmûrê Xelîl dike ( -Dûrê mijarê lê bala min kişandiye, jixwe bûye moda pir kes bêyî wî nasbikin bi belavkirin û şiroveyên bêbingeh va pir caran êrîşî wî dikin. Halbûkî ku Kurdistan ava be, wê bi saya ava rûyê kesên weke wî be-) ka bo çi ji danasîna pirtûkê ewqas zû çûye. Têmûr jî bersîva wî da, got a pêşin, ez berî bêm danasînê, min birêz Ihsan pîroz kirîye û min jê ra gotibû ezê bêm danasînê, lê ez mecbûr im zû derkevim, ji ber ku sozê min bi hin kesan ra heye. Pişt ra Memê Miksî vê carê bi messengerê ji Têmûr lêborîn xwest, got bibore, haya min jê tunebû. Lê baş e ku paşê li hev hatin, Memê lêborîna xwe xwest, heta nimreyan telefonên xwe dan hevûdû.

Pişt ra Têmûrê Xelîl ji min ra got: -Mêze, hinek kurdên me ecêb in! Bi Facebookê neheqîyan li min dike, bi Messengerê lêborîn dixweze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev