Destpêka «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî»

Destpêka «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî»

Berhemeke delal ji weşanxaneya NA

Berfo Barî

 

  • 1.1.Di destpêka salên 1990an da min bi giştî bala xwa dayî bû Vê mijûliya min bi vî hawî heta sala 1995an berdewan kir. Paşê di sala 1995an da min li ba zangeha Zurich’ê (Swîsre), li ba Prof. Dr. George Eugene Dunkel û pêra jî digel Prof. Dr. Michael Janda dest bi xwandina beşa «Zmannasiya Hîndî-Ewrûpî Ya Ruberîhevkirinê» kirî bû (Vergleichende Indogermanische Sprachwissenschaft). Du sal paşê jî min di sala 1997an da li zanîngeha Bern’ê (Swîsre), ligel Prof. Dr. Roland Bielmeier dest bi beşa «Wêjenasiya Hîndî-îranî’yê» kir (Indoiranische Philologie).

 

  • 1.2. Ji wê gavê û pê da min ligel xwandina xwa dîsan dest bi «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» jî kirî bû. Pêra pêra min dest bi berhevkirina meteryelên bingehîn yên jibo bêjenasiya zmanê kurdî kir. Min digel bêjeya kurdî ya sereke dîsan peyvên ku di zmanên din yên hîndî-ewrupî da pê va girêdayî bûn, yan jî heman peyîv bûn, bêyî ku ligorî hoyên zmannasiyî zêde pê mijul bibim, di bin peyva kurdî ya sereke da tomar dikirin. Di vê navberê da di nav van bîst salên buhurî da li ba min l’ nêzzîkî çar sed rupel meteryel hatî bûn ba hev. Her çendî ev jibo min ciyê dilxwaşiyê bûyî bû jî, lê li hêla din jî xeternakiya ku ez van meteryelan ligorî pîvanên zmannasiyî yên ekedemîk di ber çavan ra derbaz nekim, bi hêviya ku rojekê dîsan lê vegerrim, hilo li şuna xwa bihêlim û qet destê xwa lê nedimê jî, hee’ bû.

 

  • 1.3. Ji piştî van salên dur û drêj ez careke din lê vegerriyam û bi wan meteryelan ra mijul bûm. Jibo ku ez bikarim birryarekê bidim, min ev mijar careke din ji nuh va di ber çavan ra derbaz kir. Di vê navberê da qendî salekê dem buhuriya. Lê axir di dawiyê da ji piştî vê pêvajoyê di serê min da birryara lêkolîn û weşandina ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» bi temamî ciyê xwa girt. Bêguman ez ê van lêkolînan nekarim b’ ser hev da di carekê da bi dawî bikim û pêşkeşî raya giştî ya kurd û kurdî bikim. Ligorî derfetên min yên heeyî ez ê her carê peyveke kurdî bigirim û wê di nav metodên zmannasiyî yên ekedemîk ra derbaz bikim. Ji piştî ku min ligorî pîvanên zmannasiyî teşeya dawiyê dayê, hingê ez ê bi rêk û pêk van lêkolînan biweşînim.

 

  • 1.4. Di vî karê dur û drêj da bêguman ewdê ligel pirsgirêkên dengnasiyî, bêjenasiyî û zmannasiyî dîsan yên texnîkî jî derkevin. Lewra wekî her karê din yê ekedemîk, pêwistiya vî karî jî di destpêkê da bi planeke rewa hee ye, jibo ku mirov zêde li ser riya karê xwa b’ vir û wir da neşelife, xwa û karê xwa ji tengasiyên bê wate bihewîne. Jiber vê hindê ewdê ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» ligorî van daneyên li jêr dayî were bi rê va birin:

∙ Ewdê ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» ne ligorî rêza elfebeya zmanê kurdî ji tîpa «a»yê dest pê bike û bi ya «z»yê jî bi dawî bibe (her çendî ev vegotin wekî bê planî xuya dike jî, lê jiber îmkanên heeyî yên bi sînorkirî riyeke mecburî ye).

∙ Zaraveya «kurdiya kurmanciya nuh» ewdê wekî zaraveya sereke were bi kar hanîn.

∙ Bêjeyên zmanê kurdî yên resen ewdê bingeha vî karî pêk b’înin, wm.:

bask, mîh, mehîn/meyîn, hêl, bijîşk, deşt, nahal, nimêj/nivêj/limêj/nimê, keç, jin, jîn/jiyan, ga, mange, xwang/xuşk/xuç/xweh, derî, mal, çav, çem, bîn-: di-bîn-e, havitin: t-avêj-e, pez, şivan, nav, raşt û hwd.

∙ Peyvên zmanê kurdî yên bingehîn û resen ewdê tenê ligorî rastnivîsa/ortoxrefiya zmanê kurdî, xronolojiya dîrokî û zmannasiyî werin nivîsîn, wm.:

aştî (ne aşitî/aşîtî!), hêl (ne alî!), bend-ik (ne ben-ik!), parastin: di-parêz-e (ne paraztin!), kuştin: di-kuj-e (ne kujtin!), ezman (ne asîman!), herê (ne erê!), henî (ne enî!), peyv/peyîv (ne peyiv!), nahal (ne newal!), handa/henda (ne wenda!), dîsan (ne dîsa!), çawan/çiton (ne çawa/çito!), hêsan (ne hêsa!), kun (ne qun!), xwandin: di-xwîn-e (ne xwendin!), standin: di-stîn-e (ne stendin!), strîn/striyan/strandin: di-str-e/di-strîn-e (ne sitirîn/sitiriyan/sitirandin!), raşt (ne rast!) û hwd.

∙ Peyvên ku di zaraveya kurdiya kurmanciya nuh da tun in, lê heger di zaraveyên din da heeyî bibin, ewdê wekî bêjeyên sereke di ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» da şun bigirin, wm.:

▸ kuKrd-n. herme n. [härmä] «bask» ← kuKrd-k. *Harma- ← proto-kurd. *H2r̥H-ma- (≈ av-c. arəma-/arma- «bask» < hepaş. *h2r̥H-mó- «bask» > îngl-n. arm, elm-nb. Arm n., swêd-n. arm «bask», lat. armus «çepil, pîl» û hwd.).

▸ kuKrd-n. dew n./dewe m. [dä́v/dävä́] «gund» ← kuKrd-k. *dahyu- ← proto-kurd. *dási̯u- (≈ av-k. dax́iiu- m. «welat», av-c. daŋ́hu-, daiŋ́hu-, dax́iiu- «welat, nişteciyên welatekî, gel/xelk» < arpaş. *dási̯u-, fars-k. dahyu- m. «welat, herêm, dever», fars-n. dih «welat, gund», ved. dásyu- n. «dijminê xwadeyan, dijmin, dêv/hefrîd/hut» û hwd.).

∙ Peyvên ku ji zmanên biyanî ketine nav zaraveya kurdiya kurmanciya nuh, ewdê wekî bêjeyên sereke di ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» da neyên bi cî kirin, li berevajî vê li şuna wan – heger heeyî bibin – ewdê heman bêje ji zaraveyên kurdî yêndin werin bi şûn kirin, wm.:

▸ kuKrd-n. dês n. [dḗs] «dîwar/dîzar» ← kuKrd-k. *dai̯sa- (≈ av-c. daēsa- n. «nîşan, şanî, elamet» < arpaş. *dai̯ćá-< hepaş. *dei̯k̑-ó-, ji kiryara *dei̯k̑- «nîşan dayîn»; pehl. uz-dēs «put», ved. deśá- «herêma cîhanê, cî, war, şun, herêm, dever») û hwd.

∙ Peyvên zmanên biyanî yên ku paşê ketine nav zmanê kurdî, ewdê ligorî giraniya xwa ya di zmanê kurdî da, di nav ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» da werin bi şûn kirin, wm.:

▸ kuKurm-n. tofan<çîn. tai fung «baayê mezin».

▸ kuKurm-n. meşk< aram. maškā «çerm» û hwd

 

Beyhanî Şahîn, di sala 1969an da li Bakurê Kurdistan’ê, li Orçul’a herêma Qoçgîrî’yê (Erzingan) hatiye dinê.Di sala 1988an da derketiye der, çûye Ewrupê. Li Swîsre’yê li bi zangeha Zürich û Bern‘ê beşa zmanên îndo-ewrupî, îndolojî ûfîlolojiya îndo-îraniyê xwandiye (zmanê avestî, medîfarsiya kevin, farsiya nuhpehlevî, partî, sogdî, khotansakî, vedî, sanskrîtî, palî, prakrîtî, zmanên nuristanî, hetîtî, mîtannî, lîdî, yonaniyakevin, latînî, gotî). Têza xwa li ser zmanê medî nivîsiye: Zmanê Medan (bi elmanî: Die Sprache der Meder)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev