Çerçî

Çerçî

Welat Agirî

 

Şeveke adarê ye. Herçiqas hikmê zivistanê nemabe jî, îşev şeveke bi sur û serma ye. Wext êdî dereng e, soba pîrka min ji zû va temirîye, lê xewa min nayê, xew nakeve çavê min. Ser piştê xwe dirêj dikim nabe, berê xwe didim diya xwe nabe, pişta xwe didim diya xwe nabe, nabe, nabe.

Çûkekê di qefesa min da hêlîna xwe çêkirîye, malmîratê nahêle çend xuleka çavên xwe bidim hev.

Li oda dinê xure xura kalkê min û pîrka min e. Piştî çûyîna bavê min, diya min jî gelek şevên xwe bê xew derbas dikirin, lê îşev ji xeynî min her kes di xewê da ye.

Dixwazim derkevim derva, dîsa li gerdêleya kalkê xwe mêzînim, lê newêrim, ji tirsa guran newêrim derkevim derva. Pîrka min dibêje gur birçîne û bo xwarinê xwe berdidin gundan.

Em ji zû va li benda vê keleskê bûn. Hêj çend meh berê, kalkê min gotibû, ez û Ûsoyê xwe, em ê vê biharê ji xwe ra çerçitîyê bikin. Di wan şevên zivistanê ên dirêj de, em herşev li ser kirrîna erebeke hespan sekinîbûn û herçiqas pîrka min li dij me be jî, me gotina xwe kiribû yek.

Çar cot mîyên me mabûn, ku ew jî îro hatin firotan. Kalkê min bi perê wan mîyan; îskan, fîncan, sinî, kevçî, teyştên laylon û yên bafûn, çaynikên çay, quşxane, benîşt, totik, gustîlk, bazin û gelek tiştên din kirrîn.

Emê sibê herine gundê Moro û divê ez zû rabim ser xwe û kincên germ li xwe kim. Nizanim taştê li malê bikim yan di rê da gofretekê ji kalkê xwe bixwazim? Na totik û gofret ne ji bo min, lê seva firotanê hatine kirrîn, gotî wan nexwim.

Heta niha neçûme gundê Moro, lê dibe ku di wî gundî da jî zarokên dizek gelek bin. Dema kalkê min kelmelê xwe nîşanî mişteriyên xwe da, ez ê jî çavên xwe li devdor bigerînim, nehêlim benîştên me werin dizîn.

Kalkê min dibêje, hinek ji gundîyan li şûna pera bi ceh, genim û hêkan alvêrê dikin. Em ê çi bikin ceh û genim heyran, ji me ra pere lazim in. De hûn ê bibînin, heke jinên gundan bi hêkên genî kalkê min nexapînin, ez jî qet tiştekî nizanim.

Haa teze hate aqlê min, divê em alifê hespan jî ji bîr nekin. Dema keleska me li nava gund sekinî, em ê alif bidin ber hespên xwe, de ew jî bi can in, bira birçî nemînin.

Îro, Siloyê Elî digot tu dikarî bi gustîl û bazinan qîza bixapînî, wan bikî dilketiyên xwe. Ez qet tiştekî wisa dikim! welle ew çavên xwe jî biqirpînin, çûncika xwe jî çêkin, destê xwe jî bakin, wê nikaribin gustîlkekê an jî bazinekê ji min wergirin. Na bavo na, ez çerçî me û hûn jî dizanin çerçî nikare bê pere tiştekî bide kesî.

Weha nabe, divê ez razêm. Ger sibê zû hişyar nebim, dibe ku kalkê min, min di xewê da bihêle û tenê derkeve rê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev