Kurd di weşanên polonî de

Kurd di weşanên polonî de

Pirsgirêka kurdî di lêkolînên polonî yên qonaxa piştî şerî (1945-1969) de

Wergera ji polonî: Sidqî Hirorî

Di naverasta sala 1969-ê de, pirtûka nivîskarê kurd A. R. Qasimloyî (Kurdistan û kurd), ku ji mêj ve behsa wê dihat kirin, ji weşana wê ya Pragê ya îngilîzî hat wergerandin bo polonî û gehişt bo ser teqiçkên pirtûkfiroşiyan (1). Vê xebata lêkolînvaniyê gelek dengdana xwe heye û ji ber egerên cuda dibe cihê dilxweşiyê. Ev yekemîn lêkolîna berfireh e bi zimanê polonî li ser pirsgirêka kurdî piştî van çend salên paş şerê Cîhanî yê Duyem. Ji ber hindê û li gel qelsiyên tê de, bi taybetî di warê zanyariyên etnografîk de, ev pirtûka Qasimloyî berhemekê buhadar yê weşandî ye. Her weha ew bêguman wê valahiya di nav lîteratura polonî de li ser vê pirsê heyî pir nake, lê nebûna lêkolînên li ser pirsgirêka kurdî, çi yên nivîskarên polonî û çi yên wergerandî ji lîteratura mişe di vî warî de, ji nivîskarên rûs û Sovyetê, çi nivîskarên îngilîz, elman, çi jî fransî, weha dike ku ev wergera pirtûka A. Qasimloyî, ya li jor binavkirî bi pilyeka bilind bihête hilsengandin.

Ji bilî nivîsine di hinek kovar û weşanên heyamkî (peryodîk) yên polonî de û bi terzekî ji terzan di xebatên mezintir de yên girêdayî pirsgirêkên deverên Rojhilata Navîn, em, di lîteratura polonî ya zanistî û ya giştî de, ya piştî şerî, pêrgî çi xebatên lêkolînvaniyê yên mezin li ser jiyan û kultura kurdan nabin. li gel berfirehbûna pûtedana hem zanistî û hem jî grupên mezin yên xwendevanên polonî bi kultura miletên neewropî, nebûna lêkolînan li ser grupên etnîk yên cuda li deverên rojhilata erebî mîna kurdan, bêguman cihê pirsiyar û pêdaçûnê ye. Kultur û rewiştên balkêş û gelek elementên tradisyonê yên kevnar ku di nav kurdan de heta roja îro hatine parastin, babetên baş in ji bo vekolandinê.

Ku mirov temaşayî berhemên çapkirî bike, dê bibîne ku ev pirs li Polonyayê kêm naskirî ye. Di rojnameyên rojane û heftenameyan de, dengûbas bi nûçeyên biçûk, ku bi awayekê serekî li ser rewşa kurdan ya siyasî bûn, dihatin weşandin. Ew nûçe jî di piraniya xwe de li ser kurdên Îraqê bûn, ji ber gelşa wan bi desthilatdarên Îraqê re (2). Nûçeyên rojnamevanî derbarê kurdên ku di nav sinorê Îranê de dijîn gelek kêm bûn û li ser rûniştivanên kurd li Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi yekcarî nebûn.

Her wekî dihêt zanîn axa Kurdistanê di navbera van herçar dewletan  de dabeşkirî ye. Piştî şerê Cîhanî yê Yekem, di egera sîstema hêzên siyasî û berî her tiştî hilweşiyana Împeratoriya Osmanî de, rê li ber kurdan, bo bicihanîna daxwazên xwe yên azadîxwaz ku wan bi sedan salan xebata çekdar ji bo kirî û di sedsala 19-ê de bi hêz ketin, vebû. Lê her di encama şerê Cîhanî yê Yekem de Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê de hat dabeş kirin. Di ser vê parçekirinê re, hesta neteweyî ya hêzdar û girêdan bi ziman û rewişt û tîtalan ve, bûn egera xebateka berdewam ji pêxemetî pêkanîna dewleta xwe. Lihevhatina aştiyê li gel Tirkiyeyê li tebaxa sala 1920-ê li Sevreyê qala damezrandina Kurdistaneka serbixwe ya pêkhatî ji deverên kurdî yên Îraqê û Tirkiyeyê kir, lê ev pilan nehat bicihanîn.

Li deverên erebî yên Rojhilatê, kurd, ku serhejmara wan nêzîkî 7 milyonan e, grupeka etnîk ya serbixwe ye -bi koka xwe îndoewropî ne- diyalektekê nêzîkî yê îranî bi kar diînin. Xwe hêj koka wan ya etnîk bi duristî nehatiye vekolandin. Kudan, li gel kartêkirinên mezin yên milletên cîran li ser wan, cudahiya xwe ya kulturî di hinek warên jiyanê de, bi taybetî di warê avakirinê û di cil û bergan de, li gor dewrûbera xwe ya geografîk parast. Wan, di warê peywendiyên civakî, zanebûna gelêrî û baweriyan de, bêtir elementên xwemalî li nik xwe parastine. Ev bêtir peywendîdar e bi kurdên Îraqê û Îranê, ji ber ku pirtirîn xelkê kurd li van herêman dijît. Kurdên ku li Suriyeyê dijîn grupeka biçûk in, ji çend deh hezar kesan pêk dihên û kurdên Tirkiyeyê ji ber politîka helandinê, ji aliyê hikûmeta wê dewletê ve, bi xelkê tirk dihêne naskirin.

Piştî şerê Cîhanî yê Duyem, li Polonyayê, kêm nivîs li ser kurdan hatin weşandin. Her wekî min gotî, di wî warî de çi xebatên serbixwe yên mezin nebûn. Yên hebûn jî valahiyeka biçûk di lîteratura girêdayî vî babetî de digirin. Di nav wan de nivîs hene girêdayî babetên dîrokî-siyasî û geryannameyan û her wesa behsa lêkolînên geografîk li wan deverên ku kurd lê xwecih in dikin. Ji bilî nivîsên di kovaran de, nûçeyên biçûk li ser van pirsên ku me elaqetdar dikin, di karên mezintir û babetberfirehtir de dihên dîtin. Nivîsên gerok û lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê li ser Kurdistanê ku careka din hatine çapkirin, balkêş in.

Dema mirov behsa nivîsên dîrokî-siyasî bike divêt mirov li berahîkê navê nivîsa A. Bartnickiyî li ser dîroka kurdan û xebata wan ji bo rizgarbûnê bîne (3). Ew nivîs mezintirîn xebata lêkolînvaniyê ye, ku bi zimanê polonî li ser wan pirsan, piştî şerê Cîhanî yê Duyem hatiye belav kirin. Bartnicki bi dûr û dirêjî behsa serhatiyên milletê kurd dike û bêtir li ser xebata kurdan û çend serhildanên wan yê çekdar, ku bo berevanîkirinê ji welatê xwe, bi dirêjiya çend salan kirine, radiweste. Herwesa ew di nivîsa binavkirî de gelek cihî dide bizavên kurdan yê dîplomatî li gel Civata Milletan piştî şerê Cîhanî yê Yekem, ku mebest jê damezrandina dewleta kurdî ya otonomî bû û herweha diçe ser behsa pirsgirêkên serhildanên kurdên Îraqê û Îranê yên vê dawiyê. Ew pir kêm li ser kultura kurdan û bi awayekê serekî li ser koçerî û peywendiyên eşîrîniyê û binasên neyarîniya di navbera hinek eşîran de dinivîse.

Li ser xebata kurdan ji bo rizgarbûnê G. Wojciechowski (4) reportajeka kurt heye, tê de ji bilî wesifkirina hinek eşîrên kurdan, daxwazên kurdên Îraqê di serhildana Hezîrana 1963-yê de berçav dike. Her girêdayî vî babetî, J. Dziedzica (5) jî li ser xebata rizgarîxwaz ya kurd di salên 1968/1969-an de radiweste û tê de kurdan wekî kêmaniyeka neteweyî li Îraqê li qelem dide.

Li ser kultura kurdên Îraqê du nivîs hatin belav kirin. ew jî geroknameyên (reportajên gerokî) yên J. Lichodziejewskiyî ne (6). Piştî çend salan ew reportaj bi awayekê berfirehtir, wekî beşeka pirtûka wî Piaskem w oczy “Toz di çavan de -wergêr.” hatin belav kirin. J. Lichodziejewski piştî şoreşa Qasimî wekî delegatê teknîkî yê daîm yê Navenda Bazirganiya Derve “Cekop” çû Îraqê û bi hezkirina xwe çû deverên kurdî bo dîtina wan. Ji ber ku ew bi xwe li wê derê bû, behsên wî dîrekt in û dema mirov wan dixwîne hest bi rastîniya wan wesifkirinan dike. Ji bilî rawestaneka kurt li ser dîroka kurdan û rewşa wan ya geografîk, nivîskar bi dûr û dirêjî behsa tiştine ji jiyana rojane û rewişt û tîtalên kurdên Îraqê dike. Ew gelek cihî dide wesfa bajar û gundên tê re derbas dibe, koçeran, cil û bergên wan, xwarin û vexawrinên wan û serhatiyên girêdayî koka kurdan.

Nivîsên peywendîdar bi geryanên polonî ve bo çiyayên Bilind, ku deverên kurdî jî  digirin, beşekê bi serê xwe ne. M. Popko (7) ku qala geryana xwe dike û bi taybetî di nivîsa xwe ya duyem de, ji bilî berçavkirina desketiyên xwe yên alpinistîk, parçe parçe hinek rastiyên jiyan û rewiştên kurdan li herêmên Tirkiyeyê tomar dike. Ew bêtir giringiyê dide kincan û xwarinê û herweha tiştên ku kurd diçînin û heywanên ku ew bi xwedî dikin û wan bi nav dike.

Li dûmahiya berçavkirina nivîsan, hêjayî hindê ye em wan helbestên kurdî yên hilbijartî ku ji aliyê etnografên fransî ve hatibûn belav kirin û Z. Stolarkî (8) ji zimanê fransî kiribûn polonî bi bîr bînin. Em bi xêra hindê şiyan şîira gelêrî ya bedew, ya pirî nazikiya hestan û kulturê, şîira ku heta roja me ya îro mayî, nas bikin.

Grupeka din pêk dihêt ji nivîsên li ser pirsên herêmên Rojhilata Navîn, ku mirov dikare di wan de agahdariyên girêdayî kurdan peyda bike. Helbet lêkolînên ku bi şêweyê pirtûkên geografyayê derdikevin, wesfa Kurdistanê dikin û herweha gelek zanyariyan di warê pirsên aborî-geografî yên vê herêmê jî didin (9). Mirov ji rexekê din ve dikare pûteyî bide xebatên dîrokî-siyasî ku tê de nivîskar li ser pirsgirêkên peywendîdar bi tekoşîna miletê kurd ji bo  serxwebûnê radiwestin (10). Divêt em li vê derê biçin ser behsa nivîsên gerokî-reportajîk ku ji aliyê J. Lichodziejewski û K. Dziewanowskiyî (11) ve hatibûn kirin. Di nivîsa J. Lichodziejewskiyî de, di warê zanyariyên li ser kurdan de, madeyeka mişe cih girtiye, lê pirtûka K. Dziewanowskiyî reportajeka rojnamevanî ya nimûneyî ye, diçe ser behsa problemên girêdayî bikarxistina neftê li deverên Kerkûk û Mûsilê û herweha rewşa saxlemiyê û pûtedanê bi tenduristiyê li wan deveran.

Divêt navê wergera geroknameya G. Bidwellî (12) bihête gotin. Bidwell di salên 1945/46-an li Rojhilata Navîn geriyabû û wî di bîranînên xwe de hinek tişt ji kultura kurdan dest nîşan kirine û wî bêtir giringî daye ser koçeriyê û ketina koçeran bo nav jiyana akincîbûnê. J. Leliwa (13) di pirtûka xwe ya navincî de babetê kurdan vedike û bi rengekê serekî li ser pirsa xebata azadîxwaza kurdan li Îraqê û dîroka wan radiweste. Dema mirov bixwaze li ser pirsa kurd di xebatên bi polonî nivîsandî di qonaxa piştî şerî de rabiweste divêt mirov destnivîs û nivîsên lêkolînvanên polonî yên sedsala 19-ê yên dubare çapkirî bide berçavan. Mebesta min li vê derê berî hemîyan nivîsên K. Brzozowskiyî û destnivîsa W. JabLonowskiyî ne.

Beşek ji nivîsên K. Brzozowskiyî yên ku di gelek kovaran de belavbûyî, T. Brzozowskayê (14) di pirtûka xwe di beşa bi navê “Belqan, Kurdistan, Mezopotamya” de civandine serhev. Tiştên ku di vê beşê de ne, peywendîdar in bi geryanên K. Brzozowskiyî li çiyayên Kurdistanê li sala 1869-ê. Egera ku ev nivîs bêtir dibin cihê balkêşiyê jî ew e ku nivîskarê wan wekî yekemîn lêkolînvanê ewropî li ser Kurdistanê û çêtirîn şehrezayê wan deveran di zanista cîhanî ya nîva duyê ji sedsala 19-ê de hatiye naskirin. T. Brzozowskayê bes hinek parçe, yên peywendîdar bi biografî û geografiyê ji nivîsên K. Brzozowskiyî hilbijartine û bala xwe nedaye ser parçeyên etnografî. Ev ziyaneka mezin e, ji ber ku K. Brzozowski di nivîsên xwe de gelek agahdariyan di warê jiyana koçerî ya eşîrên kurdan û kerekterê wan yê şervaniyê dide, behsa çandina dexlî û fêqî û texlîtên xwarinên kurdî yên ku li cem wî xelkî dihatin çêkirin dike. Ew di hinek nivîsên xwe de behsa avakirinê dike û bêtir serincê dide ser avakirina bajarên mezin, mîna Kifrî yan Silêmaniyê. Herweha zanyariyan li ser cil û bergên kurdan, hem yên mêran û hem yên jinan dide. Di nivîsên K. Brzozowskiyî çend agahdarî li ser peywendiyên civakî, zanîna gelêrî û baweriyên kurdan hene (15).

W. Jablonowski jî her bi wî şêweyî diçe ser behsa vê pirsê û hinek parçe jê di sala 1967-ê de (16) hatin weşandin. Di xebateka ku armanc jê nasandina çarenivîsa mişextên polonî li Tirkiyeya Osmanî û bi awayekê giştî li Rojhilata Navîn bû, ji wê materyala berfireh û mişe bes hinek parçe hatin weşandin. Ev jî ne di qazanca materyala etnografîk de bû ku di destxeta vî nivîskarî de bi dewlemendî cih girtiye. W. Jablonowski ji sala 1866-ê û heta mirina xwe li sala 1894-ê wekî bijîşkekî di xizmeta leşkerê tirkî di Tirkiyeya Osmanî de bû û ew di wê mana xwe de çend mehan li deverên kurdî li Îraqê û Îranê geriya. Ew di bîranînên xwe yên bi hûrgilî, tiştên balkêş li ser xelkê kurd jî dinivîse. Bes beşek ji wan di berhemên li silal binavkirî de hatin weşandin. Xwe zanyariyên di destxetê de, hindî bibêjî buhadar in, ji ber ku ew ji jêdereka bijare ya polonî ne û li ser kurdan in. Ji ber ku W. Jablonowski bi xwe di nav wan de jiya, lewma şiya kultura kurdan binase û weha şiya xanî, cil, xwarin, navgînên veguhastinê, hinek rewiştan û hindekê ji jiyana civakî (17) baş wesif bike.

Materyalên etnografîk yên sedsala 19-ê yên li ser kurdan ku ji aliyê gerok û lêkolînvanên polonî ve hatibûn civandin, hêj li benda şirovekirin û li ser rawestiyana rexnegiran in. Di wê serdemê de  bêtir li ser biografiya wan poloniyan ji destketiyên wan di warê lêkolînên etnografî de rawestiyabûn (18).

Derketina wergera polonî ya pirtûka A. R. Qasimloyî, di demekê de ku berhemên polonî -çi yên xwemalî û çi yên wergerandî- di warê lêkolînan de li ser kurdan û li ser tradisyonên kevnar tê de pir kêm, karekê hêja û mezin e. Xwe ev pirtûk valahiya heyî pir nake. Gelek tişt jê kêm in û kerekterê pirtûkê yê siyasî-ekonomî bûye egera sinorkirina çendînî û çawaniya materyalê etnografî tê de. Xwe A. Qasimlo di pêşgotina pirtûka xwe de diyar dike ku ew dixwaze problemên kurdî yên hevçerx bi dîtineka siyasî deyne ber çavên xwendevanan. Û ew bi wê dîtinê ye ku ev dabeşbûna Kurdistanê di navbera çend dewletan de dikare, ji ber wekheviya dîrokê, bi awayekê taybetî ji xwendevanê polonî re niyas be. Nivîskar dibîne ku gelek tiştên hevbeş di dîroka herdu milletan de , yê kurd û yê polonî de hene.

Pirtûka navbirî bi awayekê serekî li ser jiyana kurdên hevdem û xebata wan sexmeratî azadiya neteweyî û mafên wan di nav wan dewletên ku tê de dijîn radiweste. Ne bes dîroka kurdan,  lê herweha ravekirineka dirêj jî ji bo rewşa kurdan ya siyasî û civakî ya hevçerx li Îran, Îraq, Tirkiye, Sûriye û Sovyetê pêşkêş dike. Ev pirtûk di babetê xwe û di vî warî de bêguman karekê gelek buhadar û yekane ye. Lê mirov nikare wê gotina nivîskarî erê bike ya ku bi rengekê giştî dixwaze weha bide zanîn ku kêm vekolîn -di warê lîteratura cîhanî de- li ser problema kurdî hatine kirin (19). Hema ya berî her tiştekî vê gotinê nepejirîne bibliografiya wan lêkolînên li ser kurdan e (20) ku li sala 1963-ê li Moskvaya hatibû weşandin û tê de navên nêzîkî 3 hezar lêkolînên girêdayî vê pirsê hatine dest nîşan kirin û bêguman ev ne hemî nivîsên girêdayî vê pirsgirêkê ne.

Pirtûka Qasimloyî ji sê beşan pêk dihêt; beşa yekem kurtiyeka pirsên geografî-dîrokî yên Kurdistanê ye, ya duyem berçavkirineke bo rewşa aborî û beşa sêyem li ser pirsgirêka kurdî di vê nûdemê de ye. Nivîskar di beşa yekem de diçe ser behsa geografiya deverê, xwecih û rûniştivan, ol, ziman û lîteratur, xwendin û sxbêrîjêkirina bijîşkîniyê. Paşî kurtiyeka dîrokî û li dawiyê jî dabeşkirina Kurdistanê ya dawiyê berçav dike. Beşa duyem ku li ser rewşa aborî ye, ronahiyê dixe ser rewşa aborî û sexletên wê yên giştî, astê berhema çandin û avdanê û herweha kurtiyeka dîroka civaka kurd û formên sexbêrîjêkirina axê û formên baca bingehîn. Her di vê beşê de zanyarî li ser struktura civakî û astê jiyana xwecihên gundan, problemên pîşesazî, bazirganî û fînansekirinê û herwesa derxistina neftê li herêmên kurdî û cihê wê di aboriya neteweyî de.  Di beşa sêyem de, bi awayekê berfireh, pirsgirêka kurdî ya hevçerx dihêt şirove kirin li gel destnîşankirina peywendiya vê pirsgirêkê û mafê miletan bo biryardanê li ser çarenivîsa xwe û xebata kurdan ji bo otonomiyê li Kurdistana Îraqê.

Ev berçavkirina pirtûkê ya giştî bo van pirrsan her li ser wê demê ye ya ku pirtûk tê de dihat nivîsandin. Ji bilî zanyariyên geografî-dîrokî-siyasî, tu dikarî di beşa sêyem de hûrgiliyên herî balkêş yên peywendîdar bi pirsên kurdan yên aborî bibînî. Berî hemûyan jî struktura sîstema eşîrîtiyê û pêşdeçûna wê, tex texkirna komelayetî ya xwecihên kurd, wesifkrina avdanê li wan herêman û pirsgirêka avê di çandina kurdî de tê de hatiye berçav kirin. Qasimlo, herweha, gelek zanyariyan li ser metodên wecdîtinê ji axê di çarçoveya sîstema xwegirêdana texên cotyaran yên hejar bi xwediyên erd û milkên mezin ve dide û herwesa tiştên ku dihêne çandin bi nav dike. Xuya ye ku tiştên bi taybetî balkêş in ew agahdariyên rastîn in li ser peywendiyên civakî yên rûniştivanên Kurdistanê.

Bêguman pirrtûka A. Qasimloyî ew armanc ya ku nivîskarî di nivîsandina wê de li ber çavên xwe deynayî bi cih aniye û bêguman dê ev pirtûk, ji lêkolînên din re, materyalekê buhadar û arîkar be. Lê ji ber kerekterê wê yê yekhêlî; siyasî-ekonomî û ji ber nebûna pêdaçûnan di warê kulturê de hem ya materyal û hem jî -pîçek- ya komelayetî û ji ber herweha nebûna zanyariyan di warê zanîna gelêrî û baweriyên xelkê kurd de, pirtûk ne pirr dilxweşker e.

Di lîteratura polonî, hem ya zanistî û hem jî ya giştî de, nebes di qonaxa piştî şerî de, lê herweha di dûmahiya sedsala 19-ê û destpêka sedsala 20-ê de, çi xebatên nivîskî yên mezin ku li ser pirsgirêkên kurdî rabiwestin nînin. Evca divêt bihête gotin ku derkeftina berhemeka weha, bona ku di naskirina kultura milletê kurd de ji me re arîkar be, pêwîst e. Ew pirsgirêkên herî balkêş jî yên ku hêjayî lêkolînê ne, bêguman dê problemên koka kurdan, xesletên xwemalî û derveyî di kultura wan de û herweha guhertinên kulturî yên hevçerx li vê deverê bin.

Çavkanî:

1.Abdul Rahman GhassemlouKurdistan i kurdowie. Warszawa 1969.
2. Berê xwe bide, bo nimûne “Trybuna Ludu“, “Zycie Warszawy“, “GLos Wielkopolskim” û rojnameyine din.
3. Andrzej BartnickiKurdowie. “Mowia Wieki” 1966, R. IX, nr. 3-5.
4. Grzegorz WojciechowskiZnow wojna w Kurdystanie. “DookoLa Swiata” 1963, R. X, nr. 27, rûpel 4-5; herweha berê xwe bide Ogien w gorach. “Swiat” 1963, R. XIII, nr. 31, rûpel 8-9; Juri BoczkariewKurdowie u progu wolnosci. “Widnokregi” 1960, nr. 10, rûpel 98-100.
5. Jan DziedzicKraj dwoch rzek. “Kontynenty” 1969, nr. 3 (62), rûpel 16-19.
6. Jerzy LicodziejewskiNa spotkanie Kurdystanu, û Na przeLeczy Rawanduz. “DookoLa Swiata” 1962, R. IX, nr. 12 û 13.
7. Maciej PopkoNa Araracie, û W gorach Cilo Dag. “Poznaj Swiat” 1968, R. XVI, nr 1 (182) û 2 (183).
8. Zbiegniew StolarekWybor wierszy kurdyskich. “Kultura” 1963, nr 5, rûpel 6-7.
9. Berê xwe bide, bo nimûne Kraje i morza pozaeuropejskieGeografia fizyczna, li bin serperiştiya prof. ENeef, Warszwa 1959; yan JBakerOdkrycia i wyprawy geograficzne. Warszawa 1959. Herweha pêwîst e li vê derê navê xebata KMoszynskiLudy pasterskie, Krakow 1953, bihête anîn, ku tê de nîvrûpeleka nûçeyên kurt li ser kurdan heye.
10. Marek GdanskiArabski Wschod. Warszwa 1963; yan jî Lukasz HirszowiczIII Rzesza i Arabski Wschod. Warszawa 1963.
11. Jerzy LichodziejewskiPiaskiem w oczy. Warszawa 1964; Kazimierz DziewanowskiMahomet i puLkownicy. Warszawa 1963.
12. George BidwellSzlakiem karawan. Warszawa 1956.
13. Jerzy LeliwaIrak wczoraj i dzis. Warszawa 1964.
14. Teresa BrzozowskaStrzelbaturban i pioro. Warszawa 1966. Çîrokek e li ser Karol Korab-Brzozowskiyî.
15. Berê xwe bide MParadowskaKarol Brzozowski – podroznik i badacz Bliskiego Wschodu. “Etnografia Polska”, bergê XI, 1967, rûpel 208-223.
16. WLadysLaw JabLonowskiPamietnik z lat 18511893, berhevkirina JFijaLek, WrocLaw-Warszawa-Krakow 1967.
17. Berê xwe bide MParadowskaRekopis WJablonowskiego i jego znaczenie dla historii etnografii polskiej. “Etnografia Polska”, bergê XII, 1968, rûpel 162-172.
18. Berê xwe bide, bo nimûne Jan RejchmanKarola Brzozowskiego wejscie w r1869 na Pirr Omar Gudrun(2588 m). “Wierchy” 1964, R. XXXII, rûpel 119-129; herweha Z niezananych kart orientalistyki polskiej XIX w.; Polscy badacze jezyka i folkloru Kurdow. “Przeglad Orientalistyczny” 1969, nr 1 (69), rûpel 49-59; Stefan PrzeworskiZ polskich badan naukowych w Azji ZachdniejSzkice z dziejow polsiej orientalistyki, Warszawa 1957. Herweha berê xwe bide nivîsên li ser biyaniyên ku lêkolîn li ser kurdan kirine, mîna Franciszek MachalskiWspomnienie o Bazylim Nikitinie. “Przeglad Orientalistyczny” 1961, nr 2, rûpel 217-220.
19. ARGhassemlou 1969, berhevkirin û pêşgotina WSkuratowicz, rûpel 7.
20. Bibliografia po kurdoviedeniju, Moskva 1963.

Têbînî:

Min ev nivîsa Maria Paradowskayê (Problematyka kurdyjska w polskich opracowaniach okresu powojennego ( lata 1945-1969) / LUD 1970 t.54), ku di kovara etnografîk ya polonî “Lud”, bergê 54-ê yê sala 1970-ê de hatibû weşandin ji polonî kiriye kurdî. Profesor Maria Paradowska dîroknas û bispor di warê etnologiyê de, endama Akademiya polonî ya zanistan û xwediya gelek kitêb û lêkolînan e. Ev werger di hejmara 23-ê ya kovara Nûdemê di 1997-ê de belav bûbû. (Sidqî Hirorî) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev