”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 19

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 19

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”CIL Û BERGÊN NETEWΔ.

Em îro para wê a duduyan çap dikin, beşa dawî emê piştî demeke kurt raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

 

CIL Û BERGÊN NETEWÎ -2

 

Derheqa cil û bergên kurdan yên netewî yên herî bi hûrgilî û bedew da di sedsala XIX hatine nivîsandin, dema Awropî bûne heyranê bedewîya Rohilatê, lê êtnografîya teze dibû zanyarîyeke bi serî xwe. Bi saya serê nivîsên rêwî û rohilatzanên wê demê lêkolînerên îro dikarin bizanibin ka cil û bergên kurdî yên gelêrî di wan deman da çawa bûne, kurdan çi li xwe kirine.

 

Detayên cil û bergan yên taybet

Di cil û bergên kurdan yên kevinare da hûrgilîyên wisa hene, ku ji wan xuya dibe, ka xwedîyê wan cil û bergan di nav gel da xwedî çi statuyê ye, ew ji kîjan eşîretê ye û h.w.d. Mesele, şeklê kincan, cûrê girêdana pûşîyê, mezinayî  û rengê wan, cûrê bikaranîna koloz û kofîyên serîyan cem eşîretên cuda ne eynî bûn. Ango, her kesî zanibû ka kê ji kîderê ye û kê ye.

Lê ”kincên rêwîyan” yên sade jî hebûn, ku bo çend eşîretên kurdan eynî bûn, an jî mînanî hev bûn. Kurdzan O. L. Vîlçevskî nivîsîye: ”Bi taximan ra tevayî, ku ji bo her eşîretekê, heta bo her qebîlekê, hema bêje eynî bû, bo kurdên Mukrî û çend eşîretên cînar taximê bo rêwîtîyê jî hebû, ku jê ra ”Libasê seferî” digotin… Ew ji kurtik an jî xiftanê di rengê reş da bû, bi wan ra şalwarên di rengê reş da li xwe dikirin, herwiha bi pûşîyê reş, ku bi laçikeke bedew va pêçayî bû û bi kembera eynî rengî; tenê pêsîra kiras û milikên wê di rengê çîl û qerqaş da bûn”12.

Kurd tenê wî çaxî taximê rêwîtîyê li xwe dikir, dema wê ji axa wan eşîretan ra derbaz bûya, ku ne zelal bû ka ew eşîret di hindava eşîreta wan da ser çi bawerîyê ne û helwesta wan çawan e. Kurdê bi cil û bergên rêwîtîyê berçav ne digirt, ka eşîret an qebîla wî bi eşîretên din ra di nava çi pêwendîyan da ne, dikaribû heta heyfhildana xwînî jî hebûya, lê wek berê ji mafê sitendina alîkarî, mêvanperwerî û parastina ji eşîreta xwe bêpar nedima… Wan qasidan jî cil û bergên rêwîtîyê li xwe dikirin, ku eşîretek wana dişande cem eşîreteke din bona hevraxeberdanên derheqa alîkarîkirinê an jî lihevkirinê da. Kuştin an jî bêhurmetkirina kurdekî bi cil û bergên rêwîtîyê dihate hesibandin wek gunehkarîyeke here giran û tevaya eşîreta wî sûckarî gerekê hesab bida”13.

Rengê sor him bo kurdên musulman, him bo kurdên êzdî, him jî bo nûnerên dînên din yên Kurdistanê nîşana statuyeke taybet e. Gelek caran xweşmêr û kesên torinî kincên di rengê sor da li xwe dikirin.

Êtnograf S. A. Yêxîazarov destnîşan kirîye, ku cem kurdan “hinek kesên navdar çuxên14 ji qumaşên sor didirûn”15. T. D. Ravdonikas jî behsa wî rengê sor dike, ku bo kurdan bûye wek sembolekê û wek nimûne nîgarên li Mûzêyeke Gurcistanê tîne: çekmak – kurtikê serekê kurdên musulman – û kurtikê serekê eşîreta kurdan ya Kanakli (musulman), ku ji qumaşê sor hatîye dirûtin. T. D. Ravdonikas û M. Tilke guhdarî danîne li ser rengên ku gelek caran rast tên: pir caran astarê kincê sor ji qumaşê di rengê kesk da dihate dirûn16.

Li Kurdistana Îranê bûka teze wek edet di roja dawetê da rûyê xwe bi xêlîya sor va digire, ku ew jî nîşana bakirîya wê ye. Lê mêr û jinên ku ji heca Mekkayê vedigerin, ser demekê şalika di rengê narincî va serê xwe girê didin.

 

Kum, şewqe, pûşî, koloz û kofî

Gelek kum, pûşî û kofîyên kurdî, wek şalwarên fireh, ji dem û dewranên kevinare tên. Li ser zinarekî Persepolê dîdemê kesekî Mîdîyayî xuya dibe, ku kumê li serî mînanî pûşîyê fireh e. Çend zanyar ser wê bawerîyê ne, ku gotina kûr (kum) bi zaravê kurdî yê zazakî ji gotina farisîya kevin kûrpas û gotina yûnanîya kevin kûrbasîya – ”kum, pûşî” hatîye. Wek lêkolînerê nûdemê yê zaneyê cil û bergên farisî yên kevinare David Branskom destnîşan dike, yûnanan ji kumê bilind, kêmber, bi serên tûj yên gelên Împêratorîya Farizistanê ra digotin kurbasî – bona yûnanan ew nîşana cil û bergên Rohilatê yên bêhempa û balkêş bûn. Di sedsala V Berî Zayînê Aristophan rûçikandina ”teyredeya farisî”, ku gorî efsaneyan wê berî qiralan serwêrîya Farizistanê dikir, dişibande kurbasîyê (kumê) qiralê Farizistanê Derîyûs. Wisa xuya ye, ku ”teyredeya farisî” – ew taûs e, ku heta niha jî tê hesibandin wek sîmvola qiralîyeta Farizistanê û teyredeya horî-melek, ku êzdî bawerîya xwe pê tînin û wana jî kumê dirêjî ser alîyekî da mêlbûyî didine serên xwe.

Texmînkirineke T. D. Ravdonikas heye, ku kumê kurdan ne yekser ji Farizistana kevinare hatîye wergirtin, lê bi riya Bîzansê hatîye: ”Kumên wek balonan di encama tesîra farisan gihîştîye Bîzansê û bûne nuxurîyê her cûre kuman, ji yên gilover bigire heta yên bi şeklê dirêje gilover. Dîdemê duduyan ji wana li ser mozaikên dêra xaçparêzîyê ya li Konstantînopolê û li ser miniaturên destxeta John Chrysostom ya li Parîsê mane. Dema van nimûneyên nîgaran didî ber kuman, ku beşeke eşîretên kurdên Ermenîstanê û Tirkîyê didane serê xwe, bêhemdî xwe şaş dimînî, ku ew çiqasî dişibine hev û şeklê bikaranîna wan jî hema bêje eynî ye”17.

Kumên kurdan yên kulav çêkirî ji demên kevinare ne û pircûre ne. T. F. Arîstova, ku li ser jîyana gundîyên kurd yên Îranê di nîveka sedsala buhurî da lêkolîn kirîye, destnîşan dike, ku ”cem kurdên eşîreta Şikakî kum dirêj e, jora wê firehtir e; cem kurdên ji eşîreta Zerza û Herkî kum dişibine devgîlkê. Kurdên ji eşîreta Mukrî kumên ji caw nadine serê xwe. Kum piranî di rengê xwe da reş an sipî ne”18.

Yek ji cûreyên kumên kurdan uzun fes e, ku wergera wê a ji tirkî tê maneya “şewqeyê dirêj”. Uzun fes jî di hêla xwe da ne yekawahî ye û bi dirêjayî û rengê tûncika bi serê kum va yê bi rengê sor va ji hev cuda dibûn. Tûncika di serê kum da, ku carina digihîşte heta milên mirov, gilover e, wek topê diwerime, fireh dibe; hinek caran orta uzun fesê an jî rexên wê perikên biriqok yên di rengê ewran da bi têlên rengîn didirûtin.

Tûrban (çalme). Cûrê girêdana tûrbanê girêdayî dem û dewrana dîrokê, modayê, ka meriv ji kîjan eşîretê bû û li ser kîjan axê dima, dihate guhartin. Di destpêka sedsala XIX kurdên dewlemend ji bo tûrbanan qumaşên biriqok yên sor, zer û narincî dikirîn û wan qumaşan bi niçê tûrban va didane dirûtin. Kurdên feqîr û ne zêde dewlemend tûrbanên xwe bi qumaşên erzan yên di rengê ewran û sor va dipêçan. Di nîveka pêşin a sedsala XIX cem beşeke eşîretên kurdên Pişkavkazê cûrê bikaranîna tûrbanê a nû dihate dîtin: qumaş vê carê dor li tevaya serê jorin yê tûrbanê dihate pêçan, li wir bi cûrên qalim û zirav dihate qatkirin. Hinek cîyan tûrban ji çend qumaşên ji pembu an jî laçikên biriqok dihate dirûn. Diha dereng, di nîveka duduyan ya sedsala XIX destpê kirin tûrban bêy kum li serê xwe girê didan.

Kulav – cûrekî kumê mêran û jinan e. Kulav jî bi tûrbanê ji pembu an jî qumaşê biriqok va tê pêçan. Gorî lêkolînên êdnografê Danimarkê Henny Harald Hansen, bi niçê kulavê jinan va (piranî bi rengê reş) pereyên hûr yên hesinî didirûtin, bi wan va laçika situ girê didan. Kulav herwiha bi zincîra bi qirûşên hesinî va an jî bi morîyên şûşe va dixemilandin, carina morîyên ku merivan çavînokî nekin pê va girê didan. Li bajarên parêzgehan, wek nimûne, li Helebçê, pûşî bi tirbanê va ne dipêçan, lê gelek qurûşên zîvîn pê va didirûtin.

Kulavê mêran dikare ne tenê ji cawê hirî be, lê herwiha ji pembu an jî ji têlên biriqok yên reş û sipî be. Serê kum dikare tûj be, dikare pan be jî. Kumên wisa bi têlên rengîn va têne xemilandin û bi zolên rengzêrîn va kêlan lê dixin. Pir caran jora kum bi dezmalekê wisa dipêçin, ku dakeve ser anîya mirovan.

Kofî (an jî tas-kulav) – xemila serê jina kurd e, ku bi cûrê taybet tê çêkirin û bi awayekî bedewî tê xemilandin. Derheqa kofîyê da kurdzan T. F. Arîstovayê şiroveyeke bi hûrgilî nivîsandîye: ”Kofî kumekî dirêj e, ji derva û hundur va bi qumaşên rengîn va dorgirtî ye. Di alîyê kofî yê derva da du cêrge pereyên hûr yên hesinî hatine dirûn. Bona kofî li ser serî bi semt rûnê, fîno datînine binê wê. Jora kofî bi sê dezmalan va girê didin. Dezmala pêşin tê binavkirin wek ”bingoş” –  forma wê weke hêkan e û gerek ji qumaşê sipî be – di bin çeneya mirovan da tê girêdan; ya duduyan tê binavkirin wek ”laçik” an jî ”kotum” – ew jî di rengê sipî da ye, bi qumaşê pir tenik e – pêşî di bin çene da tê girêdan, paşê dora situ tê pêçan. Laçika sisîyan, kut ê binavkirin wek ”dezmal” – sivik e, biriqok e, di rengê sipî an gugulî ye – dora kofî tê pêçan. Piranî jinên navdar kofî didine serên xwe. Gundî kêm caran kofî bi kar tînin (di dema şahîyan û rojên cejinê)”19.

Laçika jinan a ku bi situyê xwe va girê didin, tê binavkirinê wek dezmal an jî cemane û sêgoşe ye. Di orta beşa dezmalê a here dirêj da çeprastek didirûn, ku pereyên hûr yên hesinî pê va dikin û ew di binê situ va darda dibin. Du niçikên dezmalê ji alîyê patikê va têne girêdan, lê du niçikên din, ku dirêjtir in, ji berê situ yê pêşî va xaçkî têne qatkirin, davêjine ser milên xwe û li ber situ girê lê dixin. Qumaşê bona çêkirina dezmalên wisa ji pembuyê hişk yê rengîn e.

Dezmala (an jî laçika) serîyan ”serpoş” ji perçeyekî qumaşê sivik û tenik e, sipî an jî rengorengî ye. Jina ku mêr nekirîye bi wê serê xwe girê dide, lê jina bi mêr wê dezmalê ser turbanê ra girê dide û beşa wê a dawî azad e, ango nayê girêdan û dimilmile.

 

* * *

Beşeke giring ya wergirtina mêrê kurd berê jî, niha jî qayîşa (kember, benê piştê) piştê ye. Qayîşên mêran bi babet û rengên xwe va pircûre ne: ji rîs in, ji pembu ne, biriqok in, sipî, gewr, bi zolan e. Mêrê kurd qirmeya (damançe) xwe, miştik û xencera xwe dikir ber qayîşê.

Kemberên jinan herwiha ji qurûşên zêr dihatine çêkirin, ku bi hev va têne girêdan û dibine wek zincîrekê. Xênji wê qayîşa leşkerî a taybet hebû, ku çend xeleqên hesinî yên bi hev va hûnayî – yeke gelekî mezin, heyşt heb yên biçûk û bîst hebên gelek biçûk diketine navê. Qayîşên wî cûreyî li Topzavê, li bakurê Kurdistana Îraqê bi fîstanê gelek dirêj û ra didane pişta xwe û kumekî ku tevaya sêrî digirt jî didane serê xwe. Yek ji xemila kincan pelerîn e (ebe, çotik), ku herdu alîyên wê bi rîşîyan va hatine xemilandin. Wê wisa davêjin ser milên xwe, ku niçikên jêrîn yên bi rîşî ji piştê va darda dibin, lê du niçikên jorîn di bin çene da bi hev va têne girêdan.

Gerekê bê destnîşankirin, ku cil û bergên gelêrî yên wisa hene, ku tenê eşîretek li xwe dike, an jî ew kincên warekî tenê ne. Ji bo nimûne, taximên kurdên Zaxo û Koşkê.

 

Çavkanî:

12) O. L. Vîlçêvskî destnîşan kirîye, ku wî bi çavên serê xwe dîtîye qamîs û milên wî jî di rengê reş da bûne. Bi bawerîya wî, ew yek me dianî ser wê fikirê, ku taybetmendîya wî kincî zêdetir dihate ber çavan.

13) Вильчевский О. Л. Мукринские курды (Этнографический очерк) // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 198.

14) Çuxe — kincê mêran e ku di ser da li xwe dikin. Piranîya wan her diçû jêr berfireh dibû, qumaşê ser piştê dihate qatkirin an jî dicivandine ser hev.

15) Егиазаров С. A. Краткий этнографический очерк кур-дов Эриванской губернии // Записки Кавказского отделения Императорского русского географического общества. Тифлис, 1891. Вып. 2. Т. 13. С. 28.

16) См. Равдоникас Т. Д. Курдский мужской костюм. Первая половина XIX в. // Из культурного наследия народов России. Л., 1972. С. 250; Tilke M. Orientalische Kostume in Schnitt und Farbe. Berlin, 1923. Taf. 76.

17) Равдоникас Т. Д. Курдский мужской костюм. Первая половина XIX в. // Из куль-турного наследия народов России. Л., 1972. С. 237.

18) Аристова Т. Ф. Очерк культу-ры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 240.

19) Аристова Т. Ф. Очерк культу-ры и быта курдских крестьян Ирана // Переднеазиатский этнографический сборник. М., 1958. Вып. 1. С. 237.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev