Em Êzidî ne

Em Êzidî ne

Şêxmûs Sefer

Ev sernav ne ya min bi xwe ye. Dema ku careke din komkujiya Êzidiyan li Şengalê dest pê kir wê demê ez jî di rêvebiriya PEN a Kurd de bûm û piştî destpêka komkujiyê bi çend meh şûnde li paytexta Kirgizistana Bişkekê kongreya PEN a Navneteweyî hebû. Me jî biryar da ku em dengê Êzidiyan di qada cîhanê de û bi taybetî di nava nivîskarên cîhanê de belav bikin. Bi wê mebestê me bi broşurekê bê Êzidî kî ne, ji ku hatine, li ku dijîn û bi taybet jî komkujiya dawî bê çi anîne serê Êzidiyan nêzî 4-5 rûpelen tevî wêneyan amade kir û pêşkeşî hemû nivîskarên kongreyê kir.

Piştî çend salan bi şûnde jî dîsa wekî rêvebirî me projeyek amade kir û xwest bo ciwanên Êzidiyan kargehên nivîskariyê li dar bixin û fîlmekî dokumenterî li ser Êzidiyan çêbikin. Di vê çerçoweyê de li başûrê welêt nûnerê PEN a Kurd Ebdal Nûrî bo kargehên nivîskariya çend xebatên hêja birêvebir û gelek ciwanan dosyayên xwe amade kirin. Lê ji me hemûyan bêtir jî du serokên rûmetê yê Navenda PEN a Kurd Bêrîvan Doskî û Zerdeşt Haco kedên mezin dan û proje bi encam kirin. Min jî li başûr belgefilmekî bi navê ”Em Êzidî ne” li ser ol, dîrok, felsefe, roj û cihên pîroz ên Êzidiyan kişand. Par min şand Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Duhok”ê lê mixabin berpirsiyarên komîteyê hewce nedîtin bersiv jî bidin ku bê wê bidin pêşandan an na. Piştî wê min şand Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Hamburgê û ji aliyê gelek kesan hate temaşe kirin. Hêvî dikim ku gelek kesên din temaşe bikin û bizanibin Êzdayetî çi ye û xwedî çi karakter e.

Dema zaro bûm, bavê min pêl mayinekê kiribû û ji lingekî xwe seqet bû. Ji ber wê heta min dest bi dibistana seretayî ya leylî kir ez du sê salan li odeya wî her li cem wî dimam. Her çi qas ji min re digot derkeve cem hevalên xwe û bi wan re bilîze jî, min ev yek nedixwest û her li cem bavê xwe rûdiniştim, xizmeta wî dikir. Bêtir jî dema tûtina Xursê dikirî bi rîtilan û li erdê radixisit û min bawşîng li wan dikir…

Ev kêliyên herî xweş yên jiyana min bûn wê demê. Min di jiyana xwe de cixare nekişandiye, lê hîn jî bêhna tûtina Xursê nas dikim.

Paşre bi şevan min li serpehatiyên bavê xwe gohdar dikir. Bê çawa li ser sînor qaçaxçitî dikir, çi dihat serê wan, çawa di şerên eskeran de xelas dibûn, dema mayîn bi lingê wî teqiya, dema meytê birayê xwe ji nav mayîna derdixe û dibe li gundekî din vedişêre û di sibeha wê de bê çawa leşker digirin ser gund û ji bo ku meytê birayê xwe derxistiye jî çawa ji aliyê fermandarê eskeran ve xwestiye bê kuştin…

Ji ber wê demê eger kesek li nav mayîna bihata kuştin divê kesî meytê wî dernexista û gel bi vê yekê çavtirsî bikirana.

Ev hemû li aliyekî di serpêhatiyên xwe de her ku peyva ”dostên min yên Êzidî” derbas dibû an di nava hevokê de peyva ”Şengalê” derbas bibaya dilê min bi leztir diavêt û min nizanibû çima wisa dibim. Cihekî ”dûrî” min bû. Êzidî her dostên bavê min bûn. Rojekê piştî bavê min mir diya min ji min re behs kiribû; di wextê xwe de dema li aliyê me ferman radibe bavê min li aliyê Şengalê di seferê de çêdibe û yekî Êzidî navê bavê min dike Sefer.

Min jî navê bavê xwe li xwe kir, wekî ji zaroktiya xwe de nexwazim bavê xwe û dostên wî ji bîr bikim.

Ji çûkaniya xwe de min Êzidî meraq dikirin. Dostê bavê min bûn berî her tiştî. Di xeyalên min de tu carî ew ne xwediyên ”xerabiyê” bûn. Dostên dostê xwe bûn, li gel ku birayên wan yê Kurdên misilman zulm li wan kiribûn jî, tu carî ji Kurdbûna xwe ya resen dûr neketibûn.

Ev demeke jî bi taybet li ser medyaya sosyal li ser Êzidiya gelek tişt gotin û nivîsîn.

Ez li ser navê xwe dikarim vê bêjim ku her kes azad e di her mijarê de fikra xwe bêje.

Lê çandeke mirovên rojhilatî ye; bêyî ku xwedî agah be dibe xwedî fikir.

Em Kurdên bûne misilman me çi qas dîroka Êzidiyatiyê xwendiye, me çi qas Êzidiyatî nas kiriye, qet nebe me empatiyeke çawa di navbera xwe û wan de daniye.

Ew fermanên hatin serê wan, komkujiyên bi program û bername kê dikir û hîn jî kî dike.

Her tişt li aliyekî mirov çawa dikare şibandinekê di navbera ola îslamê û ola Êzidayetiyê de deyne.

Yek jê bi zora şûrê xwe kiriye li gelek aliyên cîhanê were qebûl kirin, yek jê jî di quncikeke dinyayê de xwestiye ji xwe û baweriya xwe re jîngehekê ava bike û bijî.

Lê ne tahamul ji wan re hatiye kirin û ne ji baweriya wan re.

Lê vê dinyê dibe gelek alî û ol dijîtiya Êzidîyatiyê bikin, lê qet nebe divê Kurdên misilman nekin.

Qet nebe bila bidin xatirê ola xwe ya berê û hurmetê ji wan mirovan û ola wan re nîşan bidin.

Nekin birayê min nekin!

Eger em nikaribin li hem ber dîrokê lêborîna xwe ji wan bixwazin qet nebe em huş bin!

Neke birayê min neke, tu jî…

Çavkanî: https://www.kurdistan24.net/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev