BAZÎD WEK NAVENDEKE ZANISTÎ

BAZÎD WEK NAVENDEKE ZANISTÎ

Umîd Demîrhan

 

Di dîroka her welat û gelî de çendek taybetmendiyên hinek bajaran hene. Bajar jî wekî mirovan in. Tên avakirin, geş dibin û dimirin. Lê cudahiya di navbera bajar û mirovan de ew e ku temenê bajaran ji temenê mirovan dirêjtir dibe. Hinek bajarên siyasî çendîn sedsalan wekî paytext dimînin, hinek bi sedsalan wekî bajarê bazirganiyê tên naskirin, hinek mirî tên cîhanê, bi salan mirî dimînin û navê wan nakeve deftera mişkan jî.

 

Bazîd jî di kûrahiya dîrokê de cihekî wê yê taybet heye ku di gelek heyaman de bûye navendeke zanistî. Him di nava kurdan de him jî di nava cîhanê de hinek taybetiyên Bazîdê, wê derdixin asteke bilind. Mîmarî û avahîsaziya Bazîdê pêşengê konforê ye, di cîhanê de cara pêşîn pergala kalorîferê li Bazîdê hatiye sepandin û tetbîqkirin. Di nava dîwarên Keleha Behlûlî de (ku hûn wekî Seraya Îshaq Paşe nas dikin) lûleyên ji kevirê giranît hene û dema ava germ tê re derbas dibe keleh gişt germ dibe. Di wê heyamê de ev pergal li tu dereke cîhanê tuneye, tunebûye. Zanistên avahîsaziyê li Bazîdê bi pêş neketana ev encam dernediket holê. Her wiha li fêza kelehê tewleyeke kelê hebûye ku ajalên barkêş, doşanî û siyariyê lê hatine xwedîkirin. Hê hê jî navê vî gundî Tewleya Hêsiyê ye. “Hêsî” di devoka Bazîdê de tê wateya lûtke an jî qatê rajorîn. Li vê tewleyê dema pez an jî dewar hatine dotin şîrê teze bi riya lûleyeke kaxetît (bi boriyeke ji tuxlayê) şandine kelehê. Şêniyên kelehê yên mîrzade, axazade, begzade û giregirek sibeh sibeh şîrê teze vexwarine. Min bi çavê xwe ev lûleya kaxetît dît ku ji tewleyê heta kelehê di bin erdê re kişandine. Heke ev ramana ekolojîk di nava bazîdiyan de tunebûya ev mîmarî jî dernediket holê.

 

Di dîroka kurdan de cihê Ehmedê Xaniyî gelekî taybet e. Carinan hinek hevalên geverî û colemêrgî dibêjin Ehmedê Xanî ji me ye û ez wiha bersiva wan didim: “Rast e, ji we ye. We berdayê û me jî xwedî kir.” Bi rastî mijar evqasî ne tûj e, lêbelê dorhêla ku Ehmedê Xanî derxiste holê Bazîd e. Ev dorhêla zanistî li bajêr tunebûya ev nivîskarê gewre jî lê nedisitirî, dê ji xwe re li navendeke layiqî xwe bigeriya, bidîta. Her wiha heke ji vî bajarî kesek ji bilî Ehmedê Xanî derneketa me dê bigota bi rastî zanist ji derve de hatiye Bazîdê, hêza bazîdiyan a zanistî ji koçberan e, ne xwerû ye, resen e. Wekî nimûne piştî Ehmedê Xaniyî Muradxanê Bazîdî heye ku ji Xaniyî ne kêmtir e, lê mixabin tenê çend helbestên wî gihiştine ber destan. Her wiha Mele Mehmûdê Bazîdî heye ku hemû kurd deyndarên wî ne. Ji ber ku vî camêrî hemû tekstên edebî yên kurdî bi destî rûsan dane weşandin.

 

Li vê derê divê em hinekî qala Melayî bikin. Mela di dawiya sedsala 18an de hatiye cîhanê û di dawiya sedsala 19an de jî çûye rehmetê. Li Bazîdê zanistên heyî qedandine û bûye mela. Paşê qîma xwe bi melatiyê neaniye, çûye Tewrêzê, li wir zanistên îslamî yên şiî jî xwendine, bûye “elame” ango doktoraya xwe li wir temam kiriye û vegeriyaye Bazîdê. Di zanîngeha Bazîdê de hîndekariyê dike, lê Ûris Kurdistanê dagir dike, di vî şerî de biraziyê wî yê ku desteka aborî didê şehîd dikeve. Elame Mehmûdê Bazîdî bi neçarî diçe Erzeromê, ji xwe re karekî digere û li vê derê têkiliyên wî bi August Jaba re çêdibin. August Jaba cihûyekî polonî ye, di Wezareta Derve ya Ûris de dîplomatek e û tayîna wî wekî balyoz derdikeve Erzeromê.

 

Ez bi tefsîlatê serê we neêşînim, welhasil çîroka pêşketina wêjeya kurdî ya zanistî dest pê dike. Beriya Elame Bazîdî wêjeya kurdî di asta zimanê helbestkî de ye, lê Elame ruh û giyanekî teze dide wêjeyê. Bi berhevkariya çanda gelêrî dest pê dike, bi klasîkan didomîne, bi wergerê digihîne asteke neteweyî û bi analîzên sosyo-psîkolojîk taca zanistê dide serê wêjeya kurdî. Pexşana kurdî ango nivîsa nehelbestkî ya kurdî bi Elame Bazîdî dest pê dike. Berhema wî ya Rusûmatname ji Muqedimeya Ibn Xeldûnî ne kêmtir e. Ibn Xeldûn li ser pirsgirêkên şaristaniyê radiweste; Elame Bazîdî jî li ser civak û mirovî disekine û damezrînerê mirovnasiya kurdî ye. Bi gotineke din derûnînasî û civaknasiya kurdî bi Elame Bazîdî dest pê dike. Heke dorhêleke zanistî ya pergala perwerdehiyê li Bazîdê tunebûya ev kesê dahî û jîr jî dernedikete holê. Wekî ku mûz li erdên sar hêşîn nabin dorhêleke zanistî tunebe û asta perwerdehiyê bilind nebe mirovên gewre jî dernakevin pêş.

 

Di dawiya sedsala 19an heta dawiya sedsala 20an cardin Bazîd navendeke zanistî û siyasî ye. Seydayê Nursî qala Mihemedê Celalî dike ku çi xweşmêrek bûye. Mixabin ne bazîdiyan derheqa wî de agehiyên qenc berhev kirine ne jî peyrewên Seydayê Nûrsî li jiyana seydayê seydayê geriyane. Her çiqas min derbarê wî de gotarek weşandibe jî -wisa bawer dikim ku- ne layiqî meqama wî ye. Zanayekî van demên dawîn heye ku wekî Xelîfe Ûsiv tê naskirin. Xelîfe Ûsiv jî li ser şopa Elame Bazîdî diçe, ji zimanê helbestê zêdetir zimanê zanistê yî pexşanî bi kar tîne, zimanê wî yê huqûqî gelekî xurt e. Xelîfe Ûsiv ne tenê zanayekî medreseyan e, ew helbestvan, aqilmendekî civakî û huqûqnasekî di pileya (dereceya) yekem de ye. Berhemên wî hê hê jî li Bazîdê wekî çavkaniya huqûqa şer’î ya sereke tên hesibandin.

 

Komara Agiriyê ya bi xebatên Biroyê Heskê hate avakirin û serfermandarê wê Ihsan Nûrî bû, ji ber vê dorhêla Bazîdê ye. Taybetiya Komara Agiriyê ew e ku heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşîn daye, teslîm nebûye, dev ji serxwebûnê bernedaye. Di wê heyamê de tu berxwedaneke kurdan bi qasî vê berxwedanê berdewam nekiriye. Heke ev çemk û feraseta stratejîk di dorhêla Bazîdê de tunebûya ev berxwedan jî ewqasî dirêj nedikişand.

 

Bazîd piştî salên mehrûmiyetê yên dirêj careke din li ser xîmên zanistî li reh û rîşeyên xwe digere. Em di destpêka sedsala 21an de ne, em bijîn û temenê me têrê bike em ê pêşengên zanistê yên nû jî li Bazîdê bibînin. Gelek berate û nişaneyên vê yekê derketine, reqabetek heye û encam dê gelekî baş be înşaElah.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev