Berhemên kurdzanên me – 214

Berhemên kurdzanên me – 214

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa pêşin a bi sernavê ”Rêyên sazbûna otonomîya kurda li Îraqê” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. Beşa pêşin me berî 2 heftêyan çap kiribû. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin. 

Ev berhema me ya 214an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl 

 

Rêyên sazbûna otonomîya kurda li Îraqê -2 

(beşa pêşin me berî du heftêyan çap kiribû)

 

Ji ber ku gelek pirsên bi pêkanîna peymanê ra girêdayî ji çarçova wê der mabûn, hatibû biryarkirinê, ku di navbera çar sala da qanûna derheqa otonomîyê da tam hazir bikin. Ev dema dirêj firsend dida desthilatdarîya Beesê, ku paşdemê da çend pirsên otonomîya kurda yên giring berbend bike, wêya bike herêmeke biçûk ya bin kontrola xwe da.

Bûyera wan dema ya here giring ew bû, ku ew perça opozîsyon, ku sala 1964a ji PDKê qetîya bû, careke din gihîşte wê. Serokên wê Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî gotin, ku hazir in bi PDKê ra bixebitin bona pêkanîna xalên otonomîya kurda. Ew wextê demkurt, ku ji ser girêdana peymana adarê ra derbaz bûbû, da xuyanîkirin, ku desthilatdarîya ser hukum naxweze pirsên, ku bi kurda ra li hev kirîye, pêk bîne. Hinek cîya hindava tevgera kurda da emelên têrorîstîyê dihatine kirinê. Di îlona sala 1971ê bin perda “seredana dostîyê” çend “karmendên olî” bi navtêdana hukumeta Îraqê xwestin serokê tevgera kurda M.Barzanî bikujin.

Beesîya bi lez tabîyên xwe li welêt û ji sînorên wî dane qewînkirinê. Di wî karî da Yekîtîya Sovyêt û welatên sosîyalîstîyê yên mayîn piştgirîya wê kirin. Bi zordayîna wan di navbera komûnîstên Îraqê û desthilatdarîya serkarîkir da pêwendîyên baş çê bûn.

Di nîsana sala 1972a dema seredana serokê hukumeta Yekîtîya Sovyêt A.Kosîgîn li Îraqê “Peymana derheqa dostîyê û hevrakarkirinê di navbera YKSS û Îraqê da” hate girêdanê, ya ku di karê qewînkirina tabîyên beesîya da roleke mezin lîst. Sala 1973a Pêşenîya Miletîyê-Welatparêzîyê ya Pêşverû (PMWP) hate sazkirinê, ku beesî û komûnîst ketine navê. Di rastîyê da ew pêşenî aletek bû, ku monopolîya partîya serkarîkir di hemû derecên jîyana welêt da testîq dikir. PDK nekete di nav wê pêşenîyê. Desthilatdarîya ser hukum sîyaseteke usa derbaz dikir, ku bi saya serê wê yekê Partîya Komûnîstîyê ya Îraqê derxe himberî Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê û bi wê yekê va Yekîtîya Sovyêt derxe dijî tevgera kurda li Îraqê. Pêwendîyên di navbera desthilatdarîya serkarîkir û PDKê her diçûn serttir dibûn, xwesma di dema ku karê amadekirina qanûna derheqa statûya otonom ya Kurdistana Îraqê serhevda dihat (xilaz dibû). Bees, ku him di pirsên sîyasî da, him jî yên axê da, her tişt bi daxaza dilê xwe dikir, otonomîya tengkirî pêşnîyarî kurda kir, ku ji alîyê serokatîya kurda da bi nerazîbûn hate qebûlkirinê. Bona zelalkirina pirsa derheqa sebebên nerazîbûna kurda da em gerekê bînine bîra we, ku peymana 11ê adarê sala 1970î di navbera hukumetê û DPKê da hatibû girêdanê û ew daxaza herdu alîyan bû bona bi aşîtî safîkirina pirsa “bakûrê welêt”, ji ber ku safîkirina pirsê bi destî çeka di wan dema da nikaribû bi ser keta. Di dema girêdana peymanê desthilatdarîya ser hukum nikaribû her tişt wek xwe bikira, daxaza xwe li situyê PDKê bialanda. Û sebebê sereke jî ew bû, ku hukumetê dest ji bi destî zorê û quwetê helkirina pirsa kurda kişand û bi mecbûrî bi kurda ra hevraxebnerdan dane derbazkirinê. Lê, wek ku wext da xuyanîkirin, ew gavên beesîya tenê taktîk bûn. Ewana li benda dema bi semt bûn, ku derba xwe li kurda xin.

Partîya Bees destpê kir bi cûrê yekalî proêkta qanûna derheqa otonomîya kurda da bi cûrê xwe guhart, usa, ku tenê ji desthilatdarîya serkarîkir ra dest bide. PDK û serokê wê M.Barzanî derketine dijî çend xalên qanûna ku tê hazirkirinê, xwesma di pirsa derheqa sînorên Kurdistanê da, derheqa kesên, ku gerekê serkarîyê li Pêşenîyê bikin. Ev hemû dijî xalên dêklarasyona 11ê adarê sala 1970î bûn, ji ber ku ew dokûmênta, ku herdu alîyan (hukumetê û PDKê) li hev kiribûn û amade kiribûn, dibû dokûmênta yekalî, ku desthilatdarîya serkarîkir dixwest bi zorê li situyê kurda bialîne.

Lê hema ew yek, ku qanûna derheqa otonomîya kurda li Îraqê tê amadekirinê, bi xwe bûyereke berbiçev bû. Ji ber ku yek ji çar dewletên ku welatê kurda di nav xwe da perçe kirine, ji sîyaseta înkarkirina hebûna kurda wek êtnos derbazî sîyaseteke (rast e, bi mecbûrî) usa bû, ku îdî mafê kurda ji bo otonomîyayê nas dikir. Ev îzbatî heta bi vî cûrê xwe yê nivîşkan va jî bû sebebê tevlihevî û berxweketina serokatîyên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê. Desthilatdarîya Îraqê, ku bi cûrê konstîtûsyon miletê kurd û mafê wî ji bo otonomîyê nas dikir, bi wê yekê va ji bo beşên Kurdistana perçekirî yên mayîn dibû “nimûneke xirab”. Û van her sê dewletan destpê kirin bi her awayî derketin dijî statûya otonom ya kurdên Îraqê û bi her awayî hewl didan, ku ew yek bi ser nekeve û pûç bibe. Tiştekî ber çeva ye, ku ew sîyaset ne tenê dijî kurda bû, lê herweha dijî desthilatdarîya Îraqê ya serkarîkir bû jî, ji ber ku ew welat bi xêrnexwazî berbirî desthilatdarîya li Îraqê dibûn. Demê da xuyanîkirin, ku dewletên ku ji wê herêmê dûr bûn jî, xwesma dewletên mezin, hazir nîbûn, an jî ne dixwestin di wê demê da di şerê kurda da piştgirîya wan bikin. Di van şertên dijwar, carna jî tevlihev da, pêvajoya pirsa kurda di meydanê da bû, û rewş usa bû, ku ji bo kurda tiştekî xêrê wê neanîya.

11ê adarê sala 1974a hukumeta Îraqê qanûna hejmara 33a weşand, ku derheqa otonomîya gelê kurd da bû. Otonomîya li ser van bingeha gerekê pêk bihata:

Herêma ku tê binavkirinê Kurdistan, gorî vê qanûnê otonomîyê distîne; hesabkirina binecîya ya tevaya welêt wê sînorên wê herêmê bide kivşkirinê, li ku piranîya milet kurd in. Bi vê ra tevayî, wê salixên hesabkirina binecîya ya di sala 1957a da derbazkirî jî bêne hesabhildanê. Ew herêm wê di hêla aborî û sîyasî da xwedî mafên xweserkarîkirinê be di goveka komara Îraqa yekgirtî da û ew wê bê hesabkirinê wek perçekî axa Îraqê û gelê wê jî perçekî gelê Îraqê; bajarê Êrbîlê wê bibe navbenda herêma otonom. Organên xweserkarîkirinê wê pareke organên Komara Îraqê bin.

Di wê navçê da zimanê kurdî weke zimanê erebî wê resmî be, bona kurda xwendin wê bi zimanê kurdî be, lê dersdayîna zimanê erebî wê di hemû dersxana da hebe. Di herêmê da wê dayîrên xwendinê yên ji bo ereba jî hebin û li wir xwendina zimanê kurdî wê mecbûrî be. Binecîyên herêmê kîjan dibistanê bixwezin, dikarin wê jî hilbijêrin, bêy hesabhildana wê yekê, ku zimanê dayka wan kîjan e. Karê xwendinê di hemû derecên wê da wê di nav sîyaseta dewletê ya di hêla xwendinê-perwerdeyê ya tevayî da be.

Maf û azayên ereba û miletên mayîn yên kêmjimar di wê herêmê da bi konstîtûsîyayê, qanûnê û biryarên mayîn va têne kefîlkirinê, lê serokatîya otonomîyayê borcdar e (mecbûr e) wana pêk bîne. Gelê ereb û miletên kêmjimar gerekê gorî jimara binecîyên xwe di organên otonomîyê da cî bigrin.

Qanûn strûktûra û karkirina organên herêma otonom yên hiqûqî, fînansîyê (xala 5a) kivş dike, serkanîyên kara (hatinîya) herêma otonom destnîşan dike.

Qanûn fûnksyonên Şêwra Qanûndarîyê ya otonomîyayê kivş dike. Xaleke wê qanûnê dibêje: “Rast e, herêma otonom bi xwe karê xwe pêşda dibe… lê di hemû perçên Îraqê da serdestî ya dayîrên navbendî an jî nûnerên wan e. Organên karên hundur û parastinê bin kontrola wezîreta karên der da nin”.

Di xala 20î da dihate kivşkirinê, ku destûra prêzîdênt heye Şêwra Qanûndarîyê belake, eger ew ji rûyê wê yekê da nikare kar bike, ku endamên wê ji kar derketine, an jî ne gorî biryarên komîsyona mandatîyê kar dike.

Eger Şêwra Qanûndarîyê bê belakirinê, Şêwra Pêkanînê karê wê dimeşîne, lê ji 90 roja ne zêdetir, heta Şêwra Qanûndarîyê ya nû bê sazkirinê.

Awa, qanûna 11ê adarê sala 1974a dida xuyakirin, ku desthilatdarîya Beesîya ji çend xalên giring yên dêklarasyona 11ê adarê sala 1970 xwe vedikişîne. Him têorîya, him jî praktîka Beesîyên Îraqê me tînine ser wê bawerîyê, ku di plana wan da tu cara jî bi dêmokratî safîkirina pirsa kurda tunebûye. Hinek gavên erênî (pozîtîv) ku hukumeta Îraqê di pirsa kurda da kirine, ew an bona hinek heq-hesaba hatine kirinê, an jî usa kirine, ku hukumet ji rewşa sîyasî ya xirab derkeve û paşê dîsa derbazî sîyaseta xwe ya berê – ya zorlêkirinê hindava gelê kurd da bike.

Ji ber wê jî bi bawerîya me kurd gerekê wan dema zor li desthilatdarîya Beesîya bikirana bona ew di nav demeke kurt da pirsa wan çareser bikira, ji ber ku di wan deman da çareke hukumetê ya mayîn tunebû, xênji bi kurda ra li hev bihata. Tiştekî lap ber çevan e, ku ew dema dirêj, ku li ser amadekirina qanûna derheqa otonomîya kurda da hate xerckirinê, tenê ji bo Beesîya dest dida. Giring e em bîr bînin, ku desthilatdarîya Beesîya bi mecbûrî bi kurda ra hevraxeberdan da derbazkirinê û Dêklarasyona 11ê adarê sala 1970î qebûl kir, ji ber ku çareyeke wê ya mayîn tunebû.

Beesîya, ku pêwendîyên di navbera partîya xwe û Partîya Komûnîstîyê ya Yekîtîya Sovyêt da xweş kiribûn, destpê kirin li ser wê bingehê propoganda “bi riya pêşdaçûyîna sosîyalîstîyê” kirin, ku gelekî dûrî aqilan bû. Welatên sosîyalîstîyê destpê kirin alîkarîya bi her awayî dane desthilatdarîya Îraqê bona mehkemkirina tabîyên xudêgiravî “dijîîmpêrîyalîstîyê, prososîyalîstîyê”. Ji ber wê yekê jî desthilatdarîya Beesîya ji îzolebûna navnetewî derket û tabîyên xwe gelek qewîn kirin. Di vê rewşê da ewê kar û barên di pirsa kurda da serttir kir. Usa çê bû, ku mafê ji bo otonomîya kurda, ku bi şerê bi xwîn yê demdirêj bi dest ketibû, bi biryareke hukumetê va hate guhastinê û lap rengekî mayîn wergirt.

PDKê qanûna 33a ya 11ê adarê sala 1974a qebûl ne kir û li Kurdistanê careke din destbi şêr bû. Wezîrên kurd li hukumetê karê xwe berdan û gihîştine pêşmerga. Piranîya wan bi Barzanî û PDKê ra bûn. Careke din destbi şerê kurda bû dijî desthilatdarîya Beesîya. Lê vê carê şer di şertên hundur û der yên usa da dibû, ku ji bo kurda dest ne dida. Di nav çar sala da Beesî ne tenê xurt bûn, lê hevalbendên nû peyda kirin. Li Îraqê Beesî bi alîkarîya Partîya Komûnîstîyê ya Yekîtîya Sovyêt dijminayî kirine navbera PDKê û PKÎ (komûnîsta), ku di wê demê da ketibûne di nav pêşenîya miletîyê. Niha PKÎ îdî xwe dabû alîyê Beesîya (dijminên xwe yên berê û kuştîyên wan yên sibê).

Ji desthilatdarîya ser hukum ra li hev hat di nav PDKê da jî dubendîyê çê bike. Komikeke wê bi serokatîya Ezîz Ekrawî jê qetîya. Rast e, endamên wê hindik bûn û hêza wan li Kurdistanê ne pir bû, lê dîsa jî ew dutîretî ji alîyê Bexdadê da tam hate bikaranînê bona rûreşkirina M.Barzanî û PDKê.

Ji der va jî derbeke xedar gihîşte kurdên Îraqê. Di adara sala 1975a şahê Îranê û cîgirê serekwezîrê Îraqê li Aljîrê (Cizayîr) peymanek girêdan. Bi wê peymanê herdu alî li hev hatin, ku Îraqê wê hinek axên ser sînor bide Îranê (Şett-el-Ereb), lê Îranê jî li ber hêzên M.Barzanî rê bigre, ku nikaribin çeka, cebirxanê, xurek û tiştên mayîn derbazî Kurdistanê bikin. Kurd ketine di nav dorgirtinekê. Sûrîya û Tirkîya jî hindava xwe da parastina sînor mehkemtir kirin, ku nehêlin kurd derbazî ser axa wan bibin, an jî li ser perçên Kurdistanê yên Tirkîyê û Sûrîyê kar û barê xwe bimeşînin. Hewldanên serokatîya tevgera kurda, ku ji Roavayê an jî Yekîtîya Sovyêt alîkarîyê bistînin, bi ser neketin.

Ev hemû biryara qedera şerê kurda yê çekdarî di salên 1974-1975a da dan. Hema piştî peymana Cizayîrê, di nîveka nîsana sala 1975a serokatîya PDKê ferman da derheqa sekinandina berxwedana hindava hêzên Îraqê yên çekdar da. Strûktûrayên eskerî, admînîstratîv û sîyasî, ku di nav gelek salên şerê ji bo azadîyê da li navçeyên Kurdistana Başûr hatibûne sazkirinê, hilweşîyan. Usa xuya bû, ku têrora hêzên Îraqê yên çekdar himberî kurda, talan, sirgûnkirin, bi deha hezara mihacir, ku derbazî Kurdistana Îranê bûn, şerê gelê kurd yê mêrxasîyê yê bi sala hêç û pûç kir. Sekinandina şêr di nav gelek kesên ji serokatîya partîyê jî tevlihevî û xiringêle çê kir. Hinek pêşmergeyan xwe kuştin, ji ber ku ew yek ji bo xwe wek bedbextîya here mezin dihesibandin.

Têkçûna hêzên kurda yên çekdar di şerê bi beesîya ra yê ne wekehev da, di nav şervanê kurd da dubendî çê kir. Bûyerên di nîveka salên 70î li Kurdistana Başûr bû êtapeke giring di nav tevgera kurda ya ji bo azadîyê û rizgarbûnê. Serketin û binketinên wê, herweha kêmanî û têberdanên wê bûne dersên giring ji bo paşdemê, ku di pirsa şerê ji bo otonomîyê da rêyên nû bigerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev