Ji nimûneyên zargotina me – 214

Ji nimûneyên zargotina me – 214

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema duduyan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye. Beşa çaran emê di demên nêzîk da çap bikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA -3

 

Bi gotina Ûsivê Baso li nehîya Eyntabê (bal Bazîda kevin), nav kurdada, him nav ermenîyada, him jî nav tirkada pê nîşanêd xwe ne ku tenê heywan, lê usa jî hebûna xwe mayîn nas dikirin, mesele cot, nîr, ferêd ji herîyê.

Kurdêd Dîlîcanê (Golovîno û Papanîno, li Ermenîstanê), usa jî yêd Elegezê, Lêrmontovê (Kîrovakan) nîşanêd heywanara dibêjin “paşguh”, “pêşguh”, “hîv”. Têrmînêd din jî nav wanda hebûne, kal û bavêd wana zanibûne, lê ew nizanin yan jî bîr kirine. Eva nîşanêd hana nîvê pirê li guhê heywana dikirin. Nîşanêd usa çawa me go, wek nexş li xalîça, kulava, têra û hebûna din dikirin.

Hinek mal van nîşanêd jorê, ku me derheqa wanada got, li guhê heywana rastê, hinek jî li yêd çepê dikin, çimkî wekî gişk li guhekîkin, wî çaxî veqetandina heywana wê çetinbe, nîşana usa jî li werselêd heywanêd mayîn dikin. Zemanê bereka nîşan li jina jî dikirin, çawa hebûna mêre arizî. Derheqa wê yekêda emê paşê bêjin, wexta em xeberdin derheqa atrîbûtêd patronomîya kurdada.

Nîşanêd heywana hela virnîtîya wanda lê dikirin: yêd golika, cenûya, ceşika, karika, berxika û kudika.

Kurdêd Ermenîstanê peza du salîra dibêjin “kavir”, ya nêrra “kavirê nêr”, ya mêra “kavirê mê” yan jî “berdîr”, ya sê salîra – “bijaştîr”, peza dizê – “mî”, peza sêsalîye nêrra dibêjin “qerd”, yê nêrî çarsalîra – “hogiç”. Lê peza êpêce emirê xweda mezinbe – “maz”. Heywanêd ku hela saleke wan temam nebûye, jêra dibêjin “virnî”, mesele golika virnî, berxa virnî, sagê virnî û yêd din.

Dewar: dewara yeksalîra dibêjin “golika mê” yan jî “golika nêr”, ya du salîra (him nêr, him mê) “mozik”, eger mozikî nêre, dibêjin “mozikê nêr”, mêye – dibêjin “mozika mê”. Dewarê sê salîye mêra dibêjin “nogin”, lê wexta za – dibêjin “çêlek”, ya sê salîye nêrra dibêjin “canege”. Eger canege nexesandîbe, dibêjin “box” yan jî “boxe”, yê mezinra, wekî diha nîr dikin: “ga”.

Hespa yeksalî, dusalîra dibêjin “cenu”, ya sêsalîra (mê) “menegî”. Ew hespêd rind dibezin, “orxene”, jêra dibêjin “hespa kihêl” yan jî “hespa erebî”. Lê hespa qolayîra dibêjin “bergîr”. Devêd çûkra dibêjin “kudik”. Devêd ku pêşîya deva diçin – “nar”.

Bizina yeksalîra dibêjin “karik” (karika nêr, karika mê), ya dusalîra – “gîsk” (gîskê nêr, gîska mê). Bizina berê pêşinra, wekî wê bizê, dibêjin “tiştîr”, yê nêrra: sêsalîra – “teke”, yêd lape mezinra – “nêrî”.

Gamêşêd çûkra dibêjin “everîk” û yêd mayîn.

Van xebera usa jî nîvê kurdêd Turkîyê, Îranê, Sûrîyê didin xebatê. Em derheqa kurdêd Îraqê û yêd mayînda nikarin bêjin, çimkî bin destê meda qinyatêd êtnografîyê tunene.

Xweykirina pêz , dêwêr tenê bo hasiletê nîbû, usa jî bo goşt, don, hirîyê, eyara bû, lema jî kurda bona heywanet rind xweykirana û xurt kirana, tu mecal û mikan nedihêvişandin, him ji alîyê pakbûna goma, tewla, him ji alîyê eylada, wekî me jorê derheqa wê yekêda got, usa jî ji alîyê bêxofkirina alifê heywanetî zivistanêda.

Hilbet, bo cmaetê xweykirina heywana biharê, havînê û payîzê diha rehet bû, ne ku zivistanê. Havînê şivana, gavana, golikvana û berxvana heywan diçêrandin, lê zivistanê neferêd malê ew xwey dikirin: alif didanê, tîmar dikirin, xwê didan û binê wan temiz dikirin. Eva xebata bo neferê malê hindik nîbû.

Ferih tê femkirinê, wekî çiqas zef bûya çêrê baş, debra pir, wî çaxî pez û heywanêd mayîn jî kok dibûn, gelek şîr didan. Hebûna kurda hîmlî jî ew bû: hasilet û goştî.

Kurda bi emirê koçerîyêra girêdayî gelek goşt dixwerin. Usa jî to û mast. Kurd bê goşt û pîvaz ne diman, goşt bê pîvaz nedihat xwerinê, lema jî derheqa kurdada meseleke ermenîya dibêje (yanê kurd usa dibêjin): “Ez pîvazê nexum şekir bixum?”. Yanê, cîyê pîvaz lêye, şekir çiraye. Ya rast jî wexta li sîngê çiya, kêleka cew û kanîya kurdêd koçer sêlikada goşt diqelandin, kibab hazir dikirin, bê pîvaz nikaribûn bixwerana, ew mesela ermenîya emirjîyîna kurdaye rêalra girêdaye, raste. Halê heywana temamîya xweva havînê baş bû. Zivistanê heywan jar dibin, paşda diçin, çimkî ewana gomada, tewlada têne xweykirinê. Her maleke kurda bona heywanêd xwe debra zivistanê hazir dikir. Alifê heywana berê tenê ka û gîha bû, bo xwerina heywana tiştekî din hazir ne dikirin.

Her sal, meha hezîranê yan jî tîrmehê gundîya ji çayîra, xozana û ji çiya gîha diçinîn. Ew gîhê kêleka goma yan jî bal malêd xwe lod dikirin. Ew bo wê yekê bû, wekî debir nêzîk bûya, diha rehet bibirana tewla. Ka jî dikirin mereka û zivistanê didan heywanêd xwe. Dewar û heywanêd dine gir başqe alif dikirin, pez jî başqe. Bo berxa gomêda koşek dibirîn, dikirin koza berxa. Berê pez berdidan, paşê berx, lê bona golika jî hema tewlêda ber sekuya navbirî didan tewlê yan jî koşekî tewlê û li wê golik girê didan. Bi wî teherî alif başqe-başqe didan pêz û dêwêr. Heywanêd girra ka, gîha dikirin afir, lê pez li derva, ser berfê alif dikirin. Hîmlî gîha didan pêz, ka hindik didanê, ew jî wî çaxî, wexta gîha tunebûya. Ew malêd ku kesîbîyêda bûn, halê wan ji alîyê debrê jî xirab bû, wana nikaribû wextêda debra heywanêd xwe bida ser hevdu, çimkî pere dest wanda tunebû, bo debirê yan gerek pez-dewarêd xwe bifirotana yan jî hasilet, lê ew yek bo neferêd mala kesîb çetin bû.

Xênji hebûna debrê gerek tariş wededa avdana, xwê bidana û wededa jî alif bidanê, gom û tewlêd wana germ bûna, temiz bûna. Ya xirab ew bû, wekî gom û tewlêd berê çûk bûn, tarî, nem, banêd wan hevekî qube bûn û kulekek-dudu têda hebûn. Niha usa nîne, bal me, gundêd kurdaye kolxozada gom, tewlêd mezine bi pencera çêkirine, bi afirêd mezine textekirî, demûdezgêd mayînva. Kolxoz gelekî guh didin ser xweykirin û zêdekirina pêz, bona hirî zef be, çimkî kemala pirbûna hirîyê bo me gişka mezine. Berê bal me kurda pez zef xwey dikirin û niha jî kolxoz-sovxoz diha zef xwey dikin. Kolxoz pezê usa xwey dikin, wekî hirîya wan nerme nazike, mesele pezêd cisnê “Mêrînos”, “Rambûl”. Gundî vanra dibêjin pezêd bi poçik. Pezê bi poçik gelekî li nehîya Laçînê xwey dikin. Kolxozêd kurdêd Ermenîstanê hîmlî pezêd cûrê berê xwey dikin.

Rojê sê cara alif didin heywana, cîna jî du cara. Wededa alifdayîn û baş xweykirina heywana bo hasileta pir û goştî gelekî kare, pezê ku xirab tê xweykirinê, ne şîr dide, ne jî pakî goştê wan heye, lema jî lazime pez, dewar rind bêne xweykirin.

Akadêmîkos Y.D.Fîlyanskî gotîye, wekî “meriv dikare ji her çêlekeke pûtî 3000 lîtr şîr bistîne, eger ewana rind bên xweykirin”(12).

Usane, niha gelek kolxoz, sovxozêd meda ji her çêlekeke başe pûtî salê 2000-2300 lîtr şîr distînin, cîna hela diha zêde. Çêlekêd usa baş nav kolxozêd kurdêd Ermenîstanêda gelek hene. Ew ji wê yekêye, wekî xênji anîna cûrêd çêlekêd teze, cûrê xweykirina heywana hatîye guhastin. Berê, çawa me go, alifê heywana ka û gîha bû, hinek kuleş jî didanê, çimkî kuleş jî hindik bû. Kurda her cîya nanê xwe dikutan, qesel dikirin ka. Cûrêd alife din berê tunebûn. Alifê têxnîkî kolxoza didan xebatê û ew yek niha wanra bûye edet: niha kolxoz-sovxoz heywanara sîlosê hazir dikin, zivistanê didinê(13). Xênji sîlosê, silqa, gizêra, kelema, kuspê û pincara din jî didinê. Wê şûnda cûrêd gîhêye başqe-başqe zêde bûne. Berê kurda nizanibûn çiye avîtina gîha, toximê vîkê, koringan, once, lê niha davêjin. Eva cûrêd gîhê bo heywana gelekî kardarin, bi qinyatin, lema jî çêlekêd niha diha zef şîr didin.

Kurd rind fem dikin, wekî niha zêdekirin, xweykirina heywana gerek ne mîna berêbe, lê bi celebê zootêxnîkîyêbe, ser hîmê ulmbe. Wê şûnda kolxozvan, pêşekzanêd wana timê sibût dikin, gelo kîjan alif bo kîjan heywana pake, kîjan jî zirarê dide wana, kolxozvan wê yekê rind zanin, çimkî her cûre alifê başqe bi cûrekî tesîleyî ser heywana dike, ew ku niha, çawa me go, cûrêd alif zêde bûne.

Fêrmêd kolxoza, sovxozêd heywanetxweykirinê heywana dibin zozana bo zêdekirina hasiletê. Berê ewlin bo saxlemî, paşê hasildayîn û goştîya tariş kolxoz-sovxoz mecal-mikanêd zootêxnîkîyê didin xebatê. Eva yeka berê edet nîbû, usa jî nava cmaetêd dora wanda tunebû. Lê niha bi qanûnêd zootêxnîkîyê xweykirin û zêdekirina heywana bûye deb nava kurdêd Sovêtîyêda. Wexta derheqa xweykirina-zêdekirina heywanada xeber didin, ser lêvêd wane “mecal-mikanêd zootêxnîkîyê”. Lê hela hene kolxoz û kolxozvan, wekî wan mecal-mikanêd zootêxnîkîyê pakî nadin xebatê.

Pêşîya wê paşdamayînê zootêxnîk, teşkîletêd partîyayê, komsomola, organêd meye Sovêtîyê şer dikin.

Havîna fêrmêd kolxoz-sovxozaye heywanetxweykirinê timê diçin zozana.

Seba xweykirin, zêdekirina heywana kirina şivan-gavana geleke. Berê nava kurdada şivan-gavanêd xwendî tunebûn. Şivan-gavanêd niha xwendîne.

Femdarîye, wekî şivan-gavanêd xwendî ji alîyê zanebûnê, pisporîyê diha pêşin, qanûnêd zootêxnîkîyê rast diqedînin, lê her gava nîne, wekî fêrmada gumana xwe temamî didin ser şivan-gavana. Kolxoz-sovxozada heye kontrol, zootêxnîk, doxtirêd heywana, timê xebata sibûtkirinê dikin. Bo xweykirina heywanêd tomerî niha norme hene, pê wan norma jî (hilbet ne her cîya) her tişt tê qedandin, lema jî serkarêd fêrmayêd heywanetxweykirinê usa jî sedirêd kolxoza û dîrêktorêd sovxoza ji şivan-gavana dixwezin, wekî ewana qanûnêd zootêxnîkîyê rind zanibin, seba şaşîya nekin, çimkî her şaşîke wana dikare pir-hindikî zirarê bide heywanet û şuxulê zêdekirina hasiletê.

Bo diha rind xweykirina heywanet, şîrdayîna çêleka hinek nehîyêd Ermenîstanêda: Aparanê, Talînê û yêd mayîn qanûnêd xweykirina çêleka temam naqedînin, usa çawa li Ûrisêtê, Ûkraînayê û li cîyêd din diqedînin, mesele: li Ûrisêtê gelek kolxoz, sovxoz garana çêleka başqe xwey dikin û wana jî paraveyî ser dereca dikin, lê wê yekê hela li vira kêm dikin, ew wekî kêmasîye, gerek ji ortê bê hilanîn. Ştêyman derheqa çêlekêd Karavayêvoyêda ha nivîsîye:

“Seba çêrandinê em çêleka pareveyî li ser sê para dikin. Em wan çêleka dikin tev para pêşin, yêd ku gelekî şîr didin, rojê sê-çar cara tên dotin. Bo wan çêleka başqe dikin cîyê çêreyî diha rind, wekî diha nêzîkî gomêd fêrmane, cîyê wargêyî ku heywanêd tomerî lê têne xweykirin. Para dudada em wan çêleka xwey dikin, yêd ku sê cara tên dotin, bo wan çêleka cîyê çêreyî usa tê kivşkirin, ku himberî ya pêşkirî êpêce dûrî gomane û ya sisîyada berev dikin çêlekêd sitewr, nogina, wana dûrî fêrma diçêrînin”(14). Hilbet, wî cûreyî xweykirinaa çêleka başe, karê dide. Bal me jî cêribandinêd usa bûne, lê heta niha jî nanîne sêrî, wekî rojê sê-çar cara çêleka bidoşin.

Ew yek girêdaye rind teşkîlkirina xebatêra û cîyê çêrera. Ew çêlekêd nexweşin, yêd teze zane û avisin, wekî tev garanê nikarin herin cîyê dûr, nêzîkî fêrma tên xweykirin.

Xênji qanûnêd tomerî, wekî me got, zozanada hene qanûnêd fêrmêye çêrandinê. Brîgadîr ser hîmê wan qanûna dike ser şivan-gavana, wekî ewana jî wê yekê rind zanibin, guhastinê bikin cîyê çêre, çimkî wexta heywan li zozana timê li cîkî diçêre, erdê çêre rût dibe, hêşnayî namîne, ew zîlêd hêşnayî, ku wê teze derên, tên pêpeskirin, xirabkirin, cîyê çêre lap bêkêr dibe, lema jî niha xwera kirine edet bi gotina brîgadîr, doxtirê heywanet, heywana berê 20-25 roja li cîkî diçêrînin. Wexta ew cî qolayî dibe, îdî pez-dewar lê naçêrînin, dibin cîkî mayîn, bona cîyê pêşinî çêrandî şîn be. Zîl serê xwe bilind dikin, hêşinayî radibe, paşê dîsa heywan tînin lê diçêrînin. Evan mêtodêd hana kolxozvanêd Zengelîyê, Golovîno, gundê Lêrmontovê usa jî nehîyêd mayîn rind derbaz dikin. Bi wî teherî çêrandina heywana kolxoz-sovxozada tewakele nîne. Xebata guhastina cîyê çêre bi sîstêmî û kontrolî tê kirin, ew tewekeltîya berê hatîye hildan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev