Redaksyona RIATAZA di weşana zindî da

Redaksyona RIATAZA di weşana zindî da

Melpera kurdî a Riataza îro, 18ê tîrmehê, destbi weşana vîdobloga xwe a li ser Internetê kir.

Me nêt heye bername û weşanên xwe yên derheqa pirsên kurdî da her heftê biweşînin.

Vîdêoblog – ew pêwendîyên zindî ne bi her kesî ra, wê firsenda hemûyan hebe fikir û bawerîyên xwe bigihînine civakê, pirsên bi çand, sîyaset, jîyana civakî ya kurdan li Kurdistanê û tevaya cihanê yên bi gelê me va girêdayî minaqeşe bikin.

Dost û aboneyên me, her kesên bixwezin, dikarin li ser rûpelên demnameya Riataza pirsên ji bo xwe balkêş û hewaskar li me bikin.

Em hemû dost û xêrxwezên xwe, pêşekzan û zaneyên pirsa kurdî vedixwînin tevî weşanên Riataza bibin.



 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev