Bejna kinik minik, lê tê hemû cilik 

Bejna kinik minik, lê tê hemû cilik 

Nesrîn Rojkan

 

Tiliya xwe dirêjê xwe dike, dikene û hurik hurik govendê dike. Bejna wê, kinik û zirav e, esmerek devken û xwînşîrîn e. Habibe ye navê wê lê hezkiriyek wê ev jê re dibêje Hebhinarkê. Ew ji xwere dibêje Hinar. Guhezîn ne tenê di navê wê de heye, lê hemû jiyana wê, bîr û baweriya wê guheziye hingi hatiye Diyarbekirê. Diyarbekir bûye dîyarê wê, deriya destpêka jiyanek nû ku di xewna xwe de jî nedidît.

Habîbe yek ji çar zarokên malbata xwe ye. Berya ku ew çêbûye malbata wê ji ber gefa neyarên eşîra xwe berê xwe dane metropolên Turkiyê, îstanbulê, da ku jiyanek nû ji xwe re û pêşerojek ewle ji zarokên xwe re bifarînin. Dayîka Habîbe ji binemalek mezin, oldar û dewlemend e û ew malbat biryaran li ser malbatên din di nav êla xwe de didin. Lê dîsa jî malbata Habîbe bixwe di destpêkê de heya ku xwe binecihê bajarek nû dikin, wek gelek malbatên kurd gelek têkoşiyane. Dayîk li malda xwarinan çêkiriye, babê li kolanan firotiye. Bab masîvanî kiriye, dayê paqijvanî, û herwiha karên cûrbercûr heya ku karîne jiyanek bi dilê xwe danîne. Piştî du zarokan malbat ji bo dewetek diçe bajarê xwe Qamûşana Qersê (Sarıkamış) û li wir Habîbe tê dinyayê. Piştî Habibe kurikek jî çêdibe û malbat bi 2 keç, 2 kuran ve dewlemend bûye, lê belê metirsiyek jî pê re ava dibe. Derdê wan yek bû, û niha 4 lê bêtir bû. Divê ev zarok bi her awayê ji îstanbula xopan bên parastin ku tiştên nebaş neyên serê wan û nekevine riyên xirab de.

Îstenbûl bajarek mezin û xeter e, ku zarokan xwar êdi kes nikare wan vegerîne. Mertala herî baş ji bo parastina wan jî kontrolek tund û baweriyek kûr a olî bû li gor malbatê. Li gor, Habibe bixwe jiyana wê bi sê beşan ve pêk tê. Beşa yekem 10 salên pêşî li İstanbulê di nav hêjariyê de destpê dike. Ew ne wek hemû ên din di kolanan de, lê dema wê di nav mal û dibistan de dibore. Lê dîsa jî xweştirîn dem bû ji bo Habîbe. Lewra babê wê dijiya ew dem malbatek wê bi bab-û-dê , di malbatekek normal de dijiya. Têkiliya wê û babê wê gelek germ bû. Keça babê xwe bû, biçûka babê xwe.

Dema diçû pola duyem, bab nexweş dikeve, xwîn bi mejî dikeve şal dibe û lawaz dibe. Mixabin di geşta xwe ya pîroz a hecê de diçe ber dilovaniya Xwedê, û malbata xwe sêwî dihêle. Dema malbat bê stûn ma, dayîk him bû bab û him dayîk. Barê wê girantir bû, û berpirsiyariya wê mezintir. Diviya êdî bêtir tund bûya, zarokên xwe bi zincîrên nexuya ve girêda bidaya ku xwe jê nefilitînin û nerevin, winda nebin. Kontrola xwe tundtir kiribû. Hingî mezin dibûn tundiya li ser zarokan, bêtir jî li ser keçikan girantir dibû. Keça mezin destgirtî bû lê dîsa jî di bin kontrola malbatê de bû. Ji xwe kolana mala babê Habîbe jî tevda gundî û bajariyên wan bûn, li wir jî gundek biçûk ji xwe re ava kiribûn. Û jiyana gundewariyê li wir didoamandin. Ji ber ku babê wan êdî nebû hemû gundiyan babinî jî bikinli ser malbatê. Diviya keç serê xwe bi tûrbanan bigirin, kincên dirêj li xwe bikin, bi mêran re nepeyîvin, ji dibistanê bêtir dernekevin der, ku derkevin jî, divê mêrek herdem bi wan re bûya. Jinan çarşefên bi pêştemal li xwe dikirin. Tenê reşika çavên jinan xuya dikir. Hê dema biçûk bû jî ramanên Habîbe ji ya malbatê cudatir bû. Li gor wê ew bawermendiya ku wan dikirin, ne tevgerên rast bûn.. him zêdeyî hebûn, him kêmasî. Ji bo ku xwe û zarokên xwe li îstanbulê winda nekin, xwe winda kiribûn jî. Malbatên ku di cihê xwe de li bajarê Qersê mabûn, wek wan nedikirin. Yên li wir bêtir serbest bûn.

Ev ên han bi zincîran bi têlên wê pêça bûn û her rojê diçû tengtir şidayitir dibûya. Habîbe dizaniya ku ew nikare di vê awayê de dom bike û divê riyek ji xwe re peyda bikira. Li çareseriyek digeriya. Çareserî tenê xwendin bû, ew jî qedexe bû.

Metika Habîbe di civakek biçek vekirîtir de mezin bûbû. Wê çend xelqeyên zincîran qetand û xwendina xwe bire ser. Herçend malbat dij derket jî bi zora xwe ew çû zanîngehê, zanîngeha İlahiyatê Ji ber ku zanîngeh olî bû. Malbata metikê hinek nerm bûbû. Xwendina wê bû sedema jiyanek nû ji wê re.. ‘herwiha ji min re jî’ dibêje Habîbe bi hilmek kûrve. Malbat bi tundî dijê xwendina keçan bûn. Digotin piştî dibistana navendî nabe êdî keç bixwînin, Habîbe şev digiriya û roj digirîya da ku biçe dibistana xwe. Ji ber ku him serkeftî bû û him jî riyek bû ku jiyana xwe hindik jî be bi destê xwe saz bike.

Meta Habîbe dema diçe zanîngehê gelek tiştên nû hîn dibe, wek hemû xwendekarên din, lê tiştek gelek giringtir jî hîn dibe. Xwe nas dike. ‘ji bilî min herkesê dizaniya ku ez kurd im’ digot metika Habîbeyê. Li wir dest bi lêkolîna li ser gelê kurd, çanda kurdî zimanê kurdî dike û hêdi hêdi raman û hestên wê vedigerine ser kurdewariyê. Dema bêhnvedanan diçûya ba hevala xwe ya herî nêzik, ba biraziya xwe ya Habîbe û bivehre xwe davêtine nav deryaya çanda kurdî de.

Habîbe bi vê awayê bi kurdbûna xwe şiyar dibe û herdû leheng bi dizîka ve li ser kurdewariyê hûr dibin. Meta Habîbe jê re dibe wek rêberek; him di warê kurdewarî de û him jî riya xwendina bilind jê re vedike. Habîbe çûyîna metika xwe ya ya zanîngehê wek çek bikar tîne, û serî radike ku bivênevê ew dê biçe dibistanê.

Ji bilî xwendina zanîngehê, wê niha dixwest kû bêtir bi çanda kurdî ve têkildar be. Ya ku herî bêtir bandor jî lêkiribû muzik û stranên kurdî bûn. Muzîka kurdî min nêzikê xwe kiribû, ya rast, min nêzikê min kiribû. Belê min dizaniya ku em kurd in lê min digot ku kurdî tenê di devê kalûpîrên me,mezinên me de bûn, dema min muzîkê kurdî li cihek din bi devê kesek nenas ve dibîhîst hestek xerîb di dilê min de geş dibû. Him bi çêj bû, him jî çawa ku ez tiştek xwe bixwe di destê yekî din de bibînim wisa ez xwedî lê derdiketim dibêje Habîbe.

– Dibistan destpêkiribû çend hefte lê dîsa nehiştibûn biçim. Ez dîsa giriyam û min şer kir bi diya xwe re, ew jî rojek rabû ez girtim û ez birim dibistana lîsêyê, piştî demek hat ez birim İmam Hatibê. Min got bila be.. bila dibistan be bila İmam Hatib be.. ez bi dilxweşî çûm. Min ew qedand û Zaningeha Îlahiyatê li bajarê Edenê ji min re derket û min berê xwe dayê. Min dizanî ku dê zanîngeh hinek guhertin bide jiyana min lê min nedizanî ku dê jiyana min, qedera min, kesayeta min ji kok bê guhertin. Li Edenê êdi min kurdên Diyarbekirê, Ruhayê, Edenê û ji gelek bajarên din dîtin min zanî ku ne tenê em malbatek in,em gelek in, em neteweyek in! Hestek gelek xweş bû. Êdi em bi pirtûkên kurdî, stranên kurdî, lêkolînên li ser kurdan re radibûn rûdiniştin. Evana pêşî ez şok kiribûm, paşî jî xwebaweriyek li min çêbû. Min zanî ku em jî xwedî dîrok, xwedî kultur, xwedî nasnameyek in. Metika Habîbe êdî li bajarên Kurdistanê ji xwe re cihek digeriya ku hêlîna xwe dane. Piştî lêkolinê, xwe li Diyarbekirê daniye. Xaniyek digire, karê mamostetiyê hildigire û xwe diêxe nav jiyana kurdewarî û banga Habîbe jî dike. Piştî demek Habîbe jî tê cem metika xwe. Herdû bihevre tama azadiya derdixin, tama jiyanê hildidin,biryara li ser jiyana xwe dikin destê xwe. Dikevine nav civakê, heval û hogirên li gor bîr û baweriya xwe peyda dikin û asoya nêrînên xwe hê fireh dikin. Bajarên Kurdistanê ji Bakûr heya, Başûr ji Başûr heya Rojhilatê digerin .. Du keçikên winda û birçiyên çanda xwe, êdî li xwe, li nasnemaya xwe digerin. Zimanê xwe hîn dibin, diçine kursên cûrbecûr.

Yek ji wan ji wan kursan, kursa wêne –û peykersaziyê ye ku Habîbe destpê dike. Mamoste yê wê Seywan Saadediyê Rojhilatî ye. Pêşî dest diavêje wênesaziyê, paşî hêdi hêdî dest bi peykervaniyê dike û gelek jê hez dike. Lê divê stîlek ji xwe re peyda bike ku bibe a wê bixwe.

Lê digeriya ka xwe li ser çi kûr bike û xwe davêje têlan. Têlan digire destê xwe û pê peykeran çêdike, jiyan û çîrokan bi wan têlên sarve dihûne. Ew têlên berê ku jiyana wê zindan kiribûn, fetisandibûn niha tên badan, risandin, û dibin portreyên navdaran, pêşka balerînan, dibin bedena jinan, simbêlên mêran û hwd. Ji nêzikde wek têlên beredayî xuya dikin lê dema jê dûr dikî ,dibînî, ku sîyên wan ji te re carna dikenin, carna digirîn,carna dans dikin,carna porên xwe teslîmê bayê dikin,carinan çav diki. Dibînî ku dîwar di cihê xwe de dilive û diaxive û dileyze. Diwar bi çîrokan ve dagirtî ye.

Piştî jiyanek serbixwe û azad Habîbe pê dizane ku baweri ne di kincan û veşartina poran de ye. Kincên xwe diguherîne, serê xwe vedike malbat pêşî li dij derdikeve, lê ew êdî porên xwe, ramanên xwe, hestên xwe, teslîmê bayên azadiyê kiriye jî, êdî vegeran tune ye..

Habîbe niha wek keçek kurd, serbixwe, peykersaz di atelyeya xwe ya li paytexta Kurdistanê de jiyana xwe ya di xewna xwe de dijî.

Navê wê jî ji xwe êdî Hinar e.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev