“Zerdeşt Kurd bû!”: Zerdeştîya Nû di nav Kurdên Başûr de -1

“Zerdeşt Kurd bû!”: Zerdeştîya Nû di nav Kurdên Başûr de -1

Edith Szanto

Wergera ji îngilîsî: Fexrîya Adsay

 

Puxte: Piştî ketina Mûsilê di 2014a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan. Li gor kesên bûn Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Di 2015a de, li Silêmanîyê du navendên Zerdeştîyê vebûn, herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Herêma Kurd hatin naskirin. Bi taybetî, wan hewl nedan ku Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan versîyonên xwe yê Zerdeştîyê afirandin, neteweperwer, postmodern û lîberal. Kurdên Zerdeştî angaşt dikin, sedem dînê Îslamê ye ku Kurd “paşverû” ne. Dixwazin rewşa niha bi rêya şêwazeke “tasdîkkirî” û “resen” ê Zerdeştîyê serast bikin. Ev gotara niha, bi rêya xebata qadê ya li van herdu navendan, li ser vê tevgera dînî ya li Silêmanîyê ku li Başûrê Kurdistanê[1] bajarekî grîng e, disekine. Peydabûn û cudatîyên Zerdeştîya Kurd analîz dike ka Kurdên Zerdeştî nerînên xwe yî derbarê Îslam, mafên jinan, mafên mirovan û serxwebûna Kurdan çawa îfade dikin.

 

Destpêk

Piştî ketina Mûsilê di 2014a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan (Fattah 2015; Latif 2015; Khalil 2016; Salloum 2016; Neurink 2017). Li gor kesên bûne Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Angaşta kokên Zerdeştî bi tevgerên Kurd ên neteweperwer re peyda bûye. Hilatina Zerdeştîya nû bi taybetî hêjayî nirxandînê ye li ber ronîya geşedanên demên dawî, li Silêmanîyê di 2015a de vebûna du navendên Zerdeştî tê de ku herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Kurd a Başûrê Kurdistanê hatine naskirin. Nemaze, wan hewl nedan Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan versîyonên xwe yê Zerdeştîyê afirandine, neteweperwer, postmodern û lîberal.

Dema dor tê ser neteweperwerîya Kurdî û mafên jinan, nerînên kesên bûne Zerdeştî bîlhesa bihêz û bikelecan in. Îdia dikin, sedema “paşverû”bûna Kurdan ew e ku Misilman in. Bo helwestên xwe yî çandî yên li hemberî jinan û nebûna serxwebûnê Îslamê tawanbar dikin. Dixwazin rewşa niha bi rêya şêwazeke “tasdîkkirî” û “resen” ê Zerdeştîyê serast bikin. Ev Zerdeştî “kevneşopeke îcadkirî” ye di wateya ku antropolog Eric Hobsbawm û Terence Ranger (1992) li cîyekî din ev diyarde pênase kirine. Ev nerîta nexasim îcadkirî li ser babetan pir disekine: nasnameya etnîk, ku bi rabirdûyeke muxayel ve tê girêdan, û fêmînîzmeke giştîbar ku bi normên zayendî yên Îslamî ve tê miqayesekirin. Bi vî awayî, îdealeke muxayel, îdiaya bo pêşketinê û lîberalîzmeke fitrî pêk tîne.

Dîroka dîn-guhertinê

Li cîyekî din î cîhana Misliman, veguherîna bo Zerdeştîyê dikaribû wek ji dîn-derketin bihata dîtin. Hin Kurdên Misliman ên oldar dikarin hilatina Zerdeştîyê wek pirsgirêk bibînin jî, tevgerê piştgirî wergirt, bi taybetî ji çîna jor û navîn a Kurdên sekuler û Kurdên ji Ewropayê vegerîyane. Sedema bi giştî ev veguherîn tê tolerekirin ev e ku Zerduştî ji nêz ve bi nasnameya neteweyî ya Kurd ve tê girêdan.

Zerdeştî, wek Êzîdîyatîyê, parçeyek ji texeyul û gotarên civakî yên Kurdên hemdem ên neteweperwer e. Kurdên Başûrê Kurdistanê îro nîqaş dikin, ew nevîyên Medan in, gelekî qedîm ê Îranî ku ji 678 û 549 B.Î. Împeratorîya Medî bi rê ve birine (Asatrian 2009: 21-23).[2]

 

Kerîm Sûrenî, siyasetmedar û nivîskarê Kurd, angaşt dike, Zerdeşt li Urmîyê, Rojhilatê Kurdistanê hatîye dinyê, û bi zaravayê Kurdî Hewramî dipeyivî (Sureni 2011: 49-50). Pirtûkçeyeke ji alîyê “Yesna”yê, li Silêmanîyê yek ji navendên Zerdeştî, hatîye belavkirin dibêje Zerdeştî “xwedî dîrokeke dirêj e ku kêmtirîn ji 3700 belkî heta ji 8500 (di pirtûkçeyê de wisa ye!) salan bêtir e” (Zarathushtra’s Songs  2015: 10). Îdiaya ku Zerdeşt dibe ku 6500 sal B.Î. jîyabe, îma dike ku ew di serdema Neolîtîk de jîyaye û, her wiha, berîya şaristanîya li ser bingeha bajaran ava bûye tê, ev her li kuderê be. Li gor vê, îma dike Kurd berîya hemû komên etnîk ên li Rojhilata Navîn tên. Di dewra modern de, îdiaya ewil ku Kurd bi eslê xwe Zerduştî bûne ji alîyê brayên Bedirxanî di salên 1930an de hatibû îdiakirin (Allison 2009: 285-290). Brayên Bedirxanî angaşt dikirin, Kurd pêgirtîyên Êzdîyatîyê ne ku wan ew wek versîyoneke Zerdeştîyê qebûl dikirin. Di salên 1970 û 1980an de fikra ku Kurd Zerdeştî bûne, bû bawerîyeke navendî ya tevgera Kurd a neteweperwer li Tirkîyeyê û dû re li Başûrê Kurdistanê jî bi hêz bû. Digel ku du partîyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partîya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanperwer a Kurdistanê (YNK) Îslam red nekirin, Abdullah Öcalan, damezrênerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) a li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere difikirî ku Zerdeştî ji alîyê exlaqî û entelektuelî di ser Îslamîyetê re ye. Öcalan, Zerdeştî wek hêzeke rizgarker popularîze kir ku dikare Kurdan him hundir ve him ji derve ji bindestîya Îslamê, neyartîyên feodal xilas bike. Li gor Öcalan, Zerdeştî parçeyekî grîng a rabirdûya Kurdan e, li gor damezrênerê du navendên li Silêmanîyê ew parçeyek ji siberoja ronî ye. Li başûrê Kurdistanê, cara pêşî dilxwazên PKKê bûn ku xwe wek Zerdeştî dan pênase kirin û bûn Zerdeştî. Piştî havîna 2014a, yên derbasî dînê nû dibûn êdî tenê ne dilxwazên PKKê bûn. Bi hezaran Kurd, ji ber hovîtîya Dewleta Îslamî aciz bûbûn û hêvîşikestî bûbûn û bo wate û piştgrîyê bala xwe dan Zerdeştîyê.[3]

Zerdeştî ji salên 1990an vir ve li Ewropayê di nav diyasporaya Kurd de belav dibû û ew Kurdên ji Ewropayê vegerîyane ku li başûrê Kurdistanê di 2015a de dest bi avakirina avahîyên sazîyên Zerdeştî kirin. Berîya 2015a, Kurdên bûne Zerdeştî piranî xwe bi xwe dînê xwe temrîn dikirin. Matthew Barber, li Dihokê di sala 2014a de di xebata xwe qadê ya etnografîk de behsa ew kesên di wê tatêlê de ne dikir ku dînguhertîna xwe ji malbatên xwe re an di nav civakê de eşkere nekirine. Li Silêmanîyê, bi saya hewldanên du navendên Zerdeştî ku di 2015a de li Silêmanîyê hatibûn damezrandin, komek dînguhertî dikaribû nasnameya xwe ya nû eşkere bike. Navenda yekem ku li nêzîkî baregeha Yekîtîya Niştîmanperwer a Kurdistanê ye, di meha Tabaxa 2015a de hat vekirin. Navenda duyem, li nêzîkî navenda bajêr di avahîyeke dewlemend de piştî çend mehan vebû. Navenda duyem ji ber veqetandineke di nav kesên navenda yekem bû. Pîr Şalyar Loqman Ferhad Pehlewan, Kurdekî di salên nîvê 30an de, piştî dehsalan zêdetir li Îngilîstanê jîyaye vegerîyaye, serokatîya navenda yekem dike. Di payîza 2015a de, Pîr Loqman bi hevkara xwe Awat Husamedîn re li hev nekirin; dû re Awat Husamedîn bi avakirina navenda duyem dewam kir bi navê “Yesna: Bo Geşbûna Felsefeya Zerdeştî.” Herdu damezrêner di meyldarîya biyanî û di serokatîya xwe de ji hev cuda ne. Tişta herdu jî parve dikin Zerdeştîyeke ji bagajeke dîrokî, qaîdeyên giran, û nivîsên pîroz bêpar e. Bo pêşketin, bandorkirina ser qanûndanînê û di minakeşekirina tawanbarkirinên Selefî yên li dijî wan de bi hev re dixebitin.

Serhildana li dijî Misilmantîyeke Ereb

Kesên bûne Zerdeştî hene û yên dilxwaz hene ku wek Misilman mane û bi pileyên cuda yên dîndarîyê beşdarî çalakî û nîqaşên li navendên Zerdeştî yên li Silêmanîyê dibin. Ev koma duyem grîng e ji ber ku hebûna wan dike ku pêvajoya sazûmanîyê pêk were. Em ê pêşî nîqaş bikin ka çima hin Kurd derbasî Zerdeştîyê dibin, nasname û cîhanbînîyên xwe çawa bi çarçove dikin, û paşî em werin ser dilxwazan. Dema ji wan tê pirsîn ka bo çi derbasî Zerdeştîyê bûne, antîpatîya hemberî Îslamiyêt û Ereban serekî ye di vegotinên wan de. Bi gelemperî serpêhatîyeke  neteweperwer dabîn dikin (brw. Barber 2015: 33-35). Yên dîn guhertine bi eslê xwe, qe ne wek nav be jî, hemû Misliman bûne. Heta niha min nebihîstîye Kakayîyek (wek Ehl el-Heq an Yaresan jî tê zanîn), an Êzidîyek derbasî Zerdeştîyê bûye. Kurdên neteweperwer tevî Zerdeştîyê, kêmtirîn yek mînak heye, wek jesteke sembolîk, bêyî ku guh bidin ku Êzidî vê guhertinê napejirînin, derbasî Êzdîyatîyê jî dibin. Dîsa, komeke Kurdên bijare û entelektuel di havîna 2014a de wek nîşaneyeke protestokirina revandina keçên Êzidî ji alîyê DAIŞê û wêrankirina Şingalê ku bi sed hezaran Êzidî lê dijiyan, bûn Êzidî. Yên dîn guhertine piranî dema dest bi axaftinê dikin, dibêjin ji alîyê Ereban hatine perçiqandin, Îslam li ser pêşîyên wan hatîye ferzkirin û ew, Kurd hatine kuştin û li ser navê Îslamê hatine kuştin. Di vê peywendê de, derbasbûna bo Zerdeştîyê bi giştî serhildanek e li hember çespandinê, taybetî jî li hemberî Îslam û Ereban e. Bi “şûnvexwestina ‘dînê’ bav û kalên xwe” Zerdeştîyê, xwe vediqetînin ji Kurdên, ku “dihêlin bimînin wek xulamkirî” ji alîyê Îslamê bi hişmendî û ruhên xwe. Dînguhertîyên Kurd dînê Îslamê wek ji xwe tund û çespînerê jinan pênase dikin. Pir-hevserî û nixumandina jinan reş dikin. Di vîdyokê de, Pîr Loqman digot di tacîzkirin û revandina keçên Êzidî de, ku DAIŞê bo xulamtîya seksê revandin, Îslam tawanbar e. Digot, Zerdeştî li dijî xulamtîyê ye û hurmet dike ji jinan re (Khalil 2016). Ji ber kuştinên namûsê, Îslamê tawanbar dike ku ev anîye nav Kurda bi îdiaya ku “Kurd nizanin tundî çi ye.” Pîr Loqman nîqaş dike, Pêxember Mihemed jî çawa ku DAIŞê Sûrîye û Iraq dagir kiriye, Erebîstan dagir kiriye ku bêhna Îslamfobîyaya berbelav a Ewro-Emerîkanî ya hemdem jê tê. Pênasekirina dinguhertîyan a Îslamê hema bêje Oryantalîst e. Li gor Edward Said (1998), Oryantalîzm, sînorên Îslamê wek wechekî gewherî yê Rojhilatê, ya bê dîrok, bê dewreke zerîn û bê naverokek entelektuel xêz dike. Bi înkarkirina Îslamê, dinguhertî hewl didin piştrast bikin ku ew ne parçeyek ji “beşa payenizm a cîhanê” ne. Ew “Mislimanên baş” ên dawîn in, heta ewqas baş in, ne Misliman in jî. Wekî ku Mehmûd Memdanî (2002: 766-775) rave dike, piştî Îlon-11 medyaya Amerîkî bal kişandin ser “sohbeta çandê” ku çand û azmûna dînî polîtîze kir. Nemaze, hemû Mislimanên Wehabî yên mihafezekar wek Mislimanên xirab nîşan da. Dema dor dihat ser Kurdan, ev dibû şerê navbera Kurd, “Misilmanên baş”, û DAIŞ, “Misilmanên xirab” de. Bi redkirina Îslamiyetê û berzkirina çanda Kurd, dînguhertîyên (bo Zerdeştîyê) Kurd, bi îzahata ku Zerdeştî û nasnameya Kurd li ser xeta nirxên Rojavaya “rônîbûyî” wek pasîvîzm, wekhevîya zayendî, demokrasî û rasyonalîzmê ne, xwe nêzîkî Rojava dikin.

Hin dînguhertî ji bo zalimî û paşverûbûna Îslamê teşhîr bikin, mînakên dîrokî yên bi mubalaxayî didin. Wek mînak, Pîr Loqman, di hevpeyvîneke online de digot: “di dewra Selahadîn de, li her gundekî Kurdan malbateke Ereb [Misliman] dijîya, keçên donzdeh salî, her wiha, yên balix ku diecibandin ji xwe re dibirin” (Khalil 2016). Ev helwest hesteke qurbanîbûnê vediguhêze. Kurdên ji her tebeqeyê qurbanên neçar in, ku her dem hatine kuştin û pelçiqandin. Fail her tim Erebên Misilman bûne. Ev dûpata li ser qurbanîbûnê, bi vî awayî, sedemên pirsgirêkan ji xwe dûr dixe û wan davêje ser kesên ji derve, û rê nade teorîyên alternatîf, wek sucê Kurdan û bijareyên Kurd. Îstiqamet û taybetîya tevgerên neteweperwer ên başûrê Kurdistanê ew e ku bala xwe dane salên borî yên 1980 û 1990î. Salên 1980, ne tenê dema şerê  Îran û Iraqê yê bi dirêjîya deh salan e, lê dema Seferberîya Enfalê ya navxirab e jî. Di şer de, Sedam Husên Îranî wek mecûs lanet kirin, wateya wê ferhengî “magî” ye lê têgeheke bo piçûkxistina Zerdeştîyên Îranî tê bikaranîn û bi awayekî nixumandî tenê xwe û Ereban wek Mislimanên  heqîqî pênase dikin (Rafaat 2012: 11-12; Barber 2015: 10-12). Bi vê tevgerê nîyet ew bû ku Ayetullah Humeynî û nasnameya Mislimantîyê ya Komara wî ya Îslamî nerewa bike û ya rast bi îdiaya ku Îranî qet ne Misliman in. Ya din, her ku şer pêş de çû, rejima Ba’asê zêdetir sembolîzma Îslamî bi kar anî. Seferberîya Enfalê, ku seferberîyek bo qirkirina Kurda bû, navê xwe ji Ayeta el-Enfalê ya Qur’anê wergirtibû, dihat wateya “talana şer” (Rafaat 2012: 11). Bikaranîna Îslamê ji alîyê Sedam a û îmaya înkara ku neyarên wî li wê xwedî derdikevin, bîyanîbûna Kurdan a ji Îslamîyetê û pênasekirina Kurdan bi Zerdeştîyê pêş de bir û xurt kir. Vê bîyanîbûna ji Îslamîyet û hegemonîyaya Ereba tevî pênasekirina Zerdeştîyê bi dîrok, çand û bi taybetî neteweperwerîya Kurdî, rê vekir li ber sempatîyekê an qe ne toleransa bo Zerdeştîyê.  Emilandina berbelav a sembol û navên Zerdeştî di civaka Kurd de delîlê vê ye. Heta gelek Kurdên wek Misliman tên pênasekirin jî piranî rêz digrin û sempatîya wan heye bo Zerdeştîyê wek dînê pêşîyên wan. Bi gotineke din, Kurdên Misliman jî vegotina neteweperwer a kokên Zerdeştî dipejirînin.

Du anekdotên li jêr dibin alîkar bo veguheztina ku Kurdên Misliman ên li û derdora Silêmanîyê bi Zerdeştîyê re elaqeder dibin. Herdu anekdot çalakîyên li “Yesna”yê hatine organîzekirin dihewîne û herdu jî di sala 2016a de pêk hatîne, a yekem di biharê de û ya duyem serê havînê. Awat Husamedîn, seroka “Yesna”yê di Nîsana 2016a de ez vexwendim bo rituelekê, ku wê wek a Zerdeştî bi nav dikir, li Qasqapanê ciyekî qedîm 70 km li bakurê Silêmanîyê. Li wir gor-odeyek û cîyê rîtuelê ku bi çiyayekî ve hatibû kolandin hebû. Nêzîkî 20 metre ji erdê bilindtir e. Di salên dawî de Hikumeta Herêma Kurdistanê li pêşîya wir dirênceyek metal çêkirîye ku turîstên ji malê û yên navneteweyî bikaribin wê dera mîrat bibînin. Awat got Serokwezîrê Weqfan wê beşdar bibe û dû re xwarin bê xwarin. Em çend kes bi wê re li navenda “Yesna” hatin ba hev û piştî payîna bo yên din, em çûn Qasqapanê. Komek mêrên bi kirasên spî û destê wan de alavên mûzîkê bi trabzanê ve hilkişiyan heta pozikê derveyî gor-odeyê. Wek nîv-çember rûniştin, tevî alavên muzîkê yên bi têl û daholên sivik stran gotin. Dibe ku li dor pêncî kesî hebûn, hin ji wan çendîn kesên xwedî-mewqî yên bi cilên Kurdî bûn lê yên bi taxim jî hebûn. Kanaleke televizyonê hevpeyvîn kir bi Awat û Serokwezîr re ku destê xwe dida û di warê grîngîya pejirandina Zerdeştîyê bi awayekî fermî hemfikir bû. Li dor seateke wênekişandinê, her kesî alavên xwe dan hev û yên xwedîmewqî çûn, ên mayî di newalekê de ajotin bo cîyekî nêzîk ê piknîkê. Min bi çend kesan re sohbet kir û dawîya dawî min berê xwe da koma stranbêjan. Dema ji min re gotin ew hemû  lîstîkvanên ji komaleya lîstikvanan a li Arbatê ne, bajarokekî nêzîkî rojhilatê Silêmanîyê, min derbarê sohbeta wan de pirsî. Wan xwe Mislimanên ne dîndar pênase kirin ku kêfa wan ji Zerdeştîyê re tê û ji çalakîya wê rojê hez kirine. Lê ew qet niyeta wan tunebû ne beşdarî “Yesna”yê bibin ne jî derbasî Zerdeştîyê bibin.

Çend meh şûn de, di meha Remezanê de, ez dîsa hatim vexwendin, vê carê bo daweteke Zerdeştîyan. Piştî nîvro, li Qurieşkawê, kafeyek nêzîkî “Yesna”yê, em hatin ba hev. Em li qatê duyem civîyan, li erdê mînder û tejikên rihet hebûn ku hesteke gundewar çêdikirin. Li dor sî kesî hebû, û ji bilî bûkê û min, her kesî cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn. Bûkê kirasekî spî yê bûkanîyê li xwe kiribû, zavê cilên Kurdî li xwe kiribû. Zilamekî di nav cilên spî de wek rahip tevdigerîya, pirtûkek mezin rahiştibûyê, li ser berga wê Avesta dinivîsand. Lê, berg ji kaxizeke besît î normal bû û hineka li ser Avesta nivîsandibû. Pirtûk bi xwe bi dest hatibû çêkirin. Dema em wek nîv-çemberekê li dor bûk û zavê kom bûn, derhênerê belgefilman Kae Bahar xitabî me kir û pirsî ka em dixwazin di film de cî bigrin an na.[4] Kesî îtiraz nekir. Kamera xebitî. Rahîb duayeke kurt xwend. Ewilî her kes rûnişt û dû re bêdeng rabûn ser pêyan. Dema xebatkarên kamerayê wêne dikşandin, Awat Husamedîn jî hevpeyvîn dida, min derfet dît bûk û zavê pîroz bikim. Bûk bi min kenîya û got: “Tu dizanî em lîstikvan in, ne wisa?” Ev daweteke bo ser dikê bûye bo belgefilmê ku ji bo dawîya mayî ya dinyayê bibîne dawetek Zerdeştî zindî bikşanda. Kêlîyek şûn de, hemî kesan ajotin ber bi parka Serçinar, beşek ji Silêmanîyê bi cîyên piknîkê yê bi dîmen tê naskirin. Li wir soza xwarinê dan me. Em çawa gihiştin, bûk û zava dema ber bi gola biçûk dimeşîyan filmê wan dihat kişandin. Dû re, piştî nîvro pê de me govend gerand, kamera jî em dikşand. Çawa ku roj çû ava, û melê êvarî xwend ku hema piştî seat 19.00a em haydar dikir rojek din î rojîyê xilas bûye, bo xwarinê kofte îkram kirin.

Çima bo “Yesna”yê grîng bû ku rîtuelên ji alîyê lîstikvanan tê îcrakirin çêbikin? A rast, “Yesna”, berevajî rêxistina Pîr Luqman, qîmet nedida rîtuelê. Awat gelek caran digot Zerdeştîya wê berê berê felsefe ye û “bawerî”yên ku li gor wê rîtuel û fikra teolojîk dihewîne, red dike. Lê ew dîsa jî şovên rîtuelî destek dike û organîze dike da ku nîşanî him Kurdan him bîyanîyan, welatîyên sekuler û rêvebirên hikumetê bide ku Zerdeştî dînekî xwedî rûxsarên cuda ye ku dikare li Kurdistanê bala peyrewan, qe ne bala sempatîzana bikşîne. Bi gotineke din, vê şovê, digel ku plankirî bû, ji bo Zerdeştî tê de geş bibe qadeke civakî û dînî diafirand. Yek ji beşdarên di her rîtulê de amade bû, Mihemed bû. Mihemed Kurdekî temenê wî salên pêncîyan de bû ku xwe wek Misilmanekî pênase dikir lê hevdilê Zerdeştîyê bû û qedrê wê yî çandî teqdîr dikir. Gelek caran li “Yesna”yê bû ku wexta xwe bi mirovên di temenê xwe re derbas dikir û li ser dîrok û mîrata Kurda sohbet dikirin. Mihemed jî bawer dikir Kurd bi eslê xwe Zerdeştî bûne û ji ber vê wek parçeyek çanda Kurd teqdîr dikir Lê digel ku Mihemed wek gelek dînguhertîyan li hember Îslamîyetê neyartî nîşan nedida, ligel vegotina wan a neteweyî ya pawankarî bû.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Di wêne da: Li Yesnayê du xort dibin Zerdeştî (Rûdaw) 

Çavkanî: kovara ZAREMA

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev