
Kahir Bateyi
TU KÎ YÎ, EV ÇEND HEZAR SAL E TU LI SER VÊ AXÊ YÎ Û TE DI DÎROKA MIROVAHÎYÊ DE ÇI KIRIYE?
Bersiva van pirsan û bi sedan pirsên din tevan di vê berhemê de ne.
Ev berhemeke herî baş û kêrhatî ya dîroka kurdan e û ji 606 rûpelan pêk tê.
Ev berhem mijarên bingeha navê kurd, wateya wî û dîroka derketina wî, bingeha navên Med û Mîtanî, baweriyên Kurdan, jiyana wan li gor van baweriyan, dahênana nivîsa mixî ya kurdî û kifşbûna wê, destanên hezar salî, derketina gelên Akadî, Babîlî, Asûrî, Fars û Ermeniyan li ser sînorê kurdan û destpêkirina şeran di navbera wan de, li xwe digire.
Ev pirtûk dîroka kurdan a berî 6 hezar salan heta hilweşîna Medan digire dest.
Ev berhem çavkanîyeke gelek girîng e ji bo naskirina dîroka xwe ya berî şeş hezar salan. Tu jî bixwîne, xwe nas bike ka tu kî yî!
Xwe nas bike û bi dîroka xwe serfiraz be! Xwe nas bike û serbilind be û bi dîroka xwe şanaz û bextewar be!
Ev berhema Ako Mihemed Mîrzadeyî li Weşanxaneya Sîtavê çap bûye. Muhsîn Ozdemir ew ji soranî kirîye kurmancî
Riataza
Roja Ve bas
Gelo ez çawa pîrtuka Diroka kurd kevnar peyda bikim?