Serpêhatîyên ser Barzanîyê nemir ji zarê xezîneya çanda me Têmûrê Xelîl

Serpêhatîyên ser Barzanîyê nemir ji zarê xezîneya çanda me Têmûrê Xelîl

Nivîskara malpera RIATAZA Nura Şane roja me ronahî dike

 

Jiyana we ya Sovyetistanê çawa bû?

-Em bi dehan salan berê ji Kurdistanê derketibûn, peywendîyên me bi welêt ra tunebûn, sînorên Yekîtîya Sovyet hetanî ji bo welatên Ewropayê jî girtîbûn, lê me her firsend bi kar dianîn ku bi koka xwe va bêne girêdan.

 

Firsendên çawa?

-Em roja Newrozê diçûn Moskvayê û bajarên mayîn, me cejna xwe ya netewî bi kurdên Kurdistanê ra derbaz dikir ku li Zanîngehên wan bajaran dixwendin. Carina jî kurdên Kurdistanê dihatin Rewanê, me hisreta welêt ji wan hildida.

 

Em zanin ku bîranînên te ser Barzanîyê Mezin hene. Ji kerema xwe me jî hayadar bike.

-1958-an, Mistefa Barzanî hate Rewanê. Bû mêvanê radyoya kurdî jî. Ji ber ku bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov serok û berpirsyarê radyoya Rewanê ya kurdî bû, derheqa rasthatina bi Barzanîyê Mezin ra ji min ra gelek tişt got. Ji gotinên Barzanî du tişt rind di bîra min da mane, ku bavê min ji min ra gotibû. Yek ku di pêşketina şoreşa Kurdistanê da rola radyoya kurdî ya Rewanê gelek e. A dinê jî dema bavê min, Barzanîyê mezin û Erebê Şemo ketine odeyekê û çend deqeyan li wir bi tenê mane, ser meseleya radyoya kurdî xeberdane. Sê mehan piştî xeberdana wan, dema weşana radyoya kurdî ji berê du caran dirêjtir kirin. Pişt ra ez pê hesiyam ku bavê min û Erebê Şemo nameyek dabûne Barzanîyê Mezin ku wê bigihîne serokatîya Sovyet bona dirêjkirina wextê radyoya kurdî.

 

Xebera dirêjkirina wextê radyoyê çawa gihîşte we? 

-Piştî çend mehan sêkrêtarekî Xrûşçov ji Moskvayê têlêfonî bavê min dike û gazî wî dike, bavê min diçe Kremlînê. Li wir jê ra dibêjin, ku wextê radyoyê du caran zêde dikin, ango ji 45 deqeyan dikin 90 deqe. Û wî sêkrêtarî wêneyê Barzanî û Xrûşçov daye bavê min. Barzanîyê Mezin 2 miştikên (qelûn) darîn, yên bi destê xwe çêkirî dabû bavê min, bavê min yek ji wana dabû wî sêkrêtarî, ku bide Xrûşçov. Tê bîra min yek ji wan miştikan ya pêşmergeyan bû, ango cixare dikete navê, dora miştikê gelek qul hebûn, ku dûyê cixarê jê derkeve, lê agirê cixarê şev xuya ne dibû, ji ber ku miştik girtî bû. Eger xuya bibûya, dijmin wê agirê sor yê cixarê bidîta û êrîş bikira.

 

Ew miştik hê heye? 

-Erê, ez dibêjim mala xûşka min e, eger zavayê min yê bêfehm ew jî neavêtibe.

 

Bavê te başqe çi got? 

-Rojekê jî çûne gundê Elegezê, erebeya wan ketîye nava herî û çamûrê. Barzanî ji erebeyê peya bûye û bi gundîyan ra tevayî erebe ji herîyê derxistine. Gundî zendegirtî û şaş mane, gotine ku çawa dibe Barzanî bikeve nava herîyê û karekî wisa bike, lê Barzanî li wan vegerandîye, gotîye: “Em her tiştî gerekê bi hev ra, yekdest bikin”.

 

Tu ser Barzani çi difikirî? 

-Sala 1975-an ez di nav komeke ermenîyan da ji bo gerê bi trênê diçûme Çêkoslovakîyayê. Mêrekî rûs hat bal me, bi hevalên komika me ra bû nas, paşê vegerîya li ser min û got: “Bi bawerîya min, hemû endamên komika we ermenî ne, lê tu qet ne wek ermenîyan î. Gelo tu çi milet î?”. Pêşîyê ez şaş û metel mam, ku ew ji kû zane, lê dû ra ez him şa bûm ku ez ji gelên mayîn cuda dibim, him jî kêfxweş bûm ku firsendek çê bûye gelê xwe bidime naskirin û min got ku ez kurd im. Ji ber ku wan salan gelekan kurd nas ne dikirin, wî jî pirsî: “Kurd kî ne, li kû dimînin?”. Min got ku niha jî kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistanê dijî desthilata Îraqê şer dikin. Ewî xeberdana min birî û got: “Ha… Barzanî, Barzanî!!!”.

Ango, gelekan navê kurdan ne bihîstibûn, lê navê Barzanîyê Mezin bihîstibûn.

 

Mistefa Barzani bi rûsî zanibû, ne? 

-Belê, ewî li Akademiya leşkerî a ser navê Frunze 4 salan xwendibû. Li Moskvayê mala wî hebû. Sponsorê malpera Riataza ew mal kirrîye û kirîye wek cîyekî dîrokî. Ser kevirê dîwarê wê malê jî nivîsîne ku Barzanî kî bûye, çend salan di vê malê da jîye.

 

Ji kerema xwe meseleyên ser jîyana Barzani bêje? 

-Di radyoya kurdî ya Rewanê da stiraneke derheqa Barzanî da ya bi navê “Mêrê Mêrxas” heye, wê jî ez distrêm. Pêşîyê ew stiran dane Aramê Tîgran ku ew bistirê. Lê Aram nexwest bistirê, ditirsîya ku ermenî wê bêjin tu ermenî yî, lê pesinê serokê kurdan didî.

-Kurdekî şagirtê Qanatê Kurdo nameyên Qanat ku ji Barzanî ra şandibûn, kopî kiribûn û dabûn KGB. Lê KGB gotibû di van nameyan da Qanatê Kurdo pesinê Sovyetê dide. Dû ra ew kurdê ku navê casûsê xayîn lê kiribûn, çûbû cem serokê Qanat, gotibû ez bi wî ra nikarim kar bikim, serok gotibû: -Nikarî, derkeve, jê xilaz bibe.

 

Te carekê behsa bûyereke ser Barzanîyê Mezin got, ku bi radyoya Îsraêlê belav kiribûn.

-Ji radyoya cihûyan dipirsin kê zane li cinetê û cehennemê jîyan çawan e? Radyo bersîv dide:

-Mirovek tenê zane, ew jî Mistefa Barzanî ye. Ji ber ku ereb herdem dibêjin: -Me Barzanî kuşt, wî şande cehennemê, tevgera kurdî nema, lê Barzanî dîsa serî hildide. Tê wê maneyê, ku Barzanî gelek caran çûye cehennemê û vegerîyaye…

-Ez ewqas ji karê Barzanîyê Mezin hez dikim, ku xelk dibêje: ”Têmûr Barzançî ye”. Barzanî ji yên heyî hemûyan çêtir e, ji ber ku çi kar kir, bi ser ket. Û îro jî zureta wî karê bav û bapîrê xwe ewqas bi serketî bi rê va dibin, ku Kurdistaneke hema bêje avabûyî dîyarî hemû kurdên cihanê kirine.

 

Di wêne da: Barzanîyê Mezin û NîkîtaXrûşçov.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev