TIRS WEKÎ DESTPÊKA BÊZIMANIYÊ

TIRS WEKÎ DESTPÊKA BÊZIMANIYÊ

Umîd Demîrhan 

Li ser zimên bazar nayê kirin û bêzimanî ji tirsê peyda dibe. Gelek kes gotina Ehmedê Xaniyî ya “qewî kesad e bazara zimên” şaş fêm dikin û dibêjin: “Bi xebatên kurdî pere nayên berhevkirin û bidestxistin.” Di rastiyê de wî camêrî gotiye: “Ne mumkin e ku mirov li ser zimanê xwe bi hinekan re têkeve bazarê”. Jixwe kesek zimanê kesî nakire û zimanê xelqê li şûna zimanê xwe bi kar nayîne. Heke demeke dirêj di bin serweriya dagirkerekî de nemabe û zimanê wî lawaz nebûbe ne mumkin e ku zimanê xelqê li şûna zimanê xwe bike fermiyetê. Ji aliyekî din ve heta niha dîrokê tomar nekiriye ku hinekan li ser destjêberdana zimanê xwe peyman girêdabin; lê belê dîrok bi bûyeran tijî ye ku hinekan welat û namûsên xwe jî firotine û belge jî hene.

 

Wekî kesên ku beyta Xaniyî şaş fêm kiriye mîn jî heta nivîsandina vê nivîsê ev gotina han baş fêm nekiribû: “Tirs gunehê herî mezin e.” Carek ji caran li bajarê Makûyê çûbûm dikana kurdekî ku hinek pereyan hûr bikim. Min li dîwarê wî lewheyeke hilawistî dîtibû ku ev gotina cenabê Eliyî tê de nivîsandibû. Roj, meh û sal derbas bûn; lê ew hevoka kurt di hişê min de wekî neqşê li ser kêvir mabû. Dema ku min biryara vê nivîsê da ew neqş û bûyereke zarokatiyê hatin bîra min.

 

Di temenê nûgihaniyê de diçûme ber keriyê pezê bavê xwe; dê-bav û mezinên min hertim qala hinek cih û waran dikirin ku “gur” lê peyda dibûn. Bêyî ku wî gurê tirsnak bibînim sehm û saweke veşartî li ser min hebû. Êvarekê di kolaneke teng de rastî wî gurî hatim; her du çavên wî mîna du cixareyên sotandî li pêşberî min diçirusiyan û dikir ku xwe biavêje nava keriyê pêz. Ez carekê qêriyam û min dengê xwe bihîst; lê piştî wê qêrîna pêşîn çengeyên min li hev diçûn û dihatin, lê dengê min dernediket. Gur ji wê qêrîna pêşîn veciniqîbû û reviyabû, ez û keriyê xwe bi silametî gihiştibûn hinda kaniya gund ku bi qasî sed-dused mêtroyî dûrî cihê bûyerê bû.

 

Dema ku gihiştim ser kaniyê hîkehîka keçan bû, vêdrokên xwe tijî av dikirin û haya wan ji rewşa min tunebû. Bi bihîstina dengê wan re pê hesiyam ku por û pirçên min ên vîzvîzî, çêrmê min ê rakişiyayî hêdî hêdî nerm dibin. Min bi dengekî dilşkestî ji wan keçên temenmezin re got: “Çima kevir ê bibariyana ku we bikira qîreqîr û teqeteq ji bo ku gur bireviya? Hindik mabû ku biketa nava pezê min!” Yekê ji wan got: “Bi Xwedê me qêrîniyeke sivik bihîst, lê me nizanibû ji kîjan aliyî dihat.” Li gorî min, min bi qasî 2-3 deqeyan kiribû qîreqîr û qîjeqîj da ku xudanxêrekî nêzik bigihêje hawariya min; lê di rastiyê de ez ji tirsan qutifîbûm, ji sehmê dengê min ketibû û tenê çengeyên min ên bêdeng li hev diçûn û dihatin.

 

Dema ku min dixwest analîzekê li ser sedemên bêzimaniyê û kêmxîretiya zimanî binivîsim ev bûyera berî 35 salan û ew lewheya berî 20 salan hatin bîra min. Îcar ji min re yeqînek çêbû ku sedema sereke ya bêzimaniyê û kêmxîretiya zimanî tirs e. Ji xwe dê-bav û mezinên me di zarokatiyê de em bi se, gur, hirç, rovî, mar û dûpişkan didan tirsandin û dengên me dibirîn. Di dibistanê de mamosteyan em bi mudîr, mufetiş, leşker, polês û cendirmeyan didan tirsandin û dengên me dibirîn. Di zanîngehê de em bi ezmûn, betalî, anarşî, hêzên ewlehiyê û îstixbaratê didan tirsandin û hewl didan ku dengên me bibirin. Di leşkeriyê de em bi fermandar, dîsîplîn, ceza û rêziknameyan didan tirsandin û dengên me dibirîn. Piştî van astên jiyanê dîsa tirs hebûn: tirsa bêkarî, bêzewacî, bêzarokî, bêlawî, bêmalî, bêpiştî, bêperetî, bêkesî û hezar rewşên ku piraniya wan bi pêşgira “bê”yê ya neyînî hatine çêkirin.

 

Piştî ewqas salên temenekî û tecrubeyên curecureyî gihiştim wê baweriyê ku bi rastî jî tirs gunehê herî mezin bûye; her wiha di civakeke şareza de bikaranîna tirsê jî gunehekî mezin e. Heçî ku bikaranîna tirsê ya di nava civakên nezan de ye gunehekî wisa mezin e ku divê mirovahî gişt li hemberî vê yekê bisekine. Wisan e divê meriv sedemên tirs, sehm û sawa ku tevgera merivan radiwestîne bi awayekî ji holê rake da ku qutafa (bêtevgeriya) li ser çengeyên mirovî rabin û dîsa dest bi axaftinê bike. Wisan e, sedema sereke ya windakirina zimanekî tirseke bêbingeh e; ji dê-bavan dest pê dike û digihêje serok û serkirdeyan.

 

Bêzimanî û bêdengiya ku ji tirseke bêbingeh peyda dibin, encamên gelekî kirêt derdixin holê: Bav ji bênamûsiyê ditirse û keça xwe saxî saxî wê çal dike, mêr ji xiyaneta jinê ditirse û wê dikuje an jî berdide, jin ji tirsa bêxwedîtiyê dostekî ji xwe re digire, karmend ji tirsa betalmayînê gendeliya rêvebirê xwe vedişêre, serok ji tirsa windakirina kursiya desthilatdariyê nebaşiya karmendên xwe pîne dike, alim ji tirsan pêşa zalimî radimûse, rewşenbîr ji tirsa zindanê mijarên girîng nayîne rojevê, serbaz ji tirsa daxistina payeyê li ber fermandarê xwe yê şaş ranabe.

 

Mirov dikare nimûneyan zêde bike; lê di dawiyê de naverok eynî ye: tirs hinek tiştan dide veşartin, tirs wijdanê diavêje tûrekî devmorkirî, tirs bêzimaniyê peyda dike. Bi rastî jî “tirs gunehê herî mezin e” û kilîtê li ziman, wijdan, dil, hiş û ferasetê dixe. Tirs zanistê dike çivîkeke rûçikandî û berdide ser dika qeşmeriyê.

 

Çend jehrkujên bav û kalên me ji bo tirsê:

 

  1. Jiyaneke birûmet hilbijêrin: “bibe şêrê rojekê, ne dîkê salekê”.
  2. Ji aliyê aborî ve berpirsiyariyên xwe bi cih bînin: “kûçikê dizek eyba xwediyan e”
  3. Heke hûn nikarin dev ji tirsê berdin, tenê ji Xwedê bitirsin: “bila Xwedê yar be, bila dinya gişt neyar be”
  4. Riya rast nîşan bidin û bibin pêşengên rastgoyan: “hizra rast, zarê pak û kiryara durist”.
  5. Li pey armancên pîroz bikudînin û zarşirîn bin: “qenciyê bikin ku were pêşiya we”, “tûk dipeke, lê ziman di nava dev û diranan de dîl dikeve”
  6. Bi der û dora xwe re eleqedar bin “mala bê pez û rez, kesê ku hertim bibêje ez û ez ne tu tişt in”.
  7. Xwe li mezinatiyê daynin: “zarok bû digot hêk, mezin bû dibêje qaqê”.
  8. Baldar bin: “roj diçe, qeda-bela naçin”.
  9. Baweriya xwe biparêzin: “Serê ku bikeve ber şîretan, Xwedê bike qet tunebe”.
  10. Bi nîşaneyên hezkirinê werin naskirin: “ji şîlanê hez kir, sitrî gez kir”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev