Felsefe kilîda Zanînê ye

Felsefe kilîda Zanînê ye

Azad Bozan

 

Azadî hizirandin e, hizirandin felsefe ye û felsefe kilîda zanînê ye. Di avakirina her tiştekî de, pêwistiya te bi hizirkirinê (fikirîn) heye, piştî wê tu rastî pilanekê tê yî, di pêngava dawiyê de ji vê tevgerê xweberopaşkirin  têkçûn e û gerege tu pêkbînî.

 

Pirî caran ez û dostên xwe yên pir nîzik li Ewrûpa dikevin têkiliyê û gengeşeyên erênî di warê hizirkirinê de, bala xwe didimê ku pir kêm kes dema xwe ji zanîn û lêkolînê re vala dikin, lê bi rastî ew kesên ku em bi hev re dibin têkildar hêjan e ku mirov xwe ji wan re birr û boş bike.

 

Di danûstandinên me de, behsa kesayetiya mirovên me û çawaniya avakirina wan bo bingeheke zanistî û exlaqî ji pergala jiyana xwe re, tê kirin. Bi rastî tiştê ku bala min dikşînê ew e ku mirovên me hîn kilîdek ji deriyê ramanên xwe re nedîtine, kilîda ku deriyê koşka zanînê li pêş wan veke wendaye, pêdivî bi hizirîn û pilanekê heye ew kilîd çi ye û ji çi hatî ye çêkirin?

 

Felsefe ye…

 

Erê felsefe kilîda hizrên me ne, ji ber ku te ber ve azadiyeke bêhempa dibe te fêrî gumanê dike, guman xeleka li dor ramanên te yên tozgirtî dişkîne û bayekî hênik lêdixe ku pak bibin û ramanine nû û cûda, tevlî govenda vê jiyanê bibin.

 

Di serdemên pêşîn de ku tovikên ramanên felsefî serê xwe ji bin axê hildan, kesên ku xwestin seriyên wan bibirin oldar û ola wan bûn, çima?

 

Ji ber ku oldaran dizanibûn çawa xelkên xwe girêbidin û di xewkin ji ber ku mirov, bêtir bi rohaniyetê ve tên girêdan, berî ku mirov dest bi hizrînê bike hestên wî tevdigerin û heger hewla tevgereke hizrî neke, dê her di wê çarçûveyê de bizîvire. Felsefe hate afirandin, ku te ji hemû çarçûveyan azad bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev