ELÎYÊ EVDILREHMAN: GUNDÊ MÊRXASAN

ELÎYÊ EVDILREHMAN: GUNDÊ MÊRXASAN

Weşanxaneya Lîsê Kitêbxaneya me dewlemend dike

Zimanzan û nivîskarê Kurd, Dr. Çerkezê Reş, bi şêweyekî sercemî, bi kurtî û xurtî li qelemê daye: “Di salên 50’yî de, diyarbûna romana Kurdî ya Sovyetiyê li ser riya “leqandin-girtin”a wê janrê bû cure-nîşaneke xwehazirkirina tarîxiyê-psîkolojiyê. Bi taybetî Ereb Şamîlov û Eliyê Evdilrehman wiha gotî “turuş kirin” xwe li “şovkirin”a menzîla romanê bigirin. Helbet, pirseke mayîn e, çi ka wan di qewlên tunebûna cêribandina tradîsyonê de çawa “şov kirin”, xwendevan çito “ekin”ên ruh û hiş-sewda standin. Ya sereke li vir peydabûna îsbatiya tarîxiyê-lîteratûriyê ye. Fikirîna Kurdên Sovyetiyê ya epîkiyê-gilîkirinê bi wan gavên afirandariyê xwe li morfolojiya romanê, li heyetiya nivîsa “bêhnfireh” digirt…”

 

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, romana pêşîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Gundê Mêrxasan, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.

 

Gundê Mêrxasan, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a sêyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1968’an de li ser destê Neşîreta Hayastanê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û pênc salan, bo cara duduyan, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin.

 

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir, dû ra li Ermenîstanê û Azirbêcanê xwendina bilind wergirt, bû nivîskarekî mezin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev