Pirsa we û bersîva me – 167

Pirsa we û bersîva me – 167

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo tu dikarî behsa Zayenda Hejmarnavan bikî?

 

Bersîv: – ZAYENDA HEJMARNAVAN

 

YÊN MÊZAYEND, “sifir û yek” in. Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a mê “-ê” digirin.

Weke:
Ji sifirê dest pê kir.
Ka hela ji yekê heta bi sedî bihejmêre.
Seet li yekê em ê hev bibînin.
Sedsala bîst û yekê pir dijwar e.

 

YÊN NÊRZAYEND, “sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed û hezar” in.Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a nêr “-î” digirin, yanî bi mentiqa rêzimanî yekhejmar têne hesibandin.

Weke:
Mala te hezar carî ava be. (carekê, deh caran, hezar carî)
Ji sedî sed ez êmin im.
Di sala 1940î de xela hebû.

Hejmarnavên nêrzayend, ne di rewşa tewangê de bin helbet pirhejmar in:
Weke:
Sed nanên germ min kirîn.
Min çil kitêb firotin.

 

YÊN PIRHEJMAR (Di kurdî de ji tewanga navdêrên pirhejmar re zayend nîne.)
Ji bilî hejmarên jorîn ên mayîn hemû pirhejmar in.
Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a pirhejmarîyê “-an” digirin.

Weke:
Seet li duyan / li du û nîvan em ê hev bibînin.
Sala 2019an bi bobelatan derbas bû.

Hejmara yekê ne tê de, dema bi hejmarnavekê ravekeke rengdêrîn bê çêkirin tewanga navdêrê jî li gorî ya hejmarnavê ye.

mînak:

SÊV mê ye û NAN nêr e.

Ka du sêvan, du nanan bîne.
Ka neh sêvan, neh nana bîne.
Ka hejdeh sêvan, hejdeh nanan bîne.
Ka bîst sêvan, bîst nanan bîne.
Ka bîst û pênc sêvan, bîst û pênc nanan bîne.

Ka sih sêvî, sih nanî bîne.
Ka heftê sêvî, heftê nanî bîne.
Ka sed sêvî, sed nanî bîne.
Ka hezar sêvî , hezar nanî bîne.
Ka hezar û pênc sed sêvî, hezar û pênc sed nanî bîne.

Bi vî awayî şaş e bê gotinê:

Ka sih sêvan, sih nanan bîne.
Ka heftê sêvan, heftê nana bîne.
Ka sed sêvan, sed nanan bîne.
Ka hezar sêvan, hezar nanan bîne.
Ka hezar û pênc sed sêvan, hezar û pênc sed nanan bîne.

Ka sih sêvê bîne.
Ka heftê sêvê bîne.
Ka sed sêvê bîne.
Ka hezar sêvê bîne.
Ka hezar û pênc sed sêvê bîne.

 

Ji bo YEKê.
Peyva YEKê dibe weke paşgir û bi dawîya peyvê ve dibe (-yek, -ek) û zayenda peyvê çibe li gorî wê peyvê ditewe.
Ka sêvekê bîne.
Ka nanekî bîne. (Ka nanekê bîne, şaş e.)

 

Çend mînakên dawî:

Ji ber vê yekê… Rast e.
Ji ber vî yekî… Xelet e.
Ji ber vê yekî… Xelet e.

Mala te hezar carî ava… Rast e.
Mala te hezar caran ava… Xelet e.
Mala te hezar carê ava… Xelet e.

 

Çil û yek carê min got. Rast e. (CAR peyveke mê ye û di hejmara YEKê de zayend mê bû. Lê peyva YEKê weke qetafê bihata bikaranîn “-ek, -yek” wê demê dê li gorî zayenda peyvê bûya lê jixwe peyva CARê mê ye.)

Çil û yek carî min got. Xelet e.
Çil û yek caran min got. Xelet e.

Ez li rûpela sihî me. Rast e.
Ez li rûpela sihê me. Xelet e.
Ez li rûpela sihan im. Xelet e.

 

** Hejmarnav weke raveberekê bin, tev nêrzayend in. Ango veqetandeka nêr digirin.

 

mînak:

yekê mehê
duyê adarê
yekê gulanê
bîst û çarê vê heyvê
seet çarê şevê

 

** Weke ravekerê bin an jî bi daçekê bêne tewandin;
– “sifir û yek” mêzayend in.
– “sih, çil, pêncih, şêst, heftê, heştê, not, sed, hezar, mîlyon, mîlyar, trîlyon, katrîlyon” nêrzayend in.
– Yên dî pirhejmar in.

 

mînak:
ji sifrê, ji yekê, ji duyan, ji nehan, ji bîstan, ji sihî, ji sedî…
meha yekê, meha duyan , xuleka hevdehan, xuleka çilî, xuleka pêncih û nehan…

** Hejmarnav bibine rengdêr ew bixwe natewin lê navdêrên xwe ditewînin. Wî çaxî;
– “yek” nêtar e. (Navdêr, ji bo rengdêra YEKê, li gorî zayenda xwe tê tewandin.)
– “sih, çil, pêncih, şêst, heftê, heştê, not, sed, hezar, mîlyon, mîlyar, trîlyon, katrîlyon” nêrzayend in.
– Yên dî pirhejmar in.

 

mînak:
sêvekê (yek sêvê), du sêvan, heft sêvan, çardeh sêvan, şêst sêvî, sed sêvî…
carekê (yek carê), sê caran, heşt caran, pazdeh caran, sed carî, hezar carî…
nanekî (yek nanî), çar nanan, neh nanan, hejdeh nanan, heftê nanî, du sed nanî…
beranekî (yek beranî), pênc beranan, bîst beranan, bîst û heşt beranan, çil beranî…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev