Xortê Cataloniayê bû heyranê kurdan û bo kurdan xwe gorî kir

Xortê Cataloniayê bû heyranê kurdan û bo kurdan xwe gorî kir

Kurdish Diaspora

 

Birêzan,

Fermo, gora vî xortê Cataloniayê, Arturo Pascual mêze bikin, ku xwe ji bo êşa Kurd û Kurdistanê gorî kir.

 

Arturo Pascual bi xwe bijîjk/doxtorekî genc bû, çû Rojavayê Kurdistanê, piştgirîya Şerê Kobanî (16/09/2014 – 26/01/2015) kir.

 

Ji bo ku bijîjk bû, Kurdên birîndar, bi taybet hêzên parastina Kurdîstanê derman kir. Ev xortê dîrokî salekê li Kobanîyê bi dil û can xizmet kir û vegerîya welatê xwe, peytextê Cataloniayê, Barcelonayê.

 

Ev xortê qehreman ji Kurdan pirtir Kurd bû. Wek qehremanên me, wî jî êşa Kurda kir dilê xwe. Bawer im ku wî dilê xwe pir êşand ku paş vegera welatê xwe (25 Tîrmehê 2016) nameyek nivîsand û kula dilê xwe tê da dîyar kir: “Ez şayanê êş û birîna Kurda me, min zilma li ser Kurda bi çavên xwe dît, ez mirov im û nikarim bi vê êşê bijîm. Ezê xwe bikujim. Bila malbata min pereyê hesabê minê banqê de bişîne Rojava, xelkê Kurd re.”

 

Her wisa, mixabin, xwe di 25 Tîrmehê 2016 de li Barcelonayê darvekir.

 

Mirov çewa bejna xwe netewîne li ber vî xortê Catalanî ku di çavên min de şehîdê Kurdîstanê ye. Bila ruhê wî şad, aramgeha wî bilind be.

 

Li salvegera şehadeta Arturo Pascual de wî bi rêzên bilind bîrtînim, bejna xwe li ber dostanîya bi Kurdan ra ditewînim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev