Rastîya karê Radyoya Rewanê di ”Çarpel Medya” da

Rastîya karê Radyoya Rewanê di ”Çarpel Medya” da

Gelek ji we bi saya motora propagandayê ya şaş û bêbextîyane wisa bihîstine, ku karê Radyoya Rewanê bi navê malbeta Casimê Celîl va girêdaye. Ev yek ji bingehê va sextekarî û dijminatî ye. Eger navê Casimê Celîl û neferên malbeta wî bi radyoyê va girê didin, dikarin tenê bi wê dijminatîya di hindava wê radyoyê da girê bidin. Casimê Celîl tenê di destpêka radyoyê sala 1955an hetanî sala 1957an rêvebirê wê radyoyê bûye, ku hela ne fermî bû û tenê test bû. Bona ku hîç kilamek qeyd nekiribû û hîç karek nekiribû, wî ji kar avêtin û Xelîlê Çaçan bû serok û hemû stiran, miqam û pîêsên radyoyê bi saya serokatîya wî, rêberîya wî ya 24 salan hatine qeyd kirin. Pişt ra Celîlê Celîl dijminatîya bavê xwe di hindava gelê kurd da berdewam kir, dema bû înformatorê kitêba Zerî Înancê ”Di radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” û hemû karên radyoyê bi malbeta xwe va da girêdan. Û di wir da navê kesê ku 24 salan serokatîya wê radyoyê kirîye, navê xanima wî – Eznîva Reşîd ku ji destpêkê heta sala 1982an bêjerîya wê radyoyê kirîye, navê kurê wî Têmûrê Xelîl, ku di salên 1981-1984an redaktorê wê radyoyê bûye û hemû stiranên Şivan Perwer, Ayşe Şanê, Mehmûd Kizil, Husênê Farê û yên din peyda kirine û dîyarî dane radyoyê, tunene.

Navê pirtûka ”Di radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” tiştek e, naveroka wê tam tiştek din e. Wek mirov here ji dermanxaneyê navê dermanê serêşê bibîne û bikire, lê di hundurê wî dermanî da jehr be.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev