Fêrîkê Ûsiv çawa helbest dinivîsî

Fêrîkê Ûsiv çawa helbest dinivîsî

Xanima helbestvanê mezin bîranînên xwe derheqa helalê xwe da raberî me dike.

Hûn kêm-zêde Fêrîkê helbestvanê mezin nas dikin.

Kerem bikin, niha jî Fêrîk wek merivekî mezin nas bikin.

 

Firîda Hecî Cewarî

Şev û ro bo Fêrîk yek bû. Çaxê hewasa nivîsarê li wî digirt, nîvê şevê jî bibûya, wê binivîsîya.

Ewî dupa paldayî dinivîsî: gere dorê kerr bûya, tu tişt gotî ew şerpeze nekira… Wexta nivîsarê ewî nanê xwe jî bîr dikir.

Fêrîk helbest dinivîsî, resît dikir, ber dinivîsî… Eger li wî xweş nedihat-diqelişand, davît. Lê wexta wek dilê wî dibû, şa dibû. Pey nivîsarê ra bi hewas dikete oda hemamê, ser kursîyê rûdinişt û bi dengekî xweş distira…

Sed heyf, me kilamêd wî ser qeytana magnîtafonê nenivîsîne. Tenê kilam? Na, me helbestêd wî jî, ku bi hostatîke mezin ezberî digot, nenivîsîn. Ewî nedixwest, lê gotî me binivîsîya. Ji destê me çû… Lê radîoyê da, ku ew xebitî bû û helbestêd xwe bi xwe xwandibûn, neyara xeberdanêd wîye ser qeytanê temam resît kirine. Tenê salekê berî mirina Fêrîk – Barzanîyê Hemoyê bira xeberdana xwe û Fêrîkê apê xwe ser vîdîokasêtê derxist.

Pey sitiranan ra nanê xwe dixwar, carna digot:

– Em neçine mala bavê te ?

Min zanibû, wekî nivîsara xweye teze dixweze bal Hecîyê Cindî bixûne.

U em diçûn… Malên me nêzkî hev bûn. Bûbû xeyset: dixwest fikira wî pê bihesya… Hewcê pesnandinê bû. Hecîyê Cindî karê xwe dihişt … û dibihîst… û Fêrîk dixwend… –“Te sehet xweş”, “Te ez pirr şa kirim”,- Hecîyê Cindî digot… Û eger kêmasîk jî didît, zef fesal jê ra digot: “Bi texmîna min…”

Ewî Fêrîk hêrs nedikir. Û wexta Hecîyê Cindî xatirê xwe ji jîyanê xwest, Fêrîk go:

– Apê Hecî ji pişta min çû…

Fêrîk ruhmal bû: “Dilê min li wir e, kîderê kalîn-pişkîna pêz tê…” Ewî her tiştê bedew- tebîyet bi çîya û banîyan va, mêrg û çayîran va, heywanet va, çivîkan va hiz dikirin, heta berx, kar û mirîşkên wî jî pirr bedew bûn. Lê qîz û bûkêd bedew? Fêrîk zû bengî dibû… Û wan wexta şiêrêd xweye bengîtiyê dinivîsîn…

Êvara cahil û ahilê gund ber dikana gund berev dibûn. Dikan jî rex kaniya gund bû. Û her cara, gava ew “canik-cewahir” diçûne avê, ber dikanê ra, ber çevê Fêrîkê şayîr ra derbaz dibûn. Û ew ser wan “zerîya”, “xezala”, kû yek ji yekê xastir bûn, bengî dibû û dinivîsî… Lê carna, wexta xeberdana wane ber kanîyê yan jî şerê wanî tevî cînara, nav-nûçikê wan dibihîst – ber xwe diket, heyfa xwe danî, wekî bedewîya wana û ruhê wana ji hev başqe ne.

Carekê jî “bi awayekî sewdeser ser zerîke şuletê bengî bûbû”. Û wexta ew çû Amêrîkayê, Fêrîk şiêra xwe “Tu çûyî, çûyî” nivîsî.

Hizkirina Fêrîk berbi gundîke bedew – Gulnazê pir bû û dirêj kişand. Çend helbestêd wîye bengîtîyê bo wê bedewê hatine nivîsarê.

Fêrîkê Ûsiv bê hed û hesav gundê xwe – Pampa kurda hiz dikir. Pampê da ewî xwe li perçekî Kurdistanê da didît.

Fêrîk selmyanekî miletê xwe bû.

 

Bra xwezil Kurdistana min şên bûya

Miletê min aza, xwendî û zên bûya…

 

Ewî hiz dikir tevî kal û pîra bi sehetan qisa bike derheqa walêt, koçerbûna wan, ji emirê berê. Û helbestêd xweye hisretê û welatparêziyê dinivîsî, wek “Mustefa Barzanî ra”, “Xûna miletê min”, “Kurdistan”, “Kurê min ra” û yêd din. Ewî wek yekî rê unda kirî, xalifî bi hisreta pirr digo:

 

Kurdim, kuyî Kurdistan,

Wey dîl û bindesta min…

 

Hê sala 1961-ê berevoka xweye ewil – “Çevkanî”-da, ewî nivîsî:

 

“Wexta mirin li min bibe mêvan,

Min çelkin pala çiyayê Dibûrî”,

Kû mija Pampê mîna karwana

Bê û ser min ra here arana –

Huba dilê min,

Derd û kulê min

Bive arana,

Qurn û dewrana…

 

Hema wê salê, meha kanûnê, rojnema “Rya teze”- da şayîrekî nivîsî:

– Çima, ew derd û kul ji ku hatine?… Lê gelo Fêrîk roja meye îroyîne geş nabîne?…

Fêrîk xwend, ber xwe ket, axînek rahişt û got:

– Xwezila min wî hatî, derdê Weten nizane çîye…

Fêrîkê Ûsiv di jîyana xwe da pirr hate zêrandinê. Ewî pesinê qeydê sovêtîyê û jîyana merivê sovêtîyê nedida… Pirtûkêd wî bi zore-zor û bi cefa çap dibûn. “Ew çi seqeme?”, “ew çi derde?”, “ewî çawa turiş kirîye, nivîsîye, wekî kulfeta kurde sovêtîyê naxweze mêrê wê here şêr…”, “helbestên Fêrîk yê “eksîsovêtîê ne”, “eksîmoralî ne”, “Fêrik şayîrê dereng ketî ye”… Hey civînên nivîskarên kurda da derheqa van tişta da digotin, berevokên helbestêd wî paşda didan, şûnda dixistin, didane guhastinê…

Hemîn çevnebarî, ernûsî û nezanîya hineka jî alîkî da “kar dikirin”. Çerkezê Reş, ku xêrxazê Fêrîk bû, nivîsîye “…û helbestvanekî mîna Fêrîkê Ûsiv, ku serdapê îsaf bû, dest neyara herro-hergav dizêrîya…”

Û tenê mûsayê wî – hewasa nivîsarê, dihate hewara wî:

 

O, mûsayê min, o, çara min…

Dema tu têyî hewara min,

Min tirê wekî Rostemê Zal

Ji min ra dibe pişt û heval…

Lê wexta

Ax, mûsayêd min wexta ji min dûr in-

Fiqarekî bê piştovan im ez,

Wextê li dor min li hev difûrfûrin-

Qey hingê Rostem pelewan im ez…

 

Xwestinek wî ji Xwedê hebû –

 

Xaliq, xatirê navê xwe kî,

Min hewcê merîyê nemerd nekî:

Te bîter kirîye kul û birîn,

Tu bi xwexwe jî bicebirîn…

 

Fêrîkê Ûsiv derheqa axirîya nivîsarêd xweda wa difikirî:

 

Ax, dive binice

Çemê min van dera

Û neçe neghîje

Tu okyan û behra…

 

Ez tiştekî jî zêdekim:

Fêrîk pey nivîsandina destana “Rihana Reso”-ra çendekî medekirî, bêhewas bû, digot:

– Heyfa min Rihanê, Qero, Reso, Almastê tê…

Ewana bûbûne qewm-pismamêd wî. Te qey digot ewî xatirê xwe ji wan heta-hetê xwestîye û usa melûl e. Hey digo: “Wêlî bi wêl…”.

 

Portreyê Fêrîkê Ûsiv: Rebwer K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev