Lİ BAKURÊ KURDİSTANÊ Jİ ME RE Lİ XWE VEGEREKE KURDEWARÎ DİVÊ

Lİ BAKURÊ KURDİSTANÊ Jİ ME RE Lİ XWE VEGEREKE KURDEWARÎ DİVÊ

Fikirîn bi halê xwe, ser rewşa xelkê xwe û welatê xwe…

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

Carna ji mirovî re fersend çêdibe, mirov ji qîr û qalên rojane dûr dikeve, li halê xwe, li rewşa xelk û welatê xwe difikire, dihizire…

Bûyerên diqewimin wekî wêneyekî datîne pêşiya xwe lê dinêrê, wekî filmekî di ber çavan re dibûrîne û lê temaşe dike.

Ez ji vî halî re dibêjim mirov goh dide dengê nava xwe, serlêdana eqil û feraset û zanînê dike, hewl dide hestên xwe yên rasteqîn kifş bike. Kurt û kurmancî, mirov bi qasî kanîn û zanîna xwe li rastiyê digere.

Eger di van dem û rojên wisa de li ber destê mirovî çend pirtûkên ku aqilê mirovî bijenînin û mirov bihejînin jî hebin, vêca ew pirtûkana jî alîkariya mirovî dikin ku yek bikare baştir serwextê qewimandinan bibe.

Ezê bi kurtî qala yek ji van pirtûkan bikim, pirtûka mamosteyê min ê wêjeya zimanê Tirkî dilovan Seyit Alp di salên 1970î de li Kirşehirê. Pirtûka wî ya ez bahs dikim romana wî ya bi navê „Şawk“ e.

Seyit Alp Kurdek bû ji gundekî qeza Şereflikoçhisar a ser bi Ankara. Romanên wî hemî bahsa jiyana Kurdên Anatoliya navîn dikin. Wî bi Kurdî dizanî, lê „mixabin“ romanên wî bi Tirkî ne. Mijarên romanên wî gelekî balkêş in, wekî koçberî, cîh û war bûn li deverên nû, peywendî bi civakên nû re, temas bi Turkmenan, Tataran, Yorukan û xelkên din re, temasa bi paşayên nûnerên desthilata Osmaniyan re, pêvejoya guherîna orf û adetan, tore û hêjayiyên Kurdan, rizîn û ji xwe çûna Kurdan… Dilovan Seyit Alp xizneyeka wêjeyê ye. Pirtûkên wî gelekî dewlemend in û dagirtî ne bi agehiyên girîng ji bo lêkolinên etnografîk, etimologîk, civakî, çandinî û dîrokî.

Ez dirêj nekim. Evên bixwazin ser çand û dîroka Kurdan û bi taybetî ser dîroka Kurdên Anatoliya navîn agehiyên zêdetir bizanin û berhev bikin, bila berê xwe bidin romanên mamosteyê hêja dilovan Seyit Alp.

Li vê derê naxwazim zêde bahsa peywendiyên me bikim. Kesê yekemîn ku xwendinê û (bi taybetî) nivîsandinê bi min da hezkirin, mamoste, kek û birayê min ê mezin Seyit Alp bû. Ez minetdarê wî me û bi vê egerê wî bi rêz û hurmet bibîrtînim. Keda wî di ber me gelekan de heye. Em çi jî bikin, nikarin di bin vî barî re rabin.

Gelo çima û nuha qala romana mamhosteyê xwe dikim?

RİZANDİNA ORF Û ADET Û TORE Û HÊJAYİYÊN CİVAKÎ Û ÇANDÎ TOFANEKA MEZIN E !

Di van dem û rojên dawî de ku ez bi xwe li halê xwe, li halê me, bi taybetî derbarê rewşa Kurdên bakurê welat de di lêgerînekî de bûm, hin mijaran bala min kişand.

Mijara sereke ku bala min dikişîne rizîna orf û adet û toreyên xwezayî yên erênî ye ku civakê li ser hev dihêle û taybetiyê dide êl, eşîr û gelan, yekoyek ji mirovî re û gel re rûmetê peyda dike, civakê bi hevdu dide hezkirinê û rêzê li hevdu digrin.

Di romana Seyit de, du bûyerên taybet heye.

Serokeşîrê Kurdan li „Araratê“ Haci Osman Beg e. Hacî Osman êl û eşîra Kurdan bi şêwr û eqilmendiya rîspî û zanayên xwe, bi ray û gotinên êla xwe birêve dibe, hemî biryarên xwe bi hevra didin. Rojên xweş û nexweş hevra, mil bi mil derbas dikin.

Roj tê Kurd ji hêla Araratê koçber dibin, tên li Anatoliya navîn deşta Haymana li deverekî bicîh dibin. Li aliyekî wan paşayekî nûnerê Osmaniyan Dagistan Bey hukm dike. Li aliyê din êl û eşîra Turkmenan dijîn bi pêşengiya Alişar Bey û zanayê wan Can Dede.

Peywendiyên Kurdan bi herdu aliyan re destpê dike.

Dem tê serokê êla „Araratiyan“ (Kurdan) Haci Osman Bey berevajî hemî balkişandinên rîspiyan adet û toreyên Kurdan dide ber lingan, keça xwe Kevokê ku dergistiya serşivanê wî Memdiz e, ji keça paşayê Osmaniyan Dagistan Bey re dike berdil.

Paşayê Osmaniyan Dagistan Bey hesab û kitabê xwe heye. Ew dixwaze Kurdan ji bo desthilata xwe bi kar bîne. Keça xwe Safiyê Xanimê dide Hacî Osman Beyê Kurdan û çav berdide namusa Kurdan, dixwaze keça Haci Osman ya bi dergistî ji xwe re bîne. Wisa jî dibe.

Xema Dagistan Bey nîne, li cem Osmaniyan leyistik gelek in! Lê Hacî Osman Beg tore û adetên Kurdan dide ber lingan û keça xwe ya dergistî ji evîndarê wê qût dike, dixe paşila paşayê Osmaniyan. Demê rîspiyê Kurdan Safoyê kal bala wî dikşîne, tazîla wî dide û bi gotina wî nake! Ji wê rojê ve Safo êdî naçe civaka Hacî Osman û ti gotinekî jî nake.

Hacî Osman bi dû keyfa xwe dikeve, orf û adet û toreyan terk dike! Çi qeda û bela bi serê wî re û ji rûyê wî bi serê êl û eşîra Kurdan tê, çîrokên giran in.

Em ji halê Hacî Osman Begê şîrheram werin ser rewşa serşivan egîdê êla Kurdan Memdiz.

Bêguman Memdiz bi xiyaneta Haci Osman Beg û dergistiya xwe Kevokê gelekî êşiye. Li vê derê naxwazim bahsa berxwedana Memdiz bikim. Her wisa naxwazim bi dirêjahî qala helwestên numûneya jina Kurd Hacer Xanimê bikim. serşivanê bi nav û deng Uso bikim. Qala leyistikên paşayê Osmaniyan, her wisa teda û zilma li dijî Tirkmenan binivîsim. Roman bi mînakên qencî û neqenciyê, xweşiyê û nexweşiyê ve dagirtî ye. Demê mirov li qewimandinên vê demê yên nuha dinêrê, tu dibêjî qey dîrok dûbare dibe.

Çîroka Memdiz jî gelekî balkêş e. Demê xwedî heq e, ji wî tê hezkirin, rêz lê tê girtin. Ne tenê Kurd jê hez dikin, wisa jî Tirkmenên muxalifê paşayê Osmaniyan ji Memdiz hez dikin. Demê Memdiz û hevalên xwe dikevin tewla paşayê Osmanî û hespên wî yên herî bi nav û deng dibin, dikevin nav kêriyên pezên wî, didin ber xwe dibin, nav û dengê Memdiz li êl û eşîran belav dibe. Bi taybet Tirkmen hingê jê hez dikin, navê wî li zarokên xwe datînin.

Roj tê Memdiz bi çerçîtiyê, bazirganiyê gelekî dewlemend dibe. Ew dewlemend dibe, lê xela bi ser êl û eşîrê re tê.

Rojekî tacirekî Tatarî tê ber Memdiz û dixwaze pê re şirîkatî bike. Wê rojê ji Memdiz dipirse, maneya navê te çi ye. Dibêjin: yanî „Mem ê diz“. Tacirê Tatar jê re dibêje, nabe, ev nav li te nayê, bila navê te Memet Efendî be. Ev gotin li xweşa Memdiz tên. Ew jî êdî ji xelkê daxwaz dike ku jê re nebêjin Memdiz, bêjin „Memet Efendî“(!).

Kurdan navê Memdiz li goreyê adetên xwe li Mem ê egît û wêrek danîne. Mem yekî wisa bûye, bê ku di şevên tarî de şivan lê şiyar bibin, seyên har lê biewitin, kariye kêriyên peza bide ber xwe talan bike.

Lê roja ku Memdiz navê xwe guheriye û xwestiye ku xelk jê re bêjin „Memet Efendî“, wê rojê êdî ew Memdiz ê egît, wêrek û camêr, nîşana zilamê qenc wenda bûye, çûye!

DEMÊ SEROKEŞÎR Û SERŞİVAN TOREYÊ XELKÊ XWE BİTERİKÎNİN,

DEMÊ PÊŞENGÊ SİYASÎ Û KADİRÊN TEVGEREKA SİYASÎ Jİ ARMANCÊN DOZA XELKÊ XWE DÛR BİKEVİN,

ROJÊN REŞ Bİ SER WÎ XELKÎ RE Û BI SER DOZA WÎ WELATÎ RE TÊ!

Min vê romanê demê nû çap bû destpêka salen 2000î jî xwendibû, eger ne şaş bim dawiya sala 2001an bû. Xweş tê bîra min, wê demê jî van mijaran bala min kişandibû. Lê ew dem demeke taybet bû. Em bêhtir bi rewşa û helwestên Serokê PKKê A. Ocalan re mijûl bûn. Bûyera mîlanê hezar sala nû, lêdana cotikên li NewYork ê ya bi navê 11ê Eylulê 2001 qewimî bû. Rewşa tevgera kurdî li bakurê Kurdistanê ne wekî nuha bi mijarên xerîb wekî “Tirkiyeyîtî, dewlet nexwestin, dijayetiya dewletbûnê li başurê welat“ ve mijûl bû û mirov bi hêvî bû ku ew nêrînên ku ji Imraliyê bin navê A. Ocalan de dihat belav kirin zêde cîh negirin. Lê wisa nebû. Mixabin piraniya Kurdên dora pkkê „nêrînên Ocalan“ parastin, nuha jî eger carna ji van nêrînan re bêjin „ev tektîk in“ jî ji xwe re kirine wekî rêbazekî, paradigmayekî. Ji ber van nêrînan bandorekî xerab li nav tevgera Kurdî belav bûye, bi taybetî li bakurê û rojavayê Kurdistanê zerarê dide destkeftiyên Kurdan.

Bîreweriya kurdî û bizava siyasî Kurdistanî hewce ye vê mijarê bi cidiyet gengeşe bike û riyên çareseriye bibîne û bi cîh bike.

Çendekî berê demê min vê romanê dubare xwend, di her rûpela romanê de, di her bûyerekî de zingînî ji mejiyê min belav dibû. Her cara ku min helwestê Hacî Osman Begî dixwend û lê difikirîm, ji bêhemdiya xwe di eqilê min de bûyerên îroyîn diherikîn. Li dawiya romanê ew rewşa xerab ku Memdiz ê egîd jî dikeve nav, van hemî bûyeran mirov dikare bi halê me yê xerab îroyîn li bakurê Kurdistanê re bide ber hevdu.

Belê, mixabin, hezar caran mixabin, bi taybetî li bakurê Kurdistanê civaka Kurd ji zimanê xwe dûr ketiye, ji orf û adet û toreyên xwe êpey dûr ketiye. Helandina ziman û çanda kurdî, nîşanên rojên nexweş e.

Doza miletekî bindest doza ziman, çand, ax û serweriyê ye. Ev jî yanî doz û daxwaza azadî, wekhevî, xwe bi xwe rêvebirin û serweriyê ye. Li ser axa xwe bi ziman û çanda xwe azad bijî, bi viyana (îradeya xwe) cureyê serweriya xwe û rêvebirên xwe hilbijêrî, ji xelkê xwe re ji pêkhatiyên resen re jiyaneke bi rûmet, têr û bextewar peyda bikî, bi rêkbixî. Vêca ji vê re nasname û dewletbûn divê, dewlet nasnameya neteweyan e. Em Kurd neteweyeke qedîm in, li vê dinyayê em divê xwedî nasnameyekî bin. Ev jî mafê me yê rewa û suriştî ye. Riya li pêş xelkê me ev e.

Vêca îro hinek rabûne ji me re ser navê Kurdîtiyê propagandeya bêdewletbûnê dikin. Dibêjin ji me re dewlet ne gerek e. Yanî çi? Yanî ji me re nasname ne gerek e, yanî em wekî heta nuha di bin nave Tirk û Ereb û Farisan de biminin bê nav û bê nasname.

Ev nêrîn, ev helwest Kurdan ji Kurdbûnê dûrxistin e.

Ev helwestê Hacî Osman e û mixabin gelekî Memdizên me jî bûne „Memet Efendî“!

Ji me Kurdan re li Bakurê Kurdistanê LI XWE VEGEREKE KURDEWARÎ rasteqîn gerek e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev