FORMA PEYVÊN KURMANCÎyê

FORMA PEYVÊN KURMANCÎyê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Li ser pirsa biraderê me Yehya Ekmenî, nivîsa min a îşev li ser peyvên kurdiya kurmancî ye ku dema ew bi serê xwe bin wek forma pirane nayên bilêvkirin.
Di kurdiya kurmancî de forma piranetiyê ji bo peyvanên bi serê xwe tune. Eger peyv bi serê xwe bêtin gotin, çewa ku di hin zimanan de heye û têne gotin jî, lê ew hawe di kurmancî de nayê gotin.

 

MÎNAK:

Peyvên ku bi serê xwe bin ên weke Kurd, Tirk, Ereb, Faris, baran, berf, ba, av, xwarin, kevçî, dar, tirî, sêv, hinar, hêk û hwd, tev bi forma yekanetiyê têne gotin.
Lê forma wan a piranetiyê dema dikevin nava hevokan digel daçekan weha têne gotin:

 

MÎNAK:

KURDên Serhedê bejndirêj û esmer in.
TIRKên ji dola Cengizxanî qels, hûrik û hincûrokî ne.
EREBên li Rojhilata Navîn ji parzemîna Efrîqayê hatine.
FARISên tirsonek piştî 1501ê, ola xwe guhertin.
BARANa taviyên biharê bi şid e.
BERFa çiyayên Kurdistanê giran e.
BAyê neqebên çiyayên Torosan gurr e.
AVa kaniyên herêmên çiyayî sar e.
XWARINên pirtexlît, xisar in.
KEVÇÎyê darên kevotan, leşsaxiya canê mirovan.
DARên fêkî, adana jiyanê ne.
TIRÎyê mêwên berpalan, pir xweş e.
SÊVên sor bixwin her car, da bibin hûn wek gulên xar.
HINARên Zivzîkê bi navûdeng in
HÊKên mirîşkên duqor, gir in.

 

Lê ev peyvên ku li jorê hatin gotin çendî ku bi tena serê xwe bin jî, bi tirkî wek forma piranetiyê têne gotin: ”Kurtler, Araplar, Farislar, yagmurlar, karlar” û hwd.

 

Di kurmancî de piranetiya peyvan bi sê haweyan diyar dibe:
. Bi lêkera peyvan.
. Bi rengdêra peyvan.
. Bi daçeka milkane ya peyvan.

 

MÎNAK:

. Kurd pir zêde cixare dikişînin (dikişînin/kişandin, Lêker e).
. Kurd ji nijada Arî ne jî, lê zêde esmer in (esmer, Rengdêr e).
. KURDên çiyayî, mêrxas in (KURDên, li virê ”ên” daçeka milkane ye).
 

Hêvîdar im ku ev nivîs ger hindik be jî, ji bo hin kesan bibe alîkar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *