”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 20

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 20

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”CIL Û BERGÊN NETEWΔ.

Em îro para wê a sisîyan, ango a dawî çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

 

CIL Û BERGÊN NETEWÎ -3

 

Derheqa cil û bergên kurdan yên netewî yên herî bi hûrgilî û bedew da di sedsala XIX hatine nivîsandin, dema Awropî bûne heyranê bedewîya Rohilatê, lê êtnografîya teze dibû zanyarîyeke bi serî xwe. Bi saya serê nivîsên rêwî û rohilatzanên wê demê lêkolînerên îro dikarin bizanibin ka cil û bergên kurdî yên gelêrî di wan deman da çawa bûne, kurdan çi li xwe kirine.

Xemil û xişir

Xemil û xişirên kurdan gelekî li cil û bergên wan tên û carina dibin perçeyekî wan. Pêşekzanên ku li ser cil û bergên jinên kurd lêkolînan dikin, guhdarî danîne li ser vê meseleyê: H. H. Hansen û T. F. Arîstova. Ji bo nimûne, beşeke giring a kofîya serê jinan zincîra di bin çeneya wê da ne, ku bi laçikê va ne (jêr-çene an jî kermek) û an ji pereyên qurûş e an jî ji morîyên şûşe ye û laçika situ bi wî qurûşî va hatîye dirûn. Ji bo bedewbûnê carina zincîra ji xişirên hûr bi kar tînin, ku bi niçikê jêrîn yê kurtikê va hatîye dirûn.

Gorî bawerîyên gel, çend xişir ji çavan diparêzin, ango, nahêlin merivan çavînokî bikin. Melzeme dikare bibe wek nivişt (karîbar, cewahir, durr, pîrûz), reng (rengê ewran, rengê hibrê, reş), form (wek reşika çavan, şirîta hevbadayî, kefa destan – ”destê Fatimê” û h.w.d.) û heta deng jî, ku dema çûn û hatinê ji xişirê dertê. Pir caran ew xişir di nava gelek morîyan da xuya dibe û cuda dibe. Li rex morîyan ji kevirên ne zêde buha dikarin nivişt jî hebin (wana bi nav dikin wek bermura an jî milwanke). Jinên kurd xişirên bêhnxweş ji bişkojên mêxikên zuhakirî çê dikin, nivişt (an jî bazbend) bi wan va jî girê didin.

Nivişta sereke (vekirî an jî di torbeyekê da) wek morî dikine situyê xwe, bi zincîra êlekê va dikin an jî bi kofî an laçika serî va didirûn. Tûrikên bo niviştan bi serî xwe dikarin xişireke bedew bin – wek nimûne, qutîka zîvîn a bo niviştan a bi navê lûla, ku pereyên hesinî pê va dardakirî ne.

Rext beşeke xemila cil û bergên jina kurd e: pereyên qurûş, morîyên ji pereyên hesinî, ku di wan da qaşên kevirên xas yên giranbuha û ne zêde bi qîmet hene, carina bi rext va dikin. Xemil û xişir beşeke qelenê ye û mal û milkê jinê ye. Dema cihêzê wê dikine gazî, ango, dema dawetvanî bala xwe didine xişirên wê, bi wê yekê va ew dide xuyakirina ka rewşa wê a aborî çawa ye.

Bazinê destan ji zîv an jî şûşeyê di rengê tîrênca tavê da çê dikin. Heta destpêka sedsala XX gustîlka zîvîn an jî zêrîn, ku dikirine firnikê pozê xwe (xizêm) wek xemil pir dihate bikaranîn. Xemileke pozê a din jî xişireke zêrîn bû, ku dikaribû bileqîya, jê ra digotin qerefîl an lûtewan.

Zarên li Kurdistanê jî xwe dixemilînin, xişiran bi kar tînin. Piranî jî ew bişkokên rengê ewran e an jî morîyên şûşe yên şîn in, lê yên bi qîmet û buha jî hene. Xişireke zêrîn bo enîyê (gul) di nava poran da têne vegirtin û dişibine nîvehîveke biçûk bi sê dilikên bi van va dardakirî, ku dihejin. Herwiha bazin an bazbendên zaran yên zîvkildayî jî hene ku mînanî yên hindîyan in, bi yek an çend zincîravan in, ku bi xelekekê an jî çend xelekan va bi hevdu va têne girêdan. Carina bi pêsîra zarê va zincîreke bi nivişta keşkûl darda dikin (bi nîgara sîmvolîk ya derdana bona xwerinê, vexwerinê û berevkirina hediyayan-alavan, ku dewrêşên rêwî cem xwe xwedî dikirin).

Jinên kurd bo xemilandina xwe kosmetika xwezayî bi kar dianîn. Ji bo nimûne, birû û bijangên çavên xwe bi darikên biçûk va kil dikirin. Nebatê bo kilkirinê, ku weke arê hêrayî bû û rengê wê reş bû, di xilîdankeke (torbe, tûrik) biçûk ya ji qumaşê taybet dirûtî da diparastin.

Hinek jinên kurd heta di rojên me da jî, wek edetên berê, rûyê xwe, destê xwe, pêsîra xwe deq (tatû) dikin. Li ser rûyê xwe çav û devê xwe dineqişînin, enîya xwe û bin çeneya xwe deq dikin. Nexşên deqan piranî rola niviştê dilîzin an jî didine xuyakirin ka filan jin ji kîjan eşîretê ye.

 

Vegirtina poran

Xemila porên jina kurd piranî vegirtina gulî û kezîyan e. Rohiatzanê rûs V. P. Nîkîtîn nivîsîye, ku porên jina kurd piranî ”bi gelek kezîyên hûr va hatîye vegirtin, kofîyeke biçûk bi morîyên ji şûşeyan dide serê xwe û bi laçikê va dora wê dipêçe”20.

Jinên hinek deverên Mehabadê li ber enîya xwe tûncikên ” agrîçe” çê dikin. Carina ber pelegoşka guhê xwe biskan ba didin, ku digihîjine heta sermilkan. Gulîyên xwe wisa dikine bin dezmala serîyan, tûncikên poran ji bin dezmalê xuya dikin.

Êtnograf H. H. Hansen, ku di nîveka sedsala XX li Kurdistana Îraqê kar kirîye, dema behsa vegirtina porên jinên kurd dike, wana dişibîne vegirtina porên jinên Awropîyan yên salên 1920î.

Jiên kurd pir caran porên xwe bi hineyê reng dikin, porên wan rengê qahweyîya vekirî werdigire. Jinên ciwana ew bo bedewîyê dikin. Porên sêrek du caran hine dikin: pêşî bi hineyê, ku ji belgên Lawsonia alba/inermis têne çêkirin, dû ra jî bi basmayê, ku rûnê xwezayî ya ji belgên Indigofera anil e. Serî çend sietan bi pîneyekî pêçayî dimîne, dû ra rengê reşê tarî werdigire.

Herwiha destên xwe, panîyên lingan, rexên gûzekan, pêçîyên mezin (beranok) û neynûkên tilîyên din hine dikirin.

Mêr porên kurt dikurtisandin û piranîya wan simêlan berdidin. Tenê kalên di emir da mezin û kesên ruhanî rî berdidin.

 

Sol (pêlav, şekal, kondere)

Jinên kurd di demên kevinare da goreyên rîs û pêlavên rêsayî yên ji qumaş li pê kirine. Heta sedsala XIX pêlavên panî dar û bilind, jora wan bi qeytanan dihatin girêdan hebûn, ji wan ra digotin kabkab. Cûreyekî pêlavan jî şekalên bi qumaşê qedîfe dirûyî û panî bilind bûn, ji wan ra kondere an papûş digotin. Herwiha pêlavên ji çerm an qumaş yên bi destan dirûtî jî hebûn, ji wan ra kelaş digotin. Şivanan û kesên feqîr û belengaz çarixên ji çermê terr dirûyî dikirine lingên xwe.

Bi demê ra dewsa pêlavên kurdî, xwesma yên mêran, modelên pêlavên Awropî girtin. Lê pêlavên berê jî mane, ango erf û edet têne parastin: heta di rojên me da jî di dema duakirinê, di dema ketina hundurê mizgeftê û di dema pêyî li şêmîka malekê dikî, gerekê pêlavên xwe ji xwe bikî.

 

Beşên kincan, ku bi dîn va girêdayîne

 

Kincên musulmanan

Di cil û bergên mêrê kurd da perçeya dînî dezmala serê wî ye. Cem musulmanan ew kumê bi navê kulaw e, ku bi qumaşê sivik va, bi xalên di rengê sipî va xemilandî (li hinek deveran di rengê sor û sipî va) dor lê hatîye pêçan, jê ra cemene dibêjin. Kesên ku di nava civakê da xwedî qedirekî pir û binavûdeng in, serê xwe bi qumaşê xas yê rengê tarî va girê didin, navî wî meşkî ye. Meriv ji rengê qumêş û cûrê girêdana wê dikare bi hêsanî tê derxe ka filankes ji kîjan herêmê ye û cîyê wî di civakê da li kîderê ye. Ji bo nimûne, rengê sor piranî kesên ji eşîreta Barzanîyan bi kar tînin, rengê sipî – rengê melle ye, rengê zer – rengê hecî ye, ango kesê ku diçe hecê, kesk – rengê seyid e (ji zureta Mihemed pêxember). Kulawê cemene bi xwe roleke giring dilîze, ji ber ku serê kesê dîndar di dema duakirinê gerekê pêçayî be, Perçeyekî qumaşê bona cemenê pir caran wek xalîçeya bo duakirinê – secakê – bi kar tînin.

Gorî nîzamên îslamê, teveya canê jinê di dema duakirinê gerekê bi kincan girtî be. Wek kurdekî êtnograf Reşad Sebrî Reşîd dinivîse, bazbendên gumlekê gerekê di dema duakirinê wisa berjêr bikin, ku destên kesê dua dike xuya nebin. Fîstanê dirêj lingan digire. Beşa sereke ya cilû bergên jina kurd, ku bi dîn va girêdayî ye, ew çarog e. Ew dezmaleke tenik e, ku didine serê xwe, lê di bin çeneya xwe da girê nadin. Di dema duakirinê çarog rû û situkura jinê digire.

Rûbend (çarşev) rûyê jinê û bedena wê digire, dema ew ne li mal e. Êtnograf H. H. Hansen destnîşan dike, ku rûbend (eba) li Kurdistana Îraqê ji fîstaneke dirêj û çarşevekê ye ku rû digire. Fîstana wek ebayê ji perçeyekî tam e, du qumaşên dirûyî jî milê wê digirin. Bi kurtî, jin weke ku xwe di wê rûbendê da dipêçe.

Kincên derwêşan dirêj in, bêy pêsîr in, milên wan dirêj in, di wan da her beşek xwedî taybetmendîyekê ye. Wek ku lêkolîner Erebê Şemo di destpêka sedsala XX nivîsîye, “Beşa kinc ya jorîn xerqe21 ye, dema erefatên dînî wê diêxin. Piştî xerqe kincê bi kembera rîsê wê bizinê tê, ku dema navê dewrêş lê dikin, wek qurban tê serjêkirin. Xênji kemberê, hinek kes benê piştê bi kar tînin, weke wî benî, ku zava û şagirtê amin yê Elî hespê xwedîyê xwe yê ber dilê xwe ezîz pê girê dida. Destê her dewrêşekî da tizbîh hene, ku tê da 66, an 99, an 34 morîk hene. Cem hinek şêxên tarîqetê22 jimara morîyan digihîje hetanî 366an. Her morîyek sîmvola tiberkeke xwedayî ye. Derwêş kumên bi rengên cuda didine serê xwe, hinek caran yên gelek bilind. Li ser kum gelek nivîs, gotinên xwedayî, herfên pêşin yên nav û paşnavan an jî helbestên ji Quranê hene”23. Hinek dewrêş guhar dikine guhên xwe, lê hinekên din jî dewsa guharan kevirên bi forma nîvhîvê bi guhên xwe va dikin.

 

Cil û bergên êzdîyan

Êzdîyan sade ji cil û bergên rengê sipî hez dikin, ji ber ku wî rengî dihesibînin wek rengê nişecîyên buhuştê û sîmvola ronahîya xwedayî. Rengê şîn di nav kincên êzdîyan da tune, çimkî bawermendîya êzdîyan ew reng qedexe kirîye. Cil û bergên jina êzdî ji şalwara sipî, fîstanê dirêj û fireh û turbana sipî ye bi navê serûpêç. Jinên ji binemala Mîr – tebaqa ruhanî a here bilind – cil û bergên ji qumaşên here buha û her rengî li xwe dikin, xênji rengê şîn.

Mêrên êzdîyan berê şal û şapikên sipî li xwe dikirin, ku ji piştê va dihate pevxistin, ji ber ku qedexe bû ji pêşî va vekirî be. Lê niha guh nadine wê yekê.

Rengê sor cem êzdîyan xwedî taybetmendîyekê ye. Mesele, keç serê xwe bi laçikên reş an sor va girê didin. Roja dawetê bûk xêlîya sor davêje ser serê xwe, rûyê xwe digire, lê xûşka axiretê kembera sor li pişta wê va girê dide. Li çiyayên Şengalê êzdîyên ciwan kumên dirêj yên serîtûj didine serê xwe, bi qumaşên sor an reş va ew dixemilînin.

Li herêma Mûsilê cînartîya êzdîyan û ereban tesîr li ser wergirtina kincên wan kirîye. Êzdîyan egala ereban didin serê xwe, ku ji du beşan e – kofî û kilawê24: kofî pir caran di rengê sor da ne, lê kilaw di rengê reş da ne.

 

Cil û bergên qizilbaşan

Rohilatzanê Sovêtîyê V. A. Gordlevski dema behsa rasthatina xwe bi serekê ruhanî yê qizilbaşan – dêdê dike, destnîşan dike, ku ”cil û bergên dêdê taybet e. Ew bi kemberê va tê pevxistin, şawqe mecbûrî ye, donzdeh qat an perçe sîmvola merebîyan e, fêza şawqe sîmvola Îsa pêxember e, çar niçên wê çar beşên Încîlê ne. Di guhên wî da guhar (kîpe) hene – xuya ye ew jî sîmvola azepîyê ye, ango nezewicîyê ye”25. Dibe jî ku V. A. Gordlevski di şirovekirinên wan sîmvolan da kemala xaçparêzîyê hinekî zêde kirîye.

Gelek wext berî wê, di nîveka sedsala XIX, lêkolînerê Rûsîyayê Petr Lerx derheqa qizilbaşan da ha nivîsîye: ”…wek ku kurdên nêzîkî wan ji min ra gotin, ferq nake, him mêr, him jî jin şawqeyên qahweyî didine serê xwe, niçikên wan dadinizilin ser rûyên wan. Fîstanê wan di rengê kesk da ne, lê pêlavên wan bi pirç in. Mêr porên serê xwe bi gûzanê kurr dikin, lê dest nadine rîyên xwe. Bi şiroveyên kurdan, heta neh û deh kezîyên jinên qizilbaş hene, ku bi mircanan va hatine xemilandin”26. Ev delîlên rasteqîn yên zanyar-êtnografan rê ber me vedikin bona em bi cil û bergên qizilbaşan yê gorî edetên wan bihesin.

 

* * *

Di nava cil û bergên kurdan da bi awayekî geş erf û edet, rabûn û rûniştina wî miletî xuya dibe. Di nava cil û bergên kurdî da taybetmendîyên wisa hene, ku tenê hinkûfî vî miletî ne: milên cil û bergan yên dirêj, milikên berfireh, şalwarên azad û bi semt, herwiha reng û awazên bedew û geş. Rast e, hinek mînanîhevbûnên bi cil û bergên miletên cînar hebin jî, lê taybetmendîyên cil û bergên kurdî berbiçav dikevin.

 

Çavkanî:

20) Никитин В. Курды: Пер. с фр. М., 1964. С. 158.

21) Xerqe (bi erebî: «kincê rizîyayî», «maşîyayî») ku Şêxê xwedî hukum li derwêş dikir û dewrêş wêya hetanî dawîya jîyana xwe li xwe dikir.

22) Terîqat (ji gotina erebî «rê») — navê tevayî yê biratîya Sufî.

23) Not ya Sebrî Reşîd, Reşad e (Reşad Mîran). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 55.

24) Kofî — kum, dezmala serîyan e, ku mêrên welatên ereban pê serê xwe dipêçin; ukal – çemberek e, ku bi wê ew dezmal bi serî va tê girêdan.

25) Гордлевский В. Из религиозной жизни кызылбашей Малой Азии // Новый Восток. 1922. № 1. С. 276.

26) Лерх, Петр. Исследования об иранских курдах и их пред-ках северных халдеях. Кн. 2. СПб., 1857. С. 17.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *